Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Usa Bikin ku Cineta Ruhanî hê Baş kin

Usa Bikin ku Cineta Ruhanî hê Baş kin

“Ezê cîhê lingên xwe pîroz bikim” (ÎŞAYA 60:13).

KILAMÊN: 28, 14

1, 2. Xebera “binpî” di Nivîsarên Îbranîda çi dikare bê hesabê?

 YAHOWA XWEDÊ got: “Texta min ezman û ji lingên minra pêlik [binpî, DT] erd in” (Îşaya 66:1). Xwedê usa jî derheqa “binpiya” xwe usa got: “Ezê cîhê lingên xwe pîroz bikim” (Îşaya 60:13). Lê ew wê çawa binpiya xwe pîroz ke? Û ew yek çi tê hesabê bona wan, yên ku dijîn binpiya wî, dêmek ser erdê?

2 Di Nivîsarên Îbranîda, xebera “binpî” usa jî hate xebitandinê, çaxê xeberdan diçû derheqa paristgeha berê di Îsraêlêda (1 Dîrok 28:2; Zebûr 132:7). Ew paristgeh bona Yahowa gelek bedew û xweş bû, çimkî ew ciyê qulixkirin û hebandina rast bû. Û ew paristgeh dihate xebitandinê, seva ku ser erdê Yahowa rûmet be.

3. Îro çi ye ciyê qulixkirin û hebandina rast, û kengê ew kete qewatê?

3 Lê îro çi ye ciyê qulixkirin û hebandina rast? Ew heye paristgeha ruhanî, ne ku paristgeha bi destê meriva avakirî. Paristgehên berê haqas Yahowa rûmet nedikirin, çiqas ku paristgeha ruhanî rûmet dike. Lê çi ye paristgeha ruhanî? Ew paristgeh tê hesabê, hemû tişt çi ku Yahowa hazir kir û saz kir bona hebandin û qulixkirina rast. Bi saya vê yekê Yahowa merivara rê vedike ku bibine dost û qulixkarên wî. Ew yek hate standinê tenê bi saya qurbanbûna Îsa. Ew sazkirina Yahowa kete qewatê sala 29-da, çaxê Îsa hate nixumandinê û bû çawa Serekkahîn di paristgeha Yahowaye ruhanîda (Îbranî 9:11, 12).

Cimeta Yehowa gerekê timê pesnê wî bide

4, 5. a) Li gora giliyên ji Zebûr 99, qulixkarên Yahowayî rast çi dixwazin bikin? b) Em çi pirsê gerekê bidine xwe?

4 Em ji Xwedê gelek razî ne, seva çi ku ewî saz kir û hazir kir bona em bikaribin wî rast bihebînin û qulix kin. Em razîbûna xwe eyan dikin, çaxê meriyara gilî dikin derheqa navê wî û pêşkêşa wîye qîmet, dêmek qurbanê. Em gelek şa dibin ku heyşt mîlyona zêdetir Mesîhiyên rast her roj Yahowa rûmet dikin! Rast e gelek meriv bawer dikin ku ewana tenê wê paşî mirinê, ser ezmana Xwedê rûmet kin, lê cimeta Yahowa zane ku çiqas ferz e wî rûmet kin li wir ser erdê û niha.

5 Çaxê em Yahowa hurmet dikin, em çev didine qulixkarên Xwedêyî amin, derheqa kîjana ku di Zebûr 99:1-3, 5-7-da te gotinê. (Bixûne.) Merivên amin, Mûsa, Harûn, û Samûyêl bi temamî piştgiriya wê yekê dikirin, çi ku Xwedê çêkir bona hebandina rast. Îro rûnkirî, heta ku tevî Îsa li ezmana qulix kin çawa kahîn, ewana bi aminî Yahowara qulix dikin di pareke paristgeha ruhanîda, li ser erdê. Mîlyona “pezên din” bi aminî alî wan dikin (Yûhenna 10:16). Ew herdu kom, bi yektî Yahowa dihebînin. Lê em gerekê pirsê bidine xwe: “Gelo ez piştgiriya wê yekê dikim, çi ku Yahowa bona hebandina rast çêkir?”

ÇAWA NAS KIN WANA YÊN KU PARISTGEHA XWEDÊYE RUHANÎDA QULIX DIKIN?

6, 7. Çi çetinayî destpêbû civata Mesîhiyên berê, û çi qewimî berbi sala 1919?

6 Sed sala kêmtir paşî sazkirina civata Mesîhîtî, raberîbûn bela bû, çawa ku hatibû pêxembertîkirinê (Karên Şandiya 20:28-30; 2 Têsalonîkî 2:3, 4). Lema jî, wî çaxî hê zêde çetin bû, ku qulixkarên Xwedêyî rast nas kin. Bi seda sal derbaz bûn, û paşê Yahowa bi Îsa eyan kir, ku di paristgeha Xwedêda bi rastiyê kê bûn qulixkarên rast.

7 Berbi sala 1919, eyan bû ku Xwedê kê qebûl dike, û kê di paristgeha wîye ruhanîda qulix dike. Ewên ku paristgeha Xwedêye ruhanîda qulix dikirin, guhastinê usa kirin, ku qulixkirin û hebandina wan hê Yahowa xweş bê (Îşaya 4:2, 3; Malaxî 3:1-4). Bi wê yekê, dîtinoka ku Pawlosê şandî seda sala pêşda dîtibû, destpêbû bê sêrî.

8, 9. Çi “buhişt” Pawlos dîtinokêda dît?

8 Dîtinoka Pawlos hatiye gilîkirinê di 2 Korintî 12:1-4-da (Bixûne.) Di vê dîtinokêda, Yahowa Pawlosra eyan kir, ku axiriyêda çi gerekê biqewime. Lê çi “buhişt”, yanî cinet, Pawlos dîtinokêda dît? Ya ewlin, diqewime ew cinet e, kîjan ku zûtirekê wê li ser erdê be (Lûqa 23:43). Ya duda, diqewime ew cineta ruhanî ye dinya tezeda. Ya sisiya, diqewime halê xweş, kîjan ku li ezmana “buhişta Xwedêda ye” (Eyantî 2:7).

9 Lê çira Pawlos got ku ewî “tiştêd nayêne gotinê bihîstin ku ji mêriv nakeve bona wan tişta xeber de jî?” Çimkî hê wext nîbû, ku Pawlos bi dêtala şirovekira ew tiştên baş, kîjan ku ewî dîtinokêda dîtibûn. Lê îro, Yahowa îzinê dide, wekî em merivara gilî kin derheqa keremen ku cimeta Yahowa distîne û şa dibe!

10. Çira cineta ruhanî û paristgeha ruhanî ne yek in? Şirovekin.

10 Em gelek car xeberdidin derheqa cineta ruhanî. Lê çi tê hesabê cineta ruhanî? Cineta ruhanî ew edilayî ye, kîjan ku Xwedê dide cimeta xwe. Dêmek, cineta ruhanî û paristgeha ruhanî yek nînin. Çimkî paristgeha ruhanî ew e çi ku Xwedê saz kir bona hebandina rast. Lê cineta ruhanî eyan kifş dike wan meriva, kîjana ku Xwedê qebûl dike û paristgeha wîda qulix dike (Malaxî 3:18).

11. Me çi qedir standiye?

11 Em çiqas şa ne, çimkî zanin ku ji sala 1919 Yahowa îzin da merivên neqedandî, wekî ewana cineta ruhanî baş kin, pêşda bivin û qewî kin. Lê tu piştgiriya wî şixulî dikî? Tu dişêkirînî ewî qedirî, ku dikarî tevî Yahowa şixulkariyê bikî, seva ku wî ser erdê rûmet kî?

YAHOWA TEŞKÎLETA XWE HÊ BEDEW DIKE

12. Em ji ku zanin ku giliyên ji Îşaya 60:17 hate sêrî? (Binihêre şikilê ewlin.)

12 Îşaya pêxembertî kir, ku gelek guhastinên baş gerekê biqewimin di pareke teşkîleta Xwedêye ser erdêda. (Bixûne Îşaya 60:17.) Mesîhiyên cahil yan jî yên teze, tenê xwendine yan jî bihîstine derheqa wan guhastina. Lê hene gelek xûşk-bira, ku xwexa dîtine ew guhastinên baş. Ew qulixkarên amin bawer in, ku Xwedê bi Îsa rêberiyê teşkîleta xwe dike! Çaxê em dibihên ku ça wan xûşk-bira xwexa dîtine ew guhastin, baweriya me û îtbariya me hindava Yahowa hê qewî dibe.

Cineta ruhanî tê hesabê edilayî, ku îro orta Mesîhiyên rastda heye

13. Li gora gotinên Zebûr 48:12-14, em çi gerekê bikin?

13 Hemû Mesîhiyên rast, gerekê derheqa teşkîleta Yahowa merivara gilî kin. Ev yek keremet e, ku hela hê vê dinya Şeytane zulmda jî, em tevî biratiya xwe, edilayê û yektiyêda nin! Em gerekê bi şabûnê rikinyata nûra gilî kin, derheqa teşkîleta Yahowa û derheqa cineta ruhanî! (Bixûne Zebûr 48:12-14.)

14, 15. Kîjan guhastin hatine kirinê paşî sala 1970, û teşkîletê ça ji wê yekê kar stand?

14 Gelek xûşk-birên me xwexa dîtine ewan guhastin, kîjan ku hê baş û bedew kirin pareke teşkîleta Yahowa ya ser erdê. Mesele, tê bîra wan xûşk û bira, çaxê dewsa koma rûspiya, civatada hebû tenê xizmetkarekî civatê, çaxê welatda dewsa Komîtêya Fîlîalê, xizmetkarekî fîlîalê hebû, yan jî çaxê dewsa Koma Rêberiyê, prêzîdêntê Civaka Birca Qerewiliyê rêberî dida. Rast e wî çaxî hebûn alîkarçî kîjan ku alî wan bira dikirin, lê yeke tenê yek bû yê cabdar bona safîkirina di civatada, fîlîalada, û di ofîsa serekeda. Paşî sala 1970, guhastin hatine kirinê, dêmek dewsa yekî, îda koma rûspiya cabdar bû bona safîkirinên di civatêda.

15 Çira ewan guhastina teşkîletêra kar anîn? Çimkî ew guhastin hatine kirinê ser hîmê vê yekê, ku Kitêba Pîroz diha rast hate femkirinê. Dewsa ku tenê merivek hemû safîkirina bike, niha îda koma rûspiya safîkirina dikin, û teşkîlet jî karê distîne ji hunurên hemû rûspiyaye baş, yên ku Yahowa daye ça “pêşkêş bi cûrê meriva” (Efesî 4:8, DT; Metelok 24:6).

Yahowa nav temamiya dinyayê hemûşkara rêberiyê dide, kîjan ku wanra lazim e (Binihêre abzasa 16, 17)

16, 17. Kîjan guhastinên paşwextiyê tera hewas hatin, û çira?

16 Hela bifikire derheqa wê yekê ku çawa wan paşwextiya edebyetên me hatine guhastinê. Em şa ne wedê dannasînkirinê bela kin edebyetên ku hewas in û alî meriva dikin. Bifikire usa jî, em çawa têxnolojiyên teze didine xebatê, seva ku mizgîniya xêrê bela kin. Mesele, malpera jw.org alî gelek meriva dike, seva ku ewana alîkariya lazim bistînin. Di van hemû guhastinada, em eyan divînin xemkirin û hizkirina Yahowa hindava meriva.

Em gelek razî ne bona wan hînkirina, yên ku ew bi saya mektebên teşkîletê distînin

17 Em usa jî dişêkirînin ew guhastina derheqa civata, ji bo kîjana ku em dikarin wede bivînin, ku qulixkirina tevî malbetê yan jî hînbûna şexsî derbaz kin. Em usa jî razî ne, seva guhastinên bernamên civatên meyî mezin. Ew bername her sal hê baş û baş dibin! Em usa jî gelek razî ne, ku gelek mektebên me hene, kîderê ku em hîn dibin û karê distînin. Di wan hemû guhastinada, em eyan divînin ku Yahowa rêberiya teşkîleta xwe dike, û ku ew cineta ruhanî hê bedew dike!

ÇA EM DIKARIN CINETA RUHANÎ HÊ BEDEW KIN?

18, 19. Ça em dikarin cineta ruhanî hê bedew kin?

18 Yahowa qedir daye me, ku em dikarin alîkariyê bidin ku cineta meye ruhanî hê bedew be. Lê em ça ewê yekê dikin? Em bi xîret dannasîn dikin mizgîniya xêrê derheqa Padşatiyê, û şagirta hazir dikin. Her car çaxê em alî kesekî dikin, seva ku ew meriv bibe qulixkarê Xwedê, bi vê yekê em alîkariyê didin ku cineta ruhanî mezin be (Îşaya 26:15; 54:2).

19 Em usa jî cineta ruhanî bedew dikin, çaxê ser xwe dixebitin, seva ku bibine Mesîhiyên hê baş. Çaxê em usa dikin, ew cineta ruhanî hê hewas dibe bona merivên din. Ne ku tenê zanebûna meye Kitêba Pîroz, lê temizbûna me û rabûn-rûniştandina meye baş, hewasa meriva tîne pêşiyê berbi teşkîletê, û paşê berbi Yahowa û Îsa.

Tu dikarî alîkariyê bidî seva ku cineta ruhanî hê mezin be (Binihêre abzasa 18, 19)

20. Li gora gotinên Metelok 14:35 xwestina me gerekê çi be?

20 Yahowa û Îsa gelek şa dibin çaxê divînin cineta meye ruhanîye îro. Ew şabûn ku em niha cineta ruhanî bedew dikin, haqas ne mezin e, çiqas ew şabûn çaxê emê bixebitin wekî erdê bikine cinet. Em gerekê timê bîra xweda xwey kin rêza ji Metelok 14:35, DT, kîderêda tê gotinê: “Padşa ji wî xulamê xwe razî ye, yê ku bi aqilayî dike”. Werên em bîlan bin ku gelek bixebitin bona cineta ruhanî hê bedew kin!