2-8 Îlon
ZEBÛR 79-81
Kilam 29 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)
1. Qedrê Navê Yehowa Bigire
(10 deqe)
Xwe ji tiştên ku navê Yehowa reş dikin, dûr bigire (Zb 79:9; w17.02 9 par. 5)
Xwe bispêre navê Yehowa (Zb 80:18; ijwbv-E 3 par. 4-5)
Kesên ku ji navê Yehowa hez dikin û bi ya wî dikin, Yehowa wan bi comerdî bibereket dike (Zb 81:13, 16)
2. Cewherên Ruhî:
(10 deqe)
-
Zb 80:1: Çima carinan navê Ûsiv ji bo hemû eşîrên Îsraîlê hat bikaranîn? (it-2-E 111)
-
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?
3. Xwendina Kitêba Pîroz:
(4 deqe) Zb 79:1–80:7 (th ders 10)
4. Dest bi Sohbetê Bike
(1 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 4 fikir 4)
5. Dest bi Sohbetê Bike
(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 4 fikir 3)
6. Dest bi Sohbetê Bike
(2 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 3 fikir 3)
7. Ziyaretan Dubare Bike
(5 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Kesekî ku berê nedixwest Kitêba Pîroz lêkolîn bike, kursa Kitêba Pîroz pêşkêşî wî kesî bike. (lmd ders 8 fikir 3)
Kilam 10
8. Ewê Navê Min Pîroz Bikin
(15 deqe) Gotûbêj.
Di baxceyê Adenê de Îblîs cara pêşîn navê Yehowa reş kiriye. Ji wê rojê û vir ve gerek her mirov û her melek xwe bi xwe qerarê bide ka ew dixwaze navê Yehowa bilind bike yan na.
Ka bala xwe bide hin derewên ku Îblîs li ser Yehowa gotine: Ew îdîa dike ku Yehowa hukimdarekî zalim û bêrehm e (1Mû 3:1-6; Ey 4:18, 19). Ew dibêje ku xizmetkarên Yehowa ji wî hez nakin (Ey 2:4, 5). Bi ser de, wî bi milyonan mirov dane bawerkirin ku Yehowa dinyaya me ya pir xweşik çênekir (Rm 1:20, 21).
Ev derewên xerab li ser te çawa tesîr dikin? Helbet tu nikarî bêdeng bimînî, çimkî tu dixwazî navê Yehowa biparêzî! Wî tim dizanibû ku hesreta xizmetkarên wî ev e ku navê wî pîroz bikin (li Îşaya 29:23 jî binêre). Gelo tu dikarî vêya çawa bikî?
-
Alî kesên din bike ku ew Yehowa nas bikin û jê hez bikin (Yh 17:25, 26). Îsbatên ji bo hebûna wî û xisûsiyetên wî yên pir xweş nîşanî kesên din bide (Îş 63:7).
-
Bi temamiya dilê xwe ji Yehowa hez bike (Mt 22:37, 38). Guh bide qanûnên Yehowa, lê ne tenê ji ber ku qanûnên wî ji bo feydeya te ne, lê ji ber ku tu dixwazî dilê wî xweş bikî (Mtl 27:11).
VÎDEOYA Dawiya Hezkirinê Qet Nayê – Wexta Em di Mektebê de Rastî Zor û Zehmetiyan Tên vêxe. Paşê van pirsan bipirse:
-
Ariel û Diego navê Yehowa çawa diparast?
-
Wan çima dixwest navê wî biparêzin?
-
Tu çawa dikarî wek wan bikî?
9. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:
(30 deqe) bt beş 15 par. 1-7, û pêşgotina qisim 6