Derbazî serecemê

Êkskûrsiyên li Beytelê

Em bi dil û can we teglîf dikin li fîlîalên me, yên ku em nav dikin Beytel. Hine fîlîalên meda usa jî hene nîşangehên ku hûn xwexa dikarin binihêrin.

Êkskûrsiyên li Beytelê: Gelek welatada 1 Hezîranê, sala 2023, emê dîsa êkskûrsiyên fîlîalên meda destpêkin. Bona hê zêde înformasiya, têklî bin tevî vê fîlîalê, kîderê ku hûn dixwazin herin ser êkskûrsiyayê. Hergê têsta COVID-19 cem we pozîtîv be, yan jî sîmptomên we hebin, yan jî hergê wan paşwextiya heleqetiya we tevî kesekî bi COVID-19 hebûye, ji kerema xwe neyên ser êkskûrsiyayê.

Welatên Amêrîka Yekbûyî

 Nîşangeh

Nîşangehên Worwîkêda yên ku Hûn Xwexa Dikarin Derbaz bin

Kitêba Pîroz û Navê Xwedê. Ser wê nîşangehê hûn dikarin bivînin Kitêbên Pîroz e usa yên ku çetin têne destxistinê û pêbihesin derheqa wê yekê, ku çawa navê Xwedê Nivîsarê Pîrozda hate xweykirinê, wî çaxî jî gava her tişt dikirin ku ew kuta kin. Nîşangehêda usa jî hûn dikarin bivînin Kitêbên Pîroze kevin û tiştên berê Kitêba Pîrozva girêdayî.

Cimeta ku Navê Yehowa ser e. Ew nîşangeh besa ruhaniya Şedên Yehowa dike. Tiştên berê Kitêba Pîrozva girêdayî, şikil û serhatî didine kifşê, ku çawa Yehowa rêberiya cimeta xwe dikir û wana hîn dikir, ku çawa qirara wî bînin sêrî.

Ofîsa Sereke—Baweriya Saxlem. Ser wê nîşangehê tê şirovekirinê ku çawa komîtêya Koma Rêberiyê şixulê xwe tîne sêrî û çawa ewana alî Şedên Yehowa dikin guh bidine Nivîsarên Pîroz wê yekêda, ku tevayî top bin, şagirta hazir kin, ruhaniya xwe qewî kin û hezkirinê hevdura bidine kifşê.

Nîşangehên Patêrsonêda

Gundê Qirna Yekê. Hûn qe fikirîne gelo wî wedeyî çaxê Îsa ser erdê dijît, jîyîna wî çaxî çi cûreyî bû? Hûnê bikaribin gundê qirna yekê lêkolîn kin û usa jî hine şixulên herrojîda yên wî wedeyî kar bikin. Ev nîşangeh we alî we bike xwendina xweye Kitêba Pîroz diha baş kin.

Perên Qirna Yekê. Ev nîşangeh nîşan dike cûre-cûre perên qirna yekê, derheqa kîjana Nivîsarên Yûnanîda tê gotinê. Usa jî ev tiştên hewas derheqa her cûrê pera gilî dike û şirovedike, ku ça ew serhatiyên Kitêba Pîrozva girêdayî ne.

Wê Hemû Lawên Te ji Aliyê Yehowava Bêne Hînkirinê. Ev nîşangeh derheqa terîxiya mekteb û bernamên hînkirinê yên teşkîletê ye. Pêbihesin ku çawa ew mekteb alî xûşk-bira kirin wekî bibine dersdarên cêribandî û rûspiyên civata.

“Mizgîniyê Diparêzin ku Bikaribin bi Qanûnî Bela kin”. Ev nîşangeh derheqa serhatiya wan Şedên Yehowa ye, yên ku ji bo baweriya xwe hela hê wedê peyketinên giran jî amin man. Binihêrin ku teşkîleta me çi kir seva ku îzina qanûnî bistîne, seva ku mizgîniya xêrê ser temamiya dinyayê bê belakirinê.

 Adrês û Hejmara Têlê

Worwîk

Çawa Bigihîjin

Patêrson

Çawa Bigihîjin

Wolkîl

Çawa Bigihîjin