Çi Hîn Dike Kʹitêba Pîroz?

Ew kʹitêb bona vê yekê ye ku alî we bike hûn pêbihʹesin, ku Kʹitêba Pîroz çi dibêje derheqa cûrʹe-cûrʹe tʹêma, mesele çirʹa em diçerçirin, çi diqewime paşî mirinê, çawa malbeta me dikare bextewar be, û dîsa tʹêmên din.

Gelo Xwedê Dixwast wekî Em usa Bijîn?

Dibeke hûn difikirin ku çirʹa îro haqas zeʹf problêm hene. We zanibû ku Kʹitêba dibêje ku hʹalê dinyayê wê bê guhastinê û ku hûn ji wê yekê kʹarê bistînin?

SERÊ 1

Rastî Derheqa Xwedê?

Ça tu dişirmîş dibî Xwedê derheqa te xem dike? Derheqa Xwedê pêbihese û çawa ku tu dikarî nêzîkî wî bî.

SERÊ 2

Kitêba Pîroz, Xebera ji Xwedê ye

Ça Kitêba Pîroz dikare alî te bike, wekî tu çetinayên xwe safî kî? Çira em dikarin îtbariya xwe pêxembertiyên wê, bînin?

SERÊ 3

Qirara Xwedê seva Erdê Çi ye?

Qirara Xwedê derheqa erdê cinetê, bi rastî wê bê sêrî? Hergê belê, çi çax?

SERÊ 4

Îsa Mesîh Kî ye?

Pêbihesin ku çima Îsa, Mesîhê sozdayî bû, ew ji kîderê hat û çima ew nuxriyê Yahowa ye.

SERÊ 5

Xilazkirin Pêşkêşeke Gelek Mezin e ji Xwedê

Çi tê hesabê kirîn? Kara me ji wê yekê çi ye?

SERÊ 6

Çi Diqewime Paşî Mirinê?

Ji Kitêba Pîroz pêbihese ku çi diqewime paşî mirinê û çira meriv dimirin.

SERÊ 7

Gumana Rastî seva Miriyên Te

We qe meriyên xweyî nêzîk unda kiriye? Em dikarin dîsa wana bivînin? Pêbihesin ku çi hîn dike Kitêba Pîroz derheqa saxkirinê.

SERÊ 8

Çi ye Padşatiya Xwedê?

Gelek meriv zanin duakirina Xudan. Çi tê hesabê ew gotin: “Padşatiya te bê”?

SERÊ 9

Em Rastî li “Axiriya vê Dinyayê” Dijîn?

Pêbihesin ku çawa nihêrandin û şixulên merivên dor-ber îzbat dikin ku em li “axiriya vê dinyayê” naha dijîn, û çawa ku Kitêba Pîroz ev yek îzbat dike.

SERÊ 10

Milyaket û Cin, Ça li ser Me Hukum Dibin

Kitêba Pîroz derheqa milyaketa û cina dibêje. Ev efrînên ruhanî bi rastî hene? Gelo dikarin ewana hukum kin li ser emirê te?

SERÊ 11

Çira Xwedê Dihêle, wekî Kul-Derd Hebin?

Geleka dişirmîş dibin ku Xwedêye neheq ji bo kul-derdên ku dinyayêda diqewimin. Lê tu ça dişirmîş dibî? Pêbihese ku çi dibêje Xwedê derheqa meniya kul-derda.

SERÊ 12

Jîyîna ku Xwedê Xweş tê

Em dikarin bijîn usa ku Xwedê xweş bên. Û tu dikarî bibî dostê wî.

SERÊ 13

Binihêre li ser Emir usa Ça Xwedê Dinihêre

Ça Xwedê dinihêre ser zarberkirinê, berîdayîna xûnê, û ser xûna heywana?

SERÊ 14

Ça Dikarin Malbeta Xwe Bextewar kin

Hizkirina ku Îsa nîşan kir, meseleye seva mêra, jina, dê-bava, û zara. Çi em dikarin ji wî hîn bin?

SERÊ 15

Hebandina ku Xwedê Qebûl Dike

Pêbihesin derheqa şeş tişta yên ku qulixkarên amir eyan dikin.

SERÊ 16

Li ser Aliyê Hebandina Rast Bisekine

Tu rastî çi çetinaya dikarî bêyî çaxê derheqa baweriya xwe yên dinênara gilî dikî? Tu çawa dikarî ev yek usa bikî ku wana eciz nekî?

SERÊ 17

Bi Duakirinê Nêzîkî Xwedê be

Xwedê duayên me dibihê yan na? Seva ku pêbihesî cab li ser wê pirsê, tu gerekê fem bikî ku çi hîn dike Kitêba Pîroz derheqa duakirinê.

SERÊ 18

Nixumandin û Heleqetiya Te Tevî Xwe

Çi gav lazim e bikin seva ku bêne nixumandinê? Pêbhese ew bi sîmbolîk çi tê hesabê û ça ew yek gerekê bê kirinê.

SERÊ 19

Xwe di nava Hizkirina Xwedêda Xwey kin

Ça em dikarin seva her tiştî hizkirin û razîbûna xwe Xwedêra bidine kifşê?

ELAMETIYÊ ZÊDE

Navê Xwedê Çi tê Hesabê û Ça Wî Didine Xebatê

Navê Xwedê di gelek welgerandinên Kitêba Pîrozda hatibû temizkirinê. Çira? Çira ferz e ku bidine xebatê navê Xwedê?

ELAMETIYÊ ZÊDE

Pêxembertiya Daniyêl Derheqa Hatina Îsa Mesîh

500 sal pêşda, Xwedê eyan kir wede, çaxê ku Mesîh gerekê bihata. Pêbihesin derheqa van pêxembertiyên hewas!

ELAMETIYÊ ZÊDE

Îsa, Mesîhê Sozdayî ye

Hemû pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz derheqa Mesîh, ser Îsa hatine sêrî. Ji Kitêba Pîroze xwe binihêre ku ew pêxembertî hûr bi hûr hatine sêrî.

ELAMETIYÊ ZÊDE

Rastî Derheqa Bav, Kur û Ruhê Pîroz

Geleka bawer dikin, ku hînkirina derheqa Sêyakane, li ser hîmê Kitêba Pîroz e. Ev rast e?

ELAMETIYÊ ZÊDE

Çira Mesîhiyên Rast Bona Xwedêra Qulix kin, Xaç Nadin Xebatê

Gelo Îsa bi rastiyê li ser xaçê mir? Caba wê pirsê tu xwexa dikarî ji Kitêba Pîroz bixûnî.

ELAMETIYA ZÊDE

Derbazkirina Cejina “Şîva Xudan”, Navê Xwedê Rûmet Dike

Mesîhyara temî hate dayînê ku derbaz kin Êvara Bîranîna mirina Îsa. Lê kengê û ça ew gerekê derbaz be?

ELAMETIYÊ ZÊDA

Çi tê Hesabê Xeberên “Ruh” û “Nefs”?

Gelek merî difikirin ku paşî mirinê pareke meriya ku nayê dîtin ji wî başqe dibe û berdewam dike dijî. Lê gelo Kitêba Pîroz çi dibêje?

ELAMETIYÊ ZÊDE

Çi tê Hesabê Dîyarê Miriya?

Mesele, di hine welgerandinên Kitêba Pîrozda xebera “şêol” û “hadîs”, tê welgerandinê ça, “dîyarê miriya”, “mezel”, “çel”, “cenim” yan jî “warê miriya”. Lê gelo “şêol” û “hadîs”, bi rastiyê çi têne hesabê?

ELAMETIYÊ ZÊDE

Çi ye Roja Axretê?

Pêbihesin ku roja axretê çi kerema wê bîna bona meriyên amin.

ELAMETIYÊ ZÊDE

Pêxembertiya Kitêba Pîroz, Derheqa Sala 1914, Gelek Ferz e

Çi îzbatkirina Kitêba Pîroz heye, ku sala 1914 saleke ferz bû?

ELAMETIYÊ ZÊDE

Kî ye Mixayîlê Serekmilyaket?

Kitêba Pîroz eyan dike derheqa vê serekmilyaketê pir qewî. Hê zêde derheqa wî pêbihese û ku çi ew niha dike.

ELAMETIYÊ ZÊDE

Çi ye “Babîlona Mezin”

Di kitêba Eyantîda tê gotinê derheqa kulfetekê bi navê “Babîlona Mezin”. Ew rastî kulfet e? Kitêba Pîroz derheqa wê çi dibêje?

ELAMETIYÊ ZÊDE

Gelo Îsa Zivistanê Hate Bûyînê?

Pêbihesin ku di Beytlehmêda çi hewa bû hingê, çaxê Îsa hate bûyînê. Ev yek çi mera eyan dike?

ELAMETIYÊ ZÊDE

Gelo Lazim e Em Cejina Derbaz kin?

Gelo kaniya gelek cejina, yên ku welata teda navdar in, ji ku tê? Caba vê pirsê dikare te ecêbmayî bike.