Derbazî serecemê

Ça Xebera Xwedê Bigihînin Dilê Merivên Xweye Nebawer

Ça Xebera Xwedê Bigihînin Dilê Merivên Xweye Nebawer

ÎSA merivekîra, yê ku dixwest bibûya şagirtê wî, usa got: “Vegere mala xwe û neferên mala xwera bêje, ku Xudan bona te çi kir û çawa li te hate remê”. Ji wan giliyên Îsa tê kifşê, wekî ewî fem dikir, ku meriv hiz dikin derheqa tiştên ferz û hewas merivên xweye nêzîkra gilî kin (Marqos 5:19).

Hine miletada, beramberî miletên din, ev xeyset diha eşkere ye û rojên meda jî gelek belabûyî ye. Lema jî çaxê meriv destpêdike Yehowara xizmet ke, cem wî jî xwestin pêşda tê derheqa baweriya xweye teze merivên xweye nêzîkra gilî ke. Lê ça rast vê yekê bikin? Ça em dikarin rastiyê bigihînin dilê merivên xweye nêzîk, yên ku xwe li dînê xwe û li eyd-qeydên xwe digirin, yan jî qe Xwedê bawer nakin? Kitêba Pîroz şîretên kêrhatî dide ku çawa wê yekê bikin.

“ME MESÎH DÎT”

Qirna yekêda Endrawis yek ji merivên pêşin bû, yê ku fem kir wekî Îsa ew heye Mesîh. Gelo kêra ewî derbêra derheqa wê yekê gilî kir? “Ewî [Endrawis] pêra-pêra birê xwe Şimhûn dît û jêra got: ‘Me Mesîh dît’, ku tê femkirinê: ‘Yê Kifşkirî’”. Endrawis birê xwe, Petrûs, bire cem Îsa û bi wê yekê mecal da Petrûs, wekî ew bibe şagirtê Îsa (Yûhenna 1:35-42).

Weke şeş sal şûnda, gava Petrûs Yafayêda bû, wî teglîfî mala sersedekî bi navê Kornêlyo kirin, kîjan ku Qeyseryayêda dijît. Gelo gava Petrûs gihîşte cî, wêderê kê hîviya wî bû? “Kornêlyo jî gazî xwexatî û dostên xwe kiribû û hîviya [Petrûs û merivên tevî wî] bû”. Dêmek, Kornêlyo mecal da merivatiya xwe, wekî guh bidine Petrûs û ser hîmê wê yekê xwexa safîkirinê bikin (Karên Şandiya 10:22-33).

Ji mesela Endrawis û Kornêlyo em çi ders hîn dibin derheqa wê yekê, ku ça xwe bidine kifşê hindava merivatiya xwe?

Ne Endrawis û ne jî Kornêlyo mecal ji destê xwe bernedidan. Endrawis nasiya Petrûs da Îsa. Kornêlyo jî xem kir, wekî hemû bira-pismamên wî gotara Petrûs bibihên. Endrawis û Kornêlyo ne bi destê zorê, ne jî bi fêlbazî usa dikirin, wekî neferên wan bibine şagirtên Îsa. Ji mesela wan em dikarin çi ders xwera hildin? Em gerekê çev bidine wan. Em dikarin hine fikira bira-pismamên xwera gilî kin yan jî mecala çêkin, wekî ewana rastiya ji Xebera Xwedê pêbihesin û tevî xûşk-birên meye ruhanî bibine nas. Lê em qedirê azaya bijartina wan digirin û naxwazin zorê wan bikin rastiyê qebûl kin. Ji mesela jin-mêrekî ji Almaniyayê, bi navê Yûrgên û Pêtra, em dikarin bivînin, wekî ça alî merivatiya xwe bikin rastiyê qebûl kin.

Pêtra tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bû û paşê hate nixumandinê. Mêrê wê Yûrgên ofîsêrê ordiya eskera bû. Sêrîda Yûrgênra xweş nedihat bijartina jina wî. Lê wede şûnda ewî fem kir, wekî Şedên Yehowa rastiya ji Kitêba Pîroz hîn dikin. Ewî jî emirê xwe tesmîlî Yehowa kir û niha rûspiyê civatê ye. Çi şîret ew dide wan, kê dixwaze wekî rastiya ji Kitêba Pîroz dilê merivatiya wan bigire?

Yûrgên dibêje: “Nelazim e zorê wan bikin rastiyê qebûl kin û pê xeberdana xwe derheqa tiştên ruhanî zeylê wan bivin, çimkî ev yek dikare bibe sebeb wekî hewasa wan hindava rastiyê unda be. Diha baş e car-cara hine fikirên hewas wanara gilî kin. Usa jî em dikarin nasiya wan bidine xûşk-birên meye ruhanî, yên ku qasî wan in, tevî kîjana ku ewana tiştekîda mîna hev in. Ev yek dikare kareke mezin bîne”.

“Nelazim e zorê wan bikin rastiyê qebûl kin û pê xeberdana xwe derheqa tiştên ruhanî zeylê wan bivin” (Yûrgên).

Petrûsê şandî û merivatiya Kornêliyo, zû rastiyê qebûl kirin. Lê hine merivên dinra qirna yekêda diha zêde wede lazim bû seva ku rastiyê qebûl kin.

ÇI EM DIKARIN BÊJIN DERHEQA BIRÊN ÎSA?

Çaxê Îsa ser erdê xizmet dikir, hine merivên wî baweriya xwe wî anîn. Mesele, Aqûb û Yûhenna şandî, yên ku ça tê kifşê kurxatiyên Îsa bûn û diya wan Seloma, xatiya Îsa bû. Seloma diqewime nava wan jinada bû, yên ku bi hebûka xweva wanra, dêmek Îsa û şandiyara berdestî dikirin (Lûqa 8:1-3).

Lê neferên Îsa yên din derbêra baweriya xwe wî neanîn. Çaxê salek derbaz bû paşî nixumandina Îsa, malekîda gelek meriv top bûn, wekî guh bidine wî. “Gava yên ji xûn û qinêta wî bihîstin, derketin wî bigirin, çimkî wana digot: ‘Ewî hişê xwe unda kiriye!’” Wede şûnda, çaxê birên wî xwestin derheqa nêtên wî pêbihesin, Îsa raste-rast caba wan neda. Lê çira? Çimkî birên wî baweriya xwe jê nedianîn (Marqos 3:21; Yûhenna 7:5).

Em ji mesela Îsa, ku ew hindava merivên xweda çawa bû, çi hîn dibin? Ew nexeyîdî gava neferên wî derheqa wî digotin, wekî ewî hişê xwe unda kiriye. Lê hela hê paşê saxkirinê jî Îsa wede bona birê xwe Aqûb veqetand û xwe nîşanî wî kir. Ça tê kifşê, ev yek ne ku tenê alî Aqûb kir, lê usa jî alî birên wane din kir, û wana bawer kir, wekî ew bi rastî Mesîh ye. Lema jî gava şandiya û şagirta li malekê Orşelîmêda oda mezinda, ser qatê jorin top bûn, birên Îsa jî wêderê bûn û wana jî ruhê pîroz standin. Wede şûnda Aqûb û usa jî birê Îsa yê din, Cihûda jî, cabdariyên mezin standin (Karên Şandiya 1:12-14; 2:1-4; 1 Korintî 15:7).

HINEKARA GELEK WEDE LAZIM E

“Seva ku hûn bikaribin dilê merivên xwe nerm kin, sebir kin, sebir kin û dîsa jî sebir kin” (Roswîta).

Çawa ku qirna yekêda, îro jî hine merivara gelek wext lazim e seva ku bêne ser riya rastiyê. Dîna xwe bidine vê serhatiyê, Roswîta Katolîkeke xîret bû, çaxê sala 1978 mêrê wê bû Şedê Yehowa. Sêrîda ewê hesab dikir, wekî baweriya wê rast e û miqabilî mêrê xwe derdiket. Lê gelek sal şûnda, dilê wê nerm bû û ew îzbat bû, wekî Şedên Yehowa rastiyê hîn dikin. Sala 2003 ew hate nixumandinê. Lê gelo çi dilê wê nerm kir? Mesele, çaxê ew ser mêrê xwe hêrs diket, mêrê wê nedixeyîdî, lê mecalê dida wê, wekî ew fikirê xwe biguhêze. Roswîta çi şîretê dide? “Seva ku hûn bikaribin dilê merivên xwe nerm kin, sebir kin, sebir kin û dîsa jî sebir kin”.

Monîka hate nixumandinê sala 1974, û weke dehe sal şûnda du kurên wê jî bûne Şedên Yehowa. Rast e mêrê wê, Xans, miqabilî baweriya wan nîbû, lê ew hinekî dereng hate rastiyê, û sala 2006 hate nixumandinê. Ser hîmê derecên xwe, ew malbet çi şîretê dide? Ewana dibêjin: “Yehowara amin bimînin û baweriyêda sist nebin”. Monîka û kurên wê timê hizkirina xwe Xansra didane kifşê û ew yek jî alî wî kir, wekî bê ser riya rastiyê. Wana tu car gumana xwe unda nedikir, wekî rojekê ew jî wê bê nava rastiyê.

AVA RASTIYÊ GEŞ DIKE

Carekê Îsa rastiyê beramberî avê kir, ya ku jîyîna heta-hetayê dide (Yûhenna 4:13, 14). Em dixwazin, wekî merivên me ji ava rastiyê geş bibin. Hemikî em naxwazin, wekî ava rastiyê ber wanda bimîne, bi wê yekê ku em zorê wana bikin ava rastiyê gelekî vexwin. Ewana ji rastiyê geş bin yanê na, vê yekêva girêdayî ye, hela emê çi cûreyî derheqa baweriya xwe wanara gilî kin. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “dilê yê rast li ser cabdayînê difikire” û “merivê dilda serwaxt serwaxtîyê dide zimên û zanebûnê li zarê wî zêde dike”. Çawa em dikarin wan şîreta bidine xebatê? (Metelok 15:28; 16:23)

Mesele, jin dixwaze derheqa baweriya xwe mêrê xwera gilî ke. Heger pêşiya tiştekî bêje, jin bifikire çi bêje, wî çaxî ewê xeberdanêda lez nekeve. Ew gerekê pê zanebûna xwe, xwe qure neke û xwe ser mêrê xwera negire. Xeberdana wêye bîlan û bi merîfetî dikare edilayê bîne. Ew gerekê bifikire: Kengê beşera mêrê wê xweş e? Çi wî xweş tê bixûne yan jî derheqa çi xeber de? Zandarî, polîtîka yan jî sport wî xweş tê? Ça hewasa wî hindava Kitêba Pîroz pêşda bîne? Lê usa jî bîr neke qedirê nihêrandin û hestên wî bigirî. Heger jin ser wê yekê bifikire, ew yek wê alî wê bike, wekî pê xeberdan û kirên xwe bide kifşê ku dikeve heyra mêrê xwe.

Seva ku Xebera Xwedê bigihîje dilê merivên me, bes nîne tenê derheqa rastiyê wanra gilî kin. Diha ferz e ku kirên me anegorî giliyên me bin.

RABÛN-RÛNIŞTINÊDA MESELE BIN

Yûrgên usa dibêje: “Emirê xweyî herrojîda prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê. Diqewime merivên we derheqa wê yekê wera nebêjin, lê ew yek wê hewasa wan hindava rastiyê pêşda bîne”. Xans, yê ku 30 sal şûnda paşî jina xwe hate nixumandinê, tevî wan xebera qayîl e. Ew usa dibêje: “Rabûn-rûniştina baş gelek ferz e. Bi saya wê yekê neferên we dikarin bivînin, wekî rastiya Xebera Xwedê ser emirê we hukum dike”. Merivên me gerekê têderxin, wekî bawerî û kirên meye baş ji merivên vê dinyayê me cude dikin.

“Rabûn-rûniştina baş gelek ferz e. Bi saya wê yekê neferên we dikarin bivînin, wekî rastiya Xebera Xwedê ser emirê we hukum dike” (Xans).

Wan kulfetara, mêrên kîjana nebawermend in, Petrûsê şandî şîreteke usa da: “Usa jî kulfetno, gura mêrê xweda bin, wekî ji wan hinek jî, heger guhdariya xeberê nakin, bi pergaliya jinên xwe, bê gotin jî bêne ser baweriyê gava pergaliya weye xofe û nave-namûs bibînin. Bira xemila we dervava bi gulîvegirtinê û torên zêra, yan jî bi kinca nîbe, lê ya merivê hindurê dilda, ruhekî milûk û girane bedewetiya nebetal e, ku li ber Xwedê pir bi qîmet e” (1 Petrûs 3:1-4).

Petrûs nivîsî, wekî mêr bi saya kirên baş yên jinên xwe, dikarin bibin bawermend. Xûşka me Krîstîna, ya ku sala 1972-da hate nixumandinê, ev şîreta Petrûs hilda hesab û pê kirên xweye baş dilê mêrê xwe kirî. Wedekî mêrê wê Kitêba Pîroz hîn dibû, lê ew hela hê nebû Şedê Yehowa. Ew diçû ser hine civatên me û heleqetiya wî tevî xûşk-birên ji civatê, baş bû. Xûşk-bira qedirê azaya bijartina wî digirin. Lê çi cûreyî Krîstîna pê kirên xweye baş dilê mêrê xwe dikire?

Ew usa dibêje: “Min safî kiriye qayîm xwe li riya rastiyê bigirim, û usa bijîm ça Yehowa qebûl dike. Lê usa jî ez her tişt dikim, wekî ne ku tenê pê xeberên xwe, lê usa jî pê kirên xwe dilê mêrê xwe bikirim. Heger prînsîpên Kitêba Pîroz nayên teribandinê, wî çaxî ez her tiştî dikim, wekî gura wî bikim. Û hemikî, ez qedirê bijartina wî digirim û her tiştî didime destê Yehowa”.

Mesela Krîstînayê dide kifşê, wekî çiqas ferz e nihêrandina merivên xwe hildin hesab. Grafîka wêye şixulên ruhanî heye, ya ku alî wê dike ruhanîda qewî bimîne. Mesele, ew timê diçe civîna û xizmetiyê. Xêncî wê yekê ew fem dike, wekî mêrê wê hewcê hizkirina wê ye, û ew gerekê dîna xwe bide wî û wede bona wî veqetîne. Xûşk-bira, merivên kîjana nebawermend in, gerekê wan hemû tişta hildin hesab. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “dema her tiştî . . . heye”. Ev yek derheqa wede jî tê gotinê, ya ku em tevî merivên xweye nebawermend derbaz dikin. Îlahî tevî jin yan mêrê xweye nebawermend. Çaxê em wede tevî merivên xwe derbaz dikin, ev yek heleqetiya me orta hevda qewî dike. Û bi saya wê yekê merivên me, xwe îda tenê texmîn nakin û kumreşiyê me nakin (Waîz 3:1).

HÊVIYA XWE UNDA NEKIN

Xolgêr, bavê kîjanî ku 20 sal şûnda paşî malbeta xwe hate nixumandinê, usa dibêje: “Gelek ferz e merivê xweye nebawermendra bidî kifşê, wekî tu wî hiz dikî û bona wî dua dikî”. Krîstîna usa berdewam dike: “Ez tu car hêviya xwe unda nakim, wekî rojekê mêrê min wê rastiyê qebûl bike û bê cem Yehowa”. Em gerekê tu car merivên xweye nebawermendda dudilî nebin û hêviya xwe unda nekin, wekî rojekê ewana wê bêne cem Yehowa.

Nêta me ev e, wekî heleqetiya baş tevî merivên xwe xwey kin, mecalê bidine wan derheqa rastiyê pêbihesin, û her tiştî bikin wekî rastiya Kitêba Pîroz bigihîje dilê wan. Û çi ku em dikin, em gerekê bi qedir, merîfetî û milûktiyê bikin (1 Petrûs 3:15).