Kî Îro Qirara Yahowa Diqedîne?

Şedêd Yahowa nav temamiya dinyayêda nin û merivêd ji cûre-cûre mileta û bereka nin. Evan merivêd ji cûre-cûre kûltûra çi dike yek?

Qirara Xwedê Çi ye?

Xwedê dixwaze wekî qirara wî li ser temamiya dinyayê bizanibin. Gelo qirara wî çi ye û çawa îro dikarin yêd dinêna bona wî hîn kin?

DERSA 1

Şedêd Yahowa Meriyêd Çi Cûreyî ne?

Hûn çend Şedêd Yahowa nas dikin? Bi rastiyê hûn derheqa wan çi zanin?

DERSA 2

Çira Navê Me Şedêd Yahowa ye?

Şiroveke sê menî, ku çira em ev ser xwe digerînin.

DERSA 3

Çawa Rastiyêd ji Kitêba Pîroz Hatin Eyankirinê?

Çawa em dikarin guman bin ku femkirina me derheqa hînkirinêd Kitêba Pîroz rast e?

DERSA 4

Çira Me Welgerandina “Dinya Teze” Neşir kir?

Çira welgerandina “Dinya Teze” bona me mexsûse?

DERSA 5

Tu Çi Karê Dikarî Bistînî ji Civata Me?

Em top dibin ser civata ku tevayî Kitêba Pîroz hîn bin û hevdu hêlan kin. Em bi dil û eşq te teglîf dikin. Were ser çeva!

DERSA 6

Topbûn û Hevaltiya Me Tevî Xûşk-Bira Çi Karê Dide Me?

Xebera Xwedê mesîhiya hêlan dike ku hevra hevaltiyê bikin.Pêbihese ku çi karê hûn dikarin ji hevaltiya usa bistînin.

DERSA 7

Ça Derbaz Dibin Civatêd Me?

Hûn qe dişirmîş dibûn bona wê yekê, ku li ser civatêd me çi tê kirinê? Bêyî şik hûnê ecêbmayî bimînin çimkî li ser civatê hûn dikarin bistînin hînbûna Kitêba Pîroze pir baş.

DERSA 8

Çira Çaxê Em Diçine Civatê, Em Kincêd Baş û Layîq Xwe Dikin?

Gelo kincxwekirina me Xwedêra yek e? Pêbihese ku kîjan prînsîpêd Kitêba Pîroz rêberiya jibartina me dikin, çaxê kinca xwe dikin û xwe çêdikin.

DERSA 9

Ça Em Dikarin Seva Civatê Xwe Rind Hazir kin?

Çaxê seva civata xwe rind hazir dikin hingê hûnê ji civata hê zêde karê bistînin.

DERSA 10

Çi ye Qulixkirina Tevî Malbetê?

Pêbihese ku çawa ev yek dikare alî te bike wekî nêzîkî Xwedê bî û heleqetiya xwe tevî malbetê qewî kî.

DERSA 11

Çira Em Diçin li ser Civatêd Mezin?

Her sal, salê sê cara em li ser van civatêd mezin top dibin. Çawa hûn dikarin ji van civîna karê bistînin?

DERSA 12

Şixulê Dannasînkirina Mizgîniyê Çawa Tê Sazkirin û Rêberîkirinê?

Em çev didine mesela Îsa, yê ku ewî mera hîşt. Ew hine mêtodêd dannasînkirênê kîjanin?

DERSA 13

Çi Tê Hesabê Pêşeng?

Hine Şedêd Yahowa seva şixulê dannasînkirinê mehê 30 yan 50 sehet xerc dikin yan jî hê zêde. Çi wana bona vê yekê hêlan dike?

DERSA 14

Çi Mekteb Hene Bona Pêşenga?

Kîjan hînbûna mexsûs tê dayînê bona wan yêd ku hemû wedê xwe didine şixulê dannasînkirinê?

DERSA 15

Çawa Rûspî Alî Civatê Dikin?

Rûspî ruhanîda cêribandî ne, yêd ku di civatêda rêberiyê dikin. Ewana çi alîkariyê didin?

DERSA 16

Çi Şixulî Dikin Berdestiyêd Civatê?

Berdestiyêd civatê alîkariyê didin ku di civatêda hemû tişt bi merîfetî be. Pêbihese ku şixulê wan çi cûreyî kar e bona her kesî yêd ku têne civatê.

DERSA 17

Ça Berpirsiyarêd Mihalê Alî Me Dikin?

Nêta hatina berpirsiyarêd rêwî di civatada çi ye? Lê çawa em dikarin ji hatina wan karê bistînin?

DERSA 18

Wedê Xezebê Ça Em Alî Biratiya Xwe Dikin?

Çaxê xezeb diqewimin, em pêra-pêra alîkariya kêrhatî didin û usa jî ruhanîda alîkariyê didin. Gelo çi cûreyî?

DERSA 19

Kî ye “Xulamê Amin û Serwaxt”?

Îsa soz dabû ku xulam wê wextda xwarina ruhanî bide. Çawa ev yek tê kirinê?

DERSA 20

Koma Rêberiyê Rojêd Îroyîn Çi Şixulî Dike?

Di qurna yekêda, koma biçûk ya mêrêd mezin û şagirta di civatêda qulix dikirin ça Koma rêberiyê. Lê roja îroyîn çi cûreyî ye?

DERSA 21

Çi ye Beytel?

Beytel heye ciyê mexsûs bi saya çi jî tiştêd ferz têne kirinê. Hê zêde pêbihese bona wan kî ku di Beytelêda qulix dike.

DERSA 22

Çi Şixul di Fîlîalêda Tê Kirinê?

Mêvan têne teglîfkirinê ku yek ji Beytela me bibînin. Hûn têne teglîfkirinê!

DERSA 23

Ça Edebyetêd Me Tê Nivîsarê û Welgerandinê?

Em edebyeta li ser weke 600 zimana zêdetir neşir dikin. Gelo çira em haqas qewatê bona vê yekê xerc dikinWhy do we put forth such effort?

DERSA 24

Perê bona şixulê meyî hemdinyayê, ji ku tê?

Organîzasîona me aliyê pereda ji rêlîgiyêd din çida cuda dibe?

DERSA 25

Çira û Ça Em Oda Civata Ava Dikin?

Çira ciyêd qulixkirina me têne navkirinê Oda Civatê? Hê zêde pêbihese ku çawa ev avayiyêd ne berbi çev alî me dikin ku top bin.

DERSA 26

Ça Em Dikarin Miqatî Oda Civatê bin?

Oda Civatê temiz û rind xweykirî Xwedêyê me hurmet dike. Çi tê kirinê seva ku xem bikin bona Oda Civata mihala xwe?

DERSA 27

Ça Kitêbxana Civata Me, Dikare Karê Mera Bîne?

Hûn dixwazin hine lêkolînê bikin seva ku zanebûna we hindava Kitêba Pîroz mezin be? Bibîne Kitêbxana ya Oda Civatê!

DERSA 28

Çi Dikarin Bibînin ser Malpera Me?

Hûn hê zêde dikarin pêbihesin derheqa me û baweriya me, hûn usa jî dikarin caba pirsêd xwe yêd ku Kitêba Pîrozva girêdayî ne bistînin.

Tuyê Qirara Yahowa Biqedînî?

Yahowa Xwedê bi rastiyê te hez dike. Hûn ça dikarin nîşan kin ewê xwestina xwe, ku dixwazin her roj bi emirê xwe Xwedê xweş bên.