Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 24

KILAM 24 Werin Çiyayê Yehowa!

Heta bi Hetayê wek Mêvanê Yehowa Bimîne

Heta bi Hetayê wek Mêvanê Yehowa Bimîne

“Ya Xudan, kî wê bibe mêvan li konê te?” (ZEBÛR 15:1).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku em çawa dikarin wek dostên Yehowa bimînin. Wekî din, emê hîn bibin ku gerek em bi dostên wî re çawa bin.

1. Zebûr 15 ji bo me çima bifeyde ye?

 MEQALEYA berê nîşanî me dabû ku xizmetkarên Yehowa dikarin bibin dostên wî û bi vî awayî di konê wî yê mecazî de bibin mêvan. Ji bo vê, gerek em çi bikin? Zebûr 15 bala me dikişîne ser hin tiştên muhîm, ên ku Yehowa ji me dixwaze (Zebûr 15:1-5 bixwîne). Dersên ku em ji van ayetan distînin dikarin alî me bikin ku em nêzîktirî Xwedê bibin.

2. Gava Dawid behsa konê Yehowa dikir, dibe ku ew li ser çi difikirî?

2 Zebûr 15 wisa dest pê dike: “Ya Xudan, kî wê bibe mêvan li konê te? Kî wê rûnê li çiyayê te yê pîroz?” (Zebûr 15:1). Gava Dawid Padîşah behsa “konê” Yehowa dikir, dibe ku ew li ser konê îbadetê, yê ku ji bo demekê li bajarê Gîbeonê ma, difikirî. Wekî din, ayet behsa ‘çiyayê Xwedê yê pîroz’ kir. Dibe ku ev gotin tê maneya çiyayê Siyonê, li bajarê Orşelîmê. Li wê derê – yanî çend kîlometre li başûra Gîbeonê – Dawid konekî ji bo sindoqa peymanê danî. Heta ku îbadetgeh hat avakirin, sindoq li wê derê ma (2. Samûyêl 6:17).

3. Zebûr 15 ji bo me çima muhîm e? (Li resim jî binêre.)

3 Piraniya Îsraîliyan helbet di konê îbadetê de xizmet nedikir û îzna wan tune bû ku bikevin cihê ku sindoqa peymanê disekinî. Lê belê, hemû xizmetkarên Yehowa dikaribû bibin dostên Yehowa û di konê wî yê mecazî de bibin mêvanên wî. Ma em jî naxwazin bibin mêvanên Yehowa? Zebûr 15 behsa hin xisûsiyetên muhîm dike, yên ku gerek em pêk bînin, da ku em wek dostên Yehowa bimînin.

Îsraîliyên ku di rojên Dawid de dijiyan rind fehm dikir ku mêvantiya di konê Yehowa de tê çi maneyê (Li paragrafa 3yan binêre)


BÊKÊMAHÎ BIJÎ Û YA RAST BIKE

4. Em ji ku dizanin ku vaftîzbûn ne bes e? (Îşaya 48:1)

4 Zebûr 15:2 dibêje ku dostên Xwedê “bêkêmahî dijîn, ya rast dikin”. Lazim e ku em vêya bi dewamî bikin. Gelo bi rastî mumkin e ku em ‘bêkêmahî bijîn’? Belê. Her kes qisûrdar e, lê eger em çi ji destê me tê bikin ku guh bidin Yehowa, ewê me wek kesên ku “bêkêmahî dijîn” bibîne. Gava em soz didin Yehowa ku emê heta bi hetayê jê re xizmet bikin û vaftîz dibin, ev yek tenê destpêka xizmeta me ye. Ka bala xwe bidê ku di demên berê de, ev yek ku kesek aîdî miletê Îsraîlê bû ne bes bû ku ew bibe mêvanê Yehowa. Kitêba Pîroz li ser hin ji wan wisa got: “Gazî Xwedayê Îsraîl dikin, lê ne bi rastî û dilsozî” (Îşaya 48:1 ji wergera Mizgînî bixwîne). Lazim bû ku Îsraîliyên dilpak hîn bibin ku Yehowa ji wan çi dixwaze û li gor vê hereket bikin. Mîna vê, ji bo ku Xwedê ji me razî be, ne bes e ku em vaftîz bibin û tev li civatê bin. Lazim e ku em ‘ya rast bikin’. Gelo maneya vê çi ye?

5. Gerek em çawa guh bidin Yehowa?

5 Ji bo ku Yehowa me wek kesên ku “bêkêmahî dijîn” û “ya rast dikin” bibîne, ne bes e ku em bi dewamî herin Salona Îbadetê (1. Samûyêl 15:22). Gerek em di hemû warên jiyanê de – û gava tu kes me nabîne jî – guh bidin Xwedê (Methelokên Silêman 3:6; Waiz 12:13, 14). Meseleyek her çi qas biçûk xuya bike jî, gerek em xîret bikin ku di her tiştî de guh bidin Yehowa. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku em bi rastî ji wî hez dikin. Eger em wisa bikin, Yehowa wê ji me hê jî zêdetir hez bike (Yûhena 14:23; 1. Yûhena 5:3).

6. Li gor Îbranî 6:10-12, ji tiştên ku me berê kiribûn muhîmtir çi ye?

6 Yehowa pir qîmetê dide dilsoziya me ya berê. Lê belê, ji bo ku em di konê wî de wek mêvanên wî bimînin, ev yek ne bes e. Em vêya ji Îbranî 6:10-12 rind fehm dikin (bixwîne). Belê, Yehowa kirinên me yên berê ji bîr nake. Lê belê, ew dixwaze ku em “heta dawiyê” bi dil û can jê re xizmet bikin. “Eger em sist nebin”, ewê me heta bi hetayê wek dostên xwe bibîne (Galatî 6:9).

JI DIL YA RAST BIBÊJE

7. Em çawa dikarin ‘ji dil ya rast bibêjin’?

7 Kesekî ku dixwaze di konê Yehowa de bibe mêvan gerek ‘ji dil ya rast bibêje’ (Zebûr 15:2). Ne bes e ku em derewan nekin. Yehowa dixwaze ku em ji her aliyî ve durist bin (Îbranî 13:18). Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa ji hîlekaran nefret dike, lê kesên durist wek dostên xwe dibîne (Methelokên Silêman 3:32).

8. Gerek em çi nekin?

8 Kesên ku “ji dil ya rast dibêjin” ne tenê li ber çavê xelkê, lê wexta ku mirov wan nabînin jî li gor qanûnên Yehowa hereket dikin (Îşaya 29:13). Ew hîlekariyê nakin. Kesekî hîlekar belkî şik dike ka hin qanûnên Yehowa bi rastî bifeyde ne yan na (Aqûb 1:5-8). Di meseleyên ku ew wek meseleyên biçûk dibîne, dibe ku ew guh nede Yehowa. Eger ji ber bêîtaetiya wî netîceyên xerab dernekevin, dibe ku ew tiştên hê jî xerabtir bike. Kesekî wisa xwe her çi qas wek xizmetkarekî Yehowa bibîne jî, Yehowa wê îbadeta wî qebûl neke (Waiz 8:11). Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em di her tiştî de durist bin.

9. Gava Îsa Mesîh cara pêşîn rastî Natanaêl hat, wî çi got, û em dikarin ji vê çi dersê bistînin? (Li resim jî binêre.)

9 Serpêhatiyeke ku di Kitêba Pîroz de derbas dibe nîşanî me dide ku dilpakî sifetekî çi qas muhîm e. Gava Filîpos hevalê xwe Natanaêl cara pêşîn bi xwe re anî ba Îsa Mesîh, tiştekî balkêş çêbû. Îsa Mesîh got: “Va ye, Îsraîliyekî rast ku hîle li ba wî tune ye” (Yûhena 1:47, NWT). Îsa Mesîh bê şik şagirtên xwe yên din jî wek kesên durist didîtin, lê eşkere ye ku Îsa Mesîh Natanaêl wek tîmsala dilpakiyê didît. Mîna me, Natanaêl jî însanekî qisûrdar bû, lê di şexsiyeta wî de hîle û durûtî qet tune bûn. Loma, Îsa Mesîh jê re heyran ma û pesnê wî da. Ma teyê nexwesta ku Îsa Mesîh li ser te jî tiştekî wisa bigota?

Gava Îsa Mesîh cara pêşîn rastî Natanaêl hat, wî got ku ew mirovekî bêhîle ye. Gelo em jî mirovên wisa ne? (Li paragrafa 9an binêre)


10. Çima muhîm e ku em zimanê xwe bi awayekî xerab bi kar neynin? (Aqûb 1:26)

10 Piraniya tiştên ku Zebûr 15 behsa wan dike bi hal û hereketên me yên li hemberî kesên din ve girêdayî ne. Mesela, Zebûr 15:3 dibêje ku mêvanên Yehowa “bi zimanên xwe nakin buxtan, xerabî nakin bi dostan, ruswa nakin cîranan”. Eger em bi zimanê xwe zerarê bidin kesên din, em nikarin di konê Yehowa de bimînin (Aqûb 1:26 bixwîne).

11. “Buxtan” çi ye, û civat li kesên ku îftirayê diavêjin û tobe nakin çawa dinêre?

11 “Buxtan” tê maneya “îftira”, yanî dereweke ku navê kesekî reş dike. Kesên ku îftirayê diavêjin û tobe nakin ji civata şagirtên Îsa Mesîh tên derxistin (Yêremya 17:10).

12-13. Eger em dîqat nekin, em çawa dikarin navê dostên xwe bê hemdî reş bikin? (Li resim jî binêre.)

12 Wekî din, Zebûr 15:3 tîne bîra me ku mêvanên Yehowa “xerabî nakin bi dostan, ruswa nakin cîranan”. Gelo maneya vê çi ye?

13 Eger em dîqat nekin, em dikarin navê kesekî bê hemdî reş bikin. Mesela, ferz bike ku (1) xwişkek dev ji xizmeta pêşengiyê ber dide, (2) jin û mêrek ji Beytelê derdikevin yan (3) birayek êdî rîspî yan alîkarê civatê nîne. Di van mîsalan de, dibe ku em sebeban nizanin. Ma baş be ku em xwe bi xwe texmîn bikin ku çima wisa çêbûye û ji kesên din re jî behsa texmînên xwe bikin? Helbet na. Gerek em ji bîr nekin ku kesên ku di konê Yehowa de mêvan in “xerabî nakin bi dostan, ruswa nakin cîranan”.

Eger em dîqat nekin, em dikarin navê kesekî bê hemdî reş bikin an heta îftirayê bavêjin (Li paragrafên 12 û 13an binêre)


YÊN KU JI YEHOWA DITIRSIN BIHESIBÎNE

14. Mêvanên Yehowa çawa “zilamên rezîl kêm dibînin”?

14 Zebûr 15:4 dibêje ku dostên Yehowa “zilamên rezîl kêm dibînin”. Ji ber ku em însanên qisûrdar in, dibe ku hin kes li me xweş bên û hin kes na. Lê belê, gerek em tenê kesên ku Yehowa wek “rezîl” dibîne, red bikin (1. Korîntî 5:11). Di nav wan de, kesên ku xerabiyê dikin û tobe nakin, kesên ku qedrê baweriya me nagirin û kesên ku hewl didin ku dostaniya me ya bi Yehowa re xera bikin, hene (Methelokên Silêman 13:20).

15. Em çawa dikarin ‘ên ku ji Xudan ditirsin bihesibînin’?

15 Ji aliyê din ve, Zebûr 15:4 dibêje ku mêvanên Yehowa “yên ku ji Xudan ditirsin dihesibînin”. Loma, gerek em li fersendan bigerin ku qenciyê li dostên Yehowa bikin (Romayî 12:10). Mesela, Zebûr 15:4 dibêje ku mêvanekî Yehowa “bi xesara xwe sond xwaribe jî, venagere ji sondê”. Pir muhîm e ku em sondên xwe xera nekin, da ku em dilê mirovan neêşînin (Meta 5:37). Yek ji van sondan, sonda zewacê ye. Wekî din, gerek dê û bav xîret bikin ku sozên ku ew didin zarokên xwe bînin cih. Belê, ji ber ku em ji Xwedê û ji însanan hez dikin, em çi ji destê me tê dikin ku sozên xwe bînin cih.

16. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qedrê dostên Yehowa digirin?

16 Wekî din, gerek em li hemberî dostên Xwedê mêvanperwer û comerd bin (Romayî 12:13). Gava em wexta xwe bi xwişk û birayan re derbas dikin, dostaniya me ya bi wan re û bi Yehowa re xurttir dibe. Wekî din, gava em mêvanperwer in, em Yehowa ji xwe re dikin emsal.

JI PERE HEZ NEKE

17. Zebûr 15 çima behsa pere dike?

17 Mêvanekî Yehowa “perê xwe nade faîzê, li hember bêsûc bertîlê [rişwetê] nastîne” (Zebûr 15:5). Ev ayet çima behsa pere dike? Çimkî kesên ku ji pere hez dikin dikarin zerarê bidin hem kesên din hem jî dostaniya xwe ya bi Xwedê re (1. Tîmotêyos 6:10). Di demên berê de, hin kesan bi faîz deyn dida xwişk û birayên xwe yên feqîr. Wekî din, hin hakiman rişwet qebûl dikir û qerarên neadil dida. Yehowa ji tiştên wisa nefret dike (Hêzekîêl 22:12).

18. Kîjan pirs dikarin alî me bikin ku em pê derxin ka nêrîna me ya li ser pere çi ye? (Îbranî 13:5)

18 Nêrîna te ya li ser pere çi ye? Ka ji xwe bipirse: “Gelo ez gelek caran li ser pere û li ser tiştên ku ez dixwazim bikirim, difikirim? Gava ez deyn distînim, gelo ez deynê xwe dereng vedigerînim, ji ber ku ez difikirim ku hewcedariya kesê ku deyn dabû min, tune ye? Wexta ku di destê min de pere heye, gelo ez xwe wek mirovekî mezin dibînim? Gelo ez kesekî destgirtî me? Gelo ez difikirim ku madem ku kesek zengîn e, ew ji Yehowa zêdetir ji pere hez dike? Gelo ez xîret dikim ku ji kesên feqîr zêdetir bi kesên zengîn re hevaltiyê bikim?” Madem ku Yehowa hazir e ku me wek mêvanên xwe qebûl bike, bila em vê îmtiyazê winda nekin û xwe ji hezkirina pere dûr bigirin. Eger em wisa bikin, Yehowa wê me tu caran terk neke (Îbranî 13:5 bixwîne).

YEHOWA JI DOSTÊN XWE HEZ DIKE

19. Sebebê herî muhîm ê qanûnên Yehowa çi ye?

19 Gotinên dawîn ên Zebûr 15 wisa ne: “Yê ku vana dike wê tu car veneleqe” (Zebûr 15:5). Belê, sebebê qanûnên Yehowa ev e ku ew xêra me dixwaze. Eger em xwe li rêya wî bigirin, ewê me biparêze, û jiyana me wê baştir be (Îşaya 48:17).

20. Mêvanên Yehowa li hêviya çi ne?

20 Mêvanên Yehowa li hêviya rojên xweş in. Kesên hilbijartî wê herin cihê ku Îsa Mesîh li ezmanan ji bo wan hazir kiriye (Yûhena 14:2). Kesên ku wê li dinyayê bijîn wê pêkhatina Peyxam 21:3 bibînin. Ji bo me bi rastî jî şerefeke mezin e ku Yehowa me di konê xwe de wek dost û mêvanên herheyî qebûl dike!

KILAM 39 Li ber Xwedê Navekî Baş Qazanc Bike