Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be
Ev edebyet usa hatiye sazkirinê ku alî te bike, wekî xwendin, xeberdan û hînkirinêda hoste bî.
Neme ji Koma Rêberiyê
Em elametiya pir ferz bela dikin, kʹîjan ku însanetêra hate dayînê.
DERS 2
Xeberdana Tebyetî
Xeberdana tebyetî tê hesabê, wekî tebyetî xeber din û bi dil, çi ku wê alî guhdara bike rind guhê xwe bidine te.
DERS 3
Rast Pirsa Bide Xebatê
Pirsên usa dayne, seva ku hewasa meriya unda nebe, û dîna wan bide fikirên sereke.
DERS 4
Rêzên ji Kitêba Pîroz Rast Bide Xebatê
Pêbihese, ku çawa hişê guhdarên xwe hazir kin, pêşiya xwendina rêzê.
DERS 6
Rêzên ji Kitêba Pîroz Zelal Şiroveke
Alî guhdarên xwe bike zelal bivînin hevgirêdan orta rêza ku tu dixûnî û fikira ku şirowedikî.
DERS 7
Bide Xebatê Înformasiyona Rast
Înformasiyona rast wê alî guhdarên te bike bêne ser nêta rast.
DERS 8
Bi Mesela Hîn ke
Wedê hînkirinê mesela bîne, ku guhdarên tera wê femdarî be û bi saya kîjanî ku ewana wê bikaribin tiştên kêrhatî seva xwe hîn bin.
DERS 10
Guhastina Deng
Bilindbûn û nimizbûna dengê xwe biguhêze, seva ku êmosiya eyan kî û guhdarên xwe hêlan kî tiştekî bikin.
DERS 11
Bi Dil û Can Xeber De
Gava bi dil û can xeber didî, usa tu baweriya xwe jî didî kifşê, û guhdarên tera hewas e guh bidine te.
DERS 12
Bi Dilgermî û Nerm Xeber de
Gava tu bi nermî û dilgermî xeber didî, usa tu nîşan dikî ku bona guhdarên xwe xem dikî.
DERS 13
Kara Gotara Xwe Nîşan ke
Alî guhdarên xwe bike, wekî fem bikin ku çawa fikirên têma te dikarin li ser jîyîna wan hukum kin. Usa jî guhdarên xwera nîşan ke, wekî çawa pêk bînin ew çi ku ji têma te pêdihesin.
DERS 14
Fikirên Sereke Bide Kifşê
Alî guhdarên xwe bike wekî rind guh bidine te û fem bikin, ku çawa her fikireke sereke, şêwirkirin û têma teva girêdayî ye.
DERS 15
Bi Bawerî Xeber de
Bi bawerî xeber de. Nîşan ke ku tu qayîm bawer dikî ferzbûna wê yekê, çi ku dibêjî.
DERS 16
Qewî ke û Hêlan ke
Bi gotara xwe meriya nede şermê, lê hêlan ke. Dîna xwe bide rastiya usa, çi ku rihetiyê tîne û baweriya me Xebera Xwedêda dişidîne.
DERS 17
Femdarî Xeber de
Alî guhdara bike, wekî ewana xeberdana xwe fem bikin. Fikirên sereke, zelal bide kifşê.
DERS 19
Bigihîne Dilê Meriva
Guhdarên xwe hêlan ke, wekî Xwedê û Xebera Wî, dêmek Kitêba Pîroz hiz bikin.
DERS 20
Xeberdana Xwe Kêrhatî Xilaz ke
Hergê tu xeberdana xwe kêrhatî xilaz kî, guhdarên tera wê hêsa be qebûl kin û bidine xebatê ew çi ku tu dibêjî.
Pêşdaçûyîna Xwe Binivîse
Pêşdaçûyîna xwe binivîse seva ku feresetên xweye xwendin û hînkirinêda serfiraz bî.
Dibeke Wera Hewas be
RÊZA VÎDÊOYA
Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be: Vîdêo
Hîn bin ku çawa xwendin û hînkirinêda hê cêribandî bin.