Derbazî serecemê

QISEKIRIN | ANTONIYO DÊLA GATA

Çima Keşîş Dêr Hîşt

Çima Keşîş Dêr Hîşt

Antoniyo Dêla Gata, nehe sal hîn dibû Romêda, û sala 1969-da ew bû keşîş. Paşê ew bû rektorê semînariyayê, nêzîkî şeherekî Îtalyayê, Nêapolê. Wêderê ew gelek wext lêkolînên kûr dikir, û paşê ewî fem kir, ku hînkirinên dêra Katolîkî ser hîmê Kitêba Pîroz nînin. Dîna xwe bidin Antoniyo çi gote korêspondêntê “Hişyar Bin!” derheqa wê yekê, ku ewî ça rastiya derheqa Xwedê dît.

Ji kerema xwe, derheqa biçûktaya xwe gilî kin.

Ez sala 1943, Îtalyayêda hatime bûyînê. Malbeta me, gundekî biçûkda dijît, bavê min xweyê karxanê bû û necar bû. Dê-bavê min, ez û xûşk û birên min ser hîmê baweriya Katolîkî mezin kirin.

Çira te safî kir ku bibî keşîş?

Ji biçûktayê min hiz dikir, gotarê keşîşa bibihêm, ew dengê wan gelek min xweş dihat, û erf-edetên dêrê jî gelek dilê min digirtin. Lema jî, min xwast bibime keşîş. Gava ez 13 salî bûm, diya min ez şandime mektebeke usa, kîderê gedê biçûk hazir dikirin bona, ku ewana axiriyêda bibine keşîş.

We wêderê, Kitêba Pîroz lêkolîn dikir?

Bi rastî bêjim, na. Gava ez 15 salî bûm, dersdarekî minra kitêba Mizgînî da, dêmek çar kitêb ku derheqa jîyîn û hînkirinên Îsa gilî dikin, min ew kitêb çend cara xwend. Çaxê ez 18 salî bûm, ez çûme Romê, wêderê ez ûnîvêrsîtêtada hîn dibûm, dêmek zaningehada yên ku bin rêberiya Papê Romêda bûn. Wêderê ez hîn dibûm, terîxî, fîlosofiya, psîxolojiya û usa jî zimanê Latînî û Yûnanî. Rast e, me rêzên ji Kitêba Pîroz ezberî digot, û usa jî xwendina ji Kitêba Pîroz dibihîstin wedê xizmeta Leda, lê yeke me Kitêba Pîroz lêkolîn ne dikir.

Gava tu bûyî rektor, te dersên rêlîgî derbaz dikir?

Rast e heçî zef min şixulên admînîstratî dikir, lê yeke min usa jî ders dida derheqa Civaka Vatîkanîya Duda.

Çira hûn rêlîgiya xweda dudilî bûn?

Sê tişt min heta xilaziyê fem nedikir. Ya pêşin, dêr dikeve nav şixulên polîtîkî. Ya duda, ew sebir dike bênamûsî, ku nava keşîşa û nava bawermendê wê belabûyî ye. Û ya sisiya, hine hînkirinên dêra Katolîkî, bi texmîna min nerast bûn. Besa xeberê, ça Xwedêyê hizkirî dikare, meriva paşê mirina wan heta-hetayê biçerçirîne? Yan gelo Xwedê ji me dewa dike wekî em pê tizbiya bi seda cara, dua ezberî bêjin? *

We safî kir ku çi bikin?

Min bi hêsira Xwedêra dua dikir, wekî ew minra riya rast nîşan ke. Min usa jî xwera Kitêba Pîroze Orşelîmê dest xist, kîjan ser zimanê Îtalî derket û min destpêkir ew bixûnim. Carekî şebeqê paşî Mêsa Ledê, gava min kincê xweye keşîşî darda dikir, du mêr hatine semînariyayê. Wana got ku ewana Şedê Yehowa ne, me sihetek zêdetir tevî wan xeber dida, derheqa Kitêba Pîroz û derheqa wê yekê ku ça rêlîgiya rast têderxin.

Xeberdana tevî wan ça ser te hukum bû?

Ez gelek ecêbmayî mam ku ewana ça baweriya xweda hîmgirtî bûn û ça Kitêba Pîroze Katolîkî rind didane xebatê. Wede şûnda Şedekî Yehowa bi navê Marîo, dihate cem min. Firqî tune hevva çi cûreyî bû, ewî bi sebir her Şemî dihate cem min û şebeqê siheta neha îda derî dixist.

Lê keşîşên din ser wê yekê ça dinihêrîn?

Min wana teglîfî ser hînbûna Kitêba Pîroz dikir, lê dîsa jî ewana ser hînbûna Kitêba Pîroz sera-bera dinihêrîn. Min cabên ser pirsên usa dît, ku gelek wext min eciz dikirin. Besa xeberê, çira Xwedê dihêle, wekî zulmî û kul-derd hebin.

Lê keşîşên din, ku ciyê bilind digirtin, riya te digirtin wekî tu hînbûna Kitêba Pîroz bidî sekinandinê?

Sala 1975-da, ez çend cara çûme Romê seva ku wanra nihêrandina xwe şirovekim. Hinek ji wan dixwestin minra îzbat kin ku baweriya min nerast e. Lê yeke tu kes ji wan nikaribû wê yekê ser hîmê Kitêba Pîroz minra îzbat ke. Lema jî, sala 1976-da, 9 Çileyê, min neme şand Romê, kîderêda ku min nivîsî, wekî ez îda naxwazim endemê dêra Katolîkî bim. Paşî du roja ez ji semînaryayê çûm û pê tirênê cara pêşin çûme ser civata Şedên Yehowa. Gava ez hatim, ez pêhesiyam, wekî wê rojê wêderê civata mezin derbaz dibû û çend civat tevayî top bibûn. Wêderê her tişt ji dêrê cude dibû, cem her Şedê Yehowa, Kitêba Pîroz hebû û wedê gotara, gişka Kitêba Pîroz vedikir.

Lê malbeta we ça qebûl kir wê yekê, ku we rêlîgiya xwe guhast?

Gelek neferên min miqabilî min rabûn. Lê ez pêhesiyam ku birakî minî helal ku Lombardyayêda dijît, bakura Îtalyayê, tevî Şedê Yehowa Kitêba Pîroz hîn dibe. Ez çûm cem wî mêvan, wêderê Şedên Yehowa alî min kirin wekî ez xwera xebat û mal bivînim. Wede şûnda hema wê salê, ez hatime nixumandinê ça Şedê Yehowa.

Ez texmîn dikim, ku niha ez bi rastî nêzîkî Xwedê me

Bona wê safîkirina xwe hûn poşman bûne?

Tu car! Ez texmîn dikim, ku niha ez bi rastî nêzîkî Xwedê me, çimkî niha zanebûna min ser hîmê Kitêba Pîroz e, ne ku ser fîlosofiya û edetên dêrê. Niha ez bi dil û can û bi îsafa temiz, dikarim merivê din jî derheqa wê yekê hîn kim.

^ Kitêba Pîroz cabên eyan dide ser wan pirsa û gelek pirsên din. HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > PIRSÊN KITÊBA PÎROZVA GIRÊDAYÎ.