Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Yahowa Heye Xwedêyê Hizkirin

Yahowa Heye Xwedêyê Hizkirin

“Xwedê hizkirin e” (1 YÛHENNA 4:8, 16).

KILAMÊN: 18, 51

1. Kîjan e hunurê Xwedêyî sereke, û zanebûna wê yekê me berbi çi hêlan dike?

 KITÊBA PÎROZ dibêje ku “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Lê ew bi rastiyê çi tê hesabê? Hizkirin ne ku tenê hunurek ji hunurên wîyî baş e, lê ew hunurê wîyî sereke ye. Ne ku tenê hizkirina wî heye, lê ew xwexa hizkirin e. Yahowa çi jî dike, hemû tiştî ji hizkirinê dike. Em çiqas ji Yahowa razî ne, ku ewî ji hizkirinê temamiya gerdûnê û hemû bînber çêkir!

2. Hizkirina Xwedê çi gumanê dide me? (Binihêre şikilê ewlin.)

2 Yahowa hindava efirînên xwe qenc e û bi hizkirin e. Gumana me heye, ku qirara wî bona însanetê wê bi cûrê lapî baş bê sêrî, çimkî ew me hiz dike. Axiriya vê yekê wê bextewariya rêalî be, bona wan yên ku gura wî dikin. Mesele, Yahowa ji bo hizkirinê, “rojek kifş kiriye, kîjanêda wê dîwana dinê rast bi destê merivekî bike, yê ku ewî kifş kiriye”, dêmek, Îsa Mesîh (Karên Şandiya 17:31). Em bawer in ku ew dîwan ese wê bibe. Û ev bona merivên guhdar tê hesabê axiriya pir baş, kîjan ku wê heta-hetayê be.

JI TERÎXIYÊ ÇI EYAN BÛ?

3. Dinya wê ça bûya, hergê Xwedê însanet hiz nekira?

3 Gelo axiriya însanetê wê ça bûya, hergê Xwedê însanet hiz nekira? Meriva wê dîsa jî xwexa serwêrtî bikirana û bin hukumê Şeytanda bûna, kîjan ku bêhizkirin e û zulm e. (2 Korintî 4:4; 1 Yûhenna 5:19; bixûne Eyantî 12:9, 12.) Belê, axirî wê gelek xirab bûya, hergê Yahowa em hiz nekirana!

4. Çira Yahowa îzin da Şeytan ku miqabilî serwêrtiya wî derê?

4 Çaxê Şeytan miqabilî serwêrtiya Yahowa derket, ewî usa jî dê-bavê meye pêşin hêlan kir berbi wê yekê. Ewî kire bin şikê îzina Xwedê ku bibe Xwedayê hemû Zorayê. Şeytan got ku serwêrtiya wî wê hê baş be, ne ku ya Xwedê (Destpêbûn 3:1-5). Bi bîlanî bû, ku Yahowa ser wedekî kin îzin da Şeytan, wekî giliyên xwe îzbat ke. Lê axirî zelal tê kifşê, ku ne meriv ne jî Şeytan nikarin bibine serwêrên baş.

Yehowa meriv usa neefirandine wekî ewana xweserîxwe bijîn, lê li gora rêberiyên Wî bijîn

5. Ji terîxiya însanetê çi eyan îzbat bû?

5 Îro dinya hê xirab dibe. Nava wan 100 salên paşwextiyêda, di şerada 100 mîlyon meriva zêdetir hatine kuştinê. Kitêba Pîroz dibêje derheqa “rojêd axiriyêda”: “Merivêd xirabe xweyîfêl wê xirabiyêda pêşda herin” (2 Tîmotêyo 3:1, 13). Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê: “Ya Xudan, dizanim ku, rêya mirov ne di destê wîda ye; gavên xwe rastkirin, ne di destê mirovê ku dimeşe de ye” (Yêremya 10:23). Terîxiyê zelal îzbat kir ku ew gilî rast in. Çaxê Yahowa meriv çêkir, ewî ew fereset yan jî îzin ne da wan, ku bêyî rêberiya wî xwexa ser xwe serwêrtiyê bikin.

6. Çira Xwedê hîşt ku zulmî hebe?

6 Yahowa ku hîşt zulmî ser wedekî kin hebe, bi wê yekê ewî usa jî îzbat kir ku tenê serwêrtiya wî baş e. Axiriyêda Xwedê wê hemû zulmiyê kuta ke. Û hergê paşî wê yekê dîsa kesek serwêrtiya wîye bi hizkirin bike bin şikê, wê Xwedêra îda lazim nîbe îzbatkirina wî kesî. Xwedê dikare terîxiya însanetê bide xebatê ça îzbatkirin, ku merivên miqabil gerekê derbêra bêne kutakirinê. Zulmî wê tu car îda tune be.

XWEDÊ ÇA HIZKIRINA XWE DAYE KIFŞÊ?

7, 8. Xwedê ça hizkirina xwe daye kifşê?

7 Yahowa hizkirina xwe bi cûre-cûre eyan kir. Bifikirin derheqa mezinbûn û bedewbûna gerdûna me. Ew bi mîlyarda galaktîka ye, û di her galaktîkekêda bi mîlyarda steyrk û planêt hene. Di galaktîka meda, yek ji steyrka ew heye tev. Bê tev jîyîn ser erdê wê tune bûya. Hemû ew efirîn eyan dikin Yahowa çawa Efirandarê me, û didine kifşê hunurên wî, mesele qewat, bîlanî, û hizkirina wî. Belê, “rast ji efirandina dinyayêda hunurêd wîye nexuya, awa gotî qudreta wîye heta-hetayê û Xwedêtiya wî bi efirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê” (Romayî 1:20).

Çi ku Yehowa ser erdê efirandiye, her tişt bona kara meriva û heywana ye

8 Yahowa erd çêkir xût bona jîyînê. Hemû tişt çi ku ser erdê ye karê tîne heywanara û merivara. Xwedê baxçêkî bedew çêkir bona meriva, û hiş û bedena bêqisûr da wan, seva ku ewana heta-hetayê bijîn. (Bixûne Eyantî 4:11.) Û hê zêde, “yê ku xwarinê dide hemû canan ew e, kerema wî her û here” (Zebûr 136:25, ÎM).

9. Rast e Yahowa Xwedêyê hizkirin e, lê ew çi nefret dike?

9 Yahowa Xwedayê hizkirin e, lê yeke ew xirabiyê nefret dike. Mesele, Zebûr 5:4-6-da derheqa Yahowa tê gotinê: “Tu ne Xwedayê ku ji xirabiyê hiz dike . . . Hemû kesên ku gunehan dikin dikerihî [nefret dikî]”, (ÎM). Xwedê usa jî nefret dike merivên ku xûnê dirêjin û derewîn in.

XILAZIYA ZULMIYÊ NÊZÎK E

10, 11. a) Wê çi biqewime serê merivên zulm? b) Yahowa wê ça kerem ke merivên guhdar?

10 Yahowa wê wededa, dinyayê ji zulmiyê temiz ke, çimkî Xwedê hizkirin e, û zulmî ber çevê wî reş e. Xebera Xwedê soz dide: “Wê xerab bên birrîn û avêtin belê hêvîdarên Xudan, welat mîras distînin”. Dijminên Xwedê wê mîna dû bikişin, bela bibin û herin (Zebûr 37:9, 10, 20, ÎM).

11 Xebera Xwedê usa jî soz dide: “Yên rast welat miraz distînin, her û her li wê derê rûdinin” (Zebûr 37:29, ÎM). Merivên amin wê “ji zêdehiya aştiyê bibînin lezet” (Zebûr 37:11, ÎM). Çira? Çimkî bavê meyî hizkirî çi ku bona xizmetkarên wî herî baş e timê vê dike. Kitêba Pîroz mera dibêje: “Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (Eyantî 21:4). Axirîke çiqas baş hîviya wan e, yên ku guhdar in û qîmet dikin hizkirina Xwedê!

12. Kî ye merivê “bêqisûr”?

12 Kitêba Pîroz mera dibêje: “Çevnihêriyê li mirovên kamil [bêqisûr, DT] bike û li mirovên rast binihêre; ji ber ku pêşeroja wan aştî ye. Lê kesên ku serî hildanê, ewê hemû bi hevra tune bibin pêşeroja xiraba, wê bê qûtkirin” (Zebûr 37:37, 38, AB). Yê “bêqisûr” Yahowa û Kurê wî nas dike, û qirara Xwedê tîne sêrî. (Bixûne Yûhenna 17:3.) Ew qayîm bawer e ku “dinyayê jî derbaz be, havijiya wê jî, lê ewê ku emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne” (1 Yûhenna 2:17). Çimkî xilaziya dinyayê nêzîk e, lema jî gelek ferz e ku em hîviya Xudan bin û riya wîda herin (Zebûr 37:34).

EYANKIRINA HIZKIRINA XWEDÊ BI KIRÊ GIRÎNG

13. Kîjan kirê Yahowayî girîng dide kifşê, ku ew me hiz dike?

13 Rast e em merîne gunekar in, lê em dikarin gura Xwedê bikin. Em usa jî dikarin nêzîkî Yahowa bin, bi saya qurbana Îsa. Ev qurban kirê Yahowayî girîng e ji hizkirinê. Yahowa Îsa kire qurban çawa kirîn, wekî mecala merivên guhdar hebe, ku ji gune û mirinê xilaz bin. (Bixûne Romayî 5:12; 6:23.) Gele wext Îsa li ezmana amin bû Xwedêra, lema jî Yahowa bawer bû ku ew wê ser erdê jî amin bimîne. Çawa Bavê hizkirî, Yahowara çetin bû çaxê ewî didît ça kurê wî dizêrînin. Îsa piştgiriya Yahowa kir, ku îzina wî heye serwêrtiyê bike, û da kifşê ku merivê bêqisûr dikare Xwedêra amin bimîne hela hê çetinayên giranda jî.

Xwedê ji hizkirinê Kurê xwe şand (Binihêre abzasa 13)

14, 15. Mirina Îsa çi kar anî merivara?

14 Îsa çiqas jî rastî cêribandinên giran dihat, lê yeke amin dima û piştgiriya serwêrtiya Yahowa dikir. Em gerekê gelek razî bin seva vê yekê ku Îsa bi saya mirina xwe heqê kirînê da, çimkî evê yekê mecal da meriva ku bijîn heta-hetayê dinya tezeda! Pawlosê şandî şirovekir, ku hizkirina Yahowa û Îsa hate kifşê ji qurbana Îsa. Ewî got: “Çimkî gava eme hê bêçare bûn, Mesîh bona me nepaka wextda mir. Degme bona merivekî rast yek bimire, belkî bona merivekî qenc yekê biwêre bimire, lê belê Xwedê hizkirina xwe hindava meda hingê da kifşê, gava eme hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir” (Romayî 5:6-8). Yûhennayê şandî nivîsî: “Bi vê yekê hizkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku ewî Kurê xweyî Tayê Tenê şande dinyayê, wekî em bi wî bijîn. Hizkirin ev e, ne ku me Xwedê hiz kir, lê ewî em hiz kirin û Kurê xwe şand çawa mecala baxşandina gunêd me” (1 Yûhenna 4:9, 10).

15 Îsa got ku “Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16). Rast e Yahowara gelek çetin bû, lê yekê ewî kurê xwe da ça kirîn. Ev yek mera eyan dike, ku ew me çiqas hiz dike. Û ew hizkirin wê heta-hetayê be. Pawlos nivîsî: “Ez eseyî zanim ku ne mirin, ne jîyîn, ne milyaket, ne şexsek, ne tiştêd hazir, ne tiştêd wê bên, ne tu qewat, ne yêd jorin, ne yêd jêrin û ne jî efirînekî mayîn dikare hizkirina Xwedê ser me sar ke, ya ku bi destê Xudan Mesîh Îsa” (Romayî 8:38, 39).

PADŞATIYA XWEDÊ ÎRO SERWÊRTIYÊ DIKE

16. Çi ye Padşatiya Mesîhîtî, û Yahowa kê kifş kiriye ça Serwêr?

16 Serwêrtiya Xwedê, dêmek Padşatiya Mesîhîtî, usa jî îzbat dike hizkirina Yahowa hindava meriva. Lê çawa? Yahowa îda Serwêr kifş kiriye kîjan ku meriva hiz dike, û hatiye hînkirinê ku ça padşatiyê bike. Ew padşa heye Îsa Mesîh (Metelok 8:31). Hin jî, Yahowa 144 000 meriv bijart in, ku li ezmana serwêrtiyê bikin tevî Îsa Mesîh. Ça baş e ku ewana wê halê meriva rind bizanibin (Eyantî 14:1). Çaxê Îsa li ser erdê bû, nêta wîye sereke ew bû, ku meriva derheqa Padşatiyê hîn ke. Ewî usa jî şagirtên xwe hîn dikir, ku usa dua bikin: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be. Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê” (Metta 6:9, 10). Em hîviyê ne ku çaxê duayên wî cûreyî bêne sêrî, dêmek çaxê Padşatiya Xwedê merivara hemû kerema bîne!

17. Çi firqî heye orta serwêrtiya Îsa û merivada?

17 Firqîke mezin heye orta serwêrtiya Îsaye bi hizkirin û ya merivada. Ji serwêrtiya meriva gelek şer bûn û bi mîlyona meriv qir bûn. Lê Padşayê me Îsa bi rastiyê me hiz dike û çev dide Xwedê hunurên başda, îlahî hizkirinêda (Eyantî 7:10, 16, 17). Îsa got: “Werine cem min hemûyêd westiyayî û bargiran û ezê rihetiyê bidime we. Nîrê min hildine ser xwe û ji min hîn bin, çimkî ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwera rihetiyê bibînin. Çimkî nîrê min rihet e û barê min sivik e” (Metta 11:28-30). Ew soz çiqas bi hizkirin in!

18. a) Ji sala 1914 çi diqewime? b) Têma dinda emê derheqa çi şêwir kin?

18 Kitêba Pîroz eyan dike ku Padşatiya Xwedê destpêkir serwêrtiyê bike sala 1914-da. Hingêda destpêbû topkirina wan, yên ku wê li ezmana tevî Îsa serwêrtiyê bikin, dêmek yên rûnkirî, û usa jî topkirina “elaleteke . . . mezin”, dêmek ew meriv yên ku wê xilaz bin ji kutakirina vê dinyayê û bikevine dinya teze (Eyantî 7:9, 13, 14). Gelo ew elaleteke mezin îro çiqas mezin bûye? Yahowa ji wan çi dewa dike? Têma dinda emê wan pirsa şêwir kin.