Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Çawa Gihîşte Me

Kitêba Pîroz Çawa Gihîşte Me

Kitêba Pîroz Çawa Gihîşte Me

Îda 1 900 sal zêdetir derbaz bû ji wî çaxî, ça nivîsandina Kitêba Pîroz hatibû temamkirinê. Bi rastî ev keremeteke mezin e, ku ev kitêb gihîşte me û nehate guhastinê. Evê kitêbê ser papîrûsê dinivîsîn, kîjan ku dirêj nedihate xwey kirinê, usa jî ser qamîş û pêrgamêntê, ya ku ji çermê heywana çêdikirin. Îro hindik in ew meriv, kîjan ku zanin ew ziman ser kîjanî ku Kitêba Pîroz hatibû nivîsarê. Xêncî wê yekê merivên xweyîhukum, destpêbûyî ji împêratora heta serwêrên rêlîgiya, hemû qewata xwe didane xebatê, seva ku ev kitêb kuta kin.

GELO çawa ev kitêb ber haqas çetinaya teyax kir û bû kitêbeke lape belabûyî dinyayêda? Werên em dîna xwe bidin du îzbatiya.

Gelek Kopiyên ku Têksta Esilî Xwey Kirine

Ew Îsraêlî kîjanara ku têkstên Kitêba Pîroz hatibûn tesmîlkirinê, bi fesalî kitêbên gulometkkirî tevî orîjînala xwey dikirin. Xêncî wê yekê, ewana gelek kopiyên wan jî çêkirin. Mesele, padşên Îsraêlîra hatibû gotinê, wekî ewana “ji kitêba van qanûna, kîjan ku li cem lêwîyêd kahîna” hebû, xwera hildin û binivîsin (Qanûna Ducarî 17:18).

Gelek Îsraêlî Nivîsarên Pîroz ça Xebera Xwedê hesab dikirin, lema jî hiz dikirin ev bixûnin. Hine nivîskar kîjan ku xût bona vî şixulî hatibûn hînkirinê, bi fesalî têkstên pîroz ber digirtin. Yek ji wan merivên xodêxof, Ezra bû. Ezra “nivîskarek zanyar bû û ji ber ku destê Xwedayê wî XUDAN li ser wî bû” (Ezra 7:6). Çaxê Masorêta, Nivîsarên Îbraniya yanê “Peymana Kevin” nava qirna şeşa û dehada ber digirtin, ewana têkstêda herfa dijmartin, seva ku şaşiya bernedin. Dijmin her tiştî dikirin ku evê kitêbê kuta kin. Lê bi saya şixulê Masorêta, ku usa têksta Kitêba Pîroz fesal ber digirtin, ev nehate guhastinê û gihîşte me.

Mesele, sala 168 B.D.M.-da, padşê Sûryayî Antîokê IV dixwest hemû kopiyên Nivîsarên Îbraniya, kîjan ku ewî Palêstînayêda dîtibû, kuta ke. Kitêbekêda derheqa terîxiya Îbraniya usa tê gotinê: “Kitêbên qanûnê kîjan ku didîtin, diqelişandin û dişewitandin”. “Ensîklopêdiya Îbranî” dibêje: “Merivên xweyîhukum, yên ku gerekê ev borcdarî bianiyana sêrî, şixulê xwe rind dikirin ... Wan meriva cem kîjana ku Kitêba Pîroz hebû, dikuştin”. Lê dîsa jî kopiyên Nivîsarên Pîroz cem Îbraniya, yên ku Palêstînayêda û welatên dinda dijîtin, hatibûn xwey kirinê.

Zûtirekê paşî wê yekê çawa ku nivîskarên Nivîsarên Yûnaniya (Peymana Nû), ji bîna ber Xwedê neme û kitêbên pêxembertiyê û terîxiyê nivîsîn, hingê kopiyên wan zef bela bûn. Mesele, Yûhenna kitêba xwe Efesêda yan jî nêzîkî Efesê nivîsî. Lê li gora nihêrandina zandara kopiya vê kitêbê ji nivîsandina wê, paşî 50 sala hatibû çêkirinê. Ev kopiya Misirêda, dêmek ji Efesê weke 100 kîlomêtra dûr, dîtin. Ev yek dide kifşê, wekî cem Mesîhiyên pêşin jî, yên ku ciyên dûrda dijîtin, hebûn kopiya wan nivîsarên Yûnaniya yên wan çaxa.

Bi saya vê yekê ku Xebera Xwedê zef bela bibû, ew hate xweykirinê hela hê bi seda sala şûnda paşî mirina Mesîh. Mesele, meha Sibatêda sibehê zû, sala 303 D.M.-da împêratorê Romê Dîoklêtiyan hat, wekî bi çevê xwe bivîne, ku çawa esker deriyên dêrekî dişkênin û kopiyên Nivîsarên Pîroz jî dişewitînin. Dîoklêtiyan tirê, ku hergê ew Nivîsarên Pîroz bişewitîne, usa wê bikaribe Mesîhtiyê bide hildanê. Sibetirê, ewî ferman da, wekî nava temamiya Romêda hemû kopiyên Kitêba Pîroz top kin û ber hemûya bişewitînin. Lê dîsa jî hine kopiya hatibûn xwey kirinê û wana ji hev zêde kirin. Heta rojên me hatine xwey kirinê du kopiyên vê Kitêba Pîroz ser zimanê Yûnaniya, kîjan ku diqewime paşî fermana Dîoklêtiyan hatibûn çêkirinê. Yek ji wan kopiya Romêda tê xwey kirinê, ya din jî kitêbxaneya Brîtanîda, Londonêda ne.

Rast e kopiya Kitêba Pîroze esilî hê nehatine dîtinê, lê bi hezara kopiyên temamiya Kitêba Pîroz û parên wê, gihîştine me. Hinek ji wan kopiya pir kevin in. Gelo wedê bergirtinê têksta Kitêba Pîroz hate guhastinê? Zandarek navê kîjanî ku Wîlîam Grîn e, derheqa Nivîsarên Îbraniya usa got: “Em dikarin bê dudilîbûnê bêjin, wekî tu nivîsareke kevin usa raste-rast nehatibû bergirtinê”. Lê derheqa Nivîsarên Yûnaniya, Frêdêrîk Kêniyon zandarekî xweyîqedir, usa got: “Ew wede destpêbûyî ji nivîsandina Nivîsarên Pîroze eslî û kopiyên pir kevin ku gihîştine me, hindik e. Lema jî tu şik namîne vê yekêda, ku têksta Nivîsarên Pîroz hatiye guhastinê. Hate îzbatkirinê, wekî kitêbên “Peymana Nû” him rʹast in, him jî nehatine guhastinê. Kêniyon berdewam dike: “Em dikarin bi baweriyê bêjin, wekî heçî zef têksta Kitêba Pîroz nehatiye guhastinê. . . . . Û hemikî derheqa tu kitêbeke kevin, em nikarin tiştên usa bêjin”.

Welgerandina Kitêba Pîroz

Xêncî wê yekê Kitêba Pîroz kitêbeke lap belabûyî ye nav temamiya dinyayê, çimkî ew li ser gelek zimana hatibû welgerandinê. Û bi rastî ev yek li gora qirara Xwedê ye, çimkî ew dixwaze ku merivên ji her miletî û zimanî, Efirandarê xwe nas kin û “bi ruh û rastiyê” wî bihebînin (Yûhenna 4:23, 24; Mîxa 4:2).

Welgerandina Pêşine Nivîsarên Îbraniya, Sêptûagînta Yûnaniya bû. Ev welgerandin weke du qirna pêşiya hatina Îsa, hatibû kirinê. Him jî ev welgerandin bona wan Îbraniya bû, kîjan ku li ser zimanê Yûnanî xeber didan, û ji Palêstinayê der dijîtin. Paşî çend qirna, çaxê nivîsandina Nivîsarên Yûnaniya hatibû temamkirinê, hingê Kitêba Pîroz pêda li ser gelek zimana hatibû welgerandinê. Lê wede şûnda, padşa û hela hê keşîş jî, dewsa ku bona ruhaniya cimetê xem kirana, nedihîştin ku Kitêba Pîroz bê bela kirinê. Ewana her tişt dikirin, wekî meriv şewqa ruhanî nevînin û teriyêda bimînin, dêmek îzin nedidan, ku Xebera Xwedê li ser zimanê femdarî bê welgerandinê.

Hine merivên egît hazir bûn miqabilî polîtîkê, hukumetê û dêrê jî derkevin, seva ku Kitêba Pîroz ser zimanê dayîka xwe welgerînin. Mesele, di sala 1530-da mêrekî Înglîz, Wîlîam Tîndal, kîjan ku zaningeha Oksfordêda hînbûna bilind standibû, Pênc Kitêbên Mûsa neşir kirin. Ew rastî gelek peyketina dihat, lê kesê pêşin bû, yê ku Kitêba Pîroz ji zimanê Îbranî li ser zimanê Înglîzî welgerand. Him jî Tîndal yek ji welgerên Înglîziye pêşin bû, kîjan ku navê Xwedê, Yehowa dabû xebatê. Lê Kasîodoro dê Rêynê, kîjan ku Kitêba Pîroz ser zimanê Îspanî weldigerand, ji bo Katolîka timê bin qeziyêda bû. Seva ku welgerandina xwe xilaz ke, ew mecbûr bû here cûre-cûre welata: Înglîstanê, Fransayê, Hollandayê, û Swîsreyê. *

Îro Kitêba Pîroz ser diha gelek zimana tê welgerandinê û bi mîlyona hev tê neşir kirinê. Kitêba Pîroz hate xwey kirinê û bû kitêbeke lape eyan dinyayêda. Ev yek rastiya giliyê Pawlosê şandî îzbat dike: “Gîha hişk dibe û gulêd wê jê diwarin, lê xebera Xudan heta-hetayê dimîne” (1 Petrûs 1:24, 25).

[Footnote]

^ abz. 14 Welgerandina Rêynê di sala 1569-da ronayî dît, û di sala 1602-da Sîpriyano dê Valêra ev teze kir.

[Çargoşe/Şikil ser rûpêla 14]

EZ GEREKÊ KÎJAN WELGERANDINÊ BIXÛNIM?

Ser gelek zimana, cûre-cûre welgerandinên Kitêba Pîroz hene. Hine welgerandinada zimanê kevin hatiye xebitandinê, ji bo çi jî çetin e fem bikin. Hineka jî usa gelek hêsa kirine, ku dîna xwe nedane wê yekê wekî rast bê welgerandinê. Hene yên usa jî, kîjan ku raste-rast gilî pey gilî ji orîjînalê hatine welgerandinê.

“Nivîsarên Pîroz ya Welgerandina Dinya Teze” ya li ser zimanê Înglîzî, kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirine, koma welgera ji orîjînalê welgerandine, navê kîjana ku nehatiye eyankirinê. Ev welgerandin hildane hesab ça welgerandineke sereke bona welgerandinên ser weke 60 zimana. Welgerên wan zimana him jî dîna xwe didane têksta orîjînalê. Nêta “Welgerandina Dinya Teze” ew e, wekî çiqas dikarin ji têksta orîjînalê usa rast welgerînin ku nêt neyê guhastinê. Welger dixebitin, ku bona xwendevanên modêrn Kitêba Pîroz usa femdarî be, çawa ku xwendevanên wedê berêra femdarî bû.

Hine zimanzana welgerandinên Kitêba Pîroze modêrn û usa jî “Welgerandina Dinya Teze” lêkolîn dikirin, ku bivînin wekî ew çiqas rast ji orîjînalê hatine welgerandinê. Yek ji wan zandara, Cêyson Bêdûn e, profêsorê hînkirina rêlîgiyayê ji Zaningeha Arîzonaya Bakurê (Dewletên Yekbûyî). Sala 2003-da ewî kitêbeke ji 200 rûpêla neşir kir, kîderê ku nehe “Kitêbên Pîroze lape belabûyî” dihatine şêwirkirinê, kîjan ku didane xebatê “merivên ku ser zimanê Înglîzî xeber didan”. * Ewî hine parên ji Nivîsarên Pîroz şêwir kir, derheqa kîjana ku nihêrandina zandara ji hev cude dibin. Ewî hema ev par bijartin, çimkî îlahî wan ciyada “welgera dikaribûn hemdê xwe nerast binivîsiyana”. Çaxê ewî parên vî cûreyî lêkolîn dikir, ewî her welgerandineke înglîzî beramberî têksta Yûnanî dikir, ku bivîne çida welger hemdê xwe nerast nivîsîne. Lê ewî derheqa wan welgerandina çi got?

Cêyson Bêdûn dîna xwe didê, ku hine meriv û gelek zandar dibêjin wekî “Welgerandina Dinya Teze” cude dibe, çimkî yan çi welgera hemdê xwe ji bo rêlîgiyê, cûrekî mayîn nivîsîne. Lê bi rastî “cudebûn ew e, ku welgerên vê welgerandinê rast nêta têkstê derbaz kirine û gelek fesal welgerandine, wekî xût mîna orîjînalê be”. Rast e, Bêdûn tevî hine safîkirinên “Welgerandina Dinya Teze” razî nîne, lê ew vê welgerandinê hesab dike “welgerandina lape rast nava hemû welgerandinên belabûyîda”. Ew “Welgerandina Dinya Teze” hasab dike, ça “welgerandina here baş”.

Profêsor û zandarê Îbranî Bênyamîn Kêdar jî sala 1989-da derheqa “Welgerandina Dinya Teze” mîna Cêyson Bêdûn got: “Ew welgerandin dide kifşê, wekî welger çiqas bi xîret û cabdar bûne, ku têksta orîjînalê him rast, him jî femdarî derbaz kirine. . . . Min qe nedît, wekî ewan welgera bi hemdê xwe tiştek ji xwe zêde kiribin, çi ku orîjînalêda tune bû”.

Pirsê bide xwe: “Ez çima Kitêba Pîroz dixûnim? Bona min diha ferz e ku têkst hêsa bê xwendinê, yan li gora orîjînalê rast be û fikirên Xwedê eyan ke?” (2 Petrûs 1:20, 21) Bijartina we, wê nêta we eyan ke.

[Spartin]

^ abz. 22 Xêncî “Welgerandina Dinya Teze” usa jî welgerandinên din dihatine lêkolînkirinê. Mesele: “Welgerandina Dinya Teze ya Zelalkirî” “Kitêba Pîroz ya Saxlem”, “Kitêba Pîroz ya Nûye Amêrîkî li gora Peymana Nû ya Tezekirî”, “Kitêba Pîroze Amêrîkî ya Qebûlkirî”, “Welgerandina Teze ya Hemdinyayê”, “Welgerandina Nû ya Rastkirî”, “Kitêba Pîroze Înglîzî ya Modêrn”, û “Kitêba Pîroz ya Aqûb Padşa”.

[Şikil]

“Welgerandina Dinya Teze ya Nivîsarên Pîroz”, ser gelek zimana heye

[Şikil ser rûpêla 12, 13]

Manûskrîpta masorêtî

[Şikil ser rûpêla 13]

Şikila têksta ya ji Lûqa 12:7, “. . . Netirsin, hûn ji gelek çivîka qîmettir in”

[Elametî Derheqa Kaniya Şikilê ser rûpêla 13]

Foreground page: National Library of Russia, St. Petersburg; second and third: Bibelmuseum, Münster; background: © The Trustees of the Chester Beatty Library, Dublin