Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Çi Bikim Hergê Ez ji Mektebê Westiyame?

Çi Bikim Hergê Ez ji Mektebê Westiyame?

 Hergê tu difikirî wekî tu ji mektebê westiyayî, ew yek femdarî ye, çimkî mektebêda dersdarên te diqewime sert in, hevaldersxanên tê ser te hukum dikin, usa jî êkzamên ku berxweketina te zêde dikin û bêhesab ders. a Keçikek bi navê Rêyçêl b usa dibêje:

 “Ez hazir im herim hemû ciya, xêncî mektebê. Minra diha baş e ber devê berê bim, tevî hevalên xwe bim û hela hê alî de-bavê xwe bikim malê temiz kim û xwarinê çêkim, ne ku herim mektebê!”

 Mîna Rêyçêl diqewime tu jî difikirî, wekî mekteb bona tê bûye ça kela kîderê tu mecbûr î teyax kî, heta ku mekteb xilaz be û tu aza bî. Lê gelo çi dikare alî te bike, wekî hindava mektebê nihêrandina rast xwey kî?

 We zanibû? Çaxê tu nihêrandina rast hindava mektebêda pêşda tînî, hingê tu dikarî dereca xwe kontrol kî û mektebê îda hesab nekî ça cêribandina xwe. Bi rastî mekteb ça hacet e, kîjan tu didî xebatê seva ku feresetên xwe diha baş kî, yên ku axiriyê wê kêrî te bên.

 Seva ku tu nihêrandina rast hindava mektebêda pêşda bînî, derheqa wan tişta bifikire:

 Hînbûna teye mektebêda. Hergê tu mektebêda rind hîn bî, axiriyêda tuyê bikaribî cûre-cûre derecên emirê xweda xwexa problêmên xwe safî kî, ne ku timê alîkariyê ji yên din bixwazî. Ji xwe bipirse: “Hergê jî hine tişt mektebêda min xweş nayên, dîsa jî ew hînbûn çida kêrhatî ye?”

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bîlaniyê û femkariyê xwey ke” (Metelok 3:21).

 Seva ku hê zêde înformasiya pêbihesin binihêrin gotara “Çi Bikim wekî Mektebêda Rind Hîn bim?

 Xeysetên te. Mekteb dikare alî te bike wekî tu bikaribî rast wedê xwe xerc kî, hîn bî wededa tişta bikî û xebathez bî, dêmek xeyset-hunurên usa nav xweda pêşda bînî, yên ku wê kêrî te bên gava tu mezin bî. Pirsên usa bide xwe: “Çawa hînbûna mektebêda dikare alî min bike, wekî ez bikaribim wededa tişta bikim û bibime xebatkarekî baş? Çi ez dikarim bikim, wekî wan derecada hê baş bim?”

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Her şixulîda kar heye” (Metelok 14:23).

 Seva ku hê zêde înformasiya pêbihesin binihêrin gotara “Ça Hîn bim ku Wedê Xwe Rast Xerc kim?

 Heleqetiya te tevî meriva. Xeberdana te tevî hevaldersxanên te dikare alî tê bike, ku tu bikaribî qedirê meriva bigirî û dilşewat bî. Xortek cahil bi navê Coşûa dibêje:“Hîn bî ça tevî meriva xeber dî, usa ferz e ça terîxiyê û zandariyê bizanibî. Ev yek wê temamiya emirê te kêrî te bê”. Ji xwe bipirse: “Ça mekteb alî min kir, ku çawa tevî meriva ziman bivînim, îlahî tevî wan meriva, yên ku ji miletên din in û nihêrandina kîjana ji ya min cude dibe?”

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Tevî hemûya edil bin” (Îbranî 12:14).

 Seva ku hê zêde înformasiya pêbihesin binihêrin gotara “Ça Ez Dikarim Xeberdana Xwe hê Baş kim?

 Axiriya te. Mekteb dikare alî te bike wekî bizanibî çi cem te rind tê standinê û xwera nêta daynî. Keçikek cahil bi navê Brûk usa dibêje: “Tu dikarî tenê tiştekî usa hîn bî, kîjan ku wê paşê xebatêda kêrî te bê. Min hema usa kir.” Ji xwe bipirse: “Gelo paşê mektebê ezê ça ebûra xwe bikim? Çawa ezê bikaribim çi ku ez hîn bûme xebatêda bidime xebatê?”

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Şiverîya gavên xwe enene ke” (Metelok 4:26).

a Gelek prînsîpên ku vê gotarêda hatine şêwirkirinê, dikarin alî wan zara jî bikin yên ku malda hîn dibin.

b Hine nav hatine guhastinê.