Gelo Ji Keremetên Îsa Em Çi Pêdihesin?
Gelo Ji Keremetên Îsa Em Çi Pêdihesin?
DIBEKE hûn ecêbmayî bimînin, ku Orîjînalêda Nivîsarên Pîrozda kîderê tê gilîkirinê derheqa jîyîna Mesîhî Îsa, tu ciya xebera “keremet” nayê xebitandin. Xebera Yûnaniye kevin (dyʹna·mis) ku cara tê welgerandinê ça “keremet”, raste-rast tê hesabê “qewat” (Lûqa 8:46). Ew xeber dikarin usa jî welgerînin ça “fereset” yan “kirên bi qewat” (Metta 11:20; 25:15). Li gora zandarekî ew xebera Yûnanî eyan dike “ew kirên mezin kîjan ku hate kirinê, û îlahî qewat bi saya kîjanê ew keremet hate kirinê. Û ew keremet dîna meriva dide ser qewata Xwedêyî mezin”.
Xebera Yûnaniye din (teʹras) gelek car tê welgerandinê ça tiştê “ecêbmayî” (Yûhenna 4:48; Karên Şandiya 2:19). Ew gilî eyan dike, ku ew kirên mezin ça ser meriva hukum bûn, yên ku xwexa pê çevê xwe wan tişta dîtin. Cimet û şagirtên Îsa gelek car metal û ecêbmayî diman ser kirên wîyî mezin (Marqos 2:12; 4:41; 6:51; Lûqa 9:43).
Xebera Yûnaniye sisiya (se·meiʹon) ku keremetên Îsava girêdayî ye, tê hesabê “nîşan”. Li gora giliyên zandarekî bi navê Robêrt Dêfînbaûk “ew xeber ya pêşin meniya wê keremetê eyan dike”. Ew zandar usa jî got: “Nîşan ew keremetekî usa ye ku derheqa Xudan Îsa Mesîhî rastîkî eyan dike”.
Xeyal yan Qewata ji Xwedê?
Kitêba Pîrozda keremetên Îsa usa nayne eyankirinê ça fokûs yan jî xeyal, kîjan ku meriv dikin, seva ku hewasa kesên din bînin. Ew keremet “mezinayiya Xwedê” zelal nîşan dikirin, besa xeberê em wê yekê divînin gava Îsa ji gedekî cin derxist (Lûqa 9:37-43). Çira qewata Xwedêyî Himzor nagihîjê, wekî kirên usa mezin bike, derheqa kîjanî tê gotinê, ku mezinaya qewata wî pir e? (Îşaya 40:26) Femdarî ye qewata wî digihîjê!
Çar Kitêbên pêşine Mizgîniyêda, derheqa weke 35 keremetên Îsa tê gilîkirinê. Lê Kitêba Pîroz konkrêt nabêje ku Îsa çiqas keremet kiribû. Besa xeberê Metta 4:14-da tê gotinê: “Îsa . . . elaleteke giran dît, hingê gunê wî li wan hat û nexweşên wan qenc kirin”. Ji wê rêzê em nikarin raste-rast têderxin, ku hingê Îsa çiqas merivên nexweş qenc kir.
Ew kirên mezin îzbat dikirin ku Îsa, Kurê Xwedê bû û Mesîhê sozdayî. Kitêba Pîroz zelal nîşan dike, ku Îsa tenê bi saya qewata Xwedê dikaribû wan keremeta bikira. Petrûsê şandî digot derheqa Îsa ku ew “merivekî ku ji aliyê Xwedêda kifşkirî bû, Xwedê pê wî nava weda nîşan, keremet û kirên qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin” (Karên Şandiya 2:22). Carekî mayîn jî Petrûs derheqa Îsa got, ku “Xwedê Îsayê Nisretê bi Ruhê Pîroz û qewatê kifş kir, ku bi qencîkirinê geriya û hemûyên ku bin bindestiya Mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tevî wî bû” (Karên Şandiya 10:37, 38).
Keremetên Îsa girêdayî bûn tevî mizgîniya ku Îsa bela dikir. Marqos 1:21-27 dide kifşê ku meriv ser hînkirina Îsa û keremetekî wî ça xwe dane kifşê. Marqos 1:22 dibêje ku meriv “ser hînkirina wî zendegirtî mabûn” û rêza 27 dide kifşê ku meriv “zendegirtî” man, gava ewî cin ji merivekî derxist. Ew kirên Îsayî qewat û mizgîniya wî, îzbat dikirin ku ew bû Mesîhê sozdayî.
Îsa ne ku tenê xwe Mesîhî nav dikir, lê derheqa Mesîhîtiya wî, him kirên wî, him şixulên wî îzbat dikirin û him jî qewata ku Xwedê dida wî, wekî keremeta bike. Çaxê derheqa rola Îsa û hukumê wî pirs pêşda hat, ewî bi mêrxasî got: “Ew şedetiya bona min ser şedetiya Yûhennara ye [yê Nixumdar]. Çimkî ew şixulên ku Bavê spartine min, wekî ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yên ku ez dikim, şedetiyê bona min didin, ku Bavê ez şandime” (Yûhenna 5:36).
Nîşanên ku Keremetên Îsa bi Rastî Hebûn
Çira em dikarin dudilî nebin, ku keremetên Îsa bi rastî hebûn? Werên em çend nîşan ji terîxiyê lêkolîn bikin.
Gava Îsa keremet dikirin, ewî tu car nedixwest dîna meriva bikişîne ser xwe. Ewî hergav usa dikir, wekî her keremetekî pesin û şikirî bide Xwedê. Mesele, pêşiya ku Îsa merivekî kor qenc kira, ewî da kifşê ku ew qenckirin, wê bona wê yekê bê kirinê, “wekî kirên Xwedê li ser wî bêne eyankirinê” (Yûhenna 9:1-3; 11:1-4).
Îsa mîna îlûzyonîsta, koçeka û sêrbazên mayîn tu car pê gîpnoza, fokûsa yan cado, yan jî rîtûalên din, nedikir seva meriva ecêbmayî ke. Bînin bîra xwe gava Îsa du merivên kor qenc kir, ewî dîna meriva nekişand ser xwe. Kitêba Pîroz dibêje ku “gunê Îsa li wan hat û dest danî ser çevên wan. Destxweda çevên wan dîtin, dane pey Îsa çûn” (Metta 20:29-34). Tu rîtûal, sêrêmonya yan eyd-qeyd, Îsa nekir. Îsa wan keremeta eşkere dikir hema ber çevê meriva. Wîra nelazim bû cîkî mexsûs, kîderê ew dikaribû keremeta bike û dîna meriva bikişîne ser xwe, lê derheqa keremetên yan çi ku îro têne kirinê, tu kes sed selefî nikare îzbat ke (Marqos 5:24-29; Lûqa 7:11-15).
Cara Îsa bona kê jî keremet dikir, digot ku baweriya wan heye. Lê yeke kêmasiya baweriya meriva riya Îsa nedigirt ku keremeta bike. Gava ew Celîlêda bû, Kefernahûmêda “gelek cinaketî anîne cem wî. Ewî bi xeberê ruhên heram derxistin û hemû nexweş qenc kirin” (Metta 8:16).
Gava Îsa keremet dikir, nêta wî ew nîbû, wekî ew meriva ecêbmayî ke, lê çimkî meriv hewcê wan keremeta bûn (Marqos 10:46-52; Lûqa 23:8). Xêncî wê yekê Îsa tu car, bona kara xwe wan keremeta nedikir (Metta 4:2-4; 10:8).
Lê Çi Dikarin Bêjin Derheqa Qewimandinên ji Çar Kitêbên Pêşine Mizgîniyêda?
Îzbatkirinên derheqa keremetên Îsa çar Kitêbên Pêşine Mizgîniyêda bona me hatine xweykirinê. Gelo ser hîmê wan qewimandina, em dikarin bêjin ku keremetên wî bi rastî hebûn? Belê, dikarin.
Îsa eşkere ber çevê gelek meriva, keremeta dikir. Ew çar Kitêbên Pêşine Mizgînî hatine nivîsarê hingê, gava şedên wan qewimandina hê sax bûn. Derheqa nivîskarên wan kitêba, kitêba bi navê “Keremet û Rabûna Miriya” dibêje: “Wê nerast be, wekî wan nivîskarên çar Kitêbên Pêşine Mizgînî, neheq kin wê yekêda, ku wana ji bo propaganda rêlîgî derewa dikirin derheqa keremeta . . . Ew nivîskar bi helalî her tiştî dinivîsîn”.
Dijminên Mesîhîtiyê, dêmek Cihû tu car înkar nedikirin wan kirên mezin, kîjan ku çar Kitêbên Pêşine Mizgîniyêda têne gilîkirinê. Wana tenê ew qewat, bi saya kîjanî ew keremet hatine kirinê, dikirine bin şikê (Marqos 3:22-26). Hela hê krîtîk jî nikaribûn, keremetên Îsa înkar kirana. Derheqa keremetên wî em wan nivîsarada, dikarin bixûnin yên ku weke qirna yekê û duda D.M.-da hatine nivîsarê. Lema jî bê şik gelek îzbatkirin hene ku bawer kin, wekî keremetên ku hatin gilîkirinê çar Kitêbên Pêşine Mizgîniyêda, bi rastî qewimî bûn.
Meriv ku Keremeta Dikir
Gava em têma derheqa keremetên Îsa lêkolîn dikin, wê nerast be, ku em tenê ser hîmê fikirên logîkî îzbat kin ku ewana bi rastî qewimî bûn. Wan kitêbada, kîderê nivîsiye derheqa kirên Îsaye mezin, eyan dibe meriv ku gelek dilşewat û rem e, merivekî usa ku bona halxweşiya meriva xem dike.
Besa xeberê dîna xwe bidin wê derecê gava merivekî kotî lavaya Îsa dike: “‘Heger tu bixwazî, dikarî min paqij kî’. Gunê Îsa pê hat, destê xwe dirêj kir lê ket û gotê: ‘Ez dixwazim. Paqij be!’” Û ew meriv derbêra paqij bû (Marqos 1:40-42). Wî cûreyî Îsa dilşewatiya xwe nîşan kir kîjan ku wî hêlan dikir wekî pê qewata Xwedê wan keremeta bike.
Lê dîna xwe bidin gava ku Îsa dît merivên ku şînê dikin, çi qewimî? Ew gedê mirî kurê tayê tenê yê jinebîkê bû, gava Îsa dê dît, gunê wî lê hat û wêra got: “Negirî” (Lûqa 7:11-15).
Rastî jî em dilbîniyê distînin ku zanin, wekî Îsa gava keremeta dikir û alî meriva dikir, ew ji dilşewatiya û rema xwe ewê yekê dikir. Îbranî 13:8-da tê gotinê: “Îsa Mesîh duhu, îro û heta-hetayê yek e”. Îro Îsa ser ezmana Padşatiyê dike, ew hazir e û him jî dikare pê qewata ku Xwedê daye wî, gelek kirên diha mezin bike, ne ku gava ew ser erdê bû. Zûtirekê, Îsa wê ew qewata xwe bide xebatê, wekî hemû merivên ku gura Xwedê dikin qenc bike. Şedên Yehowa bi şabûnê wê alî we bikin, wekî diha zêde derheqa wê gumanê pêbihesin.
[Şikil]
Keremetên Îsa qewata Xwedêyî mezin didane kifşê
[Şikil]
Îsa yekî dilrem û dilşewat bû