Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ciyê Qulixkirina Me

Ciyê Qulixkirina Me

“Xîreta hindava mala teda agir min dixe” (YÛHENNA 2:17).

KILAMÊN: 13, 21

1, 2. a) Qulixkarên Yahowa berê kîderê jêra qulix dikirin? b) Nihêrandina Îsa hindava paristgeha Orşelîmê çi cûreyî bû? c) Di vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

 ÇAWA berê usa jî niha, ciyên qulixkarên Xwedê heye, li kîderê ku ewana Xwedê dihebînin û jêra qulix dikin. Mesele, çaxê Habîl Xwedêra qurban da, diqewime ewî qurbangeh çêkir (Destpêbûn 4:3, 4). Nuh, Birahîm, Îshaq, Aqûb û Mûsa, ewan gişka qurbangeh çêkirin (Destpêbûn 8:20; 12:7; 26:25; 35:1; Derketin 17:15). Yahowa gote Îsraêliya ku ewana konê pîroz ava kin (Derketin 25:8). Paşê, wede şûnda Yahowa wanra got, ku ewana paristgehê ava kin (1 Padşatî 8:27, 29). Paşî wê yekê, çaxê cimeta Xwedê ji Babîlonê derket, ewana timê di kinîştada top dibûn (Marqos 6:2; Yûhenna 18:20; Karên Şandiya 15:21). Mesîhiyên pêşin malada top dibûn (Karên Şandiya 12:12; 1 Korintî 16:19). Îro jî, cimeta Yahowa nav temamiya dinyayêda top dibin, bi deha hezara Odên Civatada, li kîderê ku ewana pêdihesin derheqa Yahowa û jêra qulix dikin.

2 Îsa gelek qîmet dikir paristgeha Yahowa ku di Orşelîmêda bû. Hizkirina Îsa hindava paristgehê, anî bîra şagirtên wî giliyên zebûrbêj: “Çimkî, xîretkêşiya ji bo mala te ez qedandim” (Zebûr 69:9, ÎM; Yûhenna 2:17). Rast e îro Oda Civata ew “mala Xudan” nîne, çawa ku paristgeha Orşelîmê bû (2 Dîrok 5:13; 33:4). Lê yeke em gerekê gelek qîmet kin ciyê qulixkirina xwe. Di vê têmayêda, emê şêwir kin derheqa prînsîpên Kitêba Pîroz, kîjan ku me hîn dikin ku çawa em gerekê xwe kifş kin çaxê Odên Civatêda nin, û ça em gerekê miqatî wan bin, û usa jî ça em dikarin alîkariyê bidin ku xercê wan bêne dadan. a (Binihêre spartin.)

EM CIVATÊN XWE QÎMET DIKIN

3-5. Çi ye Oda Civata, û em gerekê ça bin hindava civatên xwe?

3 Oda Civata ew cî ye, kîderê ku cimet top dibe, seva ku Yahowara qulix ke. Civat ew heye pêşkêşa ji Xwedê, û ew civat alî me dikin seva ku heleqetiya xwe tevî Xwedê qewî kin. Ser civatên me, teşkîleta wî rêberiyê dide me û me qewî dike. Rastî jî çiqas qedirekî mezin e bona me, ku Yahowa û Kurê wî, me teglîf dikin ku her heftî “ji sifra” Yahowa bixwin (1 Korintî 10:21). Em gerekê tu car bîr nekin, ku ew teglîfkirin çiqas mexsûs e.

4 Yahowa dibêje, ku ew dixwaze em bêne civatê, seva ku wîra qulix kin û usa jî hevdu qewî kin. (Bixûne Îbranî 10:24, 25.) Em Yahowa qîmet dikin û qedirê wî digirin, lema jî em civatên xwe bernadin, hergê hewcetî tune ku berdin. Em razîbûna xwe bona civatê didine kifşê bi wê yekê, çaxê hazir dibin û usa jî şixulkariyê dikin wedê civatê (Zebûr 22:22).

5 Ew ku em ça xwe didine kifşê ser civatê û ça em miqatî Oda Civata dibin, eyan dike ku em çiqas qedirê Yahowa digirin. Ser hine Odên Civata navê Yahowa eyan nivîsar e, û em dixwazin bi rabûn-rûniştandina xwe, ewî navî rûmet kin (Beramber kin 1 Padşatî 8:17).

6. Hine meriva çi gotin derheqa Odên Civata me û çi gotin ewên ku hatin ser civata me? (Binihêrin şikilê ewlin.)

6 Çaxê em hindava Odên Civata qedir didine kifşê, meriv ewê yekê texmîn dikin. Mesele, mêrekî ji Tirkiyayê got: “Ez gelek ecêbmayî mam, çaxê min temizayî û terbetiya Oda Civatada dît. Meriva bi maqûlî kinc xwekiribûn, beşera wan xweş bû, û wana bi dil û can silav didane min. Ji bo wê yekê ez hê ecêbmayî mam”. Ewî mêrikî destpêkir bê ser civatê, û wede şûnda hate nixumandinê. Di şeherekî Endonezyayêda birakî merivên dewletê û cînarên xwe teglîf kir li Oda Civata teze. Merivekî dewletê got ku ew ji çêkirina wî avayî û ji baxçê wîyî bedew ecêbmayî ma. Ewî got: “Temizaya vê odê eyan dike ku baweriya we qewî ye”.

Rabûn-rûniştandina me dikare bide kifşê ku em bêqedir in hindava Yahowa (Binihêre abzasa 7, 8)

7, 8. Em çaxê Oda Civatada nin, em ça qedir hindava Yahowa didine kifşê?

7 Yahowa xwexa me teglîf dike ser civatê, û ew rêberiyê dide ku kincxwekirina me û rabûn-rûniştandina me civatêda çawa be. Lema jî em gerekê vê yekêda fesal bin. Alîkîva em hindava wan tişta gelek sert nînin û ne jî gelek aza ne. Rast e Yahowa dixwaze ku em û yên teglîfkirî di Oda Civatada xwe baş texmîn kin. Lê em naxwazin ku hindava civatên xwe bêqediriyê bidine kifşê. Lema jî em ser civata, bi maqûlî kinca xwe dikin û em naxwazin ku civatêda nemeka binivîsin, xeberdin, yan jî bixwin û vexwin. Dê-bav jî gerekê zarên xwe hîn kin ku Oda Civata ciyê revê û lîstika nîne (Waîz 3:1).

8 Çaxê Îsa di paristgeha Xwedêda dît, ku çawa meriv arş-vêrşê dikin, ew gelek hêrs ket û berî wan da (Yûhenna 2:13-17). Di Odên Civatên meda em Yahowara qulix dikin û derheqa wî pêdihesin. Lema jî wê nerast be, ku civatêda tiştên arş-vêrşêva girêdayî bikin (Beramber kin Nehemiya 13:7, 8).

EM ALÎKARIYÊ DIDIN BONA AVAKIRINA ODÊN CIVATA

9, 10. a) Cimeta Yahowa ça Odên Civata ava dikin, û xercê avakirinê ji ku tê û ew yek çi karê tîne? b) Ça teşkîleta Yahowa alîkariyê dide wan civata, kîjan ku nikarin xwera Oda Civata ava kin?

9 Cimeta Yahowa xebata giran dikin, seva ku Odên Civata ava kin. Bona wê yekê têne kifşkirinê ew meriv yên ku bi rezedilî û bêheq Odên Civata ava dikin û teze dikin. Bi saya wê yekê, nava 15 salên wan paşwextiyada nav temamiya dinyayê, me 28 000 Odên Civata bedew ava kirine, dêmek her roj weke 5 Odên Civata.

10 Teşkîleta Yahowa kifş dike merivên bi rezedilî û dide xebatê perê qurbankirî seva ku Odên Civata li wan ciya ava kin, kîderê hewcetî heye. Em pey vê prînsîpa Kitêba Pîroz diçin, ku cem kê zêde heye dikarin alî wan bikin cem kê kêm e. (Bixûne 2 Korintî 8:13-15.) Ewê yekê çi kar aniye? Di gelek ciyada kîderê ku xwexa civat nikare xercê avakirina Odên Civata dade, yeke Odên Civata hate avakirinê.

11. Hine bira çi dibêjin derheqa Odên Civatên me, û tu derheqa wê yekê çi difikirî?

11 Birên ji civata Kosta Rîkayê nivîsîn: “Çaxê em Oda Civata xwe dinihêrin, me tirê em xewnêda nin, em çevê xwe bawer nakin! Avakirina oda meye bedew, nava heyşt rojada xilaz bû! Ew yek hate kirinê, çimkî Yahowa ew şixul kerem kir, û hin jî ewî bi teşkîleta xwe rêberî dida, û usa jî birên meyî qîmet gelek alîkarî dan. Ew ciyê qulixkirinê, rastî jî pêşkêşeke gelek qîmet e, . . . kîjan ku Yahowa daye me. Vê yekêra em gelek şa dibin”. Rastî jî em gelek şa ne, çaxê em dibihên ku çawa xûşk-birên me, razîbûna xwe Yahowara didine kifşê. Eyan e, ku Yahowa şixulê avakirina Odên Civata kerem dike, çimkî paşî avakirina wan oda, gelek meriva destpêkirin bêne ser civatê, seva ku derheqa Yahowa pêbihesin (Zebûr 127:1).

12. Tu ça dikarî alîkariyê bidî bona şixulê avakirina Odên Civata?

12 Tu ça dikarî alîkariyê bidî bona şixulê avakirina Odên Civata? Diqewime tu dikarî bi rezedilî avakirinêda şixulkariyê bikî. Xêncî vê yekê, her kes ji me dikare pera qurban ke, bona avakirina Odên Civata. Çaxê em hemû tiştî dikin bona alîkariya vî şixulî, em gelek şa dibin, û hin jî Yahowa tê rûmetkirinê. Em pey mesela cimeta Yahowaye berê diçin, kîjan ku hazir bûn bi rezedilî tişta qurban kin seva avakirina ciyên qulixkirinê (Derketin 25:2; 2 Korintî 9:7).

EM ODA CIVATA XWE TEMIZ XWEY DIKIN

13, 14. Em çi pêdihesin ji Kitêba Pîroz derheqa wê yekê, ku em gerekê Oda Civata xwe temiz û rind xwey kin?

13 Yahowa Xwedayê temiz û pîroz e. Ew Xwedayê terbet e. Lema jî em gerekê Oda Civata xwe temiz û cîwar xwey kin. (Bixûne 1 Korintî 14:33, 40.) Lê seva ku em mîna Yahowa temiz û pîroz bin, em gerekê ne ku tenê temizaya qulixkirina xwe, fikirên xwe û şixulên xwe xwey kin, lê usa jî temizaya fîzîkî (Eyantî 19:8).

14 Çaxê em meriva teglîfî civatê dikin, em firnaq dibin ku Oda Civata me temiz û bedew e. Û meriv jî divînin, ku bi rastiyê jî em wê yekê dikin, derheqa çi ku dannasîn dikin, dêmek derheqa dinya teze. Ewana wê bivînin ku em Xwedayê temiz û pîrozra qulix dikin, kîjan ku wê erdê bike cineta bedew (Îşaya 6:1-3; Eyantî 11:18).

15, 16. a) Çira timê hêsa nîne ku Oda Civata xwe temiz xwey kin? Em çira gerekê temiz bin? b) Civata weda temizkirina Oda Civata ça tê kirinê, û cem me her kesî çi qedir heye?

15 Meriv cûre-cûre difikirin derheqa temizayê. Çira? Çimkî her kes cûrekî hatiye mezinkirinê. Usa jî, hinek ciyê usada dijîn ku netemiz e yan jî rêyên wî ciyî qirêj in. Cem hineka jî av yan jî tiştên bona temizkirinê kêm e. Firqî tune em kîderê dijîn û merivên dor berê me aliyê temizayêda ça nin, lê em gerekê timê Oda Civata xwe temiz xwey kin. Çimkî li wî ciyî em Yahowara qulix dikin (Qanûna Ducarî 23:14).

16 Hergê em dixwazin Oda Civata me timê temiz be, em gerekê pêşda safî kin û hazir kin ku ew şixul ça gerekê bê kirinê. Rûspî xem dikin wekî civatêda hemû tiştên bona temizkirinê hebin, û çi ku lazim e, bê kirinê. Hine tişt gerekê bêne temizkirinê paşî her civatekê, lê hine tişt ne usa gelek car. Ew qedir me her kesîra dikeve, ku tiştekî bikin seva Oda Civata me temiz bimîne.

EM MIQATÎ ODA CIVATA XWE DIBIN

17, 18. a) Em çi dikarin hîn bin ji cimeta Xwedêye berê, ku ewana ça miqatî paristgehê dibûn? b) Çira em gerekê miqatî Oda Civata bin?

17 Em usa jî miqatî Oda Civata dibin, çaxê çi ku lazim e çêkin, wededa çêdikin û teze dikin. Qulixkarên Yahowayî berê jî usa dikirin. Mesele, wedê padşatiya Yoaşê, cimetê pere qurban dikirin bona paristgehê. Yoaşê Padşa ferman da keşîşa, ku wan pera bidine xebatê seva avayê paristgehê ku çaxê tiştek xirab dibe çêkin (2 Padşatî 12:4, 5). Paşî 200 sala zêdetir Yoşiya Padşa jî perê qurbankirî da xebatê, seva tezekirina paristgehê. (Bixûne 2 Dîrok 34:9-11.)

18 Hine Komîtêyên Fîlîala têderxistin ku welatê wanda meriv hînî vê yekê nebûne, ku avayî yan haceta rind xwey kin. Çimkî hemû meriv nizanin ku ewê yekê ça bikin. Hinek jî dibek perê wan haqas tune seva ku avaya yan jî haceta teze kin. Lê hergê em Oda Civata xwe teze nekin çaxê lazim e, axiriyê ew wê nebedew û nehewas be û meriv wê evê yekê texmîn kin. Hergê Oda Civata me usa be, ev wê şedetiya baş nede meriva. Lê hergê em hemû tiştî dikin çi ku lazim e, seva ku miqatî Oda Civata bin, bi wê yekê em Yahowa rûmet dikin, û hin jî em perê ku xûşk-birên me qurban dikin, badîhewa xerc nakin.

Em gerekê Oda Civata xwe temiz û baş xwey kin (Binihêre abzasa 16, 18)

19. Tu ça dikarî nîşan kî, ku kîderê tu Yahowara qulix dikî, wî cîyî qîmet dikî?

19 Avayê Oda Civata, Yahowara hatiye tesmîlkirinê. Ew ya tu merivî yan jî ya civatê nîne. Çawa ku em vê têmayêda pêhesiyan, prînsîpên Kitêba Pîroz wê alî me bikin, seva ku nihêrandina me rast be hindava ciyê qulixkirina Yahowara. Çimkî em Yahowa qîmet dikin û qedirê wî digirin, em usa jî civatê û Oda Civata qîmet dikin. Em gelek şa ne, çaxê em perê qurbankirinê didine xebatê, seva avakirina Odên Civata. Hin jî em gelek dixebitin, seva ku miqatî wan Oda bin û temiz xwey kin. Em mîna Îsa xîreta xwe eyan dikin bi vê yekê, ku em ciyê qulixkirina Yahowara gelek qîmet dikin (Yûhenna 2:17).

a Ew têma derheqa Oda Civata ye. Lê em ewan prînsîpa usa jî didine xebatê bona Odên Civata mezin û ciyên din kîjan ku têne xebitandinê bona qulixkirina Yahowara.