Derbazî serecemê

Nebine Dîlê Îçkê

Nebine Dîlê Îçkê

Nebine Dîlê Îçkê

TONÎ, derheqa kîjanî gotara pêşinda hatibû gotinê, dikaribû bi emirekî bextewar bijîta, hergê ewî fem kira wekî aliyê îçkevexwarinêda problêma wî heye. Ew difikirî, wekî dikare haqas îçkê vexwe, çiqas dixwaze, çimkî ewî tirê ser wî xirab hukum nabe û ew dikare emirê xwe kontrol ke. Lê çira nihêrandina wî nerast bû?

Meniya yekê ew bû, wekî îçkevexwarina zêde hukum kiribû ser hişê wî û ew nikaribû rast bifikiriya. Ewî ev yek qebûl kira yan na, yeke ji bo îçkevexwarina zêde, hişê wî, dêmek ew organ kîjan ku halê wîyî fîzîkî û êmosiyalîva girêdayî ye, rast nedixebitî. Tonî çiqas zef vedixwar, haqas hişê wî ditemirî û ewî nikaribû halê xwe rast fem kira.

Meniya duda ew bû, wekî Tonî nedixwest îçkê biterikîne. Alên jî, derheqa kîjanî ku gotara dinda hatibû gotinê, pêşiyê nedianî ser xwe, wekî problêma wîye îçkevexwarinêva heye. Ew dibêje: “Min vedişart wekî vedixwim, min xwe heq derdixist û dixebitîm ku bidim kifşê, wekî îçkevexwarina zêde, bona min problêm nîne. Nêta min ew bû, wekî îçkevexwarinê neterkînim”. Rast e dihate kifşê, wekî Tonî û Alên qayîm îçkêva hatine girêdanê, lê ewana difikirîn wekî hemû tişt baş e. Bi rastî wana gerekê qewat bidana xebatê, wekî nihêrandina xweye ser îçkevexwarinê rast kirana. Lê çi cûreyî?

Qewatê Bide Xebatê!

Gelek merivên ku terka vexwarina zêde dane, guh dane ewan giliyên Îsa: “Awa heger çevê teyî rastê te ji rê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekeve cenimê” (Metta 5:29).

Îsa nedixwest bigota wekî meriv gerekê xwe nivîşkan ke. Ewî bi sîmbolîkî da kifşê, wekî em gerekê hazir bin xwe ji wan hemû tişta dûr xin, çi ku dikare ruhanîda ziyanê bide me. Rast e ev yek dikare gelek çetin be, lê hergê em usa bikin, emê bikaribin xwe dûr bigirin ji wan fikir û dereca, kîjan ku dikarin me berbi îçkevexwarina zêde bivin. Hergê meriv tera didine kifşê, wekî berxwe dikevin bona wê yekê ku te destpêkiriye îçkê zef vexwî, gava bavêje wekî îçkevexwarina xwe kontrol kî. * Lê hergê têderdixî, ku nikarî îçkevexwarina xwe kontrol kî, hazir be wekî qe devê xwe nedî îçkê. Ev yek çiqas jî çetin be tera, bîne bîra xwe wekî hê çetin ew e ku emirê te deverû be.

Hergê tu serxweş nabî jî, lê dibeke hiz dikî zef vexwî? Hergê erê, kîjan gavên kêrhatî tu dikarî bavêjî, wekî nihêrandina xwe hindava îçkevexwarinê biguhêzî?

Kîjan Gava Bavêjin

1. Bîr nekin ku timê bi dil û can Xwedêra dua kin. Kitêba Pîroz wan hemûyên, ku dixwazin dilê Yehowa şa kin, hêlan dike: “Bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirên we yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlîpî 4:6, 7). Lê gerekê derheqa çi dua bikin, wekî edilaya dil bistînin?

Qebûl ke wekî problêma teye îçkevexwarinêva heye, û lazim e tu miqabilî vê yekê şer kî. Xwedêra gilî ke, wekî te çi safî kiriye bikî, ku vê problêmê alt kî. Û ewê qewata te kerem ke, wekî edilaya dil bistînî û ji problêma dûr bî. Metelok 28:13-da tê gotinê: “Ewê ku neheqîya xwe vedişêre xêrê nabîne, lê yê ku xwe mukur tê û dihêle, wê remê bibîne”. Îsa jî got wekî em dikarin usa dua bikin: “Me nebe cêribandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke” (Metta 6:13). Tu ça dikarî xwe li gora duayên xwe bidî kifşê? Û ça dikarî caba duayên xwe bistînî?

2. Ji Xebera Xwedê qewatê bistîne. “Xebera Xwedê sax û zor e . . . û fikirên dila jî enene dike” (Îbranî 4:12). Xwendina Kitêba Pîroze herrojî û fikirandina ser, alî gelek meriva kiriye, yên ku berê gelek îçke vedixwarin. Zebûrbêjê xwedêxof nivîsiye: “Xwezî li wî bendeyî, ku ber bayê nepaka nakeve . . . Lê şabûna wî hînkirina Xudanda ye, şev û roj ser wê hînkirinê kûr difikire . . . çi jî dixwaze mîyaser dibe” (Zebûr 1:1-3).

Alên bi alîkariya Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Û evê yekê alî wî kir, wekî ewî terka îçkevexwarina zêde da. Ew dibêje: “Ez bawer im, hergê Kitêba Pîroz û prînsîpên wê nîbûna, ez niha îda mirî bûm”.

3. Xwegirtinê pêşda bîne. Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, wekî hine Mesîhiyên qirna yekê gelek îçke vedixwarin. Lê paşê ewana bi ruhê Xwedê hatine şûştinê (1 Korintî 6:9-11). Çi cûreyî? Ya yekê, wana karibû xwegirtinê pêşda bînin, û terka serxweşbûn û kêfxweşbûnê bidin. Lê xwegirtin hunurekî usa ne, kîjan ku bi alîkariya ruhê pîroz dikarin pêşda bînin. Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Bi şeravê serxweş nebin, ku emirê mêriv pûç dike, lê bi Ruhê Pîrozva tijî bin” (Efesî 5:18; Galatî 5:21-23). Îsa Mesîh soz da: “Bavê ezmana wê . . . Ruhê Pîroz bide ewên ku ji wî dixwazin”, lema jî bixwazin û hûnê bistînin (Lûqa 11:9, 13).

Ewên ku dixwazin usa Yehowa bihebînin, çawa ku ew dixwaze, gerekê xwegirtinê nav xweda pêşda bînin. Xwendina Kitêba Pîroze herrojî, lêkolînkirin û duakirina bi dil, dikare vê yekêda alîkariyê bide. Lê dilteng nebe, dewsê îtbariya xwe wan giliya bîne, yên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in: “Kî ku bona binyata xwe diçîne, ewê ji wê binyatê mirinê biçine, lê kî ku bona Ruh biçîne, wê ji Ruh jiyîna heta-hetayê biçine. Ji qencîkirinê jî aciz nebin, çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der” (Galatî 6:8, 9).

4. Hevaltiya baş bijbêre. “Kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan, lê karê kê tevî bêaqila ye, wê zirarê keve” (Metelok 13:20, DT). Hevalên xwera bêje, wekî te safî kiriye îçkevexwarina xwe sînor kî. Lê Kitêba Pîroz pêşda dibêje, wekî haş ji xwe hebin, çimkî çaxê hûn terka îçkevexwarinê û serxweşiyê bidin, hingê hine hevalên weye berê wê ecêbmayî bimînin û navê xirab li pey we xin (1 Petrûs 4:3, 4). Hazir bin tevî wan hevala hevaltiyê nekin, yên ku qedirê safîkirina we nagirin.

5. Sînorên zelal dayne. “Nekevine kirasê bendê vê dinyayê, lê ser hişê xweda werin, nêt-fikirên we bira nû bin, wekî bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye” (Romayî 12:2). Hergê tu ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz xwera sînora daynî, ne ku ber bayê hevala yan jî “vê dinyayê” kevî, hingê tuyê bi emirekî usa bijîyî, kîjan ku Xwedê xweş tê. Lê ça têderxî, wekî kîjan sînor dikarin ziyanê nedine te?

Îçke çiqas be jî, hergê xirab ser hişê te hukum dibe, ev îda bona te zef e. Hergê te safî kiriye, wekî vexwî, lê sînorê te kêm-zêde dibe, û digihîje serxweşiyê jî, ev neaqilayî ye. Îzinê nede wekî derece û xwestina teye ku te safî nekiriye, ser te hukum ke. Dewsê bi helalî çapa vexwarina xwe safî ke û bizanibe çiqasî gerekê vexwî.

6. Hîn be ku bêjî na. “Bira gotina we bibe ‘belê-belê’ yan jî ‘na-na’” (Metta 5:37). Çaxê tu mêvan î û hergê kesek bi îçkê qedirê te digire, hîn be bi merîfetî înkar kî. Kitêba Pîroz me hêlan dike: “Bira xeberdana we merîfetî û xwêkirî be û bizanibin ku çawa cayîz e caba her kesî bidin” (Kolosî 4:6).

7. Alîkariyê bixwaze. Alîkariyê bixwaze ji hevalên usa, kîjan ku wê hazir bin qedirê nihêrandina teye ser îçkevexwarinê bigirin û ruhanîda alî te bikin. Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Du kes ji kesekî qenctir e, ji ber ku bona keda wan heqdestên wan qenc dibe. Ji ber ku, ger bikevin, wê yek hevalê xwe rake; lê belê, wey li serê yê ku tenê be û bikeve! Tu kesê ku wî rake nîne” (Waîz 4:9, 10; Aqûb 5:14, 16). Zaningeha Amêrîkayê ya îçkevexwarina zêde û serxweşbûnê jî, şîreteke usa dide: “Ji heval û neferên xwe hîvî ke, wekî alî te bikin, seva bigihîjî nêta xwe”.

8. Pey safîkirina xwe here. “Xeberê biqedînin, ne ku tenê bibihên û usa xwe bixapînin. Lê ewê ku çevê xwe ji qanûna kamile ku aza dike nabire û nava wêda dimîne, dibihê bîr nake, lê diqedîne, ew wan kirinên xweda xwezilî ye” (Aqûb 1:22, 25).

Terka Îçkevexwarina Zêde Bide

Ne hemû merivên ku îçkê zef vedixwin, pêva têne girêdanê. Lê hine meriv destpêdikin usa gelek vexwin, ku pêva têne girêdanê. Dêmek aliyê psîxîkîda û fîzîkîda pêva têne girêdanê. Lema jî xêncî qewata wan û alîkariya ruhanî, alîkarîke din jî wanra lazim e. Alên dibêje: “Çaxê min îçke terikand, ev yek bona min êşeke giran bû. Hingê min fem kir, wekî xêncî alîkariya ruhanî, ez hewcê alîkariya doxdirtiyê me jî”.

Gelek meriv hewcê alîkariya doxdirtiyê ne, seva ku qewî bin û berdewam kin şer kin pêşiya xwestina xweye îçkevexwarinê. * Hine meriv hesab dikin, wekî lazim e nexweşxanêda bêne qenckirinê, seva ku bikaribin problêmên, ku ji terikandina îçkê pêşda tên, alt kin û îçkêva girêdayî nîbin. Kurê Xwedê yê ku keremet dikirin, got: “Saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş” (Marqos 2:17).

Pêkanîna Şîretên Xwedê Karê Tîne

Şîretên Kitêba Pîrozda, ji Xwedayê rast in, yê ku qenciya me dixwaze. Ew dixwaze, wekî em şa û bextewar bijîn him niha, him jî heta-hetayê. Bîst çar sal derbaz bû, ku Alên terka îçkê da. Ew dibêje: “Minra gelek hewas bû çaxê min dît, ku ça min karibû bême guhastinê û gelek dilê min digirt zanebûna vê yekê ku Yehowa dixwaze alî min bike, wekî şaşiyên xwe rast kim, seva . . .” Gava Alên ev gilî digot, kela wî tije bû, ji çevê wî hêsir dibarî û lema jî ewî nikaribû fikirên xwe xilaz ke. Lê paşê ewî berdewam kir: “De ew yek ku Yehowa te fem dike, bona te xem dike û alîkariyê dide . . . dilbînîke mezin e”.

Hergê îçkevexwarin tera bûye xeyset û tu pêva hatî girêdanê, nefikire ku çare tune. Alên û gelekên mayîn wî halîda bûne, çawa tu niha. Lê karibûne xwera sînora daynin, yan jî terka îçkê dane. Ewana poşman nebûne. Tê jî tu car poşman nebî.

Çi jî heye, safîkirin ya te ye, hindikî vexwî yan qe venexwî. Timê bîra xweda xwey ke, wekî Xwedê te gelek hiz dike û tera dibêje: “Xwazî te guh bida qanûnên min! Hingê wê edilaya te mîna çêm bûya û rastiya te mîna pêlên berê” (Îşaya 48:18, DT).

[Spartin]

^ Binihêre çargoşe bi navê “ Ez Dikarim Îçkevexwarina Xwe Kontrol kim?”, ser rûpêla 8.

^ Îro gelek cûre-cûre nexweşxane hene, kîderê ku dikarin vê yekêda alîkariyê bidin. “Birca Qerewiliyê” hêlan nake, wekî konkrêt kîjan mêtoda qenckirinê bijbêrin. Her kes gerekê xwexa cûrê qenckirinê bijbêre, û xwexa wan safîkirina bike, kîjan ku miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz nînin.

[Çargoşe/Şikil]

 Ez Dikarim Îçkevexwarina Xwe Kontrol kim?

Pirsê bide xwe:

• Min berê diha zef îçke vedixwar, yan niha?

• Min berê diha gelek car îçke vedixwar, yan niha?

• Ez îçkên zef sert vedixwim?

• Ez îçkê vedixwim, seva ku ji strêsê derêm yan jî problêmên xwe bîr kim?

• Heval yan neferekî min, minra dane kifşê ku ez zef vedixwim?

• Ji bo îçkevexwarinê problêmên min hebûne malda, ciyê xebatê yan wedê hêsabûnê?

• Minra çetin e heftêkî îçkê venexwim?

• Çaxê kesek naxwaze îçkê vexwe, ji bo vê yekê ez xwe nebaş texmîn dikim?

• Ez ji meriya vedişêrim, ku min çiqas vexwariye?

Hergê ji wan pirsa hema caba yekê “belê” ye, dêmek tu gerekê qewatê bidî xebatê, seva ku îçkevexwarina xwe kontrol kî.

[Çargoşe/Şikil]

Derheqa Îçkevexwarinê Ça Safîkirinên Rast Bikin?

Pêşiya ku îçkê vexwî, bifikire:

Wê bi aqilayî be vexwim, yan wê baş be venexwim?

Şîret: Ewê ku nikare xwera sînora dayne, hê baş e qe venexwe.

Çiqasî gerekê vexwim?

Şîret: Pêşiya ku îçke te zeft ke, xwera sînora dayne.

Kengê gerekê vexwim?

Şîret: Venexwe hergê gerekê erebê bajoyî, şixulekî usa bikî ku lazim be hişê xwe bidî xebatê, şixulê ruhanî bikî, hergê hemle yî yan jî hine dermana didî xebatê.

Kîderê gerekê vexwim?

Şîret: Ciyê cayîz û derecên layîqda vexwe, ne ku dizîva. Tevî wan meriva venexwe, bona kîjana ku îçkevexwarin bêhurmetî ye.

Tevî kê gerekê vexwim?

Şîret: Tevî neferên malê yan hevalên ku baş li ser te hukum dibin. Tevî wan meriva venexwe, yên ku îçkêva hatine girêdanê.

[Çargoşe/Şikil]

Xebera Xwedê Alî Merivekî kir, yê ku Berê Îçkêva Girêdayî bû

Merivekî bi navê Sûpot, yê ku ji Taylandê ye, îçkêva hatibû girêdanê. Pêşiyê ewî tenê êvara vedixwar. Lê hêdî-hêdî destpêkir şebeqa û nîvro jî vexwe. Gelek car ewî vedixwar hema seva vê yekê, wekî kêfxweş be. Paşê, Şedên Yehowa tevî wî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkirin. Çaxê ew pêhesiya, wekî serxweşbûn Yehowa Xwedê xweş nayê, ewî terka îçkê da. Lê wede şûnda ewî dîsa destpêkir vexwe. Neferên malbeta wî îda hêviya xwe wî birî bûn.

Sûpot Yehowa hiz dikir û dixwest qirara wî biqedîne. Hevalên Sûpot berdewam dikirin alî wî bikin û malbeta wî hêlan kirin, wekî diha zef tevî wî wede derbaz kin û hêviya xwe wî nebirin. Wede şûnda Sûpot fem kir, ku halê wî xirab e. Giliyê ji 1 Korintî 6:10, wekî “serxweş . . . Padşatiya Xwedê wê war nebe”, ew hişyar kirin. Ewî fem kir, wekî çiqas qewata wî heye, gerekê xerc ke ku evê problêma xwe alt ke.

Îjar Sûpot safî kiribû, wekî qe devê xwe nede îçkê. Axiriyêda Sûpot bi alîkariya ruhê Xwedêyî pîroz, rêberiya Xebera Xwedê, alîkariya neferên malê û civatê qewat stand û karibû terka îçkê bide. Neferên mala wî bêhesab şa bûn çaxê ewî xwe tesmîlî Yehowa kir û hate nixumandinê. Niha heleqetiya Sûpot tevî Xwedê gelek baş e, çi ku ew timê hizret bû. Ew niha wedê xwe dide xebatê, seva ku alî meriya bike, wekî ruhanîda pêşda herin.