Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu “Hevalê Xwe weke Xwe” Hiz Dikî?

Tu “Hevalê Xwe weke Xwe” Hiz Dikî?

“Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (METTA 22:39).

KILAMÊN: 25, 36

1, 2. Çawa Kitêba Pîroz dide kifşê ku hizkirin ferz e?

 HIZKIRIN hunurê Yahowayî sereke ye (1 Yûhenna 4:16). Efirînê wîyî pêşiyê Îsa Mesîh, bi mîlyarda sala tevî Bavê xwe li ezmana bû, û didît ku Yahowa Xwedê çiqas bi hizkirin e (Kolosî 1:15). Îsa jî hizkirina usa dida kifşê temamiya jîyîna xweda, ça li ezmana usa jî ser erdê. Dêmek, em dikarin bawer bin ku Yahowa û Îsa wê timê bi hizkirin serwêrtiyê bikin.

2 Çaxê kesekî ji Îsa pirsî ku kîjan temî ye lape girîng, Îsa got: “‘Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe’. Ev e temiya pêşin û here mezin. Û ya duda jî mîna vê ye: ‘Hevalê xwe weke xwe hiz bike’” (Metta 22:37-39).

3. Kî yê “hevalê” me?

3 Gelek ferz e hemû heleqetiyada hizkirinê bidine kifşê. Îsa got ku em gerekê Yahowa û usa jî hevalê xwe hiz bikin. Lê kî yê “hevalê” me? Hergê em zewacêda nin, hevalê meyî nêzîk ew heye hevalzewacê me. Xûşk-birên meyî civatêda jî hevalên me ne, û usa jî ew meriv kêra em mizgînê bela dikin. Emê ji vê têmayê pêbihesin, ku em ça dikarin hevalê xwera hizkirina xwe bidine kifşê.

HIZ BIKE HEVALZEWACÊ XWE

4. Rast e em gunekar in, lê ça zewaca me dikare bextewar be?

4 Yahowa Adem û Hêwa efirandin û ewana kirine yek. Û ev zewaca wan ya pêşin bû. Yahowa dixwest ku ewana zewacêda bextewar bin, hev zêde bin û li ser dinyayê tije bin (Destpêbûn 1:27, 28). Lê çaxê wana gura Xwedê nekir, zewaca wana ziyanê ket, û usa gune û mirin derbazî ser me hemûya bû (Romayî 5:12). Lê yeke zewac îro dikare bextewar be. Çawa Efirandarê zewacê, Yahowa di Kitêba Pîrozda şîretên lapî baş daye mêr û jina. (Bixûne 2 Tîmotêyo 3:16, 17.)

Yehowa hîviyê ye, wekî malxê malê bi hizkirinê rola xwe bîne sêrî

5. Çiqas ferz e hizkirin zewacêda?

5 Kitêba Pîroz dibêje ku bona zewac bextewar be, gelek ferz e hizkirina germ û nazik. Pawlosê şandî derheqa hizkirina rast şirovekir: “Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e, hizkirin hevsûdiyê nake, hizkirin kubar nabe, pişika xweda nawerime, bêpergal nîne, ya xwe nagere, zû hêrs nakeve, kînê najo, dilê xwe li neheqiyê şa nake, lê rastiyêra şa dibe. Hizkirin her gav dadixe, her gav bawer dike, her gav xweyîguman e, her gav sebir dike. Hizkirin tu car kuta nabe” (1 Korintî 13:4-8). Çaxê em ser giliyên Pawlos difikirin û didin xebatê, zewaca me wê bextewar be.

Kitêba Pîroz eyan dike ku ça zewaca me dikare bextewar be (Binihêre abzasa 6, 7)

6, 7. a) Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa serê malbetê? b) Mesîhiyê ku malxê ye gerekê ça be hindava jina xwe?

6 Yahowa safî kiriye ku kê gerekê serê malbetê be. Pawlos şirovekir: “Ez dixwazim ku hûn zanibin wekî serê her mêrî Mesîh e, serê jinê mêr e û serê Mesîh Xwedê ye” (1 Korintî 11:3). Yahowa dixwaze wekî serê malbetê bi hizkirin be û tu car sert nîbe. Yahowa xwexa Serê qenc e û ew xwehiz nîne. Lema Îsa qedirê serwêrtiya Xwedêye bi hizkirin digirt. Ewî got: “Ez Bavê hiz dikim” (Yûhenna 14:31). Îsa wê Yahowa usa hiz nekira, hergê Yahowa hindava wîda baş nîbûya.

7 Rast e mêr serê jinê ye, lê Kitêba Pîroz dibêje ku mêr gerekê qedirê jinê bigire (1 Petrûs 3:7). Mêr ça dikare evê yekê bike? Ew gerekê dîna xwe bide ser hewcê jina xwe û gotina wê hilde hesab. Kitêba Pîroz dibêje: “Mêrno, jinêd xwe hiz bikin, çawa ku Mesîh civîn hiz kir û jîyîna xwe ber wêva da” (Efesî 5:25). Çaxê mêr mîna Îsa ça serî bi hizkirin e, hingê jinêra hêsa ye ku qedirê wî û safîkirina wî bigire. (Bixûne Tîto 2:3-5.)

HIZ BIKE XÛŞK Û BIRÊN XWE

8. Em gerekê çawa bin hindava xûşk û birên xwe?

8 Îro, nav temamiya dinyayê bi mîlyona meriv Yahowara xizmet dikin. Ewana xûşk û birên me ne. Lê gelo em gerekê hindava wan çawa bin? Kitêba Pîroz dibêje: “Hemûyara qenciyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêra”. (Galatî 6:10; bixûne Romayî 12:10.) Petrûsê şandî nivîsî ku hergê em “guhdariya rastiyê” dikin, hizkirina me gerekê “hindava xûşk-birada” hebe. Petrûs Mesîhiyara usa jî got: “Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be” (1 Petrûs 1:22; 4:8).

9, 10. Çira cimeta Xwedê yektiyêda nin?

9 Teşkîleta meye hemdinyayê tek û cude ye. Lê çira? Çimkî hizkirina meye rast û mezin heye hindava xûşk û birên me. Û hin jî, em Yahowa hiz dikin û gura qanûnên wî dikin, lema jî Yahowa bi qewata xweye girîng, dêmek ruhê pîroz alî me dike. Bi saya ruhê Xwedêyî pîroz biratiya meye hemdinyayê yektiyêda ne. (Bixûne 1 Yûhenna 4:20, 21.)

10 Pawlos got ku gerekê hizkirin hebe nava Mesîhiyada. Ewî giliyên usa got: “Dilşewatiyê, qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê li xwe wergirin. Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev. Û ser van hemûyada hizkirinê li xwe kin, ya ku van hemûya bi yektiya tam hevva girêdide” (Kolosî 3:12-14). Em çiqas razî ne ku nav meda heye hizkirin, dêmek “yektiya tam” ku “hevva girêdide”!

Hizkirin û yektiya Şedên Yehowa dide kifşê wekî ewana peyçûyên Îsaye rast in, û Xwedê wana dide xebatê, wekî ewana Mizgîniya derheqa Padşatiya Wî ser temamiya dinê bela kin

11. Teşkîleta Xwedê bi çi eyan e?

11 Hizkirina rast û yektiya xizmetkarên Yahowa, dide kifşê ku rêlîgiya wan ya rast e. Îsa got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhenna 13:34, 35). Û Yûhennayê şandî nivîsî: “Zarêd Xwedê û zarêd Mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Ewê ku rastiyê nake, ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe hiz nake. Ev e ew gotin, ya ku we berê pêşda bihîstiye: Gerekê em hevdu hiz bikin” (1 Yûhenna 3:10, 11). Hizkirin û yektiya nava Şedên Yahowada wana eyan dikin ça peyçûyên Îsayî rast, dêmek ew cimet kîjan ku Xwedê dide xebatê, seva ku mizgîna derheqa Padşatiyê bela be ser temamiya dinyayê (Metta 24:14).

TOPKIRINA ELALETA MEZIN

12, 13. Îro elaleta mezin çi dike, û axiriyêda wê çi karê bistîne?

12 Heçî zef ji xizmetkarên Yahowa dikevne nava elaleta mezin, kîjan ku ji cûre-cûre welata û ciya ne. Ewana piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin. Ewana “ew in, yêd ku ji wê tengasiya mezin hatine, çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl qerqaş kirine”, û baweriya xwe qurbana Îsa tînin. Ewên ku dikevine nava elaleta mezin Yahowa û Îsa hiz dikin, û ewana “şev û ro” Yahowara xizmet dikin (Eyantî 7:9, 14, 15).

13 Zûtirekê tengasiya mezinda Yahowa wê evê dinya zulm û xirab kuta ke. (Metta 24:21; bixûne Yêremya 25:32, 33.) Lê cimeta xwe Yahowa wê xwey ke û derbazî dinya teze ke, çimkî wana hiz dike. Çawa ku ewî weke 2 000 sal pêşda soz da, ew “ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk”. Lê tu hîviya wî wede yî ku cinetêda bijîyî, kîderê ku zulmî, çetinayî, û mirin îda wê tune bin? (Eyantî 21:4).

14. Elaleta mezin çiqas mezin dibe?

14 Ji destpêbûna rojên paşin sala 1914-da tenê çend hezar xizmetkarên Xwedê hebûn. Koma biçûk ya xûşk-birên rûnkirî ji hizkirina hindava meriva hêlan bûn, û usa jî ruhê Xwedêyî pîroz alî wan kir, ku wana mizgîna derheqa Padşatiyê bela dikirin û nenihêrîn ser çetinaya. Lê ewê yekê çi kar anî? Îro elaleteke mezin, gumana kîjanî jîyîna heta-hetayê ser erdê ye, tê topkirinê. Ser temamiya dinyayê weke 8 000 000 Şedên Yahowa di 115 400 civatada zêdetir hene, û ev hejmar çiqas diçe zêde dibin. Mesele 275 500 zêdetir meriv sala 2014-da hatine nixumandinê û bûne Şedên Yahowa. Ew tê hesabê ku her heftî weke 5 300 meriv hatine nixumandinê.

15. Îro meriv ça derheqa mizgînê pêdihesin?

15 Gelek ecêbmayî ye ku çiqas meriv pêhesiyan derheqa mizgîna Padşatiyê. Îro edebyetên me ser 700 zimana zêdetir hene. Ser dinyayê jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya lape belabûyî ye. Ew jûrnal her meh 52 000 000 hevî zêdetir tê neşirkirinê ser 247 zimana. Û kitêba bona hînbûnê “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” hatiye welgerandinê ser 250 zimana zêdetir. Û ew kitêb 200 000 000 hevî zêdetir hatiye neşirkirinê.

16. Çima teşkîleta Xwedê hê mezin dibe?

16 Teşkîleta me hê mezin dibe, çimkî em Xwedê bawer dikin û bawer in ku Kitêba Pîroz Xebera wî ye (1 Têsalonîkî 2:13). Rast e Şeytan pey me dikeve û me nefret dike, lê Yahowa me kerem dike! (2 Korintî 4:4).

HERTIM MERIVA HIZ BIKE

17, 18. Yahowa dixwaze em ça bin hindava wan meriva yên ku wîra xizmet nakin?

17 Nihêrandina meriva cûre-cûre ne ser mizgîna ku em bela dikin. Hinek meriv guh didine me, lê hinek jî mizgîna me nefret dikin. Lê Yahowa dixwaze em ça bin hindava wan meriva yên ku wîra xizmet nakin? Firqî tune meriv ça dinihêrin ser mizgîna me, yeke em pey temiya Kitêba Pîroz diçin. Ev dibêje: “Bira xeberdana we merîfetî û xwêkirî be û bizanibin ku çawa cayîz e caba her kesî bidin” (Kolosî 4:6). Çaxê em baweriya xwe xwey dikin, em dixwazin ewê yekê bi qedir û milûktiyê bikin, çimkî em hevalê xwe hiz dikin (1 Petrûs 3:15).

18 Hela hê çaxê meriv ser me hêrs dikevin û mizgîna me qebûl nakin jî, em didine kifşê ku hevalê xwe hiz dikin û çev didine Îsa. Çaxê Îsa “dihate rezîlkirinê, ji berva kes rezîl nedikir, gava cefa dikişand, gef li kesekî nedixwar”. Lê Îsa hemû tişt hîviya Xwedêva dihîşt (1 Petrûs 2:23). Em gerekê timê milûktiyê bidine kifşê, û evê şîretê bidine xebatê: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê, lê ji ber vanva dua-dirozga li wan bikin” (1 Petrûs 3:8, 9).

Em gerekê dijminên xwe hiz bikin, û firqî tune ewana hindava meda çawa nin

19. Em gerekê çawa bin hindava dijmina?

19 Milûktî alî me dike ku gura temiya Îsa bikin. Ewî got: “We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Hevalê xwe hiz bike û bijene dijminê xwe’. Lê ez wera dibêjim, dijminêd xwe hiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin, wekî hûn bibine zarêd Bavê xweyî Ezmana. Çimkî ew teva xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser rasta, hin jî ser nerasta” (Metta 5:43-45). Çimkî em xizmetkarên Yahowa ne, em gerekê dijminên xwe hiz bikin û firqî tune ew hindava me çanin.

20. Em ji ku zanin ku hizkirina hindava Yahowa û hevala, wê ser temamiya dinyayê tije be? (Binihêre şikilê ewlin.)

20 Em hergav gerekê hizkirina xwe hindava Yahowa û hevala nîşan kin. Hergê jî meriv miqabilî me û mizgîna me dertên, em yeke alî wan dikin çaxê ewana hewce ne. Pawlosê şandî nivîsî: “Tu tiştîda deyndarê tu kesî nemînin, pêştirî li hev hizkirinê, çimkî kî ku hevalê xwe hiz dike, temamiya Qanûnê diqedîne. Ev temiyêd ku hene: ‘Ziniyê neke, nekuje, nedize, dilhavijiyê neke’ û her çi temiyêd ku hene, dikevine nava vê gotinê: ‘Hevalê xwe weke xwe hiz bike’. Hizkirin xirabiyê li hevalê xwe nake. Awa hizkirin serê Qanûnê digire” (Romayî 13:8-10). Di vê dinyayêda kîjan ku zulm, xirab, bêhizkirin û bin hukumê Şeytanda ye, xizmetkarên Xwedê hindava hevala hizkirina rast didine kifşê (1 Yûhenna 5:19). Paşî vê yeke çaxê Yahowa wê Şeytan tevî cinên wî û dinya xirab qir ke, hizkirin wê ser temamiya dinyayê tije be. Emê çiqas kerema bistînin, çaxê gişk ser temamiya dinyayê Yahowa û hevala hiz bikin!