Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

ÇI HÊLAN kir merivekî xumarbaz û qaçax, wekî emirê xwe biguhêze? Pêbihesin, ku ew derheqa xwe çi gilî dike.

“Min Gelek Lecên Hespa Hiz Dikir”. RÎÇARD STÎÛART

SALA BÛYÎNÊ: 1965

WELAT: JAMAÎKA

BERÊ: XUMARBAZ Û QAÇAX

JÎYÎNA MINE BERÊ: Ez mezin bûm paytexta Jamaîkêda, mihaleke kesîb Kîngstonêda. Wêderê gelek meriv bê xebat bûn û qaçaxtî jî gelek belabûyî bû. Komên qaçaxa tirs dikirine ser meriva. Dengê gula dikarim bêjim herroj dihate bihîstinê.

Diya min gelek cefa dikişand, wekî min û xûşk-birê minî biçûk xwey ke. Ewê her tişt dikir, wekî em hînbûnê bistînin. Hewasa min hînbûnêra nedihat, lê min gelek hiz dikir lecên hespa. Min dersên mektebê berdida û diçûme ser lecê. Min xwexa jî hiz dikir ser hespa siyar bim.

Zûtirekê leca hespada ez bûme hoste. Min destpêkir bênamûsiyê bikim û marîxûanayê bikişînim. Seva ku bona wan hemû xwestinên xwe pera destxim, min qaçaxtî dikir. Gelek çekên min hebûn, lê çiqas baş e, ku wedê gulekirina tu kes ji destê min nehate kuştinê.

Axiriya-axiriyê min girtin û kirinê kelê. Çaxê ez ji kelê aza bûm ez dîsa jî nehatime guhastinê. Ez bûme merivekî diha xirab. Rast e rûva ez yekî nerm dihatime kifşê, lê bi rastî ez yekî serhişk, hêrs û bêrem bûm. Û ez tenê derheqa xwe difikirîm.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Wî wextê çetinda, diya min tevî Şedên Yehowa destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Min didît ku ew ça aliyê başda tê guhastinê. Lema jî min dixwest pêbihesiyama, hela çi alî wê kir ku ew hate guhastinê û min destpêkir tevî Şedên Yehowa derheqa hînkirinên Kitêba Pîroz xeber dim.

Min têderxist, ku hînkirinên Şedên Yehowa gelek cude ne ji hînkirinên rêlîgiyên mayîn û bi temamî ser hîmê Kitêba Pîroz in. Min didît ku ewana tenê mal bi mal xizmet dikin, çawa ku Mesîhiyên qirna yekê dikirin (Metta 28:19; Karên Şandiya 20:20). Hizkirina ku wana hindava hev didane kifşê, min da bawerkirinê wekî min rêlîgiya rast dîtiye (Yûhenna 13:35).

Çaxê min destpêkir Kitêba Pîroz hîn bim, min fem kir ku ez gerekê bi temamî emirê xwe biguhêzim. Ez pêhesiyam ku bênamûsî ber çevê Yehowa Xwedê reş e û seva ku ez wî xweş bêm ez gerekê xeysetên xweye berê, ku bedena min diherimînin, biterkînim (2 Korintî 7:1; Îbranî 13:4). Gelek dilê min girt evê yekê, ku hestên Yehowa hene û wekî kirên min dikarin dilê wî yan bêşînin yan şa kin (Metelok 27:11). Lema jî min safî kir terka marîxûanayê bidim, çekên xwe bavêjim û xeysetê xwe biguhêzim. Helal bêjim, lape çetin minra ew bû, wekî bênamûsî û xumarbazî bihêlim.

Pêşiyê min ji hevalên xwe vedişart, ku ez tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn dibim. Lê carekê min giliyên Îsa ji Metta 10:33 xwend, kîderê ku tê gotinê: “Kî ku min ber meriva înkar ke, ezê jî wî ber Bavê xweyî ezmana înkar kim”. Ewê yekê ez hêlan kirim, wekî hevalên xwera gilî kim ku ez tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn dibim. Ewana ecêbmayî man gava evê yekê pêhesiyan. Û wana nikaribû bawer kira ku merivekî mîna min dixwaze bibe Mesîhî. Xêncî vê yekê, min wanra got ku ez îda jîyîna xweye berê dihêlim.

ÇI KAR MIN STAND: Diya min gelek şa dibû gava didît, ku ez emirê xwe li gora Kitêba Pîroz diguhêzim. Niha ew îda berxwe nakeve ku ezê bikevime qeziyê. Hizkirin hindava Yehowa alî me herda kir, ku hevdura bibine dost. Gava dikeve bîra min ku ez berê yekî ça bûm, ez ne jî dikarim bawer bikim ku bi saya qewata Xwedê min karibû usa qayîm bême guhastinê. Ez ne jî bîra jîyîna xweye berê dikim, ku çaxê min bênamûsî dikir û pey pera diketim.

Heger min destpênekira Kitêba Pîroz hîn bim, ezê niha yan kelêda bûma ya jî îda mirî bûma. Niha malbeta min gelek bextewar e. Jina min heye, kîjan timê piştgiriya min dike û qîza mine guhdar. Çaxê em tevayî Xwedêra xizmet dikin, em gelek şabûnê distînin. Ez çiqas ji Xwedê Yehowa razî me, ku ewî îzin da min bibime endemê biratiya hemdinyayê, kîderê ku hizkirina rast heye. Ez usa jî gelek ji wan razî me, yên ku alî min kirin, wekî ez derheqa hînkirinên Kitêba Pîroz pêbihesim. Lê herî zef ez ji Yehowa razî me, ku ewî qencî û rema usa mezin hindava min da kifşê, wekî ez bikaribim nêzîkî wî bim.

[Nivîsar]

“Gelek dilê min girt ev yek, ku hestên Yehowa hene û wekî kirên min dikarin dilê wî yan bêşînin yan şa kin”

[Şikil]

Min didît ku diya min çiqas aliyê başda dihate guhastinê

[Şikil]

Tevî jin û qîza xwe