Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Sed Salên bin Serwêrtiya Padşatiyêda

Sed Salên bin Serwêrtiya Padşatiyêda

“Xwedêyê edilayiyê . . . bira . . . we her tiştêd qencva hazir ke, ku hûn emirê wî bikin” (ÎBRANÎ 13:20, 21).

KILAMÊN: 136, 14

1. Ji çi tê kifşê ku belakirina mizgînê bona Îsa ferz bû? Şirovekin.

 ÎSA hiz dikir derheqa Padşatiya Xwedê xeberde. Çaxê ew li ser erdê bû ewî diha zef xeberdida derheqa Padşatiyê, ne ku ser têmeke din. Ewî wedê xizmetkirinê 100 carî zêdetir besa Padşatiyê kiriye. (Bixûne Metta 12:34.)

2. Çiqas meriv dibeke bihîstin temiya Îsa ku Metta 28:19, 20-da tê gotinê, û çira em dikarin evê yekê bêjin?

2 Îsa paşî saxbûnê rastî 500 meriva zêdetir hat (1 Korintî 15:6). Dibeke wî çaxî Îsa temî da ku mizgînê bela kin “hemû miletara”. Lê ew şixul hêsa nîbû. a (Binihêre spartin.) Ewî gote wan ku şixulê belakirina mizgînê wê berdewam be heta “axiriya dinyayê”. Û çaxê em mizgînê bela dikin, em evê pêxembertiyê tînin sêrî (Metta 28:19, 20).

3. Kîjan sê tişta alî me kirine belakirina mizgînêda?

3 Paşî vê yekê çaxê Îsa temî da derheqa belakirina mizgînê, ewî giliyên usa got: “Ez . . . tevî we me” (Metta 28:20). Îsa soz daye peyçûyên xwe ku ew wê rêberiyê wî şixulî bike û alî wan bike, ku mizgînê nav temamiya dinyayê bela kin. Yahowa tevî me ye jî, çimkî seva ku em mizgînê bela kin ewî mera “tiştêd qenc” daye (Îbranî 13:20, 21). Di vê têmayêda, emê şêwir kin sê ji wan tiştên qenc: 1) hacetên ku me standiye, 2) mêtodên ku me daye xebatê, û 3) hînbûn ku me standiye. Pêşiyê werên em xeberdin derheqa hine haceta, kîjan me nava wan 100 salada daye xebatê.

HACET KÎJAN KU ALÎ DIKIN MIZGÎNÊ BELA KIN

4. Çawa cûre-cûre haceta alî me kirine belakirina mizgînêda?

4 Îsa, Padşê me, mizgîna derheqa Padşatiyê tevî toxim beramber kir, kîjan ku cûre-cûre erdda hate çandinê (Metta 13:18, 19). Seva ku baxçevan erd hazir ke, ew gelek cûre hacet dide xebatê. Usa jî, Padşê me mera hacet daye, kîjan ku em dikarin bidine xebatê seva ku alî meriva bikin ku mizgînê qebûl kin. Hine hacet ku me da xebatê tenê wedekî kin kêrhatî bûn, lê hinek jî heta îro jî em didine xebatê. Lê ew hemû hacet alî me kirine ku belakirina mizgînêda pêşda herin.

Karta bona belakirina mizgîniyê alî geleka kir, ku destpêkin şedetiyê bidin

5. Çi ye belgê pêşanînê, û me ew ça daye xebatê?

5 Sala 1933, me destpêkir bidin xebatê belgê pêşanînê, hacet kîjan ku alî geleka kir ku destpêkin mizgînê bela kin. Ew belg biçûk bû, û têda nivîsar bû têksteke hêsa û kin derheqa mizgîna ji Kitêba Pîroz. Cara têksta vê belgê dihate guhastinê. Êrlênmêyêrê bira weke 10 salî bû çaxê cara pêşin ew belg da xebatê. Ew gilî dike: “Xeberên pêşiyê timê ew bûn, ‘Ji kerema xwe hûn dikarin evê belgê bixûnin?’ Paşê çaxê xweyê malê dixwand, me gerekê edebyet bihîşta û riya xwe berdewam kira”.

6. Çawa belgê pêşanînê kar anî?

6 Belgê pêşanînê cûre-cûre tiştada alî mizgînvana kir. Mesele, hine mizgînvana gelek dixwastin mizgînê bela kin, lê wana şerm dikirin, û nizanibûn çi xeberdin wedê xizmetiyê. Hine mizgînvanên din jî gelek mêrxas bûn, û wana çi ku zanibûn nava çend deqada gilî dikirin xweyê malêra. Lê çi ku wana digot timê bi taktîkî nîbû. Ew belgê pêşanînê alî hemû mizgînvana kir ku zelal û hêsa mizgînê derbazî meriva kin.

7. Çi hine kêmasî hebûn wedê xebitandina belgê pêşanînê?

7 Xebitandina belgê pêşanînêda hine kêmasî jî hebûn. Xûşka Grêîs Êstêp gilî kir: “Cara ji me dipirsîn, ‘Îja, ew çi tê hesabê? Hûn nikarin xwexa minra bêjin derheqa vê yekê?’” Usa jî, hinek meriva nikaribûn bixwandana çi nivîsî bû di vî belgîda. Hineka jî ev belg tenê hildidan û derî dadidan. Hinekara jî xweş nedihat mizgîna me, û wana ev belg diqelişandin. Rast e çetinayên usa hebûn, lê yeke evî belgî alî mizgînvana kir ku merivara mizgînê bela kin, û eyan bin çawa mizgînvanên Padşatiyê.

8. Berê fonografa desta me ça daye xebatê? (Binihêre şikilê ewlin.)

8 Haceteke din ku paşî sala 1930 me dida xebatê, ew hebû fonografa desta. Hinek xûşk-birên me ev fonografa desta nav dikirin Harûn, çimkî evê fonografê dewsa wana xeber dida. (Bixûne Derketin 4:14-16.) Hergê xweyê malê qayîl bû ku bibihê, xizmetkara vêdixistin gotareke kin ser hîmê Kitêba Pîroz, û paşê hine edebyet didane wan. Cara temamiya malbetê tevayî top dibûn, seva ku gotarê bibihên. Sala 1934, teşkîleta me destpêkir bona xizmetkirinê xwexa fonografên desta çêke. Axiriyêda, bira bona fonografê 92 cûre-cûre gotar nivîsîn.

9. Fonografa desta çi kar anî?

9 Çaxê Hîlîarî Goslîn yek ji wan gotara bihîst, ewî ew fonografa desta ser heftêkî xwest, seva ku cînarên wî jî bibihên mizgîna ji Kitêba Pîroz. Axiriyêda, hinek ji wan meriva kê bihîstin ew gotar xwestin hê zêde rastiyê bizanibin, û hatine nixumandinê. Du qîzên birê Goslîn axiriyêda Mekteba Gîled xilaz kirin û bûne mîsyonêr. Fonografa desta jî mîna belgê pêşanînê alî gelek xizmetkara kiriye, ku destpêkin mizgînê bela kin. Paşê, bi saya Mekteba Dannasînkirinê Padşa destpêkir cimeta xwe hîn ke, seva ku ewana bibine dersdarên baş.

XEBITANDINA CÛRE-CÛRE MÊTODA SEVA BELAKIRINA MIZGÎNÊ

10, 11. Me rojname û radîo ça daye xebatê seva ku mizgînê bela kin, û çira ew mêtod kêrhatî bûn?

10 Cimeta Xwedê bi rêberiya Îsa cûre-cûre mêtod daye xebatê, seva ku mizgîn bigihîje gelek meriva. Ew mêtod gelek ferz bûn, îlahî vî çaxî çaxê xizmetkar hindik bûn. (Bixûne Metta 9:37.) Mesele, gelek sal şûnda me rojname dida xebatê seva ku mizgînê bela kin. Her heftiyê birê Rasêl gotar ser hîmê Kitêba Pîroz dişande neşirxana rojnamê. Paşê evê neşirxanê ev gotar dişande neşirxanên di Kanadêda, Ewropaêda û Dewletên Yekbûyîda. Berbi sala 1913 gotarên birê Rasêl hatine derxistinê di 2 000 rojnamada û weke 15 000 000 meriva ev rojname xwendine.

Bi saya rojnema û radîoyê, mizgînî digihîşte wan meriva, kîderê ku mizgînvan hinek bûn

11 Radîoyê jî gelek kar anî belakirina mizgînêda. Birê Rûtêrford 16 Nîsanê sala 1922, cara pêşiyê bi radîoyê gotar xwend, û ev gotar weke 50 000 meriva bihîstin. Paşê, me îda xwexa radîoya xwe çêkir, bi navê WBBR. Me bernama pêşin 24 Sibatê sala 1924 derxist. “Birca Qerewiliyêda” 1 Kanûna Pêşin sala 1924 hate gotinê: “Em bawer in ku ew radîo ji wan hacetên ku berê me daye xebatê bona belakirina mizgînê, ya lape êkonomî û kêrhatî ye”. Radîoyê jî mîna rojnamê alî me kir ku mizgînê bela kin wan ciya, kîderê ku tenê çend xizmetkar hebûn.

Gelek mizgînvanên Padşatiyê şa dibin çaxê xizmet dikin ciyên ku gelek meriv in û çaxê derheqa malpera me gilî dikin (Binihêre abzasa 12, 13)

12. a) Kîjan cûrê belakirina mizgînê di ciyên ku gelek meriv in te xweş tê? b) Çi dikare alî me bike ku em netirsin mizgînê bela kin di ciyên ku gelek meriv in?

12 Îro belakirina mizgînê li wan ciya kîderê ku gelek meriv top dibin mêtodeke gelek kêrhatî ye. Lazim e gelek qewat xerc kin ku merivara mizgînê bela kin, mesele, ciyên sekinandina otobûsa, tirêna, ereba, û usa jî meydanada û dikanada. Lê tu ditirsî mizgînê bela kî li wan ciya kîderê ku gelek meriv top dibin? Hergê erê, dua bike Xwedêra ku alî te bike. Bifikire li ser giliyên berpirsiyarê rêvî, birê Manêra: “Me her mêtodeke teze ya belakirina mizgînê hesab dikir dîsa cûrekî baş ku çawa Yahowara xizmet kin, ew cûrekî baş bû bona îzbat kin aminiya xwe wîra, dêmek ew cêribandina aminiya me bû, û me dikaribû nîşan kira ku em hazir in xizmet kin wîra çawa ku ew ji me dixwaze”. Çaxê em tirsa xwe ditemirînin û mêtodên teze didine xebatê bona belakirina mizgînê, em baweriya xwe hindava Yahowa qewî dikin û dibine mizgînvanên baş. (Bixûne 2 Korintî 12:9, 10.)

13. Çira wedê belakirina mizgînê xebitandina malpera me kêrhatî ye? Çi qewimandin hebûn çaxê we da xebatê malpera me di xizmetiyêda?

13 Me gelekara zef hewas e çaxê merivara gilî dikin derheqa malpera me jw.org, kîderê ku ewana dikarin bixûnin û bidine kişandinê edebyetên li ser hîmê Kitêba Pîroz ser 700 zimana zêdetir. Her roj 1,6 mîlyon zêdetir meriv dikevine malpera me. Berêda, bi saya radîoyê mizgîn digihîşte wan meriva yên ku ciyên usa dijîn, kîderê ku çetin e bigihîjinê. Lê îro malpera me ewê yekê dike.

HÎNBÛNA XIZMETKARÊN KU MIZGÎNÊ BELA DIKIN

14. Çi hînbûn lazim bû xizmetkarara, û kîjan mektebê alî wan kir ku bibine dersdarên hê baş?

14 Ew hacet û mêtodên ku me derheqa wan şêwir kir, gelek kar anîne. Lê mizgînvanara wan salada lazim bû bêne hînkirinê, ku çawa xizmet bikin. Mesele, cara xweyê malê qayîl nîbû vê yekêra çi ku ewî di fonografêda dibihîst. Lê hebûn yên usa jî, kîjana ku qebûl dikirin û dixwestin hê zêde pêbihesin. Lema mizgînvanara lazim bû ku bizanibin, ça bi taktîkî caba wan bidin yên ku neqayîl in, û çawa bibine dersdarên hê baş. Bêşik, ruhê Xwedêyî pîroz alî birê Nêytan Nor kir, ku bivîne wekî mizgînvanara lazim e hîn bin çawa xeberdin wedê xizmetiyê. Lema jî destpêka sala 1943, civata destpêkirin organîze kin Mekteba Dannasînkirinê. Ewê mektebê alî geleka kir ku bibine dersdarên hê baş.

15. a) Hineka ser xwe çi texmîn dikirin çaxê ser Mekteba Dannasînkirinê bi gotarê derdiketin? b) Çawa sozê Yahowa ku Zebûr 32:8-da nivîsar e, we ser xwe texmîn kiriye?

15 Gelek bira hînî wê yekê nebûn, ku ser sênê gotarê bixûnin. Birê Ramû tîne bîra xwe gotara xweye pêşiyê, sala 1944. Ew gotara derheqa merivekî bi navê Doeg bû, ku di Kitêba Pîrozda nivîsar e. Ramû gilî dike: “Çokê min hevdiketin, destê min dilerizîn, û diranê min dikirine çirke-çirk. Ew cara pêşin bû ku ez bi gotarê derketim ber kafêdirê”. Rast e ew nehêsa bû, lê hela hê zar jî bi gotarê derdiketin. Birê Manêra dike bîra xwe ku çi qewimî, çaxê gedekî cahil cara pêşin bi gotarê derket: “Ew haqas berxwediket, ku çaxê destpêkir gotara xwe bêje, ewî kire îske-îsk. Lê yeke ewî xwera safî kir ku nesekine, û usa temamiya gotara xwe bi îske-îskê got”. Dibeke hûn caba xwe nadin ser civata û li ser sênê dernakevin, çimkî şerm dikin, yan jî difikirin ku nikarin ewê yekê bikin. Hergê usa ne, ji Yahowa alîkariyê bixwazin, ku ew alî we bike ku tirsa xwe bitemirînin. Ew wê alî we jî bike, çawa ku alî wan kir, yên ku teze derketin ser Mekteba Dannasînkirinê ya ku teze saz bibû. (Bixûne Zebûr 32:8.)

Ji sala 1943, paşî mekteba Gîledê 8 500 mîsyonêra zêdetir şandine 170 welata

16. Çi bû nêta Mekteba Gîled a) wedê berê b) ji sala 2011?

16 Teşkîleta Yahowa bona hînbûna xizmetkara Mekteba Gîled organîze kir. Nêta wê mektebê ew bû, ku alî xûşk-bira bike ku xwestina xwe mezin kin belakirina mizgînêda. Mekteba Gîled destpêbû sala 1943, û ji wî wedeyî 8 500 şagirt hatine hînkirinê, û hatine şandinê li 170 welata. Ji sala 2011-da vê mektebêda têne teglîfkirinê usa jî pêşengên mexsûs, berpirsiyarên rêvî, û yên ku di Beytelada xizmet dikin, û usa jî mîsyonêrên ku Mektêba Gîled derbaz nebibûn.

17. Mekteba Gîled çi kar anî?

17 Gelo Mekteba Gîled kar anî? Erê. Were em pêbihesin ku çi qewimî Japonyayêda. Di meha Tebaxêda sala 1949, di wî welatîda deha kêmtir xizmetkar hebûn. Lê xilaziya vê salê, 13 mîsiyonêr tevî wan xizmetkara mizgîn bela dikirin. Îro, Japonyayêda îda weke 216 000 xizmetkar hene, û weke nîvî ji wan pêşeng in.

18. Kîjan mektebên meye din hene?

18 Dîsa gelek mektebên me hene, mesele, Mekteba Xizmetiyê, Mekteba seva Pêşenga, Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê, Mekteba seva Berpirsiyarên Mihalê û Jinên Wan, û Mekteba seva Endemên Komîtêya Fîlîala û Jinên Wan. Ewan mekteba gelek baş hîn kirin xûşk-birên me û baweriya wan qewî kirin. Rastî jî eyan e ku Îsa berdewam dike gelek meriva hîn ke.

19. Birê Rassêl çi got derheqa şixulê belakirina mizgînê, û ça giliyên wî hatine sêrî?

19 Padşatiya Xwedê 100 sala zêdetir e ku serwêrtiyê dike. Nava wan salada, Padşayê me Îsa Mesîh, rêberiya şixulê belakirina mizgînê dike. Sala 1916, Birê Rassêl bawer bû ku şixulê belakirina mizgînê wê bela be nava temamiya dinyayê. Ewî got: “Ew şixul zû pêşda diçe û wê hê zû pêşda here, çimkî ‘mizgîna derheqa Padşatiyê’ gerekê nav temamiya dinyayê bê belakirinê” (“Faith on the March” A. H. Makmîlan, rûpêla 69). Îro ew şixul nav temamiya dinyayê tê belakirinê! Û em çiqas ji Yahowa razî ne, ku ew hemû tiştî dide me, seva ku em qirara wî bînin sêrî!

a Diqewime ku heçî zef ji wan bûne Mesîhî. Lê çira em dikarin evê yekê bêjin, çimkî Pawlos wana nav dike “500 . . . birayî”. Hin jî ewî usa got: “Ji wan gelek heta niha sax in, lê hinek jî mirine”. Dêmek, tê kifşê ku Pawlos û Mesîhiyên din zanibûn derheqa wan geleka, yên ku bi guhê xwe bihîstibûn temiya Îsa derheqa belakirina mizgînê.