Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

ÇI SER merivekî pank rokêr hukum bû, wekî hîn be meriva hiz bike û alî wan bike? Çi mêrekî ji Meksîkayê hêlan kir, wekî terka bênamûsiyê bide? Çira merivekî ji Japonyayê, ku bi hostetî bîsîklêt dajot, terka vê sportê da û destpêkir Xwedêra xizmet ke? Were dîna xwe bidinê, ku ew meriv derheqa xwe çi gilî dikin.

“Ez Yekî Sert, Berzeq û Hêrs Bûm”. DÊNÎS OBÊRN

SALA BÛYÎNÊ: 1958

WELAT: ÎNGLÎSTAN

BERÊ: PANK ROKÊR

JÎYÎNA MINE BERÊ: Bavê min ji Îrlendayê bû, lema jî ji biçûktayê ez ça Katolîkê Îrlendî dihatime mezinkirinê. Ez timê tenê diçûme dêrê, û rast bêjim ev yek min xweş nedihat. Lê dîsa jî hewcetiya mine ruhanî hebû. Min hergav Duayê Xudan diwekiland û heta niha tê bîra min, ça şev nav ciyada, ez derheqa mena vê duakirinê difikirîm. Min ev dua ser çend para parevedikir û derheqa her parekê kûr difikirîm.

Çaxê ez hinekî mezin bûm, ez ketime ber bayê hînkirinên Rastafariya. Xêncî vê yekê Lîgaya Antî-Natsîsta jî gelek min xweş dihat. Lê axiriyê ez ketime koma pank roka, yên ku eyan bûn ça miqabil. Min usa jî destpêkir narkotîka bidime xebatê, îlahî marîxûanayê, bêyî kîjanî min rojekê jî teyax nedikir. Prînsîpa jîyîna min ev bû: “Xema min nîne”. Lema jî min gelek îçke vedixwar, jîyîna xwe dikire bin qeziyê û hindava merivada bêtalaş bûm. Min xwe ji meriva dûr digirt û hiz nedikir tevî wan xeber dim. Ez tenê tevî wan meriya diketime xeberdanê, tevî kîjana minra hewas bû. Him jî min hiz nedikir şikilê xwe bikişînim. Çaxê ez jîyîna xweye berê tînim bîra xwe, ez fem dikim ku ez yekî berzeq, qure û hêrs bûm. Ez tenê tevî meriv û hevalên xweye nêzîk qenc û merd bûm.

Çaxê ez weke 20 salî bûm, hewasa min hindava Kitêba Pîroz pêşda hat. Hevalekî min, yê ku narkotîka difirot, çaxê kelêda bû Kitêba Pîroz dixwend. Me tevayî bi siheta derheqa rêlîgiyayê, Dêrê û hukumtiya Mîrê-cina xeber dida. Min Kitêba Pîroz kirî û destpêkir xwexa lêkolîn kim. Min tevî hevalê xwe başqe-başqe pareke ji Kitêba Pîroz dixwend, paşê jî me tevayî şêwir dikir û nêtên sereke têderdixist. Usa me bi meha berdewam dikir.

Wedê lêkolînê em hatin ser wan nêta: em rojên axiriya vê dinyayêda dijîn; Mesîhî gerekê mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê merivara gilî kin; ewana gerekê para vê dinyayê nîbin û nekevine nav şixulê polîtîkayê; Kitêba Pîrozda şîretên kêrhatî hene derheqa nav-namûsiyê. Me eşkere didît, wekî Kitêba Pîrozda rastî heye û wekî gerekê rêlîgiya rast hebe. Lê gelo ev kîjan rêlîgiya ye? Çaxê em derheqa rêlîgiyên sereke û erf-edetên wan fikirîn, û usa jî derheqa wê yekê, ku ewana dikevine nava polîtîkê, me fem kir, ku Îsa tevî wan nîne. Em hatine ser wê nêtê, ku nav wan rêlîgiyada Xwedê tune, lema jî me safî kir rêlîgiyên usa lêkolîn kin, ku gelekara nas nîbûn.

Em rastî serwêrên cûre-cûre rêlîgiya dihatin û gelek pirs dida wan. Me zanibû, ku Kitêba Pîroz ça caba her pirsekê dide û lema jî mera çetin nîbû têderxin, hela cabên wan ser hîmê Xebera Xwedê ne yan na. Paşî xeberdanên vî cûreyî min Xwedêra usa dua dikir: “Hergê ew meriv nav rêlîgiya rastda nin, lava dikim alî min bike, ku ez dîsa bixwazim rastî wan bêm”. Çend meh derbaz bûn, û min ne jî dît merivên usa, kîjan ku bi Kitêba Pîroz caba pirsên min bidana. Lê min nedixwest dîsa rastî wan meriya bêm, tevî kîjana min xeber dabû.

Axiriya-axiriyê ez û hevalê min, em tevî Şedên Yehowa bûne nas. Me ew pirs dane wan jî, lê wana ser hîmê Kitêba Pîroz caba me didan. Gotinên wan û ew yek çi ku me îda zanibû, hev digirtin. Hingê me destpêkir wan pirsa bidine wan, caba kîjana me Kitêba Pîrozda nedîtibû. Mesele, Xwedê ça dinihêre ser kişandina cixarê û xebitandina narkotîkayê. Dîsa jî wana bi Kitêba Pîroz caba me didan. Em qayîl bûn herin Oda Civata, kîderê ku ewana top dibûn.

Minra çetin bû herim civatê, çimkî min xwe ji meriya dûr digirt, û min xweş nedihat, ku merivên hevalhiz nêzîkî min dibûn, yên ku bi terbetî xwekirî bûn. Ez dudilî dibûm wê yekêda, ku nêtên wan hineka temiz in û min îda nedixwest dîsa herim ser civatê. Lê ça hergav, min Xwedêra dua kir, seva ku xwestina min hebe ez dîsa rastî wan bêm. Paşî wê yekê xwestineke mezin cem min pêşda hat, ku tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn bim.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Min fem dikir ku gerekê terka narkotîkayê bidim û min hêsa terikand. Lê minra gelek çetin bû terka cixarê bidim. Min çend cara qewat dida xebatê, lê cem min nedihate standinê. Çaxê min dibihîst derheqa wan meriya, yên ku terka cixarê dane û îda tu car xwe li vê yekê negirtine, min destpêdikir alîkariyê ji Yehowa bixwazim. Wede şûnda min karibû terka cixarê bidim. Hingê min fem kir, wekî çiqas ferz e bi dil Yehowara dua bikin û dilê xwe wîra vekin.

Xêncî wê yekê min gerekê guhastinên mezin bikira nav kincxwekirin û xemilandina xweda. Çaxê ez cara pêşin çûme Oda Civata, min porê xwe tîk dabû sekinandinê, ortêda jî xezeke qalim rengê şîn bû. Paşê min porê xwe sor reng kir. Min kincên cîns û kurtikê çermiye bi nivîsara li xwe dikir. Rast e, Şedên Yehowa derheqa kincxwekirin û xemilandina min bi nermî tevî min xeber didan, lê dîsa jî ez nedifikirîm ku gerekê vê yekêda tiştekî biguhêzim. Carekê ez fikirîm derheqa 1 Yûhenna 2:15-17, kîderê ku usa tê gotinê: “Dinyayê hiz nekin, ne jî wan tiştên ku dinyayêda ne. Heger yek dinyayê hiz dike, hizkirina Bavê nava wîda tune”. Ez hatime ser wê nêtê, ku kincxwekirina min hizkirin hindava vê dinyayê eyan dike. Seva ku min hizkirina xwe hindava Xwedê bida kifşê, min gerekê kincxwekirina xwe biguhasta. Min hema usa jî kir.

Wede şûnda min dît, wekî ne ku tenê Şedên Yehowa dixwazin ku ez bême civata, lê usa jî Xwedê dixwaze. Giliyê ji Îbranî 10:24, 25 wê yekêda ez dame bawerkirinê. Paşî wê yekê, ku ez diçûme ser hemû civata û hê rind merivên civatê nas kir, min xwest jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kim û bême nixumandinê.

ÇI KAR MIN STAND: Gelek dilê min girt ev fikir, ku Yehowa mecalê dide me, wekî tevî wî bibime dostên nêzîk. Xemkirin û dilşewatiya wî ez hêlan kirim çev bidime wî û pey kurê wî, Îsa Mesîh, herim (1 Petrûs 2:21). Min fem kir, çaxê meriv hunurên Mesîhîtî bal xwe pêşda tîne, ew nayê hesabê ku ew şexsiyeta xwe unda dike. Min gelek qewat dida xebatê, seva ku hizkirin û dilşewatiyê hindava meriya bidime kifşê. Heta niha ez dixebitim ku hindava jina xwe, kurê xwe û xûşk-birên civatê usa bim, çawa ku Îsa hindava merivada bû. Ev yek ku ez pey Îsa diçim, alî min kir qedirê xwe bizanibim û hizkirinê merivara eyan kim.

“Ewana Hindava Minda bi Qedir Bûn”. GVADALÛPÊ VÎLYARÊAL

SALA BÛYÎNÊ: 1964

WELAT: MEKSÎKA

BERÊ: BI JÎYÎNEKE BÊNAMÛS DIJÎT

JÎYÎNA MINE BERÊ: Ez bajarê Hêrmosîloyêda (Ştata Sonorayê, Meksîka) hatime bûyînê, kîderê ku heçî zef meriv kesîbiyêda dijîtin. Bavê min mir çaxê ez biçûk bûm. Em heft zar bûn, lema jî diya min gelek dixebitî ku miqatî me be. Perê me tune bû ku sola xwera bikirin, lema jî ez timê pêxas digeriyam. Me gişka tevayî dijît. Ez ji biçûktayê dixebitîm, seva diya xwera komekê bibim, ku ebûra malbetê bikin.

Diya me zef dixebitî, lema jî em zar gelek wede tenê û bêxweyî diman. Çaxê ez 6 salî bûm, gedekî 15 salî aliyê sêksûalîda zorbetî min kir. Ev yek bi sala berdewam dibû. Axiriyê nihêrandina min ser sêksê nerast bû. Îda bal min hest hindava mêrada pêşda dihatin û ez difikirîm ku ev tişteke normal e. Çaxê min alîkarî ji doxdira û keşîşa dixwest, wana jî minra digot, wekî problêmên min tune ne û hestên min tebiyetî ne.

Çaxê ez 14 salî bûm min destpêkir ça homosêksûal xwe bidime kifşê û min kincê jina xwe dikir. Min 11 sala xwe usa dida kifşê û tevî cûre-cûre mêra dijît. Wede şûnda ez pêşekî hîn bûm ku pora çêkim û min salona bedewbûnê vekir. Lê dîsa jî ez bextewar nîbûm. Emirê min bi kul-derda û nemamiyê tije bû. Min fem dikir, wekî kirên min nerast in. Min pirs dida xwe: “Gelo qe merivên baş û bi îtbar hene?”

Ez derheqa xûşka xweye mezin fikirîm. Ew tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn dibû û hate nixumandinê. Ewê minra gilî dikir derheqa wê yekê çi ku pêdihesiya, lê minra hewas nîbû. Lê dîsa jî ez wêra û malbeta wêra firnaq dibûm. Min didît, ku ew û mêrê wê hev hiz dikin, qedirê hev zanin û hindava hevda qenc in. Axiriya-axiriyê min jî destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn bim. Pêşiyê min bê dil ev yek dikir, lê paşê her tişt hate guhastin.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Şedên Yehowa ez teglîfî civata xwe kirim û ez çûm. Meriv timê min dikeniyan, lê Şedên Yehowa usa nîbûn. Ev tişteke teze bû bona min. Wana bi dilgermî ez silav dikirim û hindava minda bi qedir bûn. Evê yekê gelek dilê min girt.

Lê çaxê ez çûme civata mezine Şedên Yehowa, ez hê zêde wanara firnaq bûm. Min gelek merivên mîna xûşka xwe dît, dêmek merivên diltemiz û dilsax. Min pirs da xwe: “Dibe ku hema ewana ne ew merivên baş û bi îtbar, kîjan min haqas wext digeriya?” Ez ecêbmayî mam, gava min hizkirin û yektî nav wanda dît, usa jî ku wana bi Kitêba Pîroz caba hemû pirsên min didan. Min fem kir, wekî ewana bi saya Kitêba Pîroz bûne merivên usa baş. Hingê ez hatime ser wê nêtê, ku gerekê bi temamî jîyîna xwe biguhêzim, seva ku bibime yek ji wan.

Min xwe mîna jina dida kifşê, lema jî min gerekê her tişt nav xweda biguhasta. Mesele, xeberdan, jêst, kincxwekirin, stîla por û hevalên xwe. Hevalên minî berê min dikeniyan û digotin: “Tu çima evê yekê dikî? Tu usa me xweş dihatî. Hînbûna Kitêba Pîroz çî tera ne?” Minra hêsa nîbû terka jîyîna xweye berê bidim.

Lê min zanibû wekî meriv dikarin guhastinên mezin nav xweda bikin û wê yekêda giliyê ji 1 Korintî 6:9-11 ez dame bawerkirinê. Wêderê nivîsar e: “Çima hûn nizanin ku yên neheq wê Padşatiya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pûtparist, ne zinêkar, ne qunde, ne kone, . . . Padşatiya Xwedê wê war nebe. Û ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê”. Ew gilî gelek dilê min girtin. Yehowa berê alî wan meriya kiriye, ku bêne guhastinê û ewî alî min jî kir. Ez çend sala ser xwe dixebitîm û minra hêsa nîbû bême guhastinê, lê şîret û hizkirina Şedên Yehowa wê yekêda alî min kirin.

ÇI KAR MIN STAND: Niha ez bi jîyîneke normal dijîm. Ez zewicî me û tevî jina xwe prînsîpên Kitêba Pîroz kurê xwe jî hîn dikim. Min terka jîyîna xweye berê daye, û îro ez gelek kerema distînim, ji bo çi jî gelek şa me. Ez rûspiyê civatê me û min hela hê alî hine meriya jî kiriye, ku rastiya Xwedê qebûl kin. Çaxê diya min dît, ku ez hatime guhastinê, hesabê şabûna wê tune bû, ew jî qayîl bû hînbûna Kitêba Pîroz destpêke û hate nixumandinê. Xûşka mine biçûk terka jîyîna xweye bênamûsî da û ew jî bû Şedê Yehowa.

Ewên ku zanibûn, wekî min berê bi jîyîneke çi cûreyî dijît, dibêjin wekî ez aliyê başda hatime guhastinê. Lê ez zanim bi saya çi ew guhastin hatine standinê. Berê min alîkarî ji geleka dixwest, lê min şîreteke baş ji wana nedistand. Bi rastî tenê Yehowa alî min kir. Min xwe bêkêr hesab dikir, lê Yehowa dîna xwe da min. Ewî hizkirin û sebir hindava minda da kifşê. Ew yek ku Xwedayê usa Himzor, bîlan û bi hizkirinê tije dîna xwe da min û alî min kir, seva bême guhastinê, gelek ser min hukum bû.

“Ez Hêsîr Bûm û Min Tenêbûn Texmîn Dikir”. KADZÛXÎRO KÛNÎMOTÎ

SALA BÛYÎNÊ: 1951

WELAT: JAPONYA

BERÊ: AJOVANÊ BÎSÎKLÊTÊ LECMEYDANADA

JÎYÎNA MINE BERÊ: Ez şeherekî li herêma Sîdzûokada (Japonya), mezin bûme. Em heyşt nefer maleke biçûkda dijîtin. Dikana bavê min hebû, ewî bîsîklêt difirotin. Ji biçûktayê ewî ez dibirime lecmeydana ajotina bîsîklêta, û usa hewasa min hindava vê sportê pêşda hat. Bavê min dixwest, wekî ez jî bi hostetî bîsîklêtê bajom û bikevime leca. Çaxê ez hê mektebêda hîn dibûm, ewî destpêkir ajotina bi hostetî min hîn ke. Mektebêda, komên bilindda ez sê cara pey hev lecmeydanên miletiyêye hersalîda, ajotina bîsîklêtêda ser ketim. Hine wede şûnda ez hatime teglîfkirinê, wekî ûnîvêrsîtêtêda hîn bim, lê min înkar kir, çimkî dixwest bikevime mekteba sportê. Çaxê ez 19 salî bûm, ez îda ajotina bîsîklêtêda hoste bûm.

Wî wedeyîda nêteke min hebû, min dixwest bibime ajovanê bîsîklêtêyî herî baş Japonyayêda. Min dixwest gelek pere qazanc kim, seva ku malbeta xwe usa xwey kim, wekî ewana hewcê tu tiştî nîbin. Min temamiya wedê xwe ser vê sportê xerc dikir. Çaxê ez ji bo vê sportê usa diwestiyam ku qidûm diketim, her car min xwera digot, wekî ez hatime bûyînê ku bibime ajovanê hoste û çi jî hebe ez gerekê pêşda herim! Min berdewam dikir vê sportêva mijûl bim. Hêdî-hêdî min destpêkir keda destê xwe qazanc kim. Sala pêşin leca tevî ajovanên cahilda, min ciyê yekê girt. Lê sala din ez hatime teglîfkirinê ser wê lecmeydanê, kîderê wê safî bûya, ku kê wê bibe qehremanê Japonyayê. Şeş cara min leca usada ciyê duda digirt.

Ji bo wê yekê ku min timê ciyên bilind digirt, ez nav dikirim ça “nigên Tokayîyî qayîm” (Tokay herêmeke Japonyayêda ye). Xeysetê min giran bû û wedê leca ez gelek sert bûm, lema jî ajovanên din min ditirsiyan. Min perê qalim qazanc dikir û dikaribû her tiştî xwera bikirim, çi ku bixwazim. Min malek kirî, kîjanêda oda sportê bi trênajorên modêrn hebûn. Min usa jî erebeke usa biha xwera kirî, bahê kîjanê weke bahê malekê bû. Seva ku perê xwe xwey kim, min mal û kaxazên qîmet dikirîn.

Lê dîsa jî ez hêsîr bûm û min tenêbûn texmîn dikir. Wî wedeyî ez îda zewicî bûm û zarên me hebûn, lê ez gelek car ser neferên xwe ji bo tiştên biçûk hêrs diketim. Ewana gelek ji min ditirsiyan, lema jî hergav serçevê min dinihêrîn, hela beşera min ça ne.

Wede şûnda jina min hînbûna Kitêba Pîroz tevî Şedên Yehowa destpêkir. Evê yekê guhastinên mezin pey xwe anî. Rojekê jina min minra got, wekî dixwaze here civata Şedên Yehowa, û min safî kir, wekî em malbetêva gerekê herin. Heta niha tê bîra min, wekî ça êvarekê rûspîk hate mala me û tevî min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Çi ku ez pêhesiyam, gelek dilê min girt.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Ezê tu car bîra nekim, wekî giliyê ji Efesî 5:5 ça ser min hukum bûn. Wêderê nivîsar e: “Hûn vê yekê zanibin ku tu qav, yan heram, yan timakar (ku pûtparist e) Padşatiya Mesîh û Xwedêda war nabe”. Min fem kir, wekî lecê ajotinê xumarbaziyêva girêdayî ye û timayê pêşda tîne. Îsafa min destpêkir min biçerçirîne. Minra zelal bû ku hergê ez dixwazim dilê Yehowa Xwedê şa kim, ez gerekê terka vê sportê bidim. Lê hêsa nîbû ewê safîkirinê bînim sêrî.

Teze lecên ku minra hev dihatin, xilaz bibûn û min dixwest bigihîjime hê zêde serketina. Lê min dîna xwe didayê, wekî bi saya hînbûna Kitêba Pîroz hişê minda edilayî ye û dilê min rihet e. Ev hunur gelek cude dibin ji wan hunura, ku bona serketinê minra lazim bûn! Paşî wê yekê ku min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, ez tenê sê cara ketime lecmeydanê, lê dîsa jî minra çetin bû terka vê sportê bidim. Ez tevîhev dibûm, min nizanibû ezê ça ebûra malbeta xwe bikim. Ez xalifî bûm, ne dikaribûm pêşda biçûma, ne jî paşda. Xêncî wê yekê bira-pismamên min miqabilî baweriya mine teze bûn. Bavê min gelek dilteng bibû û ji min xeydî bû. Ez usa berxwe diketim ku ji bo strêsê nexweş ketim.

Wî wedê giranda, lêkolîna Kitêba Pîroz û civatên Şedên Yehowa gelek alî min kirin. Baweriya min hêdî-hêdî qewî dibû. Min ji Yehowa hîvî dikir, guh bide duayên min û alî min bike, wekî caba duayên xwe bivînim. Min xwe diha baş texmîn kir, gava jina min got, wekî seva ku ew bextewar be, ne lazim e maleke mezinda bijî. Gav pey gava ez ruhanîda mezin dibûm.

ÇI KAR MIN STAND: Ez rastiya giliyê Îsada îzbat bûm, kîjan ku Metta 6:33-da nivîsar e: “Berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin û bikin ku rastiya wî biqedînin û ew hemûyê wera bêne dayînê”. Çawa ku Îsa soz daye, cem me timê her tiştên bona jîyînê lazim, hene. Rast e, perê ku ez îro qazanc dikim 30 cara kêmtir e ji wan pera, kîjan ku min berê lecada qazanc dikir, lê dîsa jî nav wan 20 salên paşinda tu tişt ji malbeta min kêm nedibû.

Xêncî wê yekê, niha ez şabûneke mezin distînim ku bona şixulê Xwedê hevkariyê tevî xûşk-bira dikim. Wede usa zû derbaz dibe, wekî ez ne jî têderdixim. Usa jî malbetêda heleqetiya me baş bûye. Sê kurên min tevî jinên xwe bi aminî Yehowara xizmet dikin.