Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIMÎNIN!

Çetinayên Reviya; Bi Mîlyona Meriv ji Ûkraînê Direvin

Çetinayên Reviya; Bi Mîlyona Meriv ji Ûkraînê Direvin

 Ordiya Rûsyayê 24 Sibatê, sala 2022 destpêkir Ûkraînê zeft ke. Ew bû menî ku krîzîsa hûmanîtarî pêşda hat, lema jî bineliyên vî ciyî mecbûr bûn ji malên xwe birevin. a

 “Her dera bomba diteqandin. Ez nikarim pê xebera jî şirovekim, ku em ça ziravqetandî bibûn. Çaxê em pêhesiyan ku trên seva alîkariya meriva hazir kirine, me derbêra safî kir ji şeher derên. Me dikaribû tenê çentekî biçûk tevî xwe hilda û tiştên lazim bikira vê çentê, mesele dokûmênt, derman, av û hine xwarin. Me her tişt hîşt û gava em diçûne berbi trênê, dor-berî me bomba davîtin” (Natalîa ji Xarkivê, Ûkraîna).

 “Em heta xilaziyê bawer bûn, ku şer wê destpênebe. Lê çaxê min dengê teqandinê ji hine ciya dibihîst, pencerên me pêda dihejiyan. Min safî kir birevim û tevî xwe tenê wan tişta hildim çi ku bi rastî minra lazim bûn. Şebeqê siheta 8:00 ez ji mal derketim, bi saya trênê ez gihîştime Livovê, lê paşê bi saya otobûsê çûme Polonîstanê” (Nadîa ji Xarkivê, Ûkraîna).

Vê gotarêda

 Çi bû meniya vê yekê, ku haqas meriv mecbûr bûn birevin?

 Paşî vê yekê ça Rûsya hate şer ser Ûkraînayê, gelek meriv mecbûr bûn malên xwe bihêlin. Lê dîsa jî, Kitêba Pîroz meniyên diha kûr eşkere dike, ku çira haqas revî hene:

  •   Serwêrên dinyayê nikarin bona hewcên meriva xem bikin. Gelek car merivên xweyîhukum qewata xwe usa didine xebatê, seva ku ziyanê bidine meriva (Waîz 4:1; 8:9).

  •   Mîrê-cina, dêmek “serwêrê vê dinyayê”, meriva usa kiriye bin hukumê xwe, ku Kitêba Pîrozda ser wî tê gotinê: “Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (Yûhenna 14:30; 1 Yûhenna 5:19).

  •   Bi qirna meriv rastî cûre-cûrê çetinaya tên. Xêncî vê yekê em wedekî usada dijîn, derheqa kîjanî Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê: “Rojên axiriyêda zemanên xirab wê bên” (2 Tîmotêyo 3:1). Usa jî hatibû pêxembertîkirinê, wekî rojên axiriyêda wê şer, teşqelên tebiyetê, birçîbûn û nexweşiyên hal hebin, ji bo çi jî meriv wê mecbûr bin malên xwe bihêlin û herin (Lûqa 21:10, 11).

 Gelo merivên revî hêviyê ji ku dikarin bistînin?

 Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Efirandarê me Yehowa, b hizkirin û dilşewatiyê dide kifşê hindava wan meriva, yên ku mecbûr bûn malên xwe bihêlin (Qanûna Ducarî 10:18). Xwedê soz dide, ku ewê bi saya serwêrtiya xweye ezmanî, dêmek Padşatiya xwe, hemû çetinayên reviya safî ke û wê dewsa hemû serwêrtiyên meriva bigire (Daniyêl 2:44; Metta 6:10). Yehowa wê usa jî bi saya Padşatiya xwe Mîrê-cina kuta ke (Romayî 16:20). Ew Padşatî wê li ser temamiya dinyayê serwêrtiyê bike û wê hemû çetinaya bide hildanê, yên ku ji bo firqiya orta mileta pêşda tên. Hemû meriv wê çawa malbeteke mezin tevayî bijîn. Tu kes wê îda mecbûr nîbe malên xwe bihêle, çimkî Kitêba Pîroz soz dide: “Wê her kes di bin mêwa xweda û di bin darê xweyî hêjîrêda rûnên û yê ku wan bitirsîne tune be. Ji ber ku devê Xudanê artêşan [ordiya] vêya got” (Mîxa 4:4).

 Tenê Padşatiya Xwedê dikare ser heta-hetayê çetinayên reviya kuta ke. Yehowa wê bi saya Padşatiya xwe wan problêma jî bide hildanê, ji bo kîjana meriv mecbûr dibin malên xwe bihêlin. Werên em şêwir kin hine mesela:

  •   Şer. “[Yehowa] şera dide sekinandinê” (Zebûr 46:9). Seva ku pêbihesin Yehowa wê çawa şera bide hildanê, bixûnin gotara bi navê “Gelo wê Çawa ser Erdê Edilayî Hebe?

  •   Zordarî û zulmî. “[Yehowa] ji zêrandinê û zordarîyê wan xilaz dike” (Zebûr 72:14). Seva ku pêbihesin, wekî meriv ça dikarin xeyset-hunurên xirab ji xwe dûr xin, bixûnin gotara bi navê “Çawa Nefretiyê ji Dilê Xwe Derxin?

  •   Kesîbbûn. “[Yehowa] yê kesîb xilaz dike, ku gazî dikê” (Zebûr 72:12). Seva ku pêbihesin, wekî Yehowa çawa wê kesîbiyê bide hildanê, bixûnin gotara bi navê “Gelo Çetinayên Aliyê Pera wê Kengê Kuta bin?

  •   Birçîbûn. “Bira genimê welêt bibe bir-ber” (Zebûr 72:16). Seva ku pêbihesin, wekî Yehowa wê ça birçîbûnê bide hildanê, bixûnin gotara bi navê “Dinya bê Xelayî-Celayî?

 Gelo roja îroyîn Kitêba Pîroz dikare alî reviya bike?

 Erê. Xêncî wê yekê, ku Kitêba Pîroz hêviya baş dide bona reviya, ew usa jî dikare alî me bike wedê çetinayên ku îro cem me hene.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavên xwe” (Metelok 14:15).

 Ev çi tê hesabê: Pêşda bifikire ku çawa nekevî xofiyê û çawa xwe biparêzî. Xwe ji merivên usa dûr bigire, yên ku dikarin serê te bixapînin, ji bo vê yekê ku tu bê cî-sitar î û bêxofiyêda nînî.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Lê kinc û xurekê me hebin, bi wan em razî bin” (1 Tîmotêyo 6:8).

 Ev çi tê hesabê: Bi temamî dîna xwe nede ser tiştên matêriyalî. Hergê tu bi tiştên ku cem te hene razî bî, tê wî çaxî diha bextewar bî.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin. Ev e mena hînkirina Qanûnê û pêxembera” (Metta 7:12).

 Ev çi tê hesabê: Qenciyê û sebirê bide kifşê. Ew hunur wê alî te bikin, ku meriv hindava te bi qedir bin.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî nekin” (Romayî 12:17).

 Ev çi tê hesabê: Hergê hindava teda neheqî dikin, kînê dilê xweda nejo, çimkî ew yek dikare derecê diha xirab ke.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:13).

 Ev çi tê hesabê: Bira Xwedê emirê teda ciyê pêşin bigire. Wîra dua bike, seva ku ew qewatê bide te, wekî tu teyax kî.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirên we … xwey ke” (Fîlîpî 4:6, 7).

 Ev çi tê hesabê: Tu çi derecada jî nîbî, ji Xwedê edilaya dil bixwaze. Dîna xwe bide vê gotarê “Fîlîpî 4:6, 7; ‘Bona Tu Tiştî Xem Nekin’”.

a Roja duda paşî destpêbûna şer, Komîseriya Bilind ya Dewletên Yekbûyî bona Alîkariya Reviya (UNHCR), got ku ew derece bû yek ji çetinayên lapî giran bona reviya. Nava 12 rojada, zêdetirî du mîlyona meriv ji Ûkraînê reviyan welatên nêzîkî wan, lê weke mîlyonek meriv jî derbazî ciyên bêxof bûn.

b Yehowa ev navê Xwedê ye (Zebûr 83:18). Binihêrin gotara bi navê “Yehowa Kî ye?