Here Naverokê

Em ji Ku Dizanin ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?

Em ji Ku Dizanin ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Gelek nivîskarên Kitêba Pîroz digot ku wan di bin rêberiya Xwedê de fikrên wî dinivîsîn. Bala xwe bide van mîsalan:

  •  Dawid Padîşah: “Ruhê XUDAN, bi navdîtiya min ve got û gotina wî, li ser zimanê min bû” (2. Samûyêl 23:1, 2).

  •  Îşaya pêxember: “Xudanê artêşan XUDAN wisa dibêje” (Îşaya 22:15).

  •  Yuhennayê şandî: “Ev peyxama Îsa Mesîh e ya ku Xwedê da wî” (Peyxam 1:1).