Here Naverokê

Şahidên Yehowa Çima Neqla Xwînê Qebûl Nakin?

Şahidên Yehowa Çima Neqla Xwînê Qebûl Nakin?

Nêrînên şaş

 Îdîa: Şahidên Yehowa baweriya xwe bi tu derman û tedawiyên tibî naynin.

 Rastî: Em ji bo xwe û malbatên xwe derman û tedawiyên herî baş dixwazin. Gava pirsgirêkên me yên sihetê hebin, em diçin cem doktorên jîr û jêhatî, yên ku bêyî bikaranîna xwînê alî me dikin. Em pêşketinên ku di warê tibê de hatine bidestxistin teqdîr dikin. Bi eslê xwe, tedawiyên bêxwîn, ên ku ji bo nexweşên Şahidên Yehowa hatine bipêşxistin, feydeyê li hemû mirovan dikin. Li gelek welatan, êdî her nexweşek dikare xwe ji rîskên neqla xwînê dûr bigire, mesela wek derbaskirina nexweşiyan, reaksyonên sîstema parastinê yan jî şaşiyên mirovî.

 Îdîa: Şahidên Yehowa bawer dikin ku îman dermanê hemû nexweşiyan e.

 Rastî: Em qenckirina bi mucîzeyan pêk naynin.

 Îdîa: Alternatîfên neqla xwînê pir biha ne.

 Rastî: Tedawiyên tibî yên bêyî neqla xwînê erzantir in. a

 Îdîa: Her sal gelek Şahidên Yehowa, heta zarokên wan jî, ji ber redkirina neqla xwînê dimirin.

 Rastî: Ev îdîa bi temamî bê bingeh e. Doktor bi berdewamî bêyî ku neqla xwînê bi kar bînin emeliyatên giran dikin, mesela wek emeliyatên dil, emeliyatên ortopedîk û guhertina organan. b Kesên ku neqla xwînê nastînin, zarok jî di nav wan de, bi gelemperî wek kesên ku neqla xwînê qebûl dikin qenc dibin yan heta ji wan zûtir jî. c Lê kes nikare ji sedî sed bibêje ku nexweşek wê ji ber redkirina neqla xwînê bimire, yan jî ku ewê ji ber qebûlkirina neqla xwînê sax bimîne.

Şahidên Yehowa çima neqla xwînê qebûl nakin?

 Em vê yekê ne ji ber sebebên tibî, lê ji ber sebebên dînî red dikin. Hem Peymana Kevn hem jî Peymana Nû bi zelalî dibêje ku divê em xwe ji xwînê dûr bigirin (1. Mûsa 9:4; 3. Mûsa 17:10; 5. Mûsa 12:23; Karên Şandiyan 15:28, 29). Wekî din, di çavê Xwedê de xwîn jiyanê temsîl dike (3. Mûsa 17:14). Ji ber ku Xwedê jiyan daye me, em ji wî re îtaet dikin û hurmetê didin wî. Loma, em neqla xwînê red dikin.

Nêrînên pêşketî

Emeliyatên giran jî dikarin bêyî neqla xwînê bi serkeftî bên kirin.

 Ji bo demekê, civaka tibî bi giştî stratejiyên ji bo tedawîkirina bêyî neqla xwînê wek xetereke mezin, heta wek xwekujî didîtin, lê ev nêrîn di van salên dawîn de hatin guhertin. Mesela, di sala 2004an de, di kovareke perwerdeya tibî de wiha hatibû gotin: “Gelek teknîkên ku ji bo nexweşên Şahidên Yehowa hatine bipêşxistin wê di salên pêş de di pratîkê de bibin standard.” d Kovara Heart, Lung and Circulation di sala 2010an de wiha gotibû: “‘Emeliyatên bêxwîn’ divê ne tenê ji bo ŞY [Şahidên Yehowa] bên bikaranîn, lê belê divê bibin beşek ji standardên emeliyatên rojane.”

 Niha bi hezaran doktor li seranserê dinyayê di emeliyatên giran de li şûna neqla xwînê teknîkên parastina xwînê bi kar tînin. Ev alternatîfên neqla xwînê heta li welatên ku êdî bi pêş dikevin jî tên bikaranîn û gelek nexweşên ku ne Şahidên Yehowa ne jî wan tercîh dikin.

a Binêre Transfusion and Apheresis Science, Cîld 33, No. 3, rûp. 349.

b Binêre The Journal of Thoracic and Cardiovascular Surgery, Cîld 134, No. 2, rûp. 287-288; Texas Heart Institute Journal, Cîld 38, No. 5, rûp. 563; Basics of Blood Management, rûp. 2; û Continuing Education in Anaesthesia, Critical Care & Pain, Cîld 4, No. 2, rûp. 39.

c Binêre The Journal of Thoracic and Cardiovascular Surgery, Cîld 89, No. 6, rûp. 918; û Heart, Lung and Circulation, Cîld 19, rûp. 658.

d Continuing Education in Anaesthesia, Critical Care & Pain, Cîld 4, No. 2, rûpel 39).