Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Zarên Xwe Hîn kin ku Yahowara Xizmet kin (Para 1)

Zarên Xwe Hîn kin ku Yahowara Xizmet kin (Para 1)

Bila zilamê Xwedê . . . were û ka emê bona lawikê ku bibe çi bikin, hînî me bike” (HAKIMTÎ 13:8).

KILAMÊN: 41, 6

1. Çaxê Manoah pêhesiya ku wê bibe bav, ewî çi kir?

 MANOAH û jina wî bawer bûn ku tu car wê wanra zar nebin. Lê carekê, milyaketê Yahowa, gote jina Manoah ku wê jêra kur bibe. Rastî jî mizgînîke çiqas baş bû! Çaxê Manoah ev elametî ji jina xwe pêhesiya, ew gelek şa bû. Lê Manoah usa jî kûr difikirî ku çaxê ew bibe bav, ew wê ber Xwedê cabdar be bona zarê. Gelo ewî û jina wî ça gerekê zara xwe hîn kirana, ku ewî Yahowa hiz bikira û jêra qulix kira? Çimkî wî çaxî Îsraêlêda gelek meriva tiştên xirab dikirin. Manoah ji Yahowa lava kir ku dîsa milyaketê xwe bişîne û got: “Ya Xudan, ez lava dikim, bila zilamê Xwedê, yê ku te şandibû dîsa were û ka emê bona lawikê ku bibe çi bikin, hînî me bike” (Hakimtî 13:1-8).

2. Çi wera lazim e seva ku zarên xwe hîn kin, û çawa hûn dikarin evê yekê bikin? (Usa jî binihêre çargoşe “ Şagirtên Weyî Lapî Ferz”.)

2 Hergê zarên we hene, dibeke hûn fem dikin ku Manoah çi difikirî. Çimkî cabdariya we jî ew e ku alî zarên xwe bikin, wekî ewana Yahowa nas kin û hiz kin.  a(Binihêre spartin.) (Metelok 1:8). Wedê qulixkirina tevî malbetê, hûn dikarin alî zarên xwe bikin ku derheqa Yahowa û Kitêba Pîroz hê zêde pêbihesin. Hilbet, xêncî ku her heftî qulixkirina tevî malbetê tevî wan derbaz kin, dîsa hê zêde tişt lazim e ku bikin. (Bixûne Qanûna Ducarî 6:6-9.) Lê çi dîsa dikare alî we bike, ku zarên xwe hîn kin, wekî ewana Yahowa hiz kin û jêra xizmet kin? Di vê têmayêda emê şêwir kin ku em ça dikarin çev bidin Îsa. Rast e ew bav nîbû, lê yeke hûn dikarin ji wî hîn bin, ku ewî çawa şagirtên xwe hîn dikir û şîret dikir. Îsa şagirtên xwe hiz dikir û ew milûk bû. Hin jî Îsa fem dikir ku ewana çi texmîn dikin û zanibû ku çawa alî wan bike. Were niha em pêbihesin ku çawa em dikarin çev bidine Îsa.

ZARÊN XWE HIZ BIKIN

3. Şagirtên Îsa çira bawer bûn ku ew wana hiz dike?

3 Îsa şagirtên xwera gelek car digot, ku ew wana hiz dike. (Bixûne Yûhenna 15:9.) Ewî usa jî gelek wede tevî wan derbaz dikir (Marqos 6:31, 32; Yûhenna 2:2; 21:12, 13). Îsa ne ku tenê dersdarê wan bû, lê ew usa jî hevalê wan bû. Û wana zanibûn ku ew wana hiz dike. Lê hûn çi dikarin ji Îsa hîn bin?

4. Hûn ça dikarin zarên xwera bidine kifşê ku hûn wana hiz dikin? (Binihêre şikilê ewlin.)

4 Timê zarên xwera bêjin ku hûn wana hiz dikin, û ku ewana çiqas wera qîmet in (Metelok 4:3; Tîto 2:4). Samûyêl ku li Avstralyayê dijî, gilî dike: “Çaxê ez biçûk bûm, Bavê min her êvar minra kitêba ‘Serhatiyên Kitêba Pîroz’ dixwend. Ewî caba pirsên min dida, ez hemêz dikirim û paç dikirim ku xweş razêm. Paşê çaxê ez pêhesiyam ku Bavê min malbeteke usada mezin bûye, kîderê ku hemêzkirin û paçkirin tebiyetî nîbûye, ez gelek ecêbmayî mam! Lê yeke, ewî timê dixwast hizkirina xwe minra bide kifşê. Axiriyê, heleqetiya min û wî gelek qayîm bû, û min xwe rihet texmîn dikir û min zanibû ku ez tême xweykirinê”. Dê Bavno, alî zarên xwe bikin, ku ewana jî xwe usa texmîn kin, û timê wanara bêjin ku hûn wana hiz dikin. Wana hemêz kin û paç kin. Wede tevî wana derbaz kin, tevî wan xeberdin, xwarinê bixwin, û bilîzin.

5, 6. a) Îsa ji bo hizkirinê ça bû hindava şagirtên xwe? b) Hûn çawa gerekê zarên xwe şîret kin?

5 Îsa got: “Ez kîjana hiz dikim li wan hiltêm û wan şîret dikim” b (Binihêre spartin.) (Eyantî 3:19). Şagirtên Îsa gelek car hevdura diketine dewê, ku ji wana kî ye yê herî mezin. Îsa ew problêm pişt guhê xweva neavît. Dewsê, ewî bi sebir ewana dîsa û dîsa şîret dikirin. Îsa hertim nerm bû, û seva ku wana şîret ke, cî û wedê rast dijbart (Marqos 9:33-37).

Wede û ciyê rast bijbêrin ku zarên xwe şîret kin, û vê yekê bi hizkirinê bikin

6 Hûn zarên xwe hiz dikin, lema jî hûn zanin ku gerekê wana şîret kin. Cara bes e ku zarara tenê şirovekin ku çira ev tişt rast e yan xirab e. Lê hergê ewana dîsa ya xwe dikin? (Metelok 22:15). Çev bidine Îsa. Bi sebir berdewam kin wana rast kin, şîret kin û hîn kin. Cî û wedê rast bijbêrin, seva ku wana şîret kin, û ewê yekê bi nermî bikin. Xûşkeke ji Afrîkaya Başûrê bi navê Êlên tîne bîra xwe, ku dê-bavê wê çawa ew şîret dikirin. Wana timê jêra şirovedikirin ku ji wê hîviya çi ne. Çaxê wana jêra digotin ku ew wê bê cezakirinê çimkî ewê gura wan nekir, ewana timê xweyê giliyê xwe diman. Êlên dibêje: “Lê wana tu car bi hêrsê ez ceza nedikirim, yan jî bê şirovekirin ku çira min ceza dikin”. Ji bo vê yekê Êlênê timê zanibû, ku dê-bavê wê wê hiz dikin.

MILÛK BIN

7, 8. a) Şagirtên Îsa ji duayên wî çi hîn bûn? b) Duayên we çawa dikarin alî zarên we bikin, ku ewana îtbariya xwe Yahowa bînin?

7 Çaxê Îsa gerekê bigirtana û bikuştana, ewî ji Bavê xwe lava kir: “Abba, Bavo! Her mecal ji destê te tê. Evê kasê ji min dûr xe. Lê bira xwestina min nîbe, lê ya te be” c (Binihêre spartin.) (Marqos 14:36). Hela bidine ber çevê xwe şagirtên Îsa çi texmîn dikirin, çaxê wana bihîstin, yan paşê pêhesiyan derheqa duayê wî. Wana fem kir ku rast e Îsa bêqisûr bû, lê yeke ewî alîkarî ji Bavê xwe xwest. Usa ewana hîn bûn ku mîna Îsa milûk bin û îtbariya xwe Yahowa bînin.

Çaxê zarên we dibihên ku ça hûn duada ji Yehowa alîkariyê dixwazin, ewana jî hîn dibin ku îtbariya xwe Wî bînin

8 Zarên we jî dikarin ji duayên we gelek tişt hîn bin. Hilbet hûn dua nakin tenê seva ku zarên xwe hîn kin. Di duayên xweda ji Yahowa hîvî kin, wekî ne ku tenê ew alî zarên we bike, lê usa jî alî we bike. Ana ku di Brazîlyayêda dijî dibêje: “Çaxê problêmên me hebûn, mesele çaxê kalikê min û pîrika min nexweş diketin, dê-bavê min ji Yahowa hîvî dikirin, ku qewatê û bîlaniyê bide wan, seva ku safîkirina rast bikin. Wana hela hê wedê gelek çetinda jî problêmên xwe didane destê Yahowa. Axiriyêda, ez hîn bûm ku îtbariya xwe Yahowa bînim”. Çaxê zarên we dibihên duayên we, mesele çaxê hûn dua dikin ku mêrxasiyê bistînin seva cînarê xwera şedetiyê bidin, yan jî mezinê xebatêra bêjin ku hûnê rojên civata mezin neçin ser xebatê, zarên we fem dikin ku hûn îtbariya xwe Yahowa tînin ku ew wê alî we bike, û ewana jî wê usa hîn bin.

9. a) Îsa ça şagirtên xwe hîn kir ku milûk bin û xwehiz nîbin? b) Hergê hûn milûk in û xwehiz nînin, zarên we wê çi hîn bin?

9 Îsa şagirtên xwera digot ku ewana milûk û xwehiz nîbin, û hin jî ew xwexa usa bû. (Bixûne Lûqa 22:27.) Şagirtên wî didîtin ku ew gelek tişt qurban dike bona Yahowara qulix ke û alî meriva bike. Şagirtên wî jî hîn bûn ku usa bikin. Hûn jî dikarin bi kirê xwe zarên xwe hîn kin. Dêbî ku du zarên wê hene dibêje: “Min tu car dexesî nedikir ku mêrê min bona yên din wede xerc dike, çimkî ew rûspî ye. Min zanibû ku malbeta mera hema ça alîkariya mêrê min lazim be, ew wê alî me bike” (1 Tîmotêyo 3:4, 5). Çawa Dêbî û mêrê wê Prana, bi kirê xwe ders seva zarên xwe hîştin? Prana dibêje ku zarên wî timê hazir bûn û dixwestin ku wedê civatên mezin alîkariyê bidin. Ewana bextewar bûn, hevalên baş xwera dijbartin û dixwastin ku timê tevî xûşk û bira bin. Niha malbeta wanda gişk ça qulixkarên hertim xizmet dikin. Dê-bavno, hergê hûn milûk in û xwehiz nînin, bi vê yekê hûn zarên xwe hîn dikin, ku timê hazir bin û bixwazin alî yên din bikin.

FEMKAR BIN

10. Îsa ça femkariya xwe da kifşê çaxê hine meriv hatine Celîlê ku wî bigerin?

10 Îsa bi temamî ji meriva fem dikir, çimkî ew bêqisûr bû. Ewî dîna xwe ne dida tenê ser vê yekê ku meriv çi dikin, lê usa jî ku çira ewana usa dikin. Ewî dikaribû têderxista ku dilê wanda çi ye. Mesele, carekê hine meriv di Celîlê hatin û wî digeriyan (Yûhenna 6:22-24). Îsa fem kir ku ewana hatine ne seva vê yekê, ku dixwazin bibihên hela ew wê wana çi hîn ke, lê seva xwarinê hatine (Yûhenna 2:25). Îsa zanibû ku bi rastiyê dilê wanda çi bû. Lema ewî ewana şîret kirin û wanra şirovekir, ku ewana nav xweda gerekê çi biguhêzin. (Bixûne Yûhenna 6:25-27.)

Alî zarên xwe bikin ku ji xizmetiyê şabûnê bistînin (Binihêre abzasa 11)

11. a) Hûn ça dikarin têderxin ku zara we ça dinihêre ser xizmetiyê? b) Hûn ça dikarin alî zarên xwe bikin, ku ewana ji xizmetiyê şabûnê bistînin?

11 Rast e hûn nikarin dila bixûnin, lê hûn jî dikarin femkar bin. Mesele, hûn dikarin zarên xwe fem kin, ku ewana ça dinihêrin ser belakirina mizgînê. Hûn dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo dibeke zarên min xizmetiyêda tenê hîviya wî wedeyî ne, çaxê em dikarin hêsa bin, tiştekî bixwin yan vexwin?” Hergê we fem kir ku zarên we ji xizmetiyê şabûnê navînin, usa bikin ku xizmetî wanra hewas be. Şixulên biçûk wanra bidin, seva ku ewana texmîn kin ku ewana dikarin karê bînin.

12. a) Îsa derheqa çi şagirtên xwe pêşda şîret kir? b) Çira şagirtên Îsara bi rastiyê ew şîret lazim bû?

12 Dîsa ça Îsa femkariya xwe daye xebatê? Îsa zanibû ku şaşîk dikare meriva bibe berbi şaşîke din, û hela hê berbi gunê mezin jî, û lema ewî derheqa vê yekê pêşda gote şagirtên xwe. Mesele, şagirta zanibûn ku bênamûsî xirab e. Lê Îsa pêşda wanra got ku çi dikare meriva berbi bênamûsiyê hêlan ke. Ewî got: “Kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir. Awa heger çevê teyî rastê te ji rê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje” (Metta 5:27-29). Şagirtên Îsa nava cimeta Romayîda dijîtin, yên ku hiz dikirin têatrêda temaşên usa binihêrin, kîjan ku bi sênên bênamûsiyê û giliyên xirab tije bûn. Lema jî Îsa bi hizkirinê şagirtên xwe şîret kir, ku ewana xwe ji tiştên usa dûr bigirin, seva ku nekevine telikê.

13, 14. Ça hûn dikarin alî zarên xwe bikin ku ewana xwe ji bênamûsiyê dûr bigirin?

13 Çawa dê-bav hûn dikarin bi femkariya xwe zarên xwe xwey kin, wekî ewana tiştên usa nekin ku dilê Yahowa bêşînin. Lê yazix, îro hela hê zarên biçûk jî dikarin bikevine telikeke usa, ku pornografîa yan tiştên mayîne bênamûsî binihêrin. Hilbet hûn gerekê zarên xwera bêjin, wekî xirab e ku tiştên bênamûsî binihêrin. Lê hûn dikarin hê zêde bikin, seva ku zarên xwe xwey kin. Pirsên usa bidine xwe: “Gelo zarên min zanin ku çira nihêrandina pornografîayê xof e? Çi dikare wana hêlan ke ku bixwazin tiştên usa binihêrin? Gelo zarên minra hêsa ye tevî min derheqa hemû tiştî xeberdin, çimkî usa ewana dikarin alîkariyê ji min bixwazin, hergê ketine vê telikê ku pornografîayê binihêrin?” Hela hê çaxê zar biçûk in, hûn wanra dikarin usa bêjin: “Hergê tu di întêrnêtêda tiştekî bênamûsî bivînî û bixwazî binihêrî, hîvî dikim were bal min û minra bêje. Tu car netirse û şerm neke ku alîkariyê ji min bixwazî. Çimkî ez dixwazim alî te bikim”.

14 Çaxê hûn dijbêrin ça hêsa bin yan jî wede derbaz kin, bizanibin ku zarên we vê yekêda çev didine we. Pranas derheqa kîjanî jorê hatibû gotinê, got: “Tu dikarî derheqa gelek tişta bêjî, lê zarên te dinihêrin ku tu çi dikî û çev didine te.” Hergê hûn bona wedederbazkirinê fesal dijbêrin mûzîkayê, kitêba, û fîlma, kîjan ku layîq in, bi vê yekê hûnê zarên xwe hîn kin ku ewana jî usa bikin (Romayî 2:21-24).

YAHOWA WÊ ALÎ WE BIKE

15, 16. a) Hûn çira bawer dikin ku Yahowa wê alî we bike wekî zarên xwe hîn kin? b) Emê çi şêwir kin têma dinda?

15 Çi qewimî çaxê Manoah ji Xwedê hîvî kir ku bibe bavekî baş? “Xwedê dengê Manoah bihîst” (Hakimtî 13:9). Dê-bavno, Yahowa wê duayên we jî bibihê. Ew wê alî we bike ku zarên xwe hîn kin. Usa jî ew wê alî we bike, ku hûn hizkirina xwe bidine kifşê, milûk bin, û femkar bin.

16 Yahowa wê alî we bike ku hûn zarên xwe hîn kin çaxê hela hê biçûk in, usa jî çaxê mezin dibin. Têma dinda emê şêwir kin ça hûn dikarin çev bidine Îsa hizkirinêda, milûktiyêda û femkariyêda, û ew yek ça wê alî we bike, ku zarên xweye cahil hîn kin, wekî ewana Yahowara qulix kin.

a Di vê têmayêda tê şêwirkirinê ku çawa dê-bav dikarin zarên xweye salên biçûktayê heta 12 salî hîn kin, ku Yahowara xizmet bikin.

b Kitêba Pîroz eyan dike ku şîretkirin ew tê hesabê rêberî, hînkirin, rastkirin, û cara hela hê cezakirin jî. Dê-bav gerekê zara nerm şîret kin, lê çaxê hêrs in gerekê tu car zara şîret nekin.

c Wedê Îsada zara bavra digotin “Abba”. Ev xeber hin bi hizkirinê bû, hin jî bi qedir (“The International Standard Bible Encyclopedia”).