Derbazî serecemê

KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE

“Qaçaxtî û Perehizî Gelek Êş û Kul-Derd Minra Anî”

“Qaçaxtî û Perehizî Gelek Êş û Kul-Derd Minra Anî”
  • Sala Bûyînê: 1974

  • Welat: Albanya

  • Berê: Diz, bazirganê narkotîkayê, girtiyê kelê

JÎYÎNA MINE BERÊ

 Ez malbeteke kesîbda dêbajarê Albanyayêda, dêmek Tîranêda hatime bûyînê. Bavê min merivekî helal bû û zef dixebitî, seva ku me xwey ke. Lê dîsa jî me ancax ebûra xwe dikir. Biçûktayêda ez gelek dilteng dibûm ji bo wê yekê ku em kesîb bûn. Ez pêxas digeriyam û me xwarin têr nedixwar.

 Zarotiya xweda min destpêkir diziyê bikim. Min tirê usa ez alî malbeta xwe dikim. Axiriyêda ez ketime destê polîsa. Sala 1988-da çaxê ez 14 salî bûm, ez şandime mekteba bona zarên xirab, seva ku xirabiyê biterikînim. Wêderê min du sala derbaz kir û hîn bûm ser hesina bixebitim. Çaxê ez îda ji vê mektebê derketim, min safî kir destpêkim bi jîyîneke rast bijîm. Lê wî çaxî Albanyayêda ji bo problêmên polîtîkî xebat dest nediket. Ez ji bo vê yekê gelek dilteng bûm, lema jî axiriyê ez dîsa tevî hevalên xweye berê bûme yek û min destpêkir diziyê bikim. Wede şûnda em hatine girtinê û ser sê sala ketine kelê.

 Çaxê ez ji kelê derketim, min dîsa “kariyêra” xweye qaçaxtiyê berdewam kir. Aboriya Albanyayê hilşiya bû û ji bo vê yekê halê welêt xirab bû. Wî çaxî min karibû bi saya şixulên neqanûnî gelek pere qazanç kim. Carekê me pê çeka dizî kir. Paşî wê yekê du hevalên min hatine girtinê, lê ez ji welêt revîm, seva dirêj kelêda rûnenêm. Hingê ez îda tevî Yûlîndayê zewicî bûm û kurê meyî virnî hebû.

 Axiriyêda em Înglîstanêda cîwar bûn. Min safî kir ku tevî jina xwe jîyîna teze destpêkim, lê dîsa minra çetin bû xeyset-hunurên xweye berê biterikînim. Zûtirekê ez dîsa ketime nava şixulê qaçaxtiyê, lê îjar min destpêkir narkotîkayê bifiroşim, û timê perê qalim dikete destê min.

 Lê Yûlîndayê ça ser şixulê min dinihêrî, bira ew xwexa bêje. Ew dibêje: “Ez Albanyayêda mezin bûme û lema jî merema min ew bû, ku ji kesîbiyê xilaz bim. Seva xatirê jîyîna baş, ez hazir bûm her tiştî bicêribînim. Ez difikirîm wekî pere wê jîyîna me diha bextewar ke, lema jî min timê piştgiriya Artan dikir. Xema min nîbû ku ewî derew dikir, dizî dikir yan narkotîka difirot, bona min tenê ferz bû ku perê me hebe”.

“Min timê piştgiriya Artan dikir. Xema min nîbû ku ewî derew dikir, dizî dikir yan narkotîka difrot”.—Yûlînda

 Sala 2002-da jîyîna me pêda hate guhastinê û nişkêva hemû nêtên me bona jîyîna axiriyê kuta bûn. Ez dîsa hatime girtinê û ketime kelê ji bo wê yekê, ku gelek narkotîk cem min dîtin.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST

 Min xwexa jî fem nekir, ku çawa Kitêba Pîroz destpêkir emirê min biguhêze. Sala 2 000-da Yûlînda rastî Şedên Yehowa hatibû û qayîl bibû tevî wan Kitêba Pîroz hîn be. Xeberdana derheqa Kitêba Pîroz minra hewas nîbû. Lê Yûlîndayê xweş dihat Kitêba Pîroz hîn be. Ew dibêje: “Ez malbeta rêlîgîda mezin bûme û min Kitêba Pîroz qîmet dikir. Min timê dixwest bizanibim, ev kitêb çi hîn dike. Hînbûna tevî Şedên Yehowa gelek dilê min digirt. Gelek hînkirinên Kitêba Pîroz minra logîkî dihatine kifşê. Çi ku ez pêdihesiyam ez hêlan dikirim, ku hine tişt jîyîna xweda biguhêzim. Lê nihêrandina min hindava pera nedihate guhastinê, heta ku mêrê min Artan hate girtinê. Evê derecê pêda nihêrandina min guhast. Û hingê min fem kir, ku gerekê guh bidime wê yekê, çi ku Kitêba Pîroz derheqa pera dibêje. Me seva xatirê pera her tişt dikir, lê ji bo vê yekê em bêbext bûn. Min fem kir, wekî gerekê bi temamî û her tiştîda gura Xwedê bikim”.

 Sala 2 004-da ez ji kelê aza bûm û zûtirekê min dîsa destpêkir narkotîkayê bifiroşim. Lê nihêrandina Yûlîndayê hindava vê yekê îda hatibû guhastinê. Ewê minra tiştekî usa got, ku hişê min hate serê min. Ewê got: “Artan, perê te îda minra ne lazim e. Malxê min minra lazim e û ez dixwazim bavê zarên min kêleka wan be”. Ewan giliya ez hejandim, lê ew rast bû. Ez bi sala, dûrî malbeta xwe bûm û hate bîra min ev hemû çetinayên ku hatine serê min ji bo wê yekê bûn, ku min ne bi helalî pere qazanç dikir. Min fem kir gerekê bême guhastinê, û min terka hevalên xweyî berê da.

 Çaxê ez tevî jina xwe û herdu kurên xwe çûme civata Şedên Yehowa, ev yek gelek ser min hukum bû. Helalî û hevalhiziya wan zef min xweş hat. Axiriyêda min destpêkir Kitêba Pîroz hîn bim.

Berê ez difikirîm ku hergê perê me zef be, emê bextewar bin.

 Ez pêhesiyam wekî “perehizî kanîke her cûre xirabiyê ye”, û ji bo vê yekê “hineka . . . xwe kirine xweyê kul û derda” (1 Tîmotêyo 6:9, 10). Vê yekêda ez pê jîyîna xwe îzbat bûm! Ez gelek poşman dibûm seva şaşiyên xweye berê, çimkî min zef çetinayî him xwera him jî malbeta xwera anî (Galatî 6:7). Gava ez pêhesiyam, ku Yehowa û kurê wî Îsa Mesîh çiqas me hiz dikin, min destpêkir xwe biguhêzim û hê zêde bona meriva bifikirim, ne ku bona xwe. Xêncî wê yekê min gelek wede îda tevî jin û zarên xwe derbaz dikir.

ÇI KAR MIN STAND

 Şîreteke Kitêba Pîroz gelek alî min kir: “Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire û destên weda çiqas heye, razî bin” (Îbranî 13:5). Niha îsafa min temiz e û dilê min rihet e. Ez berê tu car haqas şa nîbûme, çiqas niha. Heleqetiya min tevî jina min diha qewî bûye û ez tevî malbeta xwe diha nêzîk bûme.

 Berê ez difikirîm ku hergê perê me zef be, emê bextewar bin. Niha ez fem dikim, wekî qaçaxtî û perehizî tenê gelek êş û kul-derda tîne. Rast e em niha dewletî nînin, lê tiştekî meyî diha qîmet heye, dêmek dostiya me tevî Yehowa Xwedê. Ez gelek bextewar im, wekî tevî malbeta xwe Yehowa dihebînim.

Tevî malbeta xwe ser civata mezine Şedên Yehowa