Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 23

KILAMA 28 Dostiyê Tevî Yehowa Qazanc kin

Bibe Mêvanê Konê Yehowa

Bibe Mêvanê Konê Yehowa

“Wê şunwara [konê] min li ser wan be û ezê bibim Xwedayê wan” (HEZEQÊL 37:27).

VÊ GOTARÊDA

Eva gotara wê alî me bike, ku em diha zêde teglîfkirina Yehowa qîmet kin û bibine mêvanên konê wîye sîmbolîk. Usa jî emê bivînin, wekî Yehowa çiqas mêvanhez e.

1-2. Yehowa xizmetkarên xwe teglîfî ku dike?

 HERGÊ kesek te bipirse, ku Yehowa bona te kê ye, gelo tuyê ça caba wî bidî? Dibeke tu bêjî, ku Yehowa Xwedayê te, Dost û Bavê te ye. Belê, bona me Yehowa bi rastî jî yekî usa ne. Lê tu qe fikirî yî, wekî tu mêvanê wîyî delal î?

2 Dawid Padşa dostiya orta Yehowa û xizmetkarên wî, beramberî xweyê malê û mêvanê wî kir. Dawid usa nivîsî: “Xudano! Kî dikare Konê Teda bimîne? Kî wê serê çîyayê Teyî pîroz bihêwire?” (Zebûr 15:1). Ji van giliyên ji bîna ber Xwedê em pêdihesin, wekî em dikarin bibin mêvan û dostên Wî. Ev teglîfkirina Yehowa tiştekî gelek mexsûs e!

YEHOWA DIXWAZE KU EM BIBIN MÊVANÊN WÎ

3. Mêvanê Yehowaye pêşin kê bû, û heleqetiya wan çawa bû?

3 Pêşiya ku Yehowa her tişt biefiranda, ew tenê bû. Pêşiyê ewî Kurê xwe kire mêvanê konê xweyî sîmbolîk. Kitêba Pîroz dibêje, wekî Yehowa mêvanê xweyî pêşin gelek hez dikir. Kurê wî jî hertim li ber Wî şa dibû (Metelok 8:30).

4. Paşê Yehowa kê teglîfî konê xwe kir?

4 Paşê Yehowa melekên din efirandin, û ewana jî bûne mêvanên wî. Kitêba Pîroz wana nav dike “lawên Xwedê” û dibêje, wekî ewana şa ne, ku cem Yehowa ne (Îbo 38:7; Daniyêl 7:10). Wedekî tenê melek mêvanên konê Yehowa bûn. Paşê jî Yehowa însan efirandin û îzin da, wekî ewana jî bikevine konê wî. Mesele, nav wanda Henox, Nuh, Birahîm û Îbo bûn. Ewana dostên Xwedê bûn û “rîya Xwedêda” dimeşiyan (Destpêbûn 5:24; 6:9; Îbo 29:4; Îşaya 41:8).

5. Kitêba Hezeqêl 37:26, 27 çi nîşanî me dike?

5 Îda gelek qirne ye, ku Yehowa Xwedê dostên xwe teglîf dike, wekî ewana bibine mêvanên wî (Bixûne Hezeqêl 37:26, 27). Mesele, kitêba Hezeqêl nîşanî me dike, wekî Xwedê bi rastî jî dixwaze, ku xizmetkarên wîyî amin nêzîkî wî bin. Ewî soz daye, wekî wê tevî wan peymana edilayê girêde. Ji van giliya tê femkirinê, wekî rojekê hemû xizmetkarên Yehowa wê konê wîye sîmbolîkda bibine “kerîk”, him yên ku wê li ezmana bijîn, him jî yên ku wê ser erdê bijîn (Yûhenna 10:16). Belê, ev roj îda hatiye!

EM KUDERÊ BIN JÎ, YEHOWA ME DIBE XWEYÎ

6. Meriv ça dikare bibe mêvanê konê Yehowa û ev kon kîderê ye?

6 Wedê berê, meriv konada hêsa dibûn û xwe ji tev û baranê xwey dikirin. Meriva mêvanên ku dihatine konên wan, gelek qîmet dikirin. Gava em emirê xwe tesmîl Yehowa dikin û soz didin, ku emê xwestina wî bînin sêrî, em dibine mêvanê konê wî (Zebûr 61:4). Bal me têr-tije xwarina ruhanî heye, û em ji hevaltiya tevî kesên din, yên ku mîna me bûne mêvanên Yehowa, şabûnê distînin. Konê Yehowaye sîmbolîk ne tenê cîkî ye. Dibeke tu bona civata mezine mexsûs çûyî welatekî din, û tevî wan meriva bûyî nas, yên ku mêvanên konê Yehowa ne. Belê, xizmetkarên Xwedê kîderê bin jî, konê Wî wêderê heye (Eyantî 21:3).

7. Em ji ku zanin wekî xizmetkarên Yehowaye amin, yên ku mirine, hela hê mêvanên konê wî ne? (Binihêre usa jî şikil.)

7 Lê em çi dikarin bêjin derheqa wan xizmetkarên Yehowaye amin, yên ku mirine? Gelo ewana dîsa jî mêvanên konê Yehowa ne? Belê, çimkî ewana bîra Yehowada nin û bona wî sax in. Îsa got: “Lê ev yek ku mirî radibin, Mûsa jî eyan kir. Gava ewî derheqa tûmê stiriya gilî kir, ewî Yehowa nav kir, ‘Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb’. Ew ne ku Xwedayê miriya ye, lê Xwedayê saxa ye, çimkî ewana hemû bona wî sax in” (Lûqa 20:37, 38).

Xizmetkarên Yehowaye amin, yên ku mirine jî, têne hesabê mêvanên konê wî (Binihêre abzasa 7)


KEREM Û CABDARIYÊN ME

8. Xizmetkarên Yehowa çi karê distînin, gava dibine mêvanên konê wî?

8 Çawa ku kon dikare meriva ji ba û baranê biparêze, usa jî konê Yehowa mêvanên wî, ji tiştên ku dikarin zirarê bidine ruhaniya wan, diparêze. Heta ku em nêzîkî Yehowa bin, Mîrê-cina nikare zirara heta-hetayê bide me (Zebûr 31:23; 1 Yûhenna 3:8). Dinya tezeda, Yehowa wê dostên xwe ne tenê ruhanîda biparêze, lê usa jî ji mirinê xwey ke (Eyantî 21:4).

9. Yehowa dixwaze, ku mêvanên wî çi bikin?

9 Bona me qedirekî mezin e, ku em konê Yehowada nin û dostên wî ne. Lê em gerekê xwe ça bidine kifşê, hergê em dixwazin timê mêvanên Yehowa bin? Gava em mêvantî diçine mala kesekî, em gerekê bizanibin ku qeydên wê malbetê çi ne. Mesele, dibeke xweyê malê dixwaze, wekî em solên xwe bêxin, û hemikî em hazir in vê yekê bikin. Hema bi wî cûreyî, em gerekê bizanibin, ku Yehowa ji mêvanên xwe çi dewa dike. Em Yehowa hez dikin, lema jî em hemû tiştî dikin, wekî “her aliyava li wî xweş bên” (Kolosî 1:10). Hergê em Yehowa ça Dostê xwe hesab dikin, dîsa jî em gerekê bîr nekin, ku ew Xwedê û Bavê me ye û em gerekê qedirê wî bigirin (Zebûr 25:14). Were em tu cara bîr nekin, ku ew kî ye. Ev yek wê alî me bike, wan tişta nekin, çi ku wî xweş nayê. Belê, em dixwazin her gav bi milûktî tevî Xwedayê xwe bimeşin (Mîxa 6:8).

YEHOWA FIRQÎ NEDIKIRE ORTA ÎSRAÊLIYA

10-11. Wedê berê Yehowa ça dida kifşê, ku ew firqiyê nake orta cimeta xwe?

10 Yehowa firqiyê nake orta mêvanên xwe (Romayî 2:11). Mesele, gava Îsraêlî beriya Sînayêda bûn, Yehowa firqî nedikire orta wan û bona wan xem dikir.

11 Çaxê Yehowa xizmetkarên xwe ji dîltiya Misirê xilaz kir, ewî kahîn kifş kirin, wekî konê pîrozda xizmet kin. Usa jî van Lêwiyara, yên ku konda xizmet dikirin, hine cabdarî hatibûne dayînê. Lê gelo Yehowa bona wan meriva, yên ku konda xizmet dikirin, yan jî nêzîkî kon dijîtin, diha zêde xem dikir? Na, çimkî Yehowa firqiyê nake orta xizmetkarên xwe.

12. Dîsa çi cûreyî Yehowa dida kifşê, wekî ew firqiyê nake orta meriva? (Derketin 40:38) (Binihêre usa jî şikil.)

12 Firqî tune bû Îsraêlî kîderê diman û cabdariya wan çi bû, her kes dikaribû bibe dostê Yehowa. Mesele, Yehowa usa kir, wekî her kes stûna ewr û stûna agir bivîne, ya ku ser konê pîroz disekinî (Bixûne Derketin 40:38). Gava stûna ewr cîguhastî dibû, kesên ku dûrî konê pîroz diman jî, dikaribûn vê yekê bivînin, hûr-mûrê xwe û konên xwe top kin û rê kevin (Jimar 9:15-23). Temamiya milet dengê du boriyên zîv dibihîstin, yên ku didane kifşê, wekî her kes gerekê karê xwe bike û rê keve (Jimar 10:2). Hergê kesek nêzîkî konê pîroz dima, ev yek nedihate hesabê, ku ew diha nêzîkî Yehowa ye. Her kes dikaribû bibûya mêvanê Yehowa, û dudilî nebûya ku wê ji rêberiya wî karê bistîne û xweykirî be. Îro jî, firqî tune em kuderê dijîn, Yehowa me hez dike û bona me xem dike.

Konê pîroz dide kifşê, wekî Yehowa firqiyê nake orta meriva (Binihêre abzasa 12)


ÎRO JÎ YEHOWA FIRQIYÊ NAKE ORTA MERIVA

13. Îro Yehowa ça dide kifşê, wekî ew firqiyê nake orta meriva?

13 Îro hine Şedên Yehowa nêzîkî ofîsa sereke dijîn, yan jî nêzîkî Fîlîalê. Hinek jî wêderê xizmet dikin, û mecala wan heye şixulên wêderê bikin, rû bi rû birên cabdar bivînin û tevî wan xeber din. Hine kes jî, ça berpirsiyarê mihalê xizmet dikin, yan jî ça xizmetkarên hertim, cûre-cûre cabdariya tînin sêrî. Lê cem heçî zef xizmetkarên Yehowa, mecal tune ye ciyên usa xizmet kin, yan jî bibine xizmetkarên hertim. Hergê dereca te jî usa ne, dîsa jî bawer be, wekî Yehowa hemû mêvanên xwe hez dike û wana dibe xweyî (1 Petrûs 5:7). Hemû xizmetkarên Yehowa xwarina ruhanî û rêberiyê distînin û ji aliyê Wîda xweykirî ne.

14. Dîsa ji çi tê kifşê, wekî Yehowa firqiyê nake orta meriva?

14 Bi vê yekê jî tê kifşê, wekî Yehowa firqiyê nake orta meriva, ku ew Kitêba Pîroz digihîne hemû merivên ser temamiya dinyayê. Kitêba Pîroz ser zimanê Îbranî, Aramî û Yûnanî hatibû nivîsarê. Gelo ew merivên, ku dikarin ser van zimanên kevin bixûnin, diha nêzîkî Yehowa ne? Hemikî na (Metta 11:25).

15. Em ji ku zanin, wekî Yehowa firqiyê nake orta mileta? (Binihêre usa jî şikil.)

15 Seva ku Yehowa ji me razî be, nelazim e ku em zimanên esilî yên Kitêba Pîroz bizanibin, yan jî hînbûna bilind bistînin. Yehowa bîlaniya xwe her kesîra pêşkêş dike, ne ku tenê kesên xwendîra. Kitêba Pîroz ser hezara zimana hatiye welgerandinê, lema jî meriv her dera dikarin vê kitêbê bixûnin û hîn bin ku çawa bibin dostên Yehowa (2 Tîmotêyo 3:16, 17).

Ev yek ku Kitêba Pîroz ser hezara zimana hatiye welgerandinê, ça dide kifşê, wekî Xwedê firqiyê nake orta meriva? (Binihêre abzasa 15)


BERDEWAM KE DILÊ YEHOWA ŞA KE

16. Li gora Karên Şandiya 10:34, 35 em gerekê çi bikin, wekî Yehowa me qebûl ke?

16 Bona me bi rastî jî keremeke mezin e, ku Yehowa me konê xweyî sîmbolîkda ça mêvan qebûl dike. Yehowa gelek dilovan û mêvanhez e. Firqî tune, ku em ji kîjan kûltûr, miletî û welatî ne, xwendî ne yan na, yan jî em çend salî ne, Ew me teglîfî konê xwe dike. Lê seva ku ew me “qebûl” ke, hemikî ferz e, wekî em li gora prînsîpên wî bijîn (Bixûne Karên Şandiya 10:34, 35).

17. Gotara dinda emê çi şêwir kin?

17 Zebûr 15:1-da Dawid pirseke usa da: “Xudano! Kî dikare Konê Teda bimîne? Kî wê serê çîyayê Teyî pîroz bihêwire?” Ji bîna ber Xwedê Dawid caba van pirsa da. Gotara dinda emê vê yekê şêwir kin û pêbihesin ku em gerekê çi bikin, wekî Yehowa me qebûl ke.

KILAMA 32 Bisekine Aliyê Yehowa!