Derbazî serecemê

Gelo li gora Zandariyê, Kitêba Pîroz Rast e?

Gelo li gora Zandariyê, Kitêba Pîroz Rast e?

Caba Kitêba Pîroz

 Belê. Rast e Kitêba Pîroz kitêba zandariyê nîne, lê çaxê ew derheqa tiştên zandariyê dibêje, ew bi temamî rast e. Werên em çend mesela şêwir kin, yên ku îzbat dikin, wekî Kitêba Pîroz aliyê zandariyêda rast e û wekî têda îzbatiyên zandariyêye usa hene, kîjan ku gelek cude dibin ji baweriya merivên berê.

  •   Destpêka gerdûnê hebû (Destpêbûn 1:1). Lê gelek çîrokên berêda tê gotinê, wekî bi rastî destpêka gerdûnê tune û ew ji tiştekî usa pêşda hat, çi ku îda hebû. Babîloniya bawer dikirin, wekî xudanên ku destpêk dane gerdûnê, ji du okyanûsa derketin. Çîrokên din jî dibêjin, wekî Gerdûn, ji hêka terikî pêşda hat.

  •   Gerdûn bi qanûnên tebiyetê rêberî dibe, ne ku bi xudanên ji wan çîroka (Îbo 38:33; Yêremya 33:25). Çîrokên her miletekî hîn dikin, wekî himberî wan xudana, kîjan ku kirên bêxodêtî û ecêb dikin, ji qewata meriya der e tiştekî bikin.

  •   Erd tiştekîva dardakirî nîne (Îbo 26:7). Gelek miletên berê bawer dikirin, wekî erd pen e û ser dêwekî ye, yanê terewilekî ça gamêş û kûsî.

  •   Gol û çem bi wê avê tije dibin, ya ku ser rûyê okyanûsê û kaniyên din, dibe hilm û dikeve hewayê. Paşê ew bi cûrê baran, berf û teyrokê paşda dikeve ser rûyê erdê (Îbo 36:27, 28; Waîz 1:7; Îşaya 55:10; Amos 9:6). Yûnaniyên berê difikirîn, wekî gol û çem bi saya avên okêyanûsê tije dibin, kîjan ku binê erdêda nin. Ev nihêrandin heta qirna 18 bela bibû.

  •   Çiyayên îroyîn wextekî bin okêyanûsêda bûn (Zebûr 104:6, 8). Lê li gora hine çîroka, çiya nehatine guhastinê, çimkî ça sêrîda xudan wana efirandin, ew usa jî mane.

  •   Xweykirina temzayê, sihet-qewatê xwey dike. Li gora qanûna berê ku Xwedê dabû cimeta Îsraêlê, bende gerekê xwe bişûşta paşî wê yekê, ça destê xwe bida cinyaz. Xêncî wê yekê ev qanûn digot, wekî meriv gerekê edeba xwe çel kirina û merivên ku giran nexweş diketin gerekê cude kirana, wekî yên din nexweş neketana (Qanûna Kahîntiyê 11:28; 13:1-5; Qanûna Ducarî 23:13). Lê wî çaxî Misirêda mêtodeke qenckirinêye din didane xebatê. Mesele, birînên vekirî ewana bi melhemeke usa qenc dikirin, nava kîjanada edebên meriva diketin.

Gelo Aliyê Zandariyêda Kitêba Pîrozda Şaşî Hene?

 Li gora lêkolîneke kûr hate kifşê, wekî Kitêba Pîrozda şaşî tune. Jêrê tê gotinê derheqa nihêrandina nerast, ku rastiya Kitêba Pîrozva girêdayî ne:

 Çîrok: Kitêba Pîroz dibêje, wekî gerdûn nava 6 rojada hatibû efirandinê.

 Rastî: Kitêba Pîrozda nayê gotinê, ku gerdûn çi çax hate efirandinê (Destpêbûn 1:1). Rojên efirandinê, derheqa kîjana Destpêbûn serê 1-da tê gotinê, dirêj dikişandin û konkrêt nayê gotinê ku ew wede çiqas bû. Xêncî wê yekê, ew wede çaxê erd û ezman hatibûn efirandinê, tê navkirinê “roj” (Destpêbûn 2:4).

 Çîrok: Kitêba Pîroz dibêje, wekî pêşiyê Xwedê şînkayî çêkirin û paşê îda tev, bêy kîjanî ku fotosîntêz nabe (Destpêbûn 1:11, 16).

 Rastî: Li gora Kitêba Pîroz, tev yek ji gelek steyrka ne, kîjan ku para ezmana ne û pêşiya her şînkaya hatibû efirandinê (Destpêbûn 1:1). Wedê “roja” pêşin, yanê wextê efirandinê, şewq nezelal dikete ser rûyê erdê. Lê nêzîkî roja sisiyaye efirandinê, atmosfêra zelal bû û êpêce şewq kete ser erdê. Hingê protsêsa fotosîntêzê destpêbû (Destpêbûn 1:3-5, 12, 13). Hine wext şûnda, ji rûyê erdê tev îda rind dihate kifşê (Destpêbûn 1:16).

 Çîrok: Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî tev dora erdê dizivire.

 Rastî: Waîz 1:5-da tê gotinê: “Roj dihilê û diçe ava diçe û baz dide cîhê xwe, cîhê ku lê dihilê”. Ev gilî-gotin cîguhastina tevê, li gora nihêrandina meriv şirovedike. Rast e em zanin, wekî bi rastî erd dora tevê dizivire, lê dîsa jî carna em dibêjin “ro diçe ava” û “ro hilê”.

 Çîrok: Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî erd pen e.

 Rastî: Çaxê Kitêba Pîroz derheqa ciyên dûr dibêje, ev dide xebatê gilî-gotina usa ça “heta serê dinê”. Ev gilî nayêne hesabê, wekî erd pen e û sînora xilaziya wê heye (Karên Şandiya 1:8). Anegorî vê yekê, ev gilî “çar qulbêd dinyayê” ev mêtafora ye ku temamiya dinyayê eyan dike; îro jî em gilî-gotina vî cûreyî didine xebatê: “Çar aliyên erdê” (Eyantî 7:1).