Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Comstock Images/Stockbyte via Getty Images

HIŞYAR BIMÎNIN!

Tuyê Kîjan Serwêrî Bijbêrî?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Tuyê Kîjan Serwêrî Bijbêrî?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Çend heftî şûnda, nav temamiya dinyayêda cûre-cûre welatada wê hilbijartina serwêra destpêbe. Meriv gerekê safîkirinên ferz bikin, hela ewana kîjan serwêra bijbêrin.

 Lê Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi dibêje?

Sînorên serwêrên meriva hene

 Kitêba Pîroz dibêje wekî sînorên hemû serwêrên meriva hene.

  •   “Gumana xwe nedine li ser mîra, li ser bendê ku nikare xilaz ke. Ruhê wî gava ji wî dertê, diçe dibe dîsa xwelî, ewê rojê şêwirên wî diteribin” (Zebûr 146:3, 4).

 Hela hê serwêrên herî aqil û baş jî axiriyêda dimirin. Xêncî vê yekê, serwêr nikarin sed selefî bawer bin, wekî kirên wanî baş, kîjan wana bona cimetê dikir, wê serwêrên paşî van jî berdewam kin van tişta bikin (Waîz 2:18, 19).

 Bi rastî Kitêba Pîroz eyan dike, wekî meriva gerekê tʹu car ser hevdu serwêrtî nekirana.

  •   “Riya meriv ne destê wîda ye; gavên xwe rastkirin, ne destê merivê ku dimeşeda ye” (Yêremya 10:23).

 Hergê usa ne, gelo kê îro dikare bibe serwêrê herî baş?

Serwêrê ku aliyê Xwedêda qebûlkirî ye

 Kitêba Pîroz şirovedike, wekî Xwedê serwêrê herî bîlan û bi îtbar kifş kiriye; ew heye Îsa Mesîh (Zebûr 2:6). Îsa ye Padşê Padşatiya Xwedê, dêmek serwêrtiya ku ji ezmana padşatiyê dike (Metta 6:10).

 Gelo tuyê Îsa hilbijêrî ça serwêrê xwe? Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî eva hilbijartineke gelek ferz e:

  •   “Kur ramûsin ku hêrs nekeve, ku rêda ji we kes unda nebe, gava hêrsa Wî nişkêva rabe. Xwezî li hemûyên xwe dispêrine Wî” (Zebûr 2:12).

 Niha ye wede wekî evê safîkirinê bikin. Pêxembertiya Kitêba Pîroz eşkere dike, wekî Îsa sala 1914-da destpêkir serwêrtiyê bike, û wê zûtirekê Padşatiya Xwedê dewsa hemû serwêrtiyên meriva bigire (Daniyêl 2:44).

 Seva hê zêde elametî ku çawa hûn dikarin piştgiriya serwêrtiya Îsa bikin, bixûnin gotar bi navê “Nihada Piştgiriya Padşatiya Xwedê Bike!