Derbazî serecemê

Çi ye Ruhê Pîroz?

Çi ye Ruhê Pîroz?

Caba Kitêba Pîroz

 Ruhê pîroz ev heye qewata Xwedê (Mîxa 3:8; Lûqa 1:35). Xwedê dikare ruhê pîroz, dêmek ênêrjiya xwe bişîne li her ciya, ku xwestina xwe bîne sêrî (Zebûr 104:30; 139:7).

 Kitêba Pîrozda xebera “ruh” ji zimanê Îbranî tê welgerandinê ça rûah, lê ji Yûnanî pnêûma. Gelek car ev xeber dîna me didin ser qewata Xwedê yan jî ser ruhê pîroz (Destpêbûn 1:2). Lê usa jî Kitêba Pîroz ev xeber hindava tiştên din jî dide xebatê. Mesele hindava:

  •   Hulma jîyînê (Hebaqûq 2:19; Eyantî 13:15).

  •   Ba (Destpêbûn 8:1; Yûhenna 3:8).

  •   Qewata jîyînê ya ku cem hemû zêndiya heye (Îbo 34:14, 15).

  •   Beşer yan jî nêt-meremê meriva (Jimar 14:24).

  •   Kesên ruhanî, dêmek Xwedê yan melek (1 Padşatî 22:21; Yûhenna 4:24).

 Ev hemû merivara nayên kifşê, lê bi kirên xwe îzbat dikin ku bi rastî hene. Çawa ku ferhengêda tê şirovekirinê “Bi vî cûreyî jî ruhê Xwedê mîna ba ye, ev nayê kifşê, bedena vî tune, lê qewat e” (An Expository Dictionary of New Testament Words, by W.  E. Vine).

 Xêncî vê yekê Kitêba Pîrozda derheqa ruhê pîroz tê gotinê ça derheqa “destê” Xwedê yan jî “tiliyên” wî (Zebûr 8:3; 19:1; Lûqa 11:20; Metta 12:28). Çawa ku necar dest û tiliyên xwe dide xebatê seva ku tiştekî çêke, bi vî cûreyî jî Xwedê qewata ruhê pîroz dida xebatê bi saya kîjanî:

  •   Gerdûn pêşda hat (Zebûr 33:6; Îşaya 66:1, 2).

  •   Kitêba Pîroz hate nivîsarê (2 Petrûs 1:20, 21).

  •   Xizmetkarê Xwedê yên berê dikaribûn keremeta bikirana û bi xîret xizmet kirana (Lûqa 4:18; Karên Şandiya 1:8; 1 Korintî 12:4-11).

  •   Merivên xwedêxof dikaribûn hunurên baş nav xweda pêşda baniyana (Galatî 5:22, 23).

Ruhê pîroz ne kes e

 Ev yek ku Kitêba Pîrozda derheqa ruhê Xwedê tê gotinê ça derheqa “destê” wî yan jî “tiliyên” wî, dide kifşê ku ruhê pîroz ne kes e (Derketin 15:8, 10). Destên necar nikarin bê beden û mejûyê wî bixebitin, bi vî cûreyî jî, ruhê pîroz usa tê xebitandinê çawa ku Xwedê dixwaze (Lûqa 11:13). Xêncî vê yekê Xebera Xwedê ruhê pîroz beramberî avê, zanebûnê û baweriyê dike. Ev her tişt îzbat dikin wekî ruhê pîroz bi rastî ne kes e (Îşaya 44:3; Karên Şandiya 6:5; 2 Korintî 6:6).

 Kitêba Pîrozda derheqa navê Xwedê Yehowa û kurê wî Îsa Mesîh tê gotinê, lê tu ciya nayê gotinê derheqa navê ruhê pîroz (Îşaya 42:8; Lûqa 1:31). Çaxê Steyfan Mesîhiyê zêrandî bi keremetî xeyal dît, ewî li ezmana du kes dîtin, ne ku sisê. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Lê Steyfan bi Ruhê Pîroz tijî berê xwe ezmênda kir, rûmeta Xwedê û Îsa li milê Xwedêyî rastê sekinî dît” (Karên Şandiya 7:55). Lê ruhê pîroz dêmek qewata Xwedê alî Steyfan kir ku vê xeyalê bivîne.

Nihêrandina nerast derheqa ruhê pîroz

 Nihêrandina nerast: Ruhê pîroz kes e û para Sêyekanê ye, ev yek Kitêba Pîrozda 1 Yûhenna 5:7, 8 rind eyan e (The King James Version).

 Îzbatî: Vê welgerandinêda “The King James Version” usa nivîsiye: “Ser ezmana: Bav, Xeber û Ruhê Pîroz: û Ew hersêk yek in. Û hersêk ser erdê şedetiyê didin”. Lê lêkolînkara dîna xwe danê ku Yûhennayê Şandî giliyên usa nenivîsîbû û lema jî nelazim e van xebera ça para nivîsarên pîroz hesab bikin. Profêsor Biryûs Mêsger usa nivîsî: “Ev rêz qelp e û lema jî ev gerekê di Peymana Nûda tune be” (A Textual Commentary on the Greek New Testament).

 Nihêrandina nerast: Kitêba Pîrozda derheqa ruhê pîroz tê gotinê ça derheqa tiştekî zêndî û lema jî ev yek îzbat dike wekî ruhê pîroz kes e.

 Îzbatî: Carna Kitêba Pîrozda derheqa ruhê pîroz tê gotinê ça bêjî derheqa tiştekî zêndî, lê ev yek nayê hesabê wekî ev kes e, çimkî derheqa bîlaniyê, mirinê û gune jî tê gotinê ça derheqa tiştekî zêndî (Met’elok 1:20; Romayî 5:17, 21). Mesele Kitêba Pîrozda lêkiriye, wekî “emel” û “zarokên” serwaxtiyê hene, lê gune meriv berbi xwe dikişîne temên xirab pêşda tîne û berbi mirinê dibe (Metta 11:19; Lûqa 7:35; Romayî 7:8, 11).

 Bi vî cûreyî jî gava Yûhennayê şandî xeberên Îsa wekilandin, ewî derheqa ruhê pîroz got “alîkarçî” (paraklêtos) ça bêjî derheqa kesekî got, yê ku wê şedetiyê bide, rêberiyê bike, xeber de, guh bide, elam ke, pesina bide û safîkirina bike. Çaxê Yûhenna derheqa vî “alîkarçî” digot, ewî xebera mêranî dida xebatê ça “wî” û “ewî” (Yûhenna 16:7-15). Gelo çira? Çimkî xebera Yûnanî “paraklêtos” dêmek “alîkarçî” mêranî ye û li ser hîmê gramara Yûnanî gerekê bi mêranî bê bang kirin. Lê çaxê Yûhenna derheqa ruhê pîroz digot û xebera zayendî ya nêtar “pnêûma” dida xebatê ewî cînavekî usa dida xebatê ya ku bi gramarê zayenda vê tune (Yûhenna 14:16, 17).

 Nihêrandina nerast: Nixumandina bi navê ruhê pîroz îzbat dike, wekî ev kes e.

 Îzbatî: Carna çaxê Kitêba Pîrozda tê gotinê “bi navê” ev dixwaze bide kifşê hukum yan dereca kesekî (Qanûna Ducarî 18:5, 19-22; Ester 8:10). Bi vî cûreyî jî gava em didine xebatê gilî-gotina “bi navê qanûnê” ev nayê hesabê wekî qanûn kes e. Ev merivê ku bi navê ruhê pîroz tê nixumandinê, qewata ruhê pîroz û rola vî di qedandina qirara Xwedêda qebûl dike (Metta 28:19).

 Nihêrandina nerast: Şandiyên Îsa û şagirtên din yên qirna yekê, bawer dikirin wekî ruhê pîroz kes e.

 Îzbatî: Ne Kitêba Pîroz ne jî terîxî tevî vê nihêrandinê qayîl nînin. Di “Encyclopædia Britannica usa tê gotinê: “Ev nihêrandin, wekî Ruhê Pîroz xwedêkî başqe ye, sala 381 D.M.-da dêra Konstantînopolêda pêşda hat”. Ev yek qewimî 250 sal şûnda paşî mirina şandiyê paşin.