Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Aminiya Xwe Hindava Padşatiya Xwedê Xwey ke

Aminiya Xwe Hindava Padşatiya Xwedê Xwey ke

“Ew ne ji dinyayê ne” (YÛHENNA 17:16).

KILAMÊN: 16, 54

1, 2. a) Aminiya me hindava Yahowa ça girêdayî ye vê yekêva, ku em nekevine tevî dew-doza vê dinyayê? (Binihêre şikilê ewlin.) b) Gelek meriv kêra amin in, û axiriya vê yekê çi ye?

 QULIXKARÊN Yahowa tevnebûyînê xwey dikin û ewana nakevine nava dew-doza vê dinyayê, kîjan ku firqiyê dikine orta meriva, mileta, û kûltûra. Çira? Çimkî em Yahowa hiz dikin, wîra amin in, û gura wî dikin (1 Yûhenna 5:3). Firqî tune em ji kîderê ne yan jî kîderê dijîn, em timê prînsîpên Xwedê diqedînin. Aminiya hindava Yahowa û Padşatiya wî, ji hemû tişta ferztir e (Metta 6:33). Lema jî em dikarin bêjin ku em “ne ji dinyayê ne”. (Bixûne Yûhenna 17:11, 15, 16; Îşaya 2:4.)

2 Îro gelek meriv amin in welatê xwera, usa jî milet, kûltûra, û hela hê koma xweye sportêra jî. Lê yazix, ew yek gelek car dibe meniya şer-dewa, meriv hevdu nefret dikin, û hela hê hevdu dikujin jî. Rast e em nakevine nava wan şera, lê yeke ewana dikarin ser me û malbeta me xirab hukum bin, û dibeke em rastî neheqiyê jî bên. Cara çaxê em aliyê serwêrada neheqiyê divînin, dikare usa bibe ku em piştgiriya kesekî bikin, çimkî Xwedê feresetê usa daye me, ku em têderdixin çi ye heqî û neheqî (Destpêbûn 1:27; Qanûna Ducarî 32:4). Lê tu ça xwe texmîn dikî çaxê neheqiyê divînî? Tu dikarî tevnebûyînê xwey kî, yan tuyê piştgiriya kesekî bikî?

Mesîhiyên rast nafikirin ku pareke diniya Mîrê-cina ji pareke wîye din çêtir e

3, 4. a) Çira gerekê şer-dewê vê dinyayêda, em piştgiriya kesekî nekin? b) Di vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

3 Gelek meriv piştgiriya şer-dewê serwêra dikin, çimkî serwêr wana didine bawerkirinê, ku bajarvanê baş gerekê piştgiriya kesekî bike. Lê em çev didine Îsa. Lema jî, em nakevine nava polîtîkê, û ne jî diçine şer (Metta 26:52). Mesîhiyên rast tu car nafikirin, ku pareke dinya Şeytan ji pareke din baştir e (2 Korintî 2:11). Em tu car naxwazin bikevine nava şer-dewê vê dinyayê. (Bixûne Yûhenna 15:18, 19.)

4 Çimkî em neqedandî ne, lema jî dibeke em mîna berê ser hine meriva ne baş binihêrin, ji bo vê yekê ku em ji hev cude dibin (Yêremya 17:9; Efesî 4:22-24). Di vê têmayêda emê şêwir kin derheqa çend prînsîpa, kîjan ku wê alî me bikin ku em firqiyê nekine orta meriva. Emê usa jî şêwir kin, ku em ça dikarin amin bimînin Padşatiya Xwedêra, û ku xwe hîn kin ku nihêrandina me mîna nihêradina Yahowa û Îsa be.

ÇIRA EM PIŞTGIRIYA TU PAREKE VÊ DINYAYÊ NAKIN

5, 6. Çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî ça dinihêrî ser cûre-cûre meriva, û çira?

5 Çaxê tera çetin e ku tevnebûyînê xwey kî û piştgiriya kesekî nekî, pirsê bide xwe: “Vê derecêda Îsa wê çi bikira?” Çaxê Îsa li ser erdê bû, gelek şer-dew hebûn orta merivên ji Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê. Bifikirin ser hine mesela. Cihû û merivên Samerî tevî hev xebernedidan (Yûhenna 4:9). Fêrisî û Sadûqî, ji bo gelek tişta hevra diketine dewê (Karên Şandiya 23:6-9). Cihûyên ku Qanûn zanibûn, difikirîn ku ewana ji merivên ku Qanûn nizanibûn baştir in (Yûhenna 7:49). Û geleka xercgir û Romayî nefret dikirin (Metta 9:11). Lê Îsa nedikete nava wan şer-dewa. Rast e ewî timê rastiya derheqa Yahowa xwey dikir û usa jî zanibû ku Îsraêl cimeta Xwedêye mexsûs bû, lê yeke ewî tu car şagirtên xwe usa hîn nedikir ku ewana ji merivên din baştir in (Yûhenna 4:22). Dewsa wê yekê, Îsa şagirtên xwe hîn dikir ku hemû meriva hiz bikin (Lûqa 10:27).

Yehowa û Îsa nafikirin ku rasek, miletek yan jî zimanek, ji yên din çêtir in

6 Lê çira Îsa firqî nedikire orta mileta? Çimkî Îsa û Yahowa cûrekî mayîn difikirin. Yahowa meriv usa efirandin, ku wana bikaribûya erd bi cûre-cûre meriva, dêmek bi rasa tije kirana (Destpêbûn 1:27, 28). Lema jî Yahowa û Îsa nafikirin ku rasek, miletek yan jî zimanek hê baş e, ne ku yêkî din (Karên Şandiya 10:34, 35; Eyantî 7:9, 13, 14). Nihêrandina me jî gerekê mîna ya Yahowa û Îsa be (Metta 5:43-48).

7, 8. a) Em piştgiriya kê dikin û çira? b) Em çi gerekê bîr nekin derheqa safîkirina problêmên însanetê?

7 Em çira piştgiriya tu serwêrê meriva nakin? Çimkî Yahowa ye Serwêrê me û em piştgiriya wî dikin. Di Adenêda, Şeytan got ku Yahowa bona meriva serwêrê lapî baş nîne. Şeytan dixwast ku meriv bawer kin, yançi Şeytan hemû tiştî hê baş dikare bike, ne ku Yahowa. Lê Yahowa îzinê dide me, ku em xwexa safî kin piştgiriya kê bikin. Lê tu piştgiriya kê dikî? Tu gura Yahowa dikî, û bawer dikî ku ew hemû tiştî diha rind zane ne ku tu? Tu bawer dikî ku tenê Padşatiya Xwedê wê hemû problêmên me safî ke? Yan tu difikirî ku meriv dikarin bêy Xwedê, xwexa serwêrtiyê ser xwe baş bikin? (Destpêbûn 3:4, 5).

8 Mesele, hergê kesek ji te bipirse, ku tu çi difikirî derheqa partiyake polîtîkê yan jî organîzasiya polîtîkê, tuyê ça caba xwe bidî? Dibek merivên hinek ji wan partiya yan jî organîzasiya, helal in û dixwazin alî meriva bikin. Lê yeke em fem dikin ku tenê Padşatiya Yahowa dikare problêmên însanetê safî ke û hemû neheqiya kuta ke. Em usa jî di civatêda pey rêberiya Yahowa diçin, ne ku usa dikin ça em hesab dikin ku hê baş e. Bi wê yekê civat yektiyêda ne.

9. Qirna yekêda çi problêm nava hine Mesîhiyada hebû, û wana çi gerekê bikira?

9 Qirna yekêda, hine Mesîhiyên di Korintîda hevra diketine dewê: “Yek dibêje: ‘Ez para Pawlos im’, yek dibêje: ‘Ez para Apolo me’, yekî jî dibêje: ‘Ez para Petrûs im’ û yekî din jî dibêje: ‘Ez para Mesîh im’”. Çaxê Pawlos derheqa wê yekê bihîst, ew gelek ecêbmayî ma. Ew dew-doz gelek problêmeke mezin bû, çimkî tifaqiya civatê dikete bin xofê. Lema jî Pawlos ji xûşk û bira pirsî: “Çima Mesîh parevebûyî ye?” Pawlos usa jî ewana şîret kirin: “De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh, bira gotina we hemûya yek be û dutîretî nava weda tunebin, lê hemû jî bi hevra bin û ser nêt-meremekî bin”. Îro jî gerekê civatêda tu parevebûyîn tune be. (1 Korintî 1:10-13; bixûne Romayî 16:17, 18.)

10. Pawlos çi anî bîra Mesîhiya, û em ji wê yekê çi hîn dibin?

10 Pawlos anî bîra Mesîhiyên rûnkirî ku ewana bajarvanên ezmana ne û gerekê dîna xwe nedin ser “tiştêd vê dinê” (Fîlîpî 3:17-20). a (Binihêre spartin.) Ew rûnkirî qasid in, dêmek wekîlê Xwedê û Îsa ne. Çaxê qasid di welatekî xerîbda ne, ew nakeve nava problêm û polîtîka wî welatê xerîb. Usa jî rûnkirî, çawa bajarvanên ezmana gerekê nekevine nava problêmên û polîtîka vê dinyayê (2 Korintî 5:20). Ewên ku gumana wan ser jîyîna erdê ye, ewana jî amin in Padşatiya Xwedêra û tu car nekevine nav şer-dewê vê dinyayê.

XWE HÎN KE KU AMIN BÎ PADŞATIYA YAHOWARA

11, 12. a) Hergê em dixwazin amin bimînin Padşatiya Xwedêra, gerekê nihêrandina me çi cûreyî nîbe? b)  Xûşkekê çawa dinihêrî ser hine meriva, û çi alî wê kir ku nihêrandina xwe biguhêze?

11 Gelek ciyada meriv xwe nêzîkî wan digirin, yên ku terîx, kûltûra û zimanê wan mîna yên wan in. Ewana gelek car qure dibin ku ji kîderê ne. Lê em gerekê usa nîbin. Dewsê, em gerekê nihêrandina xwe biguhêzin û mera lazim e îsafa xwe hîn kin, seva ku hemû dereceda tevnebûyînê xwey kin. Lê em ça dikarin ewê yekê bikin?

12 Mesele, Mêrîêta b (bihinêre spartin) hate bûyînê di welatê ku berê nav dikirin Yûgoslavya. Kîderê ku ew mezin bibû meriva miletê Sêrbî nefret dikirin. Lê çaxê Mêrîêta derheqa Yahowa pêhesiya, ewê fem kir ku Yahowa firqiyê nake orta mileta, û Şeytan dixwaze ku meriv hevdu nefret kin. Lema jî ew gelek dixebitî, seva ku nihêrandina xwe biguhêze. Lê çaxê kîderê ku Mêrîêtayê dijît şer destpêbû orta miletada, ewê dîsa destpêkir nerast binihêre ser merivên Sêrbî. Mêrîêtayê hela hê nedixwast jî wanra dannasîn ke. Ewê zanibû ku ew yek nerast e, lema jî ji Yahowa hîvî dikir ku alî wê bike, seva ew nihêrandina xwe biguhêze. Mêrîêtayê usa jî ji Xwedê hîvî dikir ku ew pêşengtiyê destpêke. Mêrîêta gilî dike: “Min têderxist ku alîkariya lape baş ew e, çaxê meriv hiş-aqilê xwe dide ser dannasînkirinê. Wedê dannasînkirinê, ez dixebitîm ku çev bidime Yahowa ku hizkirin e, û min texmîn kir ku çawa nihêrandina mine nerast kuta bû”.

13. a) Çi qewimî tevî Zoylayê, û ewê xwe ça da kifşê? b) Em çi dikarin hîn bin ji mesela Zoylayê?

13 Xûşka me Zoyla ji Meksîkayê ye, lê derbazî Ewropayê bûye. Di civata Zoylayêda hene xûşk-bira, yên ku ji Amêrîkaya Latînî ye para din in. Zoyla gilî dike ku hinek ji wan xûşk-bira qerfê xwe welatê wê, usa jî erf-edet û kilamên welatê wê dikirin. Ji bo wê yekê Zoyla berxwediket, û ewê destpêkir Yahowara dua bike, seva ku ew nexeyde. Lê hergê em vê derecêda bûna, meyê xwe ça kifş kira? Hinek ji xûşk-birên me hê ser xwe dixebitin, seva ku êmosiyên xwe kontrol kin çaxê kesek derheqa welatê wan nebaş xeberdide. Lema jî em tu car naxwazin tiştekî usa bêjin yan bikin, ku usa bê kifşê ku hinek meriv hê baş in ne ku yên din. Em naxwazin bibine menî ku civatêda yan jî cîkî dinda parevebûn hebe (Romayî 14:19; 2 Korintî 6:3).

Ji Yehowa lava ke, wekî mîna wî ser meriva bibihêrî

14. Çi wê alî te bike ku bi nihêrandina Yahowa meriva binihêrî?

14 Em gişk zanin ku qulixkarên Yahowa çawa cimeteke yektiyêda ne, lema jî em gerekê tu car usa nefikirin ku cîk yan jî welatek ji cî yan welatê din baştir e. Lê neferên mala te yan kesekî din, dikarin hêlana bidine te ku tu borcdarî hiz bikî wî cîyî kîderê tu hatî bûyînê. Lema jî diqewime cara tu ser merivên ji milet, kûltûra yan zimanê din, nebaş bifikirî. Lê çi dikare alî te bike ku nihêrandina xwe biguhêzî? Bifikire ser wê yekê ku çawa Yahowa dinihêre ser wan kê qure dibe ji bo welatê xwe, yan jî kê difikire ku ew hê baş e ne ku kesên din. Wedê hînbûna xweye şexsî yan jî qulixkirina tevî malbetê, hê zêde lêkolîn bike derheqa vê yekê. Û paşê ji Yahowa hîvî ke, seva ku tu bi nihêrandina wî, ser meriva binihêrî. (Bixûne Romayî 12:2.)

Seva ku Yahowara amin bin em gerekê gura wî bikin, hingê jî çaxê zorbetiyê me dikin (Binihêre abzasa 15, 16)

15, 16. a) Hinek xwe ça didine kifşê, ji bo wê yekê ku em ji yên din cude dibin? b) Çawa dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, seva ku ewana amin bimînin Yahowara?

15 Em dixwazin bi îsafa temiz Yahowara qulix bikin. Lema jî cara em dikarin ji merivên din gelek cude bin û bikevine çeva, mesele tevî kê em dixebitin yan hîn dibin, yan jî ji cînarên xwe, yan ji merivên meyî nêzîk (1 Petrûs 2:19). Îsa pêşda got ku meriv wê hela hê me nefret jî bikin, çimkî em ji wana cude dibin. Em gerekê bîra xweda xwey kin ku ewên ku miqabilî me diçin, derheqa Padşatiya Xwedê nizanin. Lema jî ewana nikarin fem kin, ku çira em usa amin in Padşatiya Xwedêra, dewsa serwêrtiyên merivara.

16 Seva ku Yahowara amin bin, em gerekê guh bidine wî. Firqî tune merivên din himberî me wê çi bêjin yan jî çi bikin (Daniyêl 3:16-18). Cahilara îlahî gelek çetin e, ji bo vê yekê ku ewana ji yên din cude dibin. Dê-bavno alî zarên xwe bikin, seva ku ewana mektebêda mêrxas bin. Çimkî zar dikarin di mektebêda bitirsin ku beyraqê hurmet nekin yan jî tevî wan cejina nebin yên ku mileta hurmet dikin. Tu dikarî wedê qulixkirina tevî malbetê lêkolîn kî, ku çawa Yahowa difikire derheqa wan tişta. Zarên xwe hîn ke, ku ewana bikaribin derheqa baweriya xwe bi femdarî û bi qedir şirovekin (Romayî 1:16). Usa jî hergê lazim be, tu dikarî alî zarên xwe bikî, ku ewana tevî dersdarên xwe xeberdin ku ewana çi bawer dikin.

HEMÛ EFIRÎNÊN YAHOWA QÎMET KE

17. Nihêrandina me gerekê çi cûreyî nîbe, û çira?

17 Bi tebiyetî ye hergê em şa dibin bona xwarinê, ziman, kûltûrayê yan jî bona ciyê ku em mezin bûne. Lê gelo em usa difikirin, ku çi em hiz dikin timê hê baş e, ne ku çi merivên din hiz dikin? Yahowa dixwaze ku em şa bin bi tiştên cûre-cûre ku ewî efirandiye (Zebûr 104:24; Eyantî 4:11). Wekî usa ne, çira gerekê em bêjin ku ew tişt hê baş e, ne ku ya cûrê din?

Yehowa dixwaze wekî hemû meriv heta-hetayê bijîn

18. Çira baş e ku em ser meriva usa binihêrin çawa Yahowa?

18 Yahowa dixwaze ku hemû cûre meriv derheqa wî pêbihesin, wî bihebînin, û heta-hetayê bijîn (Yûhenna 3:16; 1 Tîmotêyo 2:3, 4). Çaxê bira fikirên xwe dibêjin kîjan ku ji fikirên me cude dibin, em hazir in guh bidine wan, hergê ew fikirên wan pêşberî qirara Yahowa nînin. Hergê em usa dikin, jîyîna me gelek hewas e û şabûnê tîne, û em yektiyêda nin tevî xûşk-bira. Çawa ku me şêwir kir, em nakevine nav şer-dewê vê dinyayê, çimkî em Yahowara û Padşatiya wîra amin in. Em ne mîna vê dinya Şeytan in, çimkî em nefret dikin qurebûnê û tevî meriva nakevine hucetê. Em çiqas gelek razî ne ji Yahowa ku ew me hîn dike ku em edilayê û milûktiyê hiz kin! Em ser xwe texmîn dikin giliyên zebûrbêj: “Çiqas qenc e, çiqas xweş e, di yektiyêda jîyîana biratî!” (Zebûr 133:1, ÎM).

a Hinek di civata Fîlîpîda diqewime bajarvanên Romê bûn. Lema jî diha zef mafê (îzina) wan hebû, ne ku yê xûşk-birên din, kîjan ku bajarvanên Romê nîbûn.

b Hine nav hatine guhastinê.