Gelo Ese ye ku Bawermend Endemê Teşkîleta Rêlîgî be?
Caba Kitêba Pîroz
Erê, çimkî Xwedê dixwaze wekî meriv bona hebandinê tevayî top bin. Kitêba Pîroz dibêje: “Bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev. Bira em dest ji lihevcivînê nekişînin” (Îbranî 10:24, 25).
Çawa Îsa gotibû, şagirtên wî wê komeke bi organîze bin. Ewî got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhenna 13:35). Ya pêşin, ew hizkirin gerekê nav wanda bihata kifşê, dêmek heleqetiya orta hevda. Ewana gerekê civatada bi organîze bûna û timê civînên bona hebandinê derbaz kirana (1 Korintî 16:19). Ji wan hemû civata, gerekê biratiya hemdinyayê saz bûya (1 Petrûs 2:17).
Bes nîne ku tenê endemê teşkîleta rêlîgî bin
Rast e Kitêba Pîrozda tê gotinê ku meriv gerekê bona hebandina Xwedêra tevayî top bin, lê têda nayê gotinê ku ew yek bes e wekî dilê Xwedê şa kin. Hebandin gerekê ser jîyîna merivaye herrojî hukum ke. Mesele, Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasiya rast û bêqusûr ev e: Telî-tengiyada dest bavêjine sêwiya û jinebiya û hevza xwe jî ji lekêd dinê bike” (Aqûb 1:27).