Here Naverokê

Here naverokê

Evîna Dilê Min

Evîna Dilê Min

Daxe:

  1. 1. Çi xweş e ev dayîna Xwedê,

    belê, dayîna aşiqbûnê.

    Gava du dil nêzî hev dibin,

    rojên xweş êdî dest pê dikin.

    (DÎSGOTIN)

    Bi rastî hêsan e, lê gelek muhîm e:

    Benê sêqat wê

    neqete.

    Di bin siya Xwedê de her tişt pir xweş e!

    Ez dilgeş û dilşad im, yarê,

    bi evîna te,

    evîna te.

  2. 2. Zor be jî jiyan,

    eşqa me sist nabe tu caran.

    Tu kes nikare hezkirina me

    xera bike yan bitemirîne.

    Na, na, tu kes, na!

    (DÎSGOTIN)

    Bi rastî hêsan e, lê gelek muhîm e:

    Benê sêqat wê

    neqete.

    Di bin siya Xwedê de her tişt pir xweş e!

    Ez dilgeş û dilşad im, yarê,

    bi evîna te,

    evîna te.

    (PIR)

    Evîna me daîm e.

    Ev hezkirin dayîna Yehowa ye.

    Bi qasî mirinê xurt e eşqa me.

    Em êdî bûne yek, ez nikarim bê te,

    tu sebra dilê min, ronahiya min î,

    bi soz û qerar, tu ya min î.

  3. 3. Tu yî evîna dilê min.

    Qet xelas nabe hezkirina min.

    Roja ku me hevdû nas kiribû

    bi rastî rojeke bixêr bû,

    bixêr bû.

    (DÎSGOTIN)

    Bi rastî hêsan e, lê gelek muhîm e:

    Benê sêqat wê

    neqete.

    Di bin siya Xwedê de her tişt pir xweş e!

    Ez dilgeş û dilşad im, yarê,

    bi evîna te,

    evîna te.

    Ez dilgeş û dilşad im, yarê,

    bi evîna te.