Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 23

KILAM 28 Dostaniya Yehowa

Di Konê Yehowa de Bibe Mêvan

Di Konê Yehowa de Bibe Mêvan

“Dê şunwara [konê] min li ser wan be û ez ê bibim Xwedayê wan” (HÊZEKÎÊL 37:27).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Ev meqale wê alî me bike ku em zêdetir qîmetê bidin teklîfa Yehowa ku em di konê wî yê mecazî de bibin mêvan. Wekî din, emê bibînin ku Yehowa mazûvanekî çawa ye.

1-2. Yehowa ji xizmetkarên xwe re çi teklîf dike?

 MA EM Yehowa wek Bavê xwe, Xwedayê xwe û Dostê xwe nabînin? Belê, ji bo me, Yehowa bi rastî jî yekî wisa ye. Lê li gor Kitêba Pîroz, xisûsiyetên wî yên din jî hene. Mesela, gelo tu wî wek mazûvan jî dibînî?

2 Dawid Padîşah dostaniya di nav Yehowa û xizmetkarên wî de dişiband halê mazûvanekî û mêvanên wî. Dawid wisa nivîsandibû: “Ya Xudan, kî wê bibe mêvan li konê te? Kî wê rûnê li çiyayê te yê pîroz?” (Zebûr 15:1). Ji van gotinên îlhamkirî, em hîn dibin ku em dikarin bibin mêvan û dostên wî. Ma ev teklîfa Yehowa ne tiştekî pir xweş e?

YEHOWA DIXWAZE KU EM BIBIN MÊVANÊN WÎ

3. Mêvanê pêşîn ê Yehowa kî bû, û wan li hevdû çawa dinêrî?

3 Berî ku Yehowa her tişt çêkiribû, ew bi tena serê xwe bû. Paşê, wî Kurê xweyî pêşîn li konê xweyî mecazî kir mêvan. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa ji vî mêvanê xweyî pêşîn pir hez dikir. Kurê wî jî her tim li ber wî şa dibû (Methelokên Silêman 8:30).

4. Yehowa konê xwe çawa her ku diçe berfirehtir dike?

4 Paşê, Yehowa melekên din çêkirin, û ew jî bûn mêvanên wî. Kitêba Pîroz wan wek “lawên Xwedê” bi nav dike û dibêje ku ew li cem Yehowa “kêfxweş” in (Eyûb 38:7; Danîêl 7:10). Ji bo demekê, tenê melek di konê Yehowa de mêvan bûn. Paşê, Yehowa însan çêkirin, û wî îzin da ku ew jî bikevin konê wî. Mesela, di nav wan de Henox, Nûh, Birahîm û Eyûb hebûn. Ev xizmetkarên Xwedê dostên wî bûn, û ew “bi Xwedê re” dimeşiyan (1. Mûsa 5:24; 6:9, Mizgînî; Eyûb 29:4; Îşaya 41:8).

5. Hêzekîêl 37:26, 27 çi nîşanî me dide?

5 Bi sedsalan, Yehowa Xwedê teklîfî dostên xwe kiriye ku ew bibin mêvanên wî (Hêzekîêl 37:26, 27 bixwîne). Mesela, kitêba Hêzekîêl nîşanî me dide ku Xwedê bi rastî jî dixwaze ku xizmetkarên wî yên dilsoz nêzîkî wî bin. Wî soz daye ku ewê bi wan re peymana aştiyê deyne. Ji van gotinan tê fehmkirin ku rojekê, hemû xizmetkarên Yehowa wê di konê wî yê mecazî de bibin “keriyek” – hem ên ku wê li ezmanan bijîn hem ên ku wê li dinyayê bijîn (Yûhena 10:16). Ev roj êdî hatiye!

EM LI KU DERÊ BIN JÎ, YEHOWA LI ME XWEDÎ DERDIKEVE

6. Mirov çawa dikare di konê Yehowa de bibe mêvan, û ev kon li ku derê ye?

6 Di demên berê de, mirovan di konan de îstirihet dikir û xwe ji tav û baranê diparast. Mirovan pir qîmet dida mêvanên ku dihatin konê wan. Gava em jiyana xwe didin destê Yehowa û soz didin ku emê daxwaza wî bînin cih, em di konê wî de dibin mêvan (Zebûr 61:4). Di destê me de têr û tije xwarina ruhî heye, û em ji hevaltiya kesên din, ên ku mîna me bûne mêvanên Yehowa, kêfê distînin. Konê mecazî yê Yehowa ne tenê li cihekî ye. Belkî tu ji bo komcivîneke xisûsî çûyî welatekî din û li wê derê jî kesên ku di konê Xwedê de bûne mêvan, nas kirine. Belê, xizmetkarên Xwedê li ku derê bin jî, konê wî li wê derê heye (Peyxam 21:3).

7. Em ji ku dizanin ku xizmetkarên Yehowa yên mirî hê jî di konê Yehowa de mêvan in? (Li resim jî binêre.)

7 Gelo halê xizmetkarên Yehowa yên mirî çi ye? Gelo ew hê jî di konê Yehowa de mêvan in? Belê, çimkî di bîra Yehowa de, ew hê sax in. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Lê ev yek ku mirî tên rakirin, Mûsa jî bi serpêhatiya deviyê nîşan dabû, gava wî Yehowa, ‘Xwedayê Birahîm û Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb’ bi nav kir. Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê saxan e, çimkî ew hemû ji bo wî sax in” (Lûqa 20:37, 38, NWT).

Xizmetkarên Yehowa yên mirî hê jî di konê wî de mêvan in (Li paragrafa 7an binêre)


FEYDE Û MESÛLIYETÊN ME

8. Ji bo me çima bifeyde ye ku em di konê Yehowa de bibin mêvan?

8 Çawa ku konekî herfî mirovan ji ba û baranê diparêze, konê Yehowa jî mêvanên wî ji tiştên ku dikarin zerarê bidin dostaniya wan ya bi wî re û ji bêçaretiyê diparêze. Heta ku em nêzîkî Yehowa bimînin, Îblîs nikare zerareke daîmî bide me (Zebûr 31:23; 1. Yûhena 3:8). Li dinyaya nû, Yehowa wê dostên xwe ne tenê ji tiştên ku dikarin zerarê bidin dostaniya wan ya bi wî re, lê ji mirinê jî biparêze (Peyxam 21:4).

9. Yehowa ji mêvanên xwe çi dixwaze?

9 Ji bo me şerefeke mezin e ku em di konê Yehowa de ne û dostên wî ne. Lê ji bo ku em wek mêvanên wî bimînin, gerek em çi bikin? Gava em li mala kesekî dibin mêvan, gerek em bizanin ku urf û adetên wê malê çi ne. Mesela, mazûvan belkî dixwaze ku em solên xwe derxin, û em helbet hazir in ku vêya bikin. Mîna vê, gerek em bizanin ku Yehowa ji mêvanên xwe çi dixwaze. Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin, em xîret dikin ku “bi her awayî li wî xweş bên” (Kolosî 1:10). Wekî din, em Yehowa her çi qas wek Dostê xwe dibînin jî, gerek em ji bîr nekin ku ew Xwedê û Bavê me ye jî, loma lazim e ku em qedrê wî bigirin (Zebûr 25:14). Bila em tu caran ji bîr nekin ku ew kî ye. Ev yek wê alî me bike ku em tiştekî ku li wî xweş nayê, nekin. Belê, em dixwazin her gav ‘bi dilnizmî bi Xwedayê xwe re bimeşin’ (Mîka 6:8).

BÊTEREFIYA YEHOWA – DI DEMÊN BERÊ DE

10-11. Di demên berê de, Yehowa bêterefiya xwe çawa nîşan dida?

10 Yehowa di nav mêvanên xwe de cihêtiyê nake (Romayî 2:11). Mesela, gava miletê Îsraîlê li çola Sînayê bû, Yehowa bi awayekî bêteref bi wan eleqedar dibû.

11 Piştî ku Yehowa xizmetkarên xwe ji koletiya Misrê xelas kiribûn, wî kahîn tayîn kirin ku li konê îbadetê xizmet bikin. Wekî din, hin mesûliyetên ku bi konê îbadetê ve girêdayî bûn, ji Lêwiyan re hatin dayîn. Lê belê, gelo Yehowa li kesên ku li konê îbadetê xizmet dikir yan nêzîkî vî konî diman zêdetir xwedî derdiket? Na, çimkî Yehowa di nav xizmetkarên xwe de cihêtiyê nake.

12. Wekî din, Yehowa bêterefiya xwe çawa nîşan dida? (2. Mûsa 40:38) (Li resim jî binêre.)

12 Ferq nedikir ku her Îsraîlî li ku dima û mesûliyeta wî çi bû, her kesî dikaribû bibe dostê Yehowa. Mesela, Yehowa wisa kir ku her kes stûna ewran û stûna êgir, a ku li ser konê îbadetê disekinî, bibîne (2. Mûsa 40:38 bixwîne). Gava stûna ewran hereket dikir, kesên ku dûrî konê îbadetê diman jî ew didît û dikaribû eşyayên xwe top bikin, konên xwe rakin û bi rê bikevin (4. Mûsa 9:15-23). Temamiya milet dengê du boriyên zîvî dibihîst, ê ku nîşan dida ku gerek her kes mala xwe bar bike (4. Mûsa 10:2). Vê yekê ku kesek nêzîkî konê îbadetê dima nedihat maneya ku ew hê nêzîktirî Yehowa ye. Her kesî dikaribû bibe mêvanê Yehowa, ji rêberiya wî feydeyê bistîne û bikeve bin siya wî. Îro jî, ferq nake ku em li ku derê dijîn, Yehowa ji me hez dike û li me xwedî derdikeve.

Konê îbadetê nîşan dida ku Yehowa di nav mirovan de cihêtiyê nake (Li paragrafa 12an binêre)


BÊTEREFIYA YEHOWA – ÎRO

13. Îro Yehowa bêterefiya xwe çawa nîşan dide?

13 Îro hin Şahidên Yehowa nêzîkî merkeza cîhanî yan nêzîkî buroyeke Şahidên Yehowa dijîn yan li wan deran xizmet dikin. Ji ber vê yekê, fersenda wan heye ku tev li fealiyetên ku li wan deran çêdibin, bibin û kesên ku rêberiyê dikin, rû bi rû bibînin. Hin kes jî wek çavdêrên herêmê yan di wezîfeyên din de wek xizmetkarên tamrojî xizmet dikin. Lê belê, piraniya xizmetkarên Yehowa ji Beytelê dûr in û xizmeta tamrojî nakin. Dîsa jî, bawer be ku mazûvanê me Yehowa ji hemû mêvanên xwe hez dike û li wan xwedî derdikeve (1. Petrûs 5:7). Hemû xizmetkarên Yehowa xwarina ruhî û rêberiyê distînin û tên parastin.

14. Wekî din, bêterefiya Yehowa çawa tê dîtin?

14 Bêterefiya Yehowa Xwedê ji vê yekê jî tê dîtin ku ew Kitêba Pîroz digihîne mirovên li seranserê dinyayê. Bi eslê xwe, Kitêba Pîroz bi zimanên Îbranî, Aramî û Yûnanî hatibû nivîsîn. Gelo kesên ku dikarin van zimanên kevn bixwînin ji kesên ku bi van zimanan nizanin, hê nêzîktirî Yehowa ne? Na (Meta 11:25).

15. Em ji ku dizanin ku Yehowa di nav însanan de cihêtiyê nake? (Li resim jî binêre.)

15 Ji bo ku Yehowa ji me razî be, ne lazim e ku em zimanên eslî yên Kitêba Pîroz bizanin yan perwerdeya bilind bistînin. Yehowa hîkmeta xwe li seranserê dinyayê ji her kesî re pêşkêş dike, ne tenê ji kesên xwendî re. Kitêba Pîroz bi hezaran zimanan hatiye tercûmekirin, loma însanên li her derê dikarin wê bixwînin û hîn bibin ku ew çawa dikarin bibin dostên Yehowa (2. Tîmotêyos 3:16, 17).

Ev yek ku Kitêba Pîroz bi hezaran zimanan hatiye tercûmekirin çawa nîşan dide ku Xwedê di nav mirovan de cihêtiyê nake? (Li paragrafa 15an binêre)


JI YEHOWA RE “MEQBÛL” BIMÎNE

16. Li gor Karên Şandiyan 10:34, 35, em çawa dikarin ji Yehowa re “meqbûl” bimînin?

16 Ji bo me bi rastî jî keremeke mezin e ku Yehowa me di konê xweyî mecazî de wek mêvanên xwe qebûl dike. Mazûvanê herî dilovan û mêvanperwer ew e, û kok, milet, welat, emir, cinsiyet, û kultura me her çi be jî, ew hazir e ku me qebûl bike. Ji bo ku em li ber çavê wî “meqbûl” bin, helbet lazim e ku em li gor qanûnên wî bijîn (Karên Şandiyan 10:34, 35 bixwîne).

17. Di meqaleya din de, emê çi hîn bibin?

17 Di Zebûr 15:1 de, Dawid wisa pirsî: “Ya Xudan, kî wê bibe mêvan li konê te? Kî wê rûnê li çiyayê te yê pîroz?” Bi îlhama Xwedê, Dawid cewabên van pirsan jî dan. Meqaleya din wê hin tiştên ku gerek em bikin, da ku em ji Yehowa re “meqbûl” bimînin, nîşanî me bide.

KILAM 32 Were ba Yehowa