Here Naverokê

Here naverokê

16-22 Îlon

ZEBÛR 85-87

16-22 Îlon

Kilam 41 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Bi Saya Duayê Em Tehemul Dikin

(10 deqe)

Ji Yehowa rica bike ku ew dilxweşiyê bide te (Zb 86:4)

Ji Yehowa rica bike ku tu jê re sadiq bimînî (Zb 86:11, 12; w12-E 15/5 25 par. 10)

Ji vê yekê emîn be ku Yehowa wê cewabê bide duayên te (Zb 86:6, 7; w23.05 13 par. 17-18)


JI XWE WISA BIPIRSE: “Di rojên reş de, gelo ez zêdetir hawara xwe digihînim Xwedê?” (Zb 86:3).

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Zb 86:11: Gelo em dikarin ji gotinên Dawid li ser dilê mirovan çi hîn bibin? (it-1-E 1058 par. 5)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 86:1–87:7 (th ders 12)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 3 fikir 5)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Cara çûyî yekî ji te re gotibû ku ji ber xerabiya dinyayê, xem û tirsên wî hene. Îcar kursa Kitêba Pîroz pêşkêşî wî bike. (lmd ders 7 fikir 4)

6. Mirovan Bike Şagirt

(5 deqe) lff ders 15 fikir 5. Hefteya din tu nikarî kursê derbas bikî, loma bi xwendevan re li ser vê sohbetê bike ku ew çawa dikare kursê bi kesekî din re derbas bike. (lmd ders 10 fikir 4)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 83

7. Dev ji Xîreta Xwe Bernede

(5 deqe) Gotûbêj.

VÎDEOYÊ vêxe. Paşê, van pirsan bipirse:

  • Çima em carinan di xizmeta xwe de diwestin?

  • Çima gerek em dev ji xîreta xwe bernedin?

8. Tim Kursa Kitêba Pîroz Teklîf Bike!

(10 deqe) Gotûbêj.

Gelo di kampanyaya xisûsî ya vê mehê de te dikaribû bi alîkariya broşûra Heta bi Hetayê Dilşad be! dest bi kursa Kitêba Pîroz bikî? Eger wisa be, bêguman kêfxweşiya te pir mezin e! Û kesên din jî bi îhtimaleke mezin ji ber vê yekê hatine teşwîqkirin. Lê, eger ev tişt nehatibe serê te, dibe tu difikirî ku xîreta te badîhewa ye. Gelo tu dikarî çi bikî ku tu ji ber vê yekê xemgîn nebî?

VÎDEOYA “Xwe bi Sebrê Wek Xizmetkarekî Xwedê Tewsiye Bike” – Gava Tu Mizgînê Belav Dikî vêxe. Paşê, van pirsan bipirse:

  • Gava tu difikirî ku xizmeta te wek “çaleke bêbinî” ye, gotinên ji 2. Korîntî 6:4, 6 çawa dikarin alî te bikin?

  • Eger tu difikirî ku heta niha keda te boş û betal bûye, tu çawa dikarî kursa Kitêba Pîroz bi awayekî baştir teklîf bikî?

Ji bîr neke, kêfxweşiya me ne bi hejmara kursên me yên Kitêba Pîroz ve girêdayî ye. Kêfxweşiya me bi xîreta me ve girêdayî ye, çimkî wê çaxê Yehowa ji me razî ye (Lq 10:17-20). Loma bi dil û can destekê bidin vê kampanyaya xisûsî, “çimkî hûn dizanin ku bi Xudan re keda we ne badîhewa ye”! (1Kr 15:58).

9. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 39 û Dua