Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

ÇI MERIVEKÎ hêlan kir wekî vegere vê rêlîgiyayê, kîjanêda dê-bavê wî ew mezin dikirin? Ça xortekî xwera bavekî usa dît, hizreta kîjanî bû? Bixûnin serhatiya wan meriva û caba wan pirsa pêbihesin.

“Min Fem kir ku Gerekê Vegerim bal Yehowa”. ELÎ XELÎL

SALA BÛYÎNÊ: 1976

WELAT: KÎPRÛS

BERÊ: KURÊ NEGUHDAR

JÎYÎNA MINE BERÊ: Ez Kîprûsêda hatime bûyînê, lê Avstralyayêda mezin bûme. Dê-bavê min Şedên Yehowa ne û her tişt kirine, wekî nav minda hizkirinê hindava Yehowa û Xebera wî, pêşda bînin. Lê çaxê ez mezin bûm, ez bûme yekî berzeq û miqabilî wan bûm. Ez dizîkava şev ji mal direviyam û rastî hevalên xwe dihatim. Me erebe didizîn û bi gelek kirên din serê xwe dikirine xetayê.

Pêşiyê min ew tişt dizîva dikir, çimkî nedixwest dilê dê-bavê xwe bêşînim. Lê hêdî-hêdî min şerma xwe unda kir. Min hevaltî dikir tevî merivên ku gelek ji min mestir bûn û Yehowa hiz nedikirin. Ewana xirab ser min hukum dibûn. Axiriyê, min gote dê-bavê xwe, wekî ez naxwazim tu tiştîda tevî baweriya wan bim. Ewana bi sebir her tişt dikirin, wekî alî min bikin, lê min alîkariya wan texsîr dikir. Min dilê wan birîndar dikir.

Çaxê ez ji mal çûm, min destpêkir narkotîkayê bidime xebatê û hela hê gelek marîxûana jî diçand û difirot. Min bi jîyîneke bênamûsî dijît û gelek wede klûbên şevêda derbaz dikir. Him jî ez bûme yekî berzeq û hêrs. Hergê kesekî tiştekî usa bigota yan bikira, çi ku min xweş nedihat, ez gelek hêrs diketim û dibeziyame wan. Dêmek min her tişt paşopê dikir, ne ku usa çawa dê-bavê min ez hîn kiribûm.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Ez tevî narkomanekî bûme hevalê nêzîk. Ewî biçûktayêda bavê xwe unda kiribû. Me gelek car temamiya şevê xeber dida. Carekê ewî dilê xwe minra vekir û got, ku ew ça bîra bavê xwe dike. Min ji biçûktayê derheqa saxkirina miriya zanibû, lema jî min destpêkir wîra gilî kim, ku Îsa mirî sax dikirin û soz dide ku axiriyêda wê dîsa miriya vegerîne jîyînê (Yûhenna 5:28, 29). Min wîra digot: “Bide ber çevê xwe, tê bavê xwe bivînî. Em gişk jî dikarin heta-hetayê Cinetêda ser erdê bijîn”. Evê fikirê gelek dilê hevalê min girt.

Carna hevalê min derheqa rojên axiriyê û Sêyekane xeberdan vedikir. Min Kitêba Pîroz ya wî hildida û rêzên derheqa Yehowa Xwedê, Îsa û rojên axiriyê wîra dixwend (Yûhenna 14:28; 2 Tîmotêyo 3:1-5). Çiqas hê zêde min hevalê xwera derheqa Yehowa gilî dikir, haqas hê zêde min destpêdikir bona Wî bifikirim.

Hêdî-hêdî toximên rastiya Kitêba Pîroz, yên ku wextekî dê-bavê min kiribûn dilê min, destpêkirin çîl bidin û şîn bin. Mesele, carna wan klûbada, kîderê ku min tevî hevalên xwe narkotîka dida xebatê, nişkêva min destpêdikir derheqa Yehowa bifikirim. Gelek ji hevalên min digotin, ku Xwedê hiz dikin, lê rabûn-rûniştina wan paşopê eyan dikir. Min nedixwest mîna wan bim, lema jî min safî kir vegerim cem Yehowa.

Hemikî, ku tiştekî bizanibî başqe ye, lê li gora vê yekê bikî, başqe ye. Hine guhastin minra hêsa bû bikim. Mesele, çetin nîbû terka narkotîkayê bidim. Min usa jî terka hevalên xweye berê da û tevî rûspîkî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir.

Lê guhastinên din minra gelek çetin bûn. Îlahî minra çetin bû hêrs nekevim û xwe bigirim. Carna cem min dihate standin, lê carna jî min nikaribû xwe zeft kira. Ji bo wê yekê min xwe xirab texmîn dikir û minra usa dihate kifşê, ku tu tişt cem min wê neyê standin. Ez dilteng dibûm û nêzîkî wî rûspî dibûm, yê ku tevî min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Ew timê hindava minda bi sebir û qenc bû, û bi vê yekê ez qewî dibûm. Carekê ewî gotareke ji “Birca Qerewiliyê” da min, ku bixûnim. * Ev gotar derheqa vê yekê bû, ku çiqas ferz e qidûm nekevin û qewî bin. Me tevayî şêwir kir, ku ez çi dikarim bikim gava hêrs dikevim. Şîretên ji vê gotarê û usa jî duakirina ji dil, alî min kirin ku hêdî-hêdî xwe bigirim û hêrs nekevim. Meha Nîsanê, sala 2000-da ez ça Şedê Yehowa hatime nixumandinê. Şabûna nigê dê-bavê min erd nedigirt.

ÇI KAR MIN STAND: Min edilaya dil û îsafa temiz qazanc kir, çimkî ez bedena xwe bi narkotîkayê û bênamûsiyê heram nakim. Firqî tune ez çi dikim, mesele dixebitim, diçime civatê yan hêsa dibim, ez şabûneke mezin distînim û bi pozîtîv ser emir dinihêrim.

Ez gelek ji Yehowa razî me bona dê-bavê xwe, yên ku tu car pişta xwe nedane min. Ez usa jî difikirim ser giliyê Îsa, kîjan ku Yûhenna 6:44-da nivîsar in: “Tu kes nikare bê cem min, heta Bavê ku ez şandime, wî berbi min nekişîne”. Ez gelek şa dibim, gava difikirim ku min karibû vegerim cem Yehowa, çimkî ewî ez berbi xwe kişandime.

“Ez Hizreta Bav Bûm”. MARKO ANTONÎO ALVARÊS SOTO

SALA BÛYÎNÊ: 1977

WELAT: ÇÎLÎSTAN

BERÊ: ENDEMÊ KOMA DÊD-MÊTAL ROK

JÎYÎNA MINE BERÊ: Ez bajarê Pûnta-Arênasda hatime bûyînê, ber devê Tengava Macellanê, Amêrîkaya Başûrêda aliyê başûrê. Dê-bavê min ji hev qetiyan çaxê ez pênc salî bûm, lema jî diya min ez tenê mezin dikirim. Min xwe tenê texmîn dikir. Ez gelek hewcê bavê xwe bûm.

Diya min tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn dibû û ez tevî xwe dibirme civata. Lê civat qe min xweş nedihatin, lema jî gelek car rêva min dikire qare-qar û nesî dikir ku neçim. Çaxê ez 13 salî bûm, min terka civata da.

Wî çaxî ez mûzîkayêva mijûl bûm û min fem kir, wekî vê yekêda ez dikarim bibime hoste. Çaxê ez 15 salî bûm, hatime teglîfkirinê ku ser cejina, barada û ciyên dinda, miqamên xêvî-mêtal lêxim. Min tevî sazbendên hoste wede derbaz dikir, ji bo çi jî hewasa min hindava mûzîka klasîkîda diha pêşda hat. Min safî kir herim zanîngeha mihala xwe, ku mûzîkayê hîn bim. Bîst saliya xweda ez derbazî Santiyago bûm, dêmek paytexta Çîlîstanê, seva ku hînbûna xweda diha pêşda herim. Wêderê min usa jî berdewam dikir miqamên xêvî-mêtal û dêd-mêtal lêxim.

Nava temamiya wî wedeyîda min texmîn dikir ku her tişt pûç û vala ye û ez dilteng dibûm. Seva ku wî hestî nav xweda bitemirînim, min destpêkir tevî endemên koma xwe, kîjana min ça malbeta xwe hesab dikir, narkotîkayê bidime xebatê. Ez yekî şerûd bûm û ev yek ser min dihate kifşê. Min tenê kincên reş li xwe dikir, rûyê xwe berdabû û porê min jî heta navê dirêj bû.

Gelek car ez ji bo xeysetê xweyî giran diketime nava şer-dewa, û ji bo vê yekê problêmên min tevî polîsa çêdibûn. Carekê gava ez vexwarî bûm, min hicûmî ser wan meriya kir, yên ku narkotîka difirotin, çimkî wana ez û hevalên min eciz dikirin. Wana ez usa qayîm kutam, ku çena min şkest.

Lê diha zef merivên ku minra nêzîk bûn, ez êşandim. Carekê ez pêhesiyam, wekî dergîstiya min bi sala tevî hevalekî minî nêzîk digere, û hemû hevalên min jî ev yek zanibûn, lê ji min vedişartin. Evê yekê ez şkênandim.

Ez paşda vegeriyame Pûnta Arênayê, kîderê min destpêkir ça dersdarê sazbendiyê û sazbend bixebitim. Min berdewam dikir tevî koma xêvî-mêtal û dêd-mêtal miqama lêxim. Ez rastî keçikeke xas, Sûsanê hatim û me destpêkir tevayî bijîn. Wede şûnda Sûsanê dît, ku nihêrandina min ser Sêyekane ji nihêrandina diya wê cude dibe. Ewê gote min: “Lê kîjan e rastî?” Min got ku ez zanim, wekî Sêyekane nerast e, lê ez nikarim bi Kitêba Pîroz îzbat kim. Min jêra got, wekî Şedên Yehowa dikarin evê yekê bikin. Paşê min tiştekî usa kir, çi ku gelek sala nekiribû. Min Xwedêra dua kir û alîkarî ji wî xwest.

Çend roj şûnda min mêrek dît, kîjan ku minra nas hate kifşê, lema jî min ji wî pirsî, hela ew Şedê Yehowa ye, yan na. Hate kifşê ku ew ji reng-rûyê min tirsiya, lê dîsa jî bi qedir minra şirovekir, ku civat kîderê û çi çax derbaz dibin. Min fem kir, wekî ev caba duayê min bû, ku em rastî hev hatin. Ez hatime Oda Civatê û paşiyêda rûniştim, seva ku dîna tu kesî nekişînim ser xwe. Lê geleka ez nas kirim û nêzîkî min dibûn. Ewana bi dilgermiyê min silav dikirin û ez hemêz dikirim. Min rihetiya dil texmîn kir. Tê bêjî ez paşda vegeriyabûm mal. Gava min ew bira dît, yê ku berê hînbûna Kitêba Pîroz tevî min derbaz dikir, min ji wî hîvî kir wekî dîsa min hîn ke.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Carekê min Metelok 27:11 xwend, kîderê ku nivîsar e: “Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke”. Gelek dilê min girt evê fikirê, wekî merivê gunekar dikare dilê Efirandarê gerdûnê şa ke. Min fem kir wekî Yehowa hema ew Bav e, kîjan ku ez temamiya jîyîna xweda gelek hizret bûm!

Min dixwest dilê Bavê xweyî ezmana şa kim û qirara wî bînim sêrî. Lê yazix ez gelek sal dîlê îçkê û narkotîkayê bûm. Min fem kir, ku hînkirina Îsa, kîjan ku Metta 6:24-da nivîsar e, çi tê hesabê. Wêderê tê gotinê: “Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike”. Ez ser xwe dixebitîm, ku jîyîna xweda guhastina bikim û vê yekêda gelek alî min kir prînsîpa ji 1 Korintî 15:33: “Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike”. Min fem kir, wekî ezê nikaribim terka xeysetên xwe bidim, hergê dîsa jî tevî hevalên xweye berê bim. Şîreta ji Kitêba Pîroz zelal bû: Min gerekê xwe ji wan hemû tişta dûr bigirta, kîjan ku bona min kevirê likumandinê bûn (Metta 5:30).

Ya lape çetin bona min ew bû, ku terka xêvî-mêtal bidim, çimkî min mûzîka gelek hiz dikir. Lê axiriya-axiriyê, min bi alîkariya hevalên civatê karibû terka vê yekê bidim. Min îda zef îçke venedixwar û narkotîka nedida xebatê, porê xwe birî, rûyê xwe hilda û îda kincên rengên din jî li xwe dikir. Çaxê min gote Sûsanê ku dixwazim porê xwe bibirim, ew gelek ecêbmayî ma û minra got: “Ezê jî tevî te bêm Oda Civatê û binihêrim hela wêderê çi diqewime!” Çi ku ewê wêderê dît, gelek wê xweş hat û zûtirekê ewê jî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Wede şûnda em ketine zewacê. Sala 2008-da em hatine nixumandinê û bûne Şedên Yehowa. Em gelek bextewar in, ku niha tevî diya min Yehowara xizmet dikin.

ÇI KAR MIN STAND: Niha ez îda pey bextewariya wedelû nakevim û ji hevalên qelp dûr ketime, çimkî min bextewariya rast û hevalên amin dîtiye. Ez dîsa jî mûzîkayê hiz dikim, lê îda vê yekêda bi bîlanî xwe didime kifşê. Ez bi mesela xwe alî neferên xwe û merivên din dikim, îlahî cahila, ku ji riya rastiyê dernekevin. Ez dixwazim ewana fem bikin, wekî çi ku eva dinya dixwaze bide me, tenê rûva bedew e, lê bi rastî “gemar” e (Fîlîpî 3:8).

Civatêda, kîderê ku edilayî û hizkirin e, min hevalên rast xwera dîtiye. Û ya here ferz ew e, ku çaxê min destpêkir diha nêzîkî Yehowa bim, min Bavekî usa xwera dît, hizreta kîjanî bûm.

[Spartin]

^ Gotara “Qewî Bimîne û Pêşdaçûyî be”, hatibû neşirkirinê jûrnala “Birca Qerewiliyêda”, ya 1 Sibatê, sala 2000, rûpêlên 4-6.

[Spartin]

“Min karibû vegerim cem Yehowa, çimkî ewî ez berbi xwe kişandime”