Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Mileta Hazir kin bona Hînkirinêd ji Yahowa

Mileta Hazir kin bona Hînkirinêd ji Yahowa

“Wê gavê waliyê ku tiştêd bû dît,bi hînkariya Xudanva şaş û metal ma û baweriyê anî” (KARÊN ŞANDIYA 13:12, welgerandina “KITÊBA PÎROZ”).

1-3. Çira şagirtêd Îsara çetin bû, ku “hemû miletara” mizgîniya xêrê dannasîn kin?

 ÎSA MESÎH gelek şixul da şagirtêd xwe. Ewî temî da wan wekî ewana “herin û hemû mileta bikin şagirtêd” wî. Wana gerekê “Mizgîniya Padşatiyê” bela kirina “nav temamiya dinyayê . . . , ku hemû miletara bibe şedetî” (Metta 24:14; 28:19, ÎM).

2 Şagirta, mizgîniya xêrê û Îsa hiz dikirin. Lê dibeke ewana dişirmîş dibûn: “Ça em dikarin temiyê Îsa biqedînin?” Çimkî ewana hindik bûn. Hin jî wana merî hîn dikirin, ku Îsa Mesîh kurê Xwedê ye, lê ew hatibû kuştinê. Usa jî gelek merî dişirmîş dibûn, ku şagirt “merivne nexwendî û nezan in” (Karên Şandiya 4:13). Serwêrêd rêlîgiyayê yê cihû di mekteba rêlîgîayêda hîn dibûn, lê şagirt hîn nedibûn. Û ew mizgîniya ku wana hîn dikir, anegorî wan eyd-qeydêd cihûya nîbûn, yêd ku serwêrêd rêlîgiyayê gelek sala hîn dikirin. Û çimkî hingêda nava îsraêliyada qedirê şagirta tune bû, lema jî dibeke şagirt dişirmîş dibûn, ku ji Împêrya Romayaye qewî gelo wê kesek guh bide wan.

3 Îsa pêşda gote şagirtêd xwe, ku meriv wê wana hiz nekin, pey wan kevin, û hineka jî wê bikujin (Lûqa 21:16, 17). Hevalêd wan û neferêd mala wan wê nemamiya wan bikin. Usa jî, hine merivêd ku xwe şagirtêd Îsa hesab dikin, wê derewa hîn kin. Hin jî, şagirta gerekê dannasînkirana di wan ciya, kîderê ku neheqî û zulmî hebû (Metta 24:10-12). Lê ça wana dikaribû “heta serê dinê” dannasîn kirana? (Karên Şandiya 1:8) Şagirt gerekê dişirmîş bûna, ku ça gerekê nava wan çetinayada ewî şixulî bikin.

4. Ji şixulê dannasînkirinê çi bû kar?

4 Rast e, şagirta zanibûn ku ew şixul wê çetin be, lê yeke wana temiya Îsa qedand in, û dannasîn dikirin di Orşelîmêda, Samaryayêda û welatêd dinda. Paşî 30 sala, ewana gihîştine gelek ciya, û lema Pawlos dikaribû bigota, wekî “hemûyara yêd ku bin perê ezmênda dimînin hate dannasînkirinê”. Û gelek meriv ji cûre-cûre mileta bûne şagirt (Kolosî 1:6, 23). Mesele, çaxê Pawlos di girava Kîprûsêda dannasîn dikir, hela hê serwêrê Romê jî, dêmek welî bû şagirt, çimkî “ser wê hînkirina bona Xudan ecêbmayî ma”. (Bixûne Karên Şandiya 13:6-12.)

Îsa Mesîh soz dabû şagirtêd xwe, wekî ew wê tevî wan be û ruhê pîroz wê alî wan bike

5. a) Îsa çi soz dabû şagirtêd xwe? b) Kitêbeke terîxiyê derheqa qirna yekê çi dibêje?

5 Şagirta zanibûn ku wana bi qewata xwe nikaribûn nava temamiya dinyayêda dannasîn kirana. Lê wana usa jî zanibûn ku Îsa soz daye, wekî tevî wan be û wê ruhê pîroz alî wan bike (Metta 28:20). Hine derecêd hingê jî dikaribûn alî şagirta bikirana. Mesele, kitêbeke terîxiyê dibêje, ku qirna yekê wedekî lapî baş bû, seva ku Mesîhî dannasîn kin, û wede şûnda Mesîhiya usa texmîn kirin ku Xwedê wanra rê hazir kiribû.

6. a) Emê çi pêbihesin di vê têmêda? b) Emê çi pêbihesin di têma dinda?

6 Gelo di qirna yekêda Yahowa derecêd dinyayê guhast, wekî Mesîhî şixulê dannasînkirinê bikin? Kitêba Pîroz seva vê yekê tu tiştî nabêje. Lê em zanin, ku Yahowa dixwest wekî cimeta wî dannasîn ke û Şeytan jî nikaribû wana bide sekinandinê. Di vê têmayêda, emê pêbihesin derheqa hine derecêd di qirna yekêda, bi saya kîjana şagirtara hêsa bû wekî dannasîn kin. Di têma dinda, emê şêwir kin derheqa wan tişta, çi ku alî me kirine wekî wan paşwextiyada nav temamiya dinyayêda dannasîn kin.

EDILAYA ROMÊ

7. Çi diqewimî wedê Edilaya Romê, û çira ew wede ji wedêd din cude dibû?

7 Di qirna yekêda, edilayê di Împêrya Romêda dannasînkirina şagirta hêsa dikir. Ew wede hatibû navkirinê ça Edilaya Romê, yan bi Latînî “Paks Romana”. Wî çaxî, serwêrtiya Romê şerê biçûk dabûne sekinandinê. Rast e hine şer hebûn, çawa ku Îsa pêxembertî kiribû, ku gerekê hebin (Metta 24:6). Romê Orşelîm hilşand sala 70-da, û usa jî wana şerê biçûk dikirin nêzîkî sînorê împêryayê. Lê împêryayêda diha zef edilayî bû, û şagirta dikaribûn hêsa rêwîtiyê bikin û dannasîn kin. Ew wedê edilayî weke 200 sala kişand. Kitêbek dibêje, wekî di temamiya terîxiya dinyayêda tunebûye, ku wedê usa dirêj edilayî be.

8. Ça Edilaya di Romêda alî şagirta dikir?

8 Weke 250 sal paşî Îsa Mesîh, zandarekî bi navê Orîgên nivîsî derheqa wî wedê edilayê. Ewî got, wekî ji bo vê yekê ku Romê hukum dikir li ser gelek welata, şagirtara hêsa bû ku dannasîn kin di wan hemû ciyada. Cimetê şer nedikir bona xweykirina welatê xwe. Ewana dijîtin di gundada kîderê ku edilayî bû. Orîgên têderdixist ku ji bo vê yekê, mecala geleka hebû wekî guh bidana şagirta, yêd ku dannasîn dikirin derheqa hizkirinê û edilayê. Rast e peyketina şagirta jî hebûye, lê wana ew wedê edilayê, çiqas karibûne dane xebatê, û hemû ciyada dannasîn kirine mizgîniya xêrê. (Bixûne Romayî 12:18-21.)

RÊWÎTÎ HÊSA DIBE

9, 10. Bi saya çi çûyîn-hatin bona şagirta hêsa bû?

9 Romaya weke 80 000 kîlomêtir rê çêkirin, û ew rê em dikarin bêjin her parake împêriyayê hevva girêdida. Bi saya wê yekê eskerêd romaya, zû dikaribûn bigihîştana her cîyî, seva ku welatê xwe biparêzin û meriya bikine bin kontrolê. Mesîhiya jî ew rê didane xebatê, wekî mêşera, berîyêra, çiyara hêsa derbaz bin, seva ku dannasîn kin di gelek ciyada.

Ew rêyêd ku romaya çêkirin, mesîhiya didane xebatê, seva ku dannasînkin di gelek ciyada

10 Xêncî wê rê, romaya usa jî bi qeyika diçûn dihatin. Mesele ewana çêmra, cewara û berêra bi qeyika derbaz dibûn. Nava împêryayê bi seda ciyê sekinandinê hebûn bona qeyika. Romaya weke 900 rêyêd berê didane xebatê. Mesîhî jî dikaribûn bi qeyika derbazî gelek ciya bûna. Hin jî bona wan nelazim bûn tu dokûmênt, mesele wek pasport, seva ku derbazî cûre-cûre welata bin. Usa jî li ser rê gelek qaçax tunebûn, çimkî gişka zanibûn ku romayî wê wana ceza kin. Usa jî li ser riya berê jî gelek gemiyêd eskera hebûn, û lema jî merî ji pîrata neditirsiyan. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê ku carekê gemiya Pawlos çû bin avê, û gelek car Pawlos li ser berê rastî çetinaya dihat, lê tu cîkî nayê gotinê ku pîrata hucimî ser wî kir. Dêmek çûyîn-hatina rêra yan jî bi berêra bêxof bû (2 Korintî 11:25, 26).

ZIMANÊ YÛNANÎ

Bi kodêksa hê hêsa bû wekî rêza bivînin (Binihêre abzasa 12)

11. Çira şagirta zimanê Yûnanî didane xebatê?

11 Ew ciyêd ku bin hukumê romayada bûn, gelek sal pêşda bi destê Îskenderê Mezin hatibûn altkirinê. Lema merivêd li wan ciya hîn bûn xeberdin ser wî zimanê Yûnaniya, kîjanîra digotin Yûnanîye Koînê. Şagirta jî hema ser wî zimanî dannasîn dikirin. Usa jî şagirta dikaribûn ji peymana kevin rêza bidin xebatê, çimkî peymana kevin ser zimanê yûnanî hatibû welgerandinê. Gelek meriya zanibûn derheqa vê welgerandinê, jêra digotin “Sêptûagînt”. Ew bi destê cihûyêd ku Misirêda dijîtin, hatibû welgerandinê. Nivîskarêd Kitêba Pîroz usa jî zimanê Yûnanî dane xebatê wekî pareke ku mabû Kitêba Pîroz binivîsin. Zimanê Yûnanî aliyê xeberada gelek dewlemend bû, û lema ev ziman baş bû bona şirovekirina rastiyêd kûr ji Kitêba Pîroz. Û usa jî zimanê Yûnanî alî civata dikir wekî hevra xeberdin û yektiyêda bin.

12. a) Çi ye kodêks, û çira ew hêsa bû ku bidine xebatê ne ku kitêba gulomatkkirî? b) Kengê Mesîhî destpêkirin kitêba bidine xebatê?

12 Şagirta çi didane xebatê di qirna yekêda, wekî Kitêba Pîroz hîn kin? Ya pêşiyê, ew hebû kitêbêd gulomatkkirî. Lê ne hêsa bû ku wan kitêba tevî xwe bigerînin û bidine xebatê. Her car çaxê Mesîhiya dixwestin rêzekê bivînin, wana ew kitêb vedikir û carke din top dikirin. Ew kitêb tenê ser rûkî nivîsar bû. Tenê bona kitêba Metta kitêbeke gulomatkkirî lazim bû. Paşê, nêzîkaya qirna duda, cara pêşin bû ku meriva destpêkirin kodêksa bidine xebatê. Ew mîna kitêbêd bi rûpêla bû. Xwendevanara hêsa bû ewê kodêksê vekin, rûpêlê bivînin û usa jî rêzê. Terîxzan dibêjin ku Mesîhiya derbêra destpêkirin kitêbêd wî cûreyî bidine xebatê, û paşî 100 sala, ji wana heçî zef kitêbêd usa didane xebatê.

QANÛNA ROMÊ

13, 14. a) Ew yek ku Pawlos bajarvanê Romê bû, çawa wî xwey dikir? b) Mesîhiya ji qanûna Romê çi kar distandin?

13 Mesîhiya di qirna yekêda ji qanûna Romê kar distandin. Mesele, Pawlos bajarvanê Romê bû, lema gelek car qanûnê ew xwey dikir çaxê ew di rêwîtiyêda bû. Çaxê eskerêd Romê di Orşelîmêda Pawlos girtin û dixwestin wî bidine ber qamçiya, ewî gote wan ku ew bajarvanê Romê ye. Ewî kire bîra serhezar, wekî îzina wan tune bajarvanê Romê bêdîwankirina layîq ceza kin. Paşê “ewêd ku wê lêxistana û gilî jê bikişandana ji wî dûr ketin. Serhezar xwexa jî tirsiya, gava bihîst ku [Pawlos] bajarvanê Romayê ye, çimkî ewî ew dabû girêdanê” (Karên Şandiya 22:25-29).

Mesîhiya qanûna Romê didane xebatê wekî îzina xweye dannasînkirinê bi qanûnî xwey kin

14 Ew yek ku Pawlos bajarvanê Romê bû, hukum dikir li ser wê yekê ku di Fîlîpyayêda çawa bûn hindava wî (Karên Şandiya 16:35-40). Û çaxê elaleteke hêrsketî dixwestin ziyanê bidine hine Mesîhiyêd di Efesêda, merivê dewletê elalet da sekinadinê û elamî elaletê kir, ku ewana miqabilî qanûna Romê diçin (Karên Şandiya 19:35-41). Paşê çaxê Pawlos di Qeyseryayêda bû, ewî dewa kir, wekî ber împêratorê Romê bisekine, çimkî îzina wî hebû. Û wê derê, ewî mizgîniya xêrê parist (Karên Şandiya 25:8-12). Dêmek Mesîhiya qanûna Romê didane xebatê wekî îzina xweye dannasînkirinê bi qanûnî xwey kin (Fîlîpî 1:7).

CIHÛYA DIJÎTIN DI GELEK WELATADA

15. Di qirna yekêda kîderê gelek cihû diman?

15 Dîsa tiştek hebû ku di qirna yekêda alî Mesîhiya kir, wekî dannasîn kin nav temamiya dinyayêda. Wî çaxî, Cihû di gelek welatada dijîtin, netenê di Îsraêlêda. Çira? Çend sedsal pêşda hine Cihû ça dîl birine Aşûrê, û paşê çend sal derbaz bû, yêd din birine Babîlonê. Paşê, çaxê Farisa ser Babîlonê hukum dikirin, nav temamiya Farisê Cihû gelek diman (Ester 9:30). Di qirna yekêda çaxê Îsa li ser erdê dijît, wî çaxî Cihû nav temamiya Împêrya Romêda diman, mesele nava Misirêda û ciyêd din yê Afrîkaya Bakûrê, usa jî di Yûnanistanêda, di Asya Biçûkda (Tirkya), û Mêzopotamyayêda (Îraq). Elametî heye ku weke 60 mîlyon meriv dijîtin di împêryayêda, û çar mîlyona zêdetir ji wana cihû bûn. Rast e cihû di gelek ciyada bûn, lê yeke wana rêlîgiya xwe xwey kirine (Metta 23:15).

16, 17. a) Ji bo vê yekê ku cihû di gelek welatada dijîtin, çi kar distandin merivêd necihû? b) Mesîhî ça pey mesela cihûya diçûn?

16 Ji bo vê yekê ku cihû di gelek welatada diman, gelek merivêd necihû, zanibûn derheqa Nivîsarêd Îbranî, û pêdihesiyan ku cihû çi bawer dikin. Mesele, ewana pêhesiyan ku Xwedayê rast tenê yeke, û kê ku wîra qulix dike gerekê qanûnêd wî biqedîne. Ewana usa jî pêhesiyan wekî Nivîsarêd Îbranî ji Xwedê ne û li wir gelek pêxembertiyêd derheqa Mesîh nivîsar in (Lûqa 24:44). Lema çaxê Mesîhiya mizgîniya xêrê bela dikirin, cihûya û usa jî necihûya, îda zanibûn derheqa wan tişta çi ku Mesîhiya dannasîn dikirin. Pawlos dixwest wan meriva bigere, kîjan ku wê bixwestana bibihên mizgîniya xêrê. Ew gelek car diçû kinîşta, dêmek ciyê hebandina cihûya, û Nivîsar dida xebatê wekî tevî wana şêwir ke. (Bixûne Karên Şandiya 17:1, 2.)

17 Cihû timê kinîştada yan ciyêd mayîn, rastî hev dihatin, seva qulixkirinê. Wana kilam distran, dua dikirin, û derheqa Nivîsarêd Pîroz şêwir dikirin. Mesîhî pey meselê wan çûn, û îro em jî di civatêd xweda usa dikin.

YAHOWA ALÎ WAN KIR KU DANNASÎN KIN

18, 19. a) Derecêd di qirna yekêda, çida alî mesîhiya kirin? b) Ji vê têmayê tu çi dişirmîş dibî derheqa Yahowa?

18 Qirna yekê, ew wedekî gele mexsûs bû. Di Împêrya Romêda, kîderê ku edilayî bû, gelek meriva ser zimanekî xeberdidan, hin jî qanûnê cimet xwey dikir. Rêwîtî jî hêsa bû, û gelek merivêd ji welatêd din, zanibûn derheqa cihûya û derheqa Nivîsarêd Îbranî. Ew hemû tişt alî Mesîhiya kir, wekî berdewan kin wî şixulî bikin, çi ku Xwedê dabû wan.

19 Weke 400 sal pêşiya Îsa bihata li ser erdê, fîlosofê Yûnanî Plato nivîsî, ku merivara gelek çetin e, wekî zanebûnê bistînin derheqa Efirandar, û wanara nayê standin wekî nav temamiya dinyayêda gilî kin derheqa wî. Lê Îsa got: “Ew tiştê ku ji destê mêriv nayê, Xwedê dikare bike” (Lûqa 18:27). Ji wir tê kifşê, ku şixulê dannasînkirinê tenê bi alîkariya Yahowa hate standinê. Ew dixwaze wekî mizgîniya xêrê bigihîje “hemû mileta” û ewana wî nas kin (Metta 28:19). Têma dinda wê bê şirovekirinê, ku ça mizgîniya xêrê roja îroyîn hate dannasînkirinê nav temamiya dinyayêda.