Here Naverokê

Kitêba Pîroz di Heqê Sala 1914an de Çi Eşkere Dike?

Kitêba Pîroz di Heqê Sala 1914an de Çi Eşkere Dike?

Bersiva Kitêba Pîroz

 Kitêba Pîroz nîşan dide ku Hukimdariya Xwedê di sala 1914an de li ezmanan hatiye avakirin. Tiştên ku di beşa 4an a pirtûka Danîêl de li ser pêşerojê hatine gotin vê mijarê zelal dikin.

 Dîtina pêşerojê. Xwedê xewneke bimane da Padîşahê Babîlê Nebûkadnetsar. Di vê xewnê de, wî dît ku “dareke pir bilind” hat birrîn. Lê mezinbûna “qurm û koka wê” ji bo “heft deman” hat astengkirin. Piştre dar dîsa li ser koka xwe şîn bû (Danîêl 4:1, 10-16).

 Pêkhatina pêşîn. Dara pir bilind Nebûkadnetsar Padîşah bi xwe temsîl kir (Danîêl 4:20-22). Birrîna darê bi awayekî mecazî nîşan da ku Nebûkadnetsar ji bo heft salan hişê xwe winda kir û hukimdariya xwe ji dest da (Danîêl 4:25). Paşê bi alîkariya Xwedê, hişê wî dîsa hat serê wî. Wê demê Nebûkadnetsar ji nû ve bû Padîşah û serweriya Xwedê qebûl kir (Danîêl 4:34-36).

 Îsbatên ji bo pêkhatineke mezintir. Armanca sereke ya dîtina pêşerojê ev bû: “Dilê [Xwedê] ji kê re bixwaze padîşahiyê dide wî ku her jîndar bizanibe Yê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re serweriya xwe didomîne. Ew dikare bide kesê herî belengaz jî” (Danîêl 4:17, Mizgînî). Gelo Nebûkadnetsarê qure ew kes bû ku Xwedê xwest vê hukimdariyê bide wî? Na, ji ber ku Xwedê berê di xewneke din de nîşanî wî dabû ku ne ew ne jî serokekî din wê vê rolê bistîne. Li şûna vê, Xwedê bi xwe wê “padîşahiyeke wiha ava bike ku tu caran hilneweşe” (Danîêl 2:31-44, Mizgînî).

 Di demên berê de, Xwedê padîşahiyeke ku li ser rûyê erdê temsîla hukimdariya wî dikir, ava kiribû: Miletê berê yê Îsraîl. Xwedê destûr da ku ew padîşahî bê wêrankirin, çimkî hukimdarên wê nedilsoz derketin, lê wî ji berê ve gotibû ku ewê padîşahiyê bide wî kesê ku mafê wî yê hiqûqî heye (Hêzekîêl 21:25-27). Kitêba Pîroz dide xuyakirin ku ew kes Îsa Mesîh e (Lûqa 1:30-33). Ew wek Nebûkadnetsar ne qure bû. Çawa ku ji berê ve hat gotin, Îsa Mesîh yekî “dilnizm” e (Meta 11:29).

 Dara di pirtûka Danîêl beşa 4an de çi temsîl dike? Di Kitêba Pîroz de, dar carinan temsîla hukimdariyê dike (Hêzekîêl 17:22-24; 31:2-5). Di pêkhatina mezintir de, dara pir bilind temsîla hukimdariya Xwedê dike.

 Maneya dara ku hat birrîn çi ye? Çawa ku birrîna darê temsîla dema qutbûna hukimdariya Nebûkadnetsar dikir, bi heman awayî wê temsîla dema qutbûna hukimdariya Xwedê ya li ser rûyê erdê jî dikir. Çaxê ku Nebûkadnetsar Orşelîm hilweşand, ev yek pêk hat. Li wê derê, padîşahên Îsraîlê li ser textê Yehowa rûdiniştin. Ew temsîlkarên Xwedê bûn (1. Dîrokan 29:23).

 Ew “heft dem” çi temsîl dikin? Ew “heft dem” tên maneya wê wexta ku Xwedê destûr dida miletan ku ew li ser rûyê erdê hukim bajon. Di wê demê de, tu padîşahiyeke ku ji aliyê Xwedê ve hatibû avakirin, midaxele nekir. Wan heft deman berî mîladê di Cotmeha 607an de dest pê kir. Di wê tarîxê de, wek ku Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû, Orşelîm ji aliyê Babîliyan ve hat hilweşandin a (2. Qiralan 25:1, 8-10).

 Ew “heft dem” çend sal bûn? Wek di dema Nebûkadnetsar de, ne mumkin e ku ew tenê bê maneya heft salan. Îsa Mesîh li ser wê demê wisa gotibû: “Heta ku wexta miletan temam bibe, milet wê Orşelîmê [sembola hukimdariya Xwedê] bi lingên xwe bipelçiqînin” (Lûqa 21:24, NWT). “Wexta miletan”, yanî dema ku Xwedê hişt ku hukimdariya wî di bin piyên miletan de bê pelçiqandin, û “heft demên” ku pirtûka Danîêl beşa 4an behsa wan dike eynî wek hev in. Ev yek tê maneya ku gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wan “heft deman” hîn jî dewam dikir.

 Kitêba Pîroz rêya hesabkirina van “heft deman” diyar dike. Ew dibêje ku sê dem û nîv yan sê sal û nîv bi 1.260 rojan tên hesabkirin, loma “heft dem” 2 caran ji vê hejmarê zêdetir e, yanî 2.520 roj in (Peyxam 12:6, 14). Di Kitêba Pîroz de, rojek carinan temsîla salekê dike. Li gor vê yekê, 2.520 roj temsîla 2.520 salan dike. Ji ber vê yekê, ev “heft dem”, yanî 2.520 sal di Cotmeha 1914an de bi dawî bûn (4. Mûsa 14:34; Hêzekîêl 4:6).

a Ji bo şîroveyeke berfireh ya der barê tarîxa berî mîladê sala 607an de li meqaleya bi navê “Orşelîma Kevnar Kengê Hatibû Hilweşandin? – Qisim Yek” (kovara Birca Çavdêriyê, 1 Cotmeh 2011, rûp. 26-31, bi zimanê Îngilîzî) û li meqaleya “Orşelîma Kevnar Kengê Hatibû Hilweşandin? – Qisim Du” (kovara Birca Çavdêriyê, 1 Mijdar 2011, rûp. 22-28, bi zimanê Îngilîzî) binêre.