Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Dikarî Miqabilî Şeytan Derêyî—û Serkevî!

Tu Dikarî Miqabilî Şeytan Derêyî—û Serkevî!

“Baweriyêda hîmgirtî miqabilî [Şeytan] rabin” (1 PETRÛS 5:9).

1. a) Çira îlahî niha ferz e wekî miqabilî Şeytan rabin? b) Em ji ku zanin wekî dikarin serkevin çaxê miqabilî Şeytan derên?

 ŞEYTAN miqabilî rûnkiriyêd ku ser erdê mane û “pezêd din” diçe (Yûhenna 10:16). Ji bo wê yekê ku wedê Şeytan hindik maye, ew dixwaze baweriya gelek qulixkarêd Yahowa kuta ke. (Bixûne Eyantî 12:9, 12.) Lê em dikarin serkevin, çaxê miqabilî wî derên. Kitêba Pîroz dibêje: “Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve” (Aqûb 4:7).

2, 3. a) Çira Şeytan dixwaze wekî meriv bawer kin ku ew tune ye? b) Hûn ji ku zanin wekî Şeytan heye?

2 Gelek meriv dikenin çaxê dibihên ku Şeytan heye. Bona wan, Şeytan û cin tenê di serhatiyada, fîlmêd bi tirsda, û di lîstikêd vîdêoyêda hene. Merivêd usa, dişirmîş dibin ku kê wan ruhê xirab bawer dikin, ewana bêfem in. Lê gelo Şeytan berxwedikeve, çaxê meriv bawer nakin ku ew û cinêd wî rêalî ne? Na. Bona Şeytan gelek hêsa ye, wekî wan meriya bixapîne kê dudilî dibe ku ew heye (2 Korintî 4:4). Şeytan rastî jî dixebite wekî ew fikir bela be, çimkî bi wê yekê ew dikare meriya bixalifîne.

3 Lê çawa cimeta Yahowa, em xapiyayî nînin. Em zanin ku Mîrê-cin kesê rêalî ye. Lê em ji ku zanin? Kitêba Pîroz mera gilî dike, ku Şeytan bi mer tevî Hêwayê xeberda (Destpêbûn 3:1-5). Ewî tevî Yahowa xeberdida, derheqa Îbo (Îbo 1:9-12). Şeytan dixwast wekî Îsa bicêribîne (Metta 4:1-10). Çaxê Îsa sala 1914 bû Padşa, paşî wê yekê Şeytan destpêkir “şerê xwe” tevî rûnkiriyêd ser erdê (Eyantî 12:17). Ew şer berdewan dibe, çimkî Mîrê-cina dixebite wekî baweriya rûnkiriya û “pezêd din” kuta ke. Seva em di vî şerîda serkevin, gerekê em miqabilî Şeytan herin û timê baweriya xwe qewî xwey kin. Di vê têmayêda emê pêbihesin çawa bi sê rêya em dikarin ewê yekê bikin.

JI QUREBÛNÊ BIREVIN

4. Çira Şeytan mesela qurebûnêye mezin e?

4 Şeytan gelek qure û babax e. Ew hela hê netirsiya jî bike bin şikê, îzina Xwedê ku serwêrtiyê bike. Û ew dixebitî ku usa bike wekî yêd din wî bihebînin dewsa Yahowa. Lema jî ew mesela mezin e qurebûn û babaxbûnêda. Çaxê em xwe ji babaxiyê û qurebûnê dûr digirin û şkestî ne, bi wî cûreyî em miqabilî Şeytan derdikevin. (Bixûne 1 Petrûs 5:5.) Lê çi ye qurebûn? Gelo qurebûn hertim xirab e?

5, 6. a) Qurebûna çi cûreyî xirab e? Şirovekin. b) Kîjan cûre qurebûn xof e, û çi hine mesele di Kitêba Pîrozda hene derheqa wê qurebûnê?

5 Ferhengek dibêje, wekî qurebûn ew hest e çaxê meriv xweda guman e û qedirê xwe zane. Ew usa jî “ew hest e çaxê meriv xwe razî ye ji bo vê yekê, ku ew yan jî merivêd wîyî nêzîk, tiştekî baş kirine yan jî tiştêd wane baş hene”. Vê yekêda tiştekî xirab tune ye. Pawlosê şandî birêd ji Têsalonîkêra nivîsî: “Em xwexa jî nava civînêd Xwedêda pê we difirin [qure dibin, DT], bona sebir û baweriya we, çimkî hûn wan hemû zêrandin û tengasiya dikişînin, yêd ku têne serê we” (2 Têsalonîkî 1:4). Dêmek çaxê em kirê kesekîra şa dibin, û çaxê nav meda hinekî qurebûn heye, ev bi tebiyetî ye. Ne lazim e ku ji bo malbeta xwe, kûltûra xwe, yan jî ji bo ciyê ku em mezin bûne şerm kin (Karêd Şandiya 21:39).

6 Lê heye cûrek qurebûn ku dikare heleqetiyê xirab ke, îlahî heleqetiya me tevî Yahowa. Qurebûna wî cûreyî, dikare bibe meniya berxweketinê çaxê şîreta didine me. Ew hela dikare nehêle jî ku em şîretê hildin, dewsa ku bi milûktî qebûl kin (Zebûr 141:5). Qurebûna wî cûreyî ew e, çaxê meriv derheqa xwe diha zef dişirmîş dibe, yan jî çaxê meriv xwe ser yêd dinra digire û bawer dike ku ew hê baş e ne ku yêd din, lê gelek car ew yek ne usa ne. Yahowa merivê qure û babax nefret dike (Hezeqêl 33:28; Amos 6:8). Lê gelek dilê Şeytan xweş tê, çaxê meriv bi pesndayîna xwe çev didine qurebûna wî. Bide ber çevê xwe ku Şeytan çiqas şa dibû çaxê Nemrûd, Firewin û Abşalom qurebûna nebaş nîşan kirin, bi pesndayîna xwe! (Destpêbûn 10:8, 9; Derketin 5:1, 2; 2 Samûyêl 15:4-6) Qurebûn usa jî bû menî ku Qayîn heleqetiya xwe tevî Yahowa unda kir. Yahowa xwexa şîret da wî, lê ew haqas zef qure bû ku guh nedayê. Ew bêaqil bû, şîreta Xwedê qebûl nekir, û qe hişê wîra derbaz nedibû wekî wê ber Yahowa gune bike (Destpêbûn 4:6-8).

7, 8. a) Ça firqiya orta mileta yan rengê meriva girêdayî ye tevî qurebûnê? b) Şirovekin ku çawa qurebûn dikare di civatêda edilayê bide hildanê.

7 Îro meriv gelek cûre qurebûna xirab nîşan dikin. Ew qurebûneke wî cûreyî ye, ku meriv nefret dike merivêd mayîn, ji bo rengê wan yan jî ji bo ku ewana ji kîderê ne. Lê çira wan meriva nefret dikin? Çimkî ew meriv dişirmîş dibin, ku merivêd bi rengê wan û ji ciyê wan, ji yêd mayîn baştir in. Axiriya nihêradina usa şer in, dew in, û usa jî gelek kuştin.

Qurebûn dikare ziyanê bide edilaya civatê

8 Rast e, tiştê usa di civatêda gerekê neqewimin. Lê ji bo qurebûnê xûşk û bira dikarin hev fem nekin, û orta wan usa hevkeve, ku nikaribin xwe kontrol kin. Ew yek tevî hine Mesîhiyêd berê qewimî, kîjanara Aqûb pirseke qewî da: “Ji ku ne ew şer û dewê nava weda?” (Aqûb 4:1) Hergê em kesekî nefret dikin û dişirmîş dibin ku em ji wana baştir in, em dikarin wanra tiştekî usa bêjin yan bikin, ku dilê wan bêşînin (Metelok 12:18). Rastî jî, qurebûn dikare ziyanê bide edilaya civatê.

9. Kitêba Pîroz ça alî me dike, wekî em firqiyê nekine orta mileta û qurebûnê nedine kifşê? (Binihêrin şikilê ewlin.)

9 Hergê em dişirmîş dibin ku em ji yêd din baştir in, em gerekê bîr nekin ku Yahowa nefret dike wan, yêd ku dilê xweda qure ne (Metelok 16:5). Mera usa jî lazim e, wekî xwe bicêribînin û ji xwe bipirsin: “Gelo ez dişirmîş dibim wekî ez hê baş im, ne ku merivêd ji cûre-cûre mileta, renga, yan jî kûltûra?” Hergê usa ne, em gerekê bîr nekin, ku Xwedê ji merivekî “hemû miletêd dinyayê efirandin” (Karêd Şandiya 17:26). Dêmek, em gişk jî ji miletekî ne, çimkî her kes ji Adem pêşda hatiye. Û ew bêaqilayî ye, hergê em dişirmîş bin ku Xwedê hine milet hê rind çêkirine, ne ku yêd din. Lê hergê em usa dişirmîş dibin, em îzinê didine Şeytan ku hizkirin û tifaqiya orta Mesîhiya kuta ke (Yûhenna 13:35). Hergê em dixwazin miqabilî Şeytan derên û serkevin, em gerekê ji hemû cûre qurebûna nerast birevin (Metelok 16:18).

JI MATÊRÎALÎZMÊ Û HIZKIRINA HINDAVA VÊ DINYAYÊ BIREVIN

10, 11. a) Çira em dikarin hêsa vê dinê hiz kin? b) Axiriya Dîmas ça bû, ku ewî dinya hiz kir?

10  Şeytan “serwêrê vê dinyayê” ye, dêmek ew hukum dike ser vê dinyayê (Yûhenna 12:31; 1 Yûhenna 5:19). Gelek tişt di vê dinyayêda miqabilî prînsîpêd Kitêba Pîroz in. Rast e vê dinyayêda hemû tişt xirab nîne. Lê, em zanin ku Şeytan ewê dinyayê dide xebatê, wekî hukum ke ser xwestinêd me seva em gune bikin. Û usa jî ew dixwaze wekî em evê dinê hiz kin û qulixkirina xwe Yahowara bidine sekinandinê. (Bixûne 1 Yûhenna 2:15, 16.)

11 Hine mesîhiyêd berê dinya hiz kirin. Mesele, Pawlos nivîsî: “Dîmas ku dinya hiz kir ez hiştim” (2 Tîmotêyo 4:10). Kitêba Pîroz nabêje wekî Dîmas vê dinyayêda çi hiz kir, ku bû menî Pawlos bihêle. Dibek ewî tiştêd matêrîalî hê zef hiz kir, ne ku qulixkirina xwe Yahowara. Hergê bi rastiyê usa bû, ewî unda kir ew qedir ku Xwedêra qulix bike. Lê gelo ew yek hêja bû? Hilbet na. Dîmas dikaribû bima ça alîkarçiyê Pawlos. Çimkî ewê dinyayê tu car wê nikaribûya Yahowa zêdetir tiştêd baş bida wî! (Metelok 10:22)

Were em îzinê nedin ku pere bona me hê ferz bin, ne ku heleqetiya me tevî Yahowa

12. Şeytan ça dikare hukum ke ser xwestina me bi “derewêd dewletiyê”?

12 Tevî me jî dikare usa biqewime ça tevî Dîmas. Tebiyetî ye ku çawa mesîhî, em dixwazin xwe û malbeta xwe xwey kin (1 Tîmotêyo 5:8). Yahowa dixwaze ku em ji emir şabûnê bistînin. Em ewê yekê zanin, çimkî Yahowa baxçê bedew da Adem û Hêwayê, wekî ewana têda bijîn (Destpêbûn 2:9). Lê Şeytan dikare hukum ke ser xwestina me bi “derewêd dewletiyê” (Metta 13:22). Gelek meriv dişirmîş dibin, ku pere û tiştêd matêrîalî dikarin wana bextewar kin û pêşda bivin. Hergê em jî usa dişirmîş dibin, em dikarin tiştekî gelek ferz unda kin. Ew heye heleqetiya me tevî Yahowa. Îsa pêşda got: “Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike, çimkî yan wê hîlê wî ji yekî here û yê dinê hiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin” (Metta 6:24). Hergê em hemû qewat û wedê xwe didin bona tiştêd matêrîalî, emê nikaribin Yahowara qulix bikin. Şeytan jî hema ewê yekê bona me dixwaze. Were em îzinê nedin ku pere û tiştêd matêrîalî têne kirînê, bona me hê ferz bin, ne ku heleqetiya me tevî Yahowa. Hergê em dixwazin miqabilî Şeytan derên û serkevin, gerekê nihêrandina me rast be hindava tiştêd matêrîalî. (Bixûne 1 Tîmotêyo 6:6-10.)

JI BÊNAMÛSIYÊ BIREVIN

13. Eva dinya ça nihêrandina ne rast derheqa zewacê û sêksê bela dike?

13 Telikeke Şeytane din ew heye bênamûsî. Gelek dişirmîş dibin wekî mêr yan jinêra amin bin, usa jî zewacêra, ne modêrn e û azabûna wana sînor dike. Mesele, artîstekê got ku naqewime wekî merivekîra amin bimînî. Ewê zêde kir: “Ez tu kesî nas nakim ku amin e yan jî dixwaze amin be”. Artîstekî din jî got: “Ez bawer nakim wekî em usa hatine çêkirinê, ku tevî yekê bijîn heta xilaziya emirê xwe”. Şeytan gelek şa dibe, çaxê merivêd nav û deng qisûrê divînin pêşkêşa Xwedê zewacêda. Mîrê-cina piştgiriya sazkirina zewacê nake, û ne jî dixwaze zewac bextewar be. Dêmek, seva ku miqabilî Şeytan derên û serkevin, em gerekê bi nihêrandina Yahowa ser zewacê binihêrin.

14, 15. Tu çi dikarî bikî hergê aliyê bênamûsiyêda têyî cêribandinê?

14 Firqî tune em zewacêda nin yan azep in, em gerekê gelekî bixebitin seva ku miqabilî hemû cûre bênamûsiyê herin. Lê gelo ew yek hêsa ye? Na! Mesele, hergê tu cahil î, tu dibeke bibihêyî ça hevalêd teye dersxanê payê xwe didin, ku tevî kê jî bixwazin bênamûsiyê dikin. Ewana usa jî dikarin payê xwe bidin derheqa sêkstîngê, dêmek, şandina nemek yan şikilêd bênamûsî bi têlêfona. Di hine welatada, sêkstîngê hesab dikin tiştekî usa xirab, ça belakirina pornografîa zara. Kitêba Pîroz dibêje: “Lê ewê ku qaviyê dike, miqabilî bedena xwe guna dike” (1 Korintî 6:18). Bi heleqetiya sêksûalî nexweşiyêd giran bela dibin, û axiriya wê yekê gelek cefa û mirin e. Û heçî zef ji wan cahila, yêd ku pêşiya zewacê bênamûsî kirine, dibêjin ku ewana gelek poşman bûne. Eva dinya rihetîhiz, dixwaze me bide bawerkirinê, ku wê qe tiştek jî nebe, hergê em qanûna Xwedê neqedînin. Dişirmîşbûna usa, dikare me bixalifîne û berbi gunekirinê bibe (Îbranî 3:13).

15 Hergê tu bênamûsiyêda têyî cêribandinê, tu çi dikarî bikî? Bîra neke bona sistbûna xwe (Romayî 7:22, 23). Yahowara dua bike seva qewatê bistînî (Fîlîpî 4:6, 7, 13). Bireve ji wan dereca, yêd ku dikarin te bikine nava bênamûsiyê (Metelok 22:3). Û çaxê tu rastî cêribandinê bêyî, derbêra jê bireve (Destpêbûn 39:12).

16. Îsa çi got çaxê Şeytan ew dicêriband, û em çi dikarin ji vê yekê hîn bin?

16 Îsa mesela qewî mera hîşt. Ew nehate xapandinê bi wan sozêd ku Şeytan dida wî. Ew hela qe nefikirî jî derheqa wan soza. Dewsê, ewî derbêra caba Şeytan da û got: “Nivîsar e”. (Bixûne Metta 4:4-10.) Îsa Xebera Xwedê rind zanibû. Lema jî çaxê Şeytan ew dicêriband, wîra hêsa bû derbêra rêzêd ji Xebera Xwedê ezberî bêje. Hergê em dixwazin miqabilî Şeytan derên û serkevin, em gerekê miqatî xwe bin wekî nekevine nava bênamûsiyê (1 Korintî 6:9, 10).

BI SEBIRKIRINÊ ŞERDA SERKEVIN

17, 18. a) Şeytan dîsa kîjan telika dide xebatê, û em kura zanin ku çetinayêd usa wê hebin? b) Çi wê biqewime tevî Şeytan, û ça ew yek te dilgerm dike wekî sebir kî?

17 Qurebûn, matêrîalîzm û bênamûsî ew tenê sê telikêd Şeytan in. Lê dîsa gelek telikêd wî hene. Mesele, neferêd mala hinek mesîhiya miqabilî wan diçin, yan jî hevalêd dersxanê ser wan dikenin. Hinek dijîn wan welatada, kîderê ku serwêr dixebitin wekî şixulê dannasînkirinê bidine sekinandinê. Em zanin ku çetinayêd usa wê hebin. Îsa mera pêşda got: “Bona navê min hûnê ber çevê hemûya reş bin. Lê kî ku heta xilaziyê sebir ke ewê xilaz be” (Metta 10:22).

Şeytan wê bê kutakirinê (Binihêre abzasa 18)

18 Ça em dikarin miqabilî Şeytan derên û serkevin? Îsa got: “Bi sebira xwe hûnê ruhê xwe xilaz kin” (Lûqa 21:19). Hemû tiştêd ku meriv dikarin bi wan ziyanê bidine me, wedelû ne. Tu kes nikare heleqetiya me tevî Yahowa xirab ke, hergê em xwexa xirab nekin (Romayî 8:38, 39). Çaxê kesek ji qulixkarê Yahowa dimire, ew nayê hesabê wekî Şeytan serket. Çimkî Yahowa wê wana sax ke (Yûhenna 5:28, 29). Lê axiriya Şeytan boş-betal e. Paşî kutabûna vê dinya zulm, ew wê ser 1 000 sala bê avîtinê li geliyê hey-wayê (Eyantî 20:1-3). Xilaziya Hezarsaliya padşatiya Îsa, Şeytan wê “ji zindana xwe bê berdanê” û bixebite wekî cara paşin merivêd qedandî bixapîne. Paşî vê yekê ew wê bê kutakirinê (Eyantî 20:7-10). Rast e axiriya Şeytan boş-betal e, lê ya te na! Berdewan ke miqabilî Mîrê-cin derê û baweriya xwe qewî xwey ke. Bawer be, ku tu dikarî miqabilî Şeytan derêy û serkevî!