Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 24

KILAMA 24 Werin ser Çiyayê Yehowa

Heta-Hetayê Mêvanê Yehowa be!

Heta-Hetayê Mêvanê Yehowa be!

“Xudano! Kî dikare Konê Teda bimîne?” (ZEBÛR 15:1).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin, ku em gerekê çi bikin, wekî ça dostên Yehowa bimînin. Usa jî emê pêbihesin, ku em gerekê hindava dostên wî çawa bin.

1. Zebûr 15:1-5 çira bona me kêrhatî ye?

 GOTARA pêşiya vêda em pêhesiyan, wekî xizmetkarên Yehowa dikarin bibine dostên wî û bi vî cûreyî konê wîye sîmbolîkda bibine mêvan. Lê em gerekê bona vê yekê çi bikin? Zebûra 15 dîna me dikişîne ser hine tiştên ferz (Bixûne Zebûr 15:1-5). Dersên ku em ji van rêza hîn bin, dikarin alî me bikin diha nêzîkî Xwedê bin.

2. Gava Dawid besa konê Yehowa dikir, dibeke ew derheqa çi difikirî?

2 Zebûra 15 usa destpêdibe: “Xudano! Kî dikare Konê Teda bimîne? Kî wê serê çîyayê Teyî pîroz bihêwire?” (Zebûr 15:1). Gava Dawid Padşa besa “konê” Yehowa dikir, dibeke ewî derheqa konê pîroz digot, yê ku wedekî bajarê Gîbeonêda mabû. Çaxê Dawid rêzêda usa jî besa “çîyayê . . . pîroz” kir, dibeke ew derheqa çiyayê Sîyonê difikirî, kîjan ku bajarê Orşelîmêda bû. Wêderê, dêmek çend kîlomêtra aliyê başûrê Gîbeonê, Dawid bona sindoqa peymanê kon danî. Heta ku paristgeh hate avakirinê, sindoq wêderê bû (2 Samûyêl 6:17).

3. Zebûra 15 bona me çira ferz e? (Binihêre usa jî şikil.)

3 Hemikî heçî zef Îsraêlî konê pîrozda xizmet nedikirin û îzina wana tunebû bikevine ciyê ku sindoqa peymanê danîbûn. Lê hemû xizmetkarên Yehowa dikaribûn bibine dostên wî û konê wîye pîrozda bibine mêvan. Nêta me her kesî hema ev e. Zebûra 15 besa hine hunurên ferz dike, yên ku em gerekê nav xweda pêşda bînin, wekî bikaribin ça dostên Yehowa bimînin.

Îsraêlên hêna Dawidda dikaribûn bidine ber çevê xwe, ku çi tê hesabê bibine mêvanên konê Yehowa (Binihêre abzasa 3)


BÊ LEKE BIMEŞE Û XWE RIYA HEQIYÊ BIGIRE

4. Em ji ku zanin, wekî nixumandin bes nîne? (Îşaya 48:1)

4 Zebûr 15:2-da tê gotinê, ku dostê Xwedê “bê leke dimeşe û xwe rîya heqîyê digire”. Ça ji vê rêzê tê kifşê, em gerekê berdewam kin vê yekê bikin. Gelo bi rastî dibe, wekî em “bê leke” bimeşin? Belê. Her kes qisûrdar e, lê hergê em çi ji destê me tê bikin, wekî guh bidine Yehowa, ewê me ça kesên “bê leke” hesab ke. Gava em soz didine Yehowa, ku emê heta-hetayê jêra xizmet kin û bêne nixumandinê, ev yek tenê destpêka xizmetiya me ye. Were em dîna xwe bidinê, ku berê, seva ku kesek bibûya mêvanê Yehowa, bes nîbû ku ew tenê para miletê Îsraêlê bûya. Kitêba Pîrozda derheqa hineka ji wan, usa tê gotinê: “Gazî Xwedayê Îsraîl dikin, lê ne bi rastî û dilsozî” (Bixûne Îşaya 48:1). Lazim bû Îsraêliyên dilsax pêbihesiyana, ku Yehowa çi ji wan dewa dikir û li gora vê yekê bijîtana. Mîna vê yekê, seva ku Xwedê ji me razî be, bes nîne ku em bêne nixumandinê û para civatê bin. Em gerekê xwe “rîya heqîyê” bigirin. Lê gelo ev çi tê hesabê?

5. Em gerekê çawa guh bidine Yehowa?

5 Seva ku Yehowa me ça kesên “bê leke”, yên ku ser “rîya heqîyê” dimeşin, hesab ke, bes nîne ku em berdewam kin herin Oda Civatê (1 Samûyêl 15:22). Em gerekê timê, gava tu kes me navîne jî, guh bidine Xwedê (Metelok 3:6; Waîz 12:13, 14). Gelek ferz e tiştên biçûkda jî guh bidine Yehowa. Usa emê bidine kifşê, ku em bi rastî wî hez dikin. Hergê em usa bikin, Yehowa wê me hê zêde hez bike (Yûhenna 14:23; 1 Yûhenna 5:3).

6. Li gora Îbranî 6:10-12, çi diha ferz e, ne ku kirên meye berê?

6 Yehowa gelek qîmet dike, çi ku me berê bona wî kiriye. Lê seva ku em konê wîda ça mêvanên wî bimînin, kirên meyê berê bes nînin. Ev yek rind tê kifşê ji Îbranî 6:10-12 (Bixûne). Belê, Yehowa kirên meyê berê bîr nake. Lê ew dixwaze wekî em “heta xilaziyê” bi dil û can jêra xizmet kin. “Heger em nedine der”, Ewê me heta-hetayê ça dostên xwe hesab ke (Galatî 6:9).

DILÊ XWEDA JÎ RASTIYÊ BÊJE

7. Çi tê hesabê “dilê xweda rast” xeber din?

7 Merivê ku dixwaze konê Yehowada bibe mêvan, gerekê “dilê xweda rast” xeber de (Zebûr 15:2). Bes nîne, ku em derewa nekin. Yehowa dixwaze wekî em ji her aliyava helal bin (Îbranî 13:18). Kitêba Pîroz dibêje, ku “merivê qelp, li ber çevê Xudan zivêr e, lê belê Ew hevalê sitqê dilê rast e” (Metelok 3:32).

8. Em gerekê ji çi xwe dûr bigirin?

8 Kesên ku “dilê xweda rast” xeber didin, ne tenê ber çevê xelqê li gora qanûnên Yehowa dijîn, lê usa jî çaxê meriv wana navînin (Îşaya 29:13). Ewana durû nînin. Lê merivê qelp dibeke dudilî be, hela hine qanûnên Yehowa bi rastî kêrhatî ne, yan na (Aqûb 1:5-8). Ew wan tiştada gura Yehowa nake, çi ku bona wî usa ferz nînin. Hergê neguhdarîbûna wî axiriya xirab derbêra neyne, dibeke ew tiştên diha xirab bike. Merivê usa çiqas jî xwe ça xizmetkarê Yehowa hesab ke, Yehowa wê xizmetiya wî qebûl neke (Waîz 8:11). Lema jî gelek ferz e, wekî em her tiştîda helal bin.

9. Gava Îsa cara pêşin rastî Natanyêl hat, ewî çi got, û em ji vê yekê çi hîn dibin? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Ji serhatîke Kitêba Pîroz tê kifşê, ku helalî hunurekî gelek ferz e. Gava Fîlîpo hevalê xwe Natanyêl cara pêşin tevî xwe anî bal Îsa, tiştekî hewas qewimî. Îsa got: “Va ye îsraêlîkî heqî-helal ku dilê wîda mixenetî tune” (Yûhenna 1:47). Bê şik, Îsa şagirtên xweye din jî ça kesên helal hesab dikir, lê eşkere ye, ku bona Îsa Natanyêl bi cûre mexsûs helal bû. Rast e Natanyêl jî mîna me merivekî qisûrdar bû, lê dilê wîda mixenetî û durûtî qe tune bû. Lema jî Îsa jêra heyr-hujmekar bû. Gelo teyê nexwesta, wekî Îsa derheqa te jî tiştekî usa bigota?

Gava Îsa cara pêşin rastî Natanyêl hat, ewî got, ku ew yekî heqî-helal e. Gelo em jî merivne usa nin? (Binihêre abzasa 9)


10. Çira ferz e, wekî em zimanê xwe rast bidine xebatê? (Aqûb 1:26)

10 Heçî zef tiştên ku Zebûra 15-da têne gotinê, derheqa vê yekê ne, ku em gerekê hindava merivada çawa bin. Mesele, Zebûr 15:3 dibêje, ku mêvanên Yehowa “bi zimanê xwe buxdana nake û xirabîyê tu kesî nake, cînarê xwe bêhurmet nake”. Hergê em bi zimanê xwe zirarê bidine kesên din, emê nikaribin konê Yehowada bimînin (Bixûne Aqûb 1:26).

11. Çi tê hesabê buxdan, û kesên ku vê yekê tobe nakin, hindava wanda çi tê kirinê?

11 Zebûrbêj xebera buxdan da xebatê, çi ku tê hesabê derewî, ya ku navê kesekî reş dike. Kesên ku buxdana davêjin meriva û tobe nakin, ji civatê têne derxistinê (Yêremya 17:10).

12-13. Hergê em fesal nîbin, em ça dikarin bêhemdê xwe navê kesekî reş kin? (Binihêre usa jî şikil.)

12 Usa jî, Zebûr 15:3 tê gotinê, ku mêvanên Yehowa “xirabîyê tu kesî nake, cînarê xwe bêhurmet nake”. Gelo ev çi tê hesabê?

13 Hergê em fesal nîbin, em dikarin bê hemdê xwe navê kesekî reş kin. Mesele, bide ber çev xwe ku (1) xûşkek xizmetiya pêşengtiyê dihêle, (2) jin-mêrek îda Beytelêda xizmet nakin, (3) birak îda rûspî yan jî alîkarçiyê civatê nîne. Dibeke em meniya van dereca nizanin. Gelo wê rast be, wekî hezar fikir bêne serê me, ku çira ev yek qewimî û destpêkin derheqa nihêrandina xwe kesên dinra jî bêjin? Hemikî na. Gerekê em bîr nekin, wekî mêvanê konê Yehowa “xirabîyê tu kesî nake”, û “cînarê xwe bêhurmet nake”.

Hergê em fesal nîbin, em dikarin bê hemdê xwe navê meriva reş kin û hela hê buxdana jî bavêjine wan (Binihêre abzasa 12-13)


QEDIRÊ WAN BIGIRE, YÊN KU YEHOWA DITIRSIN

14. Mêvanên Yehowa hindava merivên xirabda çawa nin?

14 Zebûr 15:4-da tê gotinê, wekî bona dostê Yehowa “merivê xirab” qîmet nîne. Em merivne qisûrdar in, lema jî dibe hine meriv me xweş bên û hinek jî na. Lê em gerekê tenê wan meriva înkar kin, yên ku bi emirekî usa dijîn, kîjan ku ber çevê Yehowa reş e (1 Korintî 5:11). Ew hene merivên usa, yên ku xirabiyê dikin û tobe nakin, qedirê baweriya me nagirin û her tiştî dikin, wekî dostiya me tevî Yehowa xirab kin (Metelok 13:20).

15. Em ça dikarin “qedirê xwedêxofa” bigirin?

15 Ji aliyê dinva jî, Zebûr 15:4 dibêje, wekî em “qedirê xwedêxofa” bigirin. Lema jî, em gerekê mecala bigerin, wekî qenciyê bona dostên Yehowa bikin û qedirê wan bigirin (Romayî 12:10). Mesele, Zebûr 15:4 dibêje, wekî mêvanê Yehowa “sond dixwe û sozê xwe diqedîne” hela hê hingê jî, gava zirarê dikeve. Gelek ferz e, wekî em sondên xwe neteribînin, ku dilê meriva neêşînin (Metta 5:37). Yek ji van sonda, sondê zewacê ye. Usa jî, dê-bav gerekê xîret bikin, wekî sozên xwe, yên ku ewana didine zarên xwe, bînin sêrî. Belê, em Xwedê û meriva hez dikin, lema jî çi ji destê me tê em dikin, wekî sozên xwe bînin sêrî.

16. Em ça dikarin bidine kifşê, wekî em qedirê dostên Yehowa digirin?

16 Usa jî, em gerekê hindava dostên Xwedê mêvanhez û merd bin (Romayî 12:13). Gava em wedê xwe tevî xûşk-bira derbaz dikin, dostiya me tevî wan û tevî Yehowa diha qewî dibe. Usa jî, gava em mêvanhez in, em çev didine Yehowa.

PEREHEZ NÎBE

17. Zebûra 15 çira besa pera dike?

17 Xêncî vê yekê, mêvanê Yehowa “perên xwe bi selef nade, ji ber bêsûcva ruşetê hilnade” (Zebûr 15:5). Ev rêz çira besa pera dike? Çimkî merivên ku pera hez dikin, dikarin zirarê bidine him kesên din, him jî dostiya xwe tevî Xwedê (1 Tîmotêyo 6:10). Wedê berê, hine meriva bi selefa pere deynî didane xûşk-birên xweye kesîb. Usa jî, hine hakima ruşet qebûl dikirin û dîwana nerast dikirin. Yehowa Xwedê tiştên usa nefret dike (Hezeqêl 22:12).

18. Kîjan pirs dikarin alî me bikin, wekî em têderxin hela nihêrandina me ser pera rast e yan na? (Îbranî 13:5)

18 Lê nihêrandina te ser pera çi cûreyî ye? Hela ji xwe bipirse: “Gelo ez timê difikirim derheqa pera û tiştên ku ez dixwazim bikirim? Gava ez deynî pera hildidim, gelo ez deynê xwe dereng vedigerînim, ji ber ku ez difikirim, wekî kesê ku deynî dabû min, hewcê pera nîne? Çaxê pere destê minda heye, gelo ez xwe ji kesên din çêtir hesab dikim? Gelo ez yekî tima me? Gelo ez difikirim, ku hergê kesek dewletî ye, ev tê hesabê, wekî ew pera diha zêde hez dike, ne ku Yehowa? Gelo ez diha zêde tevî dewletiya hevaltiyê dikim?” Yehowa hazir e me ça mêvanên xwe qebûl ke, lema jî were em perehez nîbin û vî qedirê ku mera hatiye dayînê, unda nekin. Hergê em usa bikin, Yehowa wê tu cara me nehêle (Bixûne Îbranî 13:5).

YEHOWA DOSTÊN XWE HEZ DIKE

19. Çira Yehowa dixwaze, wekî em hemû giliyên ji Zebûra 15 bînin sêrî?

19 Xilaziya Zebûra 15 tê gotinê, ku kê van tişta dike, “tu car ewê nelikume” (Zebûr 15:5). Belê, qanûnên Yehowa bona kara me ne. Hergê em xwe li riya wî bigirin, Ewê me biparêze, û emirê me jî wê diha baş be (Îşaya 48:17).

20. Mêvanên Yehowa hîviya çi ne?

20 Mêvanên Yehowa hîviya rojên xweş in. Kesên bi ruh kifşkirî wê herin ser ezmana, ciyê ku Îsa wanra hazir kiriye (Yûhenna 14:2). Kesên ku wê ser erdê bijîn, wê pê çevê xwe bivînin, ku çawa giliyên ji Eyantî 21:3 têne sêrî. Bona me bi rastî qedirekî gelek mezin e, ku Yehowa me ça dost û mêvanên xweye herheyî teglîfî konê xwe dike!

KILAMA 39 Qazanc kin Navê Qenc cem Yehowa