Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Aha li Te Xweş Hat”

“Aha li Te Xweş Hat”

“Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zara vekir” (LÛQA 10:21).

1. Seva çi Îsa “bi ruhê pîroz şa bû”? (Binihêre şikilê ewlin.)

 TU DIKARÎ bidî ber çevê xwe wê demê çaxê Îsa Mesîh “bi ruhê pîroz şa bû”? Dibeke niha te da ber çevê xwe beşera Îsaye xweş, û çawa çevê wî diçûrisîn ji şabûnê. Lê gelo çira Îsa usa şa bû? Ewî 70 şagirtêd xwe şandibû ku dannasîn kin mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê. a (Binihêre spartin.) Îsa gelek dixwest pêbihesiya hela şagirtêd wî wê çawa ewî şixulî pêk bînin. Çimkî wî çaxî neyarê mizgîniya xêrê gelek bûn û qewî bûn jî, mesele qanûnzanêd xwendî û usa jî Fêrisî. Wana usa dikir wekî meriv li ser Îsa binihêrin çawa ser pêşekarekî, û ser şagirtêd wî jî çawa ser “merivêd nexwendî û nezan” (Karên Şandiya 4:13; Marqos 6:3). Lê yeke şagirt bi eşq û şa vegeriyan. Hela hê cin jî miqabilî wana derketin, lê yeke wana dannasîn kir! Lê bi saya çi wana şabûn û mêrxasiya xwe xwey kirin? (Bixûne Lûqa 10:1, 17-21.)

Cimeta Xwedê hînkirinêda pêşda çûne, bi vê yekê ku diha femdarî û hêsa hîn dikin

2. a) Çi yekêda şagirtêd Îsa mîna zara bûn? b) Bi saya çi şagirtêd Îsa fem dikirin rastiyêd kûr ji Kitêba Pîroz?

2 Îsa Mesîh usa gote Yahowa: “Şikir navê te be Bavo, Xudanê erd û ezman, ku te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zara vekirin. Belê Bavo, çimkî aha li te xweş hat” (Metta 11:25, 26). Çira Îsa şagirtêd xwe beramberî zara kir? Çimkî ewana nemîna Fêrisî û kitêbzana bûn. Fêrisî û kitêbzana, xwe gelek aqil hesab dikirin, lê şagirtêd Îsa hazir bûn hîn bin, û wê yekêda ewana mîna zara bûn. Ewana hîn bûn ku milûk bin ne ku qure (Metta 18:1-4). Şagirtêd Îsa milûk bûn, lema jî Yahowa ruhê xweyî pîroz da xebatê, seva ku alî wan bike fem bikin rastiyêd kûr ji Kitêba Pîroz. Lê serKarên dînê Cihûya bi Şeytan û ji bo qurebûna xwe, ça kor man.

3. Emê çi pêbihesin di vê gotarêda?

3 Niha bidin hesabê, ku Îsa Mesîh çiqas şa bû çaxê dît ku Yahowa rastiyêd kûr ji Kitêba Pîroz meriyêd milûkra vekir, û nenihêrî ku ewana nexwendî ne. Yahowa nehatiye guhastin, Ew dîsa usa hîn dike meriyêd milûk. Ew yek ji çi tê kifşê? Di vê gotarêda emê pêbihesin, ku çawa roja îroyîn Yahowa rastiyêd kûr ji Kitêba Pîroz bona meriyêd milûk vedike.

ŞIROVEKIRINA RASTIYÊD KÛR BONA HEMÛ MERIYA

4. Çida “Birca Qerewiliyê” ya hêsakirî pêşkêş e?

4 Wan paşwextiya teşkîleta Xwedê gelek ferz hesab kirin, wekî hînkirin gerekê diha femdarî û hêsa be. Were em dîna xwe bidin sê tişta. Ya pêşin, “Birca Qerewiliyê” ya hêsakirî. b (Binihêre spartin.) Ew bi rastiyê jî pêşkêş e ku alî geleka kiriye, usa jî yêd ku yan xwendinê yan jî ziman rind nizanin. Hine malbeta texmîn kirine, ku bi saya derxistina hêsakirî, zarara hê hêsa ye “Birca Qerewiliyê” fem bikin. Geleka nemêd razîbûnê Koma Rêberiyêra nivîsîn. Xûşkekê got ku timê ditirsiya wedê hînbûna “Birca Qerewiliyê” caba xwe bide. Lê niha îda na! Çaxê ewê destpêkir bide xebatê “Birca Qerewiliyê” ya hêsakirî, ewê nemêda usa nivîsî: “Ez niha cabekê zêdetir didim, û tirsa min îda tune! Ez ji Yahowa û ji we razî me”.

5. Çi kar heye ji Kitêba Pîroze welgerandina “Dinya Teze” ya tezekirî?

5 Ya duda, ew heye Kitêba Pîroze welgerandina “Dinya Teze” ya tezekirî, ya ku ser civata hersalî 5 Cotmehê sala 2013 derket. c (Binihêre spartin.) Di vê Kitêba Pîrozda di gelek rêzada hê hindik xeber têne xebitandinê, lê neta rêza nehatiye guhastin, dewsê hê hêsa tê femkirin. Mesele Îbo 10:1-da 27 xeber bûn, lê niha 19 ne, û Metelok 8:6-da 20 xeber bûn û niha bûye 13. Her du rêz jî rast û femdarî ne. Birakî rûnkirî, yê ku îda gelek sal bi aminî Xwedêra qulix dike, usa got: “Min çaxê kitêba Îbo xwend, min xwe usa texmîn kir tê bêjî min ev kitêb cara pêşin fem kir!” Dîsa geleka mîna wî birayî gotin.

6. Tu çi difikirî derheqa zelalkirina Metta 24:45-47?

6 Ya sisiya, dişirmîş be derheqa pêşdaçûyîna femkirina me hindava hine rêzêd konkrêt ji Kitêba Pîroz. Mesele di “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Tîrmehê, sala 2013 hate zelalkirinê ku “xulamê amin û serwaxt” kê ye (Metta 24:45-47). Ewê gotarê mera şirovekir ku xulamê amin ew heye Koma Rêberiyê. Lê “xulamê mala” wî, ew hene ewêd rûnkirî û “pezêd din”, yêd ku ji xulamê amin xwarinê distînin (Yûhenna 10:16). Me xweş hatin ew rastiyêd ji Kitêba Pîroz, û em bi şabûnê dixwazin meriyara bona wê yekê gilî kin! Dîsa ça Yahowa nîşan dike ku ew qebûl dike hînkirina hêsa û femdarî?

SERHATIYÊD JI KITÊBA PÎROZ HÊ HÊSA TÊNE ŞIROVEKIRINÊ

7, 8. Kîjan qewimandinêd ji Kitêba Pîroz hene, yêd ku didine kifşê tiştekî hê grîng li axiriyê?

7 Hergê tu îda gelek sal Yahowara qulix dikî, dibek te dîna xwe dayê ku niha di edebyetêd meda hine serhatî û qewimandin îda bi cûrekî mayîn têne şirovekirinê. Berê edebyetada gelek car dihate nivîsarê, ku hine qewimandinêd ji Kitêba Pîroz, bi sîmbolîk çawa siya yan sûretê wê yekê ne çi ku li axiriyê wê biqewimiya. Mesele hine tişt yan kes bi sîmbolîk didine kifşê tişt yan kesekî hê girîng, yê ku li axiriyê wê hebûya. Lê gelo ew yek rast e ku qewimandinêd Kitêba Pîroz, bi sîmbolîk beramberî qewimandineke din bikin û hesab kin ça pêxembertî? Belê rast e. Mesele Îsa Mesîh şirovekir “nîşana Ûnis pêxember”. (Bixûne Metta 12:39, 40.) Bi gotina Îsa ew wede, kîjan ku Ûnis zikê mesîda derbaz kir, bi sîmbolîk tê hesabê ew wedê ku Îsa tirbêda bû.

Çaxê em qewimandinêd Kitêba Pîroz hîn dibin û zanin ku ew çi têne hesabê, baweriya me qewî dibe

8 Kitêba Pîrozda qewimandinêd din jî hene, yêd ku didine kifşê tiştêd hê girîng li axiriyê. Hinek ji wan qewimandina Pawlosê şandî şirovekir. Mesele ewî got derheqa heleqetiya Birahîm tevî Hacerê û Serayê, yê ku bi sîmbolîk dide kifşê heleqetiya Yahowa tevî cimeta Îsraêl û pareke teşkîleta Xwedê ya li ezmana (Galatî 4:22-26). Dîsa usa, kon, paristgeh, Roja Rojiya, serekkahîn û tiştêd din yê Qanûnê, têne hesabê “siya wan tiştêd qenc . . . , kîjane ku tên” (Îbranî 9:23-25; 10:1). Çaxê em pêdihesin ku qewimandinêd ji Kitêba Pîroz siya çi ne û bi sîmbolîk çi didine kifşê, baweriya me qewî dibe. Lê gelo rast e ku hesab kin, wekî her qewimandin, tişt yan kes, siya tiştekî yan kesekî ne?

9. Serhatiya derheqa Nabot berê ça dihate şirovekirinê?

9 Berê di edebyetêd meda dihate şirovekirinê ku her tişt, kes yan jî qewimandin, didane kifşê tiştekî yan kesekî hê grîng li axiriyê. Mesele jina Ahab padşa, Îzabêla zulm, usa kir ku Nabot bê kuştinê, seva ku Ahab bikaribe baxçêd tiriyêd Nabot xwera hilde (1 Padşatî 21:1-16). “Birca Qerewiliyê” ya sala 1932-da, hatibû şirovekirinê ku Ahab û Îzabêl didine kifşê Şeytan û teşkîleta wî. Nabot bi sîmbolîk tê hesabê Îsa, û kuştina Nabot tê hesabê kuştina Îsa. Lê sala 1961-da, di wê kitêbêda navê kîjanê ye “Bira Navê Te Pîroz Be”, hate gotinê ku Nabot bi sîmbolîk dide kifşê mesîhiyêd rûnkirî, lê Îzabêl dide kifşê mesîhiyêd wê dinyayê. Usa jî, zêrandina Nabot bi destê Îzabêlê tê hesabê zêrandina mesîhiyêd rûnkirî wedê rojêd axiriyê. Ew şirovekirina hana, gelek sala baweriya cimeta Xwedê qewî dikir. Wekî usa ne, çira em qewimandinêd usa niha bi cûrekî mayîn şirovedikin?

10. a) Çida xulamê amin û serwaxt hê fesal bû? b) Îro edebyetêd me hê zêde dîna me didin ser çi?

10 Bi sala Yahowa alî “xulamê amin û serwaxt” dikir wekî ewana hê serwaxt û fesal bin. Lê gelo çi cûreyî? Niha xulamê amin tenê wî çaxî dibêje ku qewimandinek ji Kitêba Pîroz bi sîmbolîk tiştek tê hesabê, çaxê vê yekê xwexa Kitêba Pîroz eyan dike. Hine qewimandin, kes û tişt, çaxê berê dihatine şirovekirinê, çetin bû meriya fem kira û bîra xweda xwey kira, ku her kes û her tişt bi sîmbolîk çi têne hesabê, û usa jî çetin bû bidine xebatê. Lê hê xirab ew bû, çaxê dîna meriya diçû ser femkirina tiştêd û kesêd bi sîmbolîk ji qewimandina Kitêba Pîroz, hingê çetin dibû merî karê yan şîretê bivîne di wê qewimandinêda. Lema jî îro edebyetêd me, dîna me didine li ser şîret û dersa, mesele me hîn dikin derheqa baweriyê, sebirkirinê, aminiyê, û dîsa gelek hunurêd din, yêd ku em dikarin hîn bin ji qewimandinêd Kitêba Pîroz. d (Binihêre spartin.)

Mesela Nabot derseke qewî dide me (Binihêre abzasa 11)

11. a) Ça em niha fem dikin serhatiya derheqa Nabot û ça mesela wî alî me dike? b)  Çira wan paşwextiya di edebyetêd meda îda hinek car tê gotinê derheqa femkirina bi sîmbolîk? (Binihêre “Pirsêd Xwendevana” di vê derxistinêda.)

11 Niha femkirina me derheqa serhatiya Nabot, hê zêlal e û hê hêsa ye. Dîna me îda naçe ser vê yekê, ku Nabot mir çimkî ew bi sîmbolîk tê hesabê Îsa Mesîh yan Mesîhiyêd rûnkirî. Nabot mir, çimkî ew heta xilaziyê Xwedêra amin ma. Rast e ew hate cêribandinê aliyê serwêrekî zulmda, lê ew amin ma hindava qanûnêd Yahowa (Jimar 36:7; 1 Padşatî 21:3). Ew çiqas meseleke baş e bona wan qulixKarên Yahowa, yêd mîna Nabot têne cêribandinê. (Bixûne 2 Tîmotêyo 3:12.) Hemû Mesîhî dikarin fem bikin ewê şîretê, bîra xweda xwey kin, usa jî bidin xebatê û baweriya xwe qewî kin.

12. a) Gelo rast e ku serhatiyêd ji Kitêba Pîroz tenê dersê mera didin? b) Bi saya çi em dikarin hela fikirêd çetin jî ji Kitêba Pîroz fem bikin? (Binihêre spartin.)

12 Lê ew yek nayê hesabê ku serhatiyêd ji Kitêba Pîroz tenê dersê mera didin û zêde bona tu tiştî nînin. Niha di edebyetêd meda dewsa ku hûr bi hûr bê şirovekirinê mena bi sîmbolîk li axiriyê, tê şirovekirinê ku ça qewimandinek girêdayî ye tevî qewimandineke din. Mesele aminiya Nabot di cêribandinada û mirina wî, tîne bîra me aminiya Îsa Mesîh û mesîhiyêd rûnkirî. Em usa jî tînin bîra xwe aminiya gelek xûşk û bira ji “pezêd din”. Em bi rastiyê jî divînin ku Yahowa çawa hêsa me hîn dike. e (Binihêre spartin.)

METELOKÊD ÎSA DIHA HÊSA TÊNE ŞIROVEKIRINÊ

13. Kîjan mesele didine kifşê ku niha em diha hêsa û femdarî şirovedikin meselêd Îsa?

13 Li dinyayê Îsa dersdarê lapî mezin bû. Ewî hiz dikir bi mesela yan bi meteloka hîn ke (Metta 13:34). Hînkirina bi mesela gelek kêrhatî ye, çimkî usa dikarî fikirê çetin jî hêsa şirovekî, û ev yek dikare meriya hêlan ke ku bifikirin û bigihîje dilê wan. Îda gelek sal e ku di edebyetêd meda meselêd Îsa Mesîh diha hêsa û femdarî têne şirovekirinê. Mesele, “Birca Qerewiliyê” ya sala 2008, 15 Tîrmehê, alî me dike ku diha rind fem bikin meselêd Îsa derheqa hevîrtirşk, toximê xerdalê, û tor. Niha em fem dikin ku ew mesele derheqa Padşatiya Xwedê ne, yêd ku alî gelek meriya kirine ku ji dinya xirab dûr bin û bibine şagirtêd Îsa Mesîh.

Hînkirina bi mesela gelek kêrhatî ye, çimkî usa dikarî fikirê çetin jî hêsa şirovekî, û ev yek dikare meriya hêlan ke ku bifikirin û bigihîje dilê wan

14. a) Me berê ça şirovedikir meteloka Îsa derheqa merivê samerî? b) Niha em ça fem dikin meteloka Îsa?

14 Em çawa dikarin fem bikin serhatiyêd bi hûrgilî û metelokêd Îsa? Nêta hine ji wan serhatiya bi sîmbolîk e yan pêxembertî ye. Hinek jî bona şîretkirinê ne. Lê em ça dikarin bizanibin ji wana kîjan bi sîmbolîk in û kîjan na? Caba vê pirsê nava salada hê femdarî û femdarî dibû. Were em dişirmîş bin çawa niha tê şirovekirinê mesela Îsa derheqa merivekî samerî (Lûqa 10:30-37). “Birca Qerewiliyê” ya sala 1924-da, nivîsar e ku merivê samerî bi sîmbolîk tê hesabê Îsa, lê ew rêya ji Orşelîmê heta Erîhayê tê hesabê halê însanetêye xirab, destpêkirî ji miqabiliya Adenêda. Û ew qaçaxêd ser rê bi sîmbolîk têne hesabê korporasiyê mezin û bîznêsmênêd tima. Kahîn û lêwî têne hesabê mesîhiyêd vê dinyayê. Lê îro edebyetêd meda ew mesele tê xebitandinê seva ku bînine bîra hemû mesîhiya ku firqiyê nekine orta meriva. Em gerekê alî hemû meriva bikin, îlahî bi vê yekê ku wana rastiyê hîn kin derheqa Xwedê. Çaxê em divînin ku çawa Yahowa rastiyê hê femdarî dike, em bê hesab şa dibin.

15. Di gotara dinda emê çi pêbihesin?

15 Di gotara dinda emê şirovekin meteloka Îsa derheqa deh qîzêd bikir (Metta 25:1-13). Îsa Mesîh dixwest wekî şagirtêd wî ewê mesela qewî ça fem bikin? Gelo her tişt, kes, yan qewimandin di vê metelokêda têne hesabê bi sîmbolîk tiştekî li axiriyê? Yan dibeke Îsa dixwest şîreteke kêrhatî bide me, seva ku alî me bike di rojêd axiriyêda? Were em pêbihesin.

a Hine Kitêbêd Pîroze berêda tê gotinê ku Îsa 70 şagirt şand in, lê hinekada tê gotinê 72 şagirt.

b Derxistina hêsakirî li ser zimanê Înglîzî tê çêkirin ji Tîrmehê (Yûîên) sala 2011. Paşî wê yekê, “Birca Qerewiliyê” ya hêsakirî îda li ser hine zimanêd din jî destpêkirin derxin.

c Derxistina tezekirî wê li ser zimanêd din derkevin.

d Mesele, kitêba “Çev Bidine Baweriya Wan” gilî dike derheqa 14 kesêd ji Kitêba Pîroz. Ew kitêb dîna me dide ser vê yekê, hela em çi dersêd kêrhatî dikarin xwera hildin, ne ku hela kê bi sîmbolîk kê tê hesabê li axiriyê.

e Di Kitêba Pîrozda usa jî hene hine tiştêd usa ku çetin têne femkirinê, mesele hine nivîsarêd Pawlos. Lê yêd ku Kitêba Pîroz dinivîsîn, bi ruhê pîroz rêberî dibûn. Lema jî ruhê Xwedêyî pîroz alî mesîhiyêd îroyîn dike, ku fem bikin Kitêba Pîroz, “heta nêt-meremêd Xwedêye kûr jî” (2 Petrûs 3:16, 17; 1 Korintî 2:10).