Derbazî serecemê

QISEKIRIN | RAKÊL XOL

Kulfeteke Îbranî Şirovedike ku Çira Ewê Baweriya Xwe Lêkolîn Kir

Kulfeteke Îbranî Şirovedike ku Çira Ewê Baweriya Xwe Lêkolîn Kir

Diya Rakêlê Xol, Cihûya Îsraêlî ye û bavê wê ji Avstryayê ye. Ewî dînê xwe guhast û ew jî bû Cihû. Kalik û pîrika wêye aliyê dêda, yên ku Siyonîst bûn, sala 1948 derbazî Îsraêlê bûn. Hema wê salê Îsraêl ji bindestiyê aza bibû. Jûrnalîstê jûrnala “Hişyar Bin!” ji Rakêlê pirsî, ku çira ewê destpêkir baweriya xwe kûr lêkolîn bike.

Ji kerema xwe, mera derheqa biçûktaya xwe gilî kin.

Ez sala 1979, Dewletên Yekbûyîda hatime bûyînê. Çaxê ez sê salî bûm, dê-bavê min ji hev qetiyan. Diya min li gora eyd-qeydên Cihûya ez mezin dikirim, ewê ez şandime mekteba Cihûya bi navê Yeşîva. Çaxê ez bûme heft salî, em ser salekê çûne Îsraêlê, wêderê herêmekîda ez çûme mekteba bi navê kûbîts. Paşê ez û diya min derbazî Meksîkayê bûn.

Rast e, kîderê em diman kinîşt tune bû, lê dîsa jî me erf-edetê Cihûya danî sêrî. Min her Şemî mom vêdixistin, Tewrat dixwend û bi saya sîdûrê, dêmek kitêba dua, dua dikir. Mektebêda min timê hevaldersxanên xwera digot, ku rêlîgiya min ya lape kevin û rast e. Min Peymana Nû, kîderê ku derheqa jîyîn û hînkirinên Îsa tê gotinê, tu car nexwendibû. Diya min, qe nedixwest ez Peymana Nû bixûnim, çimkî ewê tirê hînkirinên Peymana Nû dikarin min ji rê derxin.

Lê çira we dîsa jî safî kir ku Peymana Nû bixûnin?

Çaxê ez bûme 17 salî, ez paşda vegeriyame Dewletên Yekbûyî, wekî xwendina xwe berdewam kim. Merivekî nas ku Mesîhî bû, minra got ku bê Îsa Mesîh jîyîna min bê nêt e.

Min caba wî da û got: “Tenê yên xalifî Îsa Mesîh bawer dikin”.

Lê ewî ji min pirsî: “Lê te qe Peymana Nû xwendiye?”

Min got: “Na”.

Ewî got: “Hergê te nexwendiye, tu ça dikarî nihêrandina xwe derheqa wan tişta bêjî, çi ku tu nizanî?”

Ev giliyê wî ez dame şermê, çimkî ez timê difikirîm, wekî merivê ku dixwaze tiştekî îzbat ke, lê derheqa wê yekê tu tiştî nizane, bi rastî ew bê fem e. Lema jî min Kitêba wîye Pîroz hilda bire mal û destpêkir Peymana Nû bixûnim.

Gava we Peymana Nû xwend, ew yek ça ser we hukum bû?

Ez gelek ecêbmayî mam, wekî Peymana Nû Cihûya nivîsiye. Çiqas zêde min dixwend, haqas ez îzbat dibûm, wekî Îsa Mesîh Cihûkî rem û milûk bû, yê ku dixwest alî meriva bike, ne ku bi saya wan dewletî be. Min hela hê ji kitêbxanê jî hine kitêbên derheqa wî hildan û dixwend. Lê tu kitêbê minra îzbat nekir, wekî Îsa bi rastî Mesîh e. Hine kitêbada dihate gotinê ku ew Xwedê ye, çi ku min tu car bawer nekiriye. Wekî usa ne, Îsa xwexa xwera dua dikir? Xêncî wê yekê Îsa mir, lê Kitêba Pîrozda derheqa Xwedê tê gotinê: “Tê nemirî, (ÎM)”. *

We ça cabên pirsên xwe dîtin?

Rastî tu car miqabilî xwe dernayê, lema jî min safî kir wê rastiyê bigerim. Min cara pêşin bê kitêbên dua bi dil û can û bi hêsira Xwedêra dua kir. Min hela hê duayê xwe xilaz nekiribû, derê min xistin. Ew du Şedên Yehowa bûn. Wana kitêbeke bona hînbûnê dane min. Evê kitêbê û paşê jî xeberdana tevî wan, ez dame bawerkirinê, wekî hînkirinên wan ser hîmê Kitêba Pîroz in. Mesele, ewana bawer dikin, wekî Îsa Mesîh pareke Sêyekane nîne, lê “Kurê Xwedê” ye * û ji hemû efirînên Xwedê nixurî ye. *

Hine wext şûnda ez vegeriyame Meksîkayê, wêderê tevî Şedên Yehowa min berdewam kir pêxembertiyên derheqa Mesîh lêkolîn bikim. Ez gelek ecêbmayî mam ku ew pêxembertî usa zef in! Lê dîsa jî hine pirsada şik dikete dilê min. Ez difikirîm: “Gelo ew pêxembertî tenê ser Îsa hatine sêrî? Diqewime ew artîstekî qayîm bû, yê ku ça lazim e rola Mesîh dilîst?”

Çi bû menî, ku nihêrandina we hate guhastinê?

Şedên Yehowa pêxembertiyên usa minra nîşan kirin, kîjan ku meriv xwexa nikare çêke. Mesele 700 sala zêdetir pêşiya bûyîna Îsa Mesîh, Mîxa pêxembertî kiribû, wekî Mesîh wê Cihûstanêda, bajarê Beytlehmêda bê bûyînê. * Kî dikaribû hukum kira ser wê yekê ku Îsa Mesîh kîderê bihata bûyînê? Îşaya pêxembertî kir ku Îsa Mesîh wê mîna qaçaxekî bê dardakirinê û tevî dewletiya bê definkirinê. * Ew hemû pêxembertî ser Îsa hatine sêrî.

Îzbatiya lape mezin ew bû, ku Îsa ji kîjan rikiniyatê hat. Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, ku Îsa Mesîh wê ji rikiniyata Dawid Padşa bê. * Berê arxîvên Cihûya hebûn, wana xeza rikiniyata xwey dikirin, lema jî hergê Îsa ji rikiniyata Dawid nîbûya, dijminên wî wê derheqa wê yekê bi dengê bilind hemûşkara bigotana! Lê wana nikaribû înkar kirina, wekî Îsa ji rikiniyata Dawid bû. Hela hê elaletê jî Îsa nav dikirin “Kurê Dawid”. *

Sala 70 D.M.-da, dêmek 37 sal paşî mirina Îsa, ordiya Romaya Orşelîm hilşand, nivîsarên derheqa rikiniyata û hemû arxîvên wan yan unda bûn yan jî hatine kutakirinê. Lema jî Mesîh gerekê pêşiya sala 70 D.M. bihata ser erdê, heta ku ev arxîv hebûn û meriva pê wan nivîsara dikaribûn têderxistana, ku ji kîjan rikiniyatê ew hatiye.

Ça ew yek hukum bû ser we?

Qanûna Ducarî 18:18, 19-da hatiye gotinê ku Xwedê wê nava Îsraêliyada pêxemberekî derxe, kîjan ku wê mîna Mûsa be. Xwedê got: “Ew merivê ku gura xeberên min neke, awa gotî wan xeberên ku pêxemberê bi navê min bêje, ezê ji wî merivî bixwazim”. Gava min temamiya Kitêba Pîroz lêkolîn kir, min bawer kir ku Îsayê ji Nisretê hema ew pêxember bû.

^ (Hebaqûq 1:12).

^ (Eyantî 3:14, Welgerandina Kîng Cêyms).

^ (Mîxa 5:2; Metta 2:1).

^ (Îşaya 53:3, 7, 9; Marqos 15:43, 46).

^ (Îşaya 9:6, 7; Lûqa 1:30-32). Metta serê 1-da rikiniyata Îsa aliyê bavêda nivîsar e, lê Lûqa serê 3-da aliyê dêda.