Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Hezkirina Xwedê û Cîranan — Em Çawa Dikarin vê Hezkirinê Bînin Meydanê?

Hezkirina Xwedê û Cîranan — Em Çawa Dikarin vê Hezkirinê Bînin Meydanê?

Rast e, em êdî ne di bin Qanûna Mûsa de ne. Dîsa jî, du emrên herî mezin — hezkirina Xwedê û hezkirina cîranan — bi kurtasî nîşan didin ku Yehowa ji me çi dixwaze (Mt 22:37-39). Bi rastî, em bi vê hezkirinê nayên dinyayê. Gerek em vê hezkirinê bînin meydanê. Çawa? Mesela, gerek em Kitêba Pîroz her roj bixwînin. Gava em li ser şexsîyeta Xwedê difikirin, a ku li Nivîsarên Pîroz hatiye eyan kirin, em “bedewiya Xudan” dibînin (Zb 27:4). Bi zeman re, emê ji Xwedê zêdetir hez bikin, û fikrên me wê zêdetir bişibin fikrên wî. Ev yek wê qewetê bide me ku em emrên Xwedê bînin cih, mesela emrê ku gerek em ji kesên din bi fedakarî hez bikin (Yh 13:34, 35; 1Yh 5:3). Ji bo ku tu ji xwendina Kiteba Pîroz zêdetir kêfê bistînî, vana bike:

  • Serpêhatiyan bîne ber çavê xwe. Bîne ber çavê xwe ku tu li wê derê yî. Tu çi dibînî, dibihîzî û bêhn dikî? Gelo hîsên kesên ku li ayetan derbas dibin, çi ne?

  • Cure cure metodan bixebitîne. Mesela: Bi dengê bilind bixwîne an qeydên deng lêde û ayetan bixwîne. Li şûna ku tu beşên Kitêba Pîroz rêz bi rêz bixwînî, der heqê kesekî an mewzûyekê de bixwîne. Mesela, ji bo melûmeta der heqê Îsa de, li beşên 4 an  16an a Rêberî Bona Hînbûna Kitêba Pîroz (bi Kurmanciya Qafkasyayê) binêre. An jî temamiya beşa ku ayeta rojane jê hatiye girtin, bixwîne. Kitêba Pîroz li gor tarîxa nivîsandinê bixwîne.

  • Rind fehm bike. Armanca me ev e ku em Kitêba Pîroz rind fehm bikin, ne tenê ev e ku em gelek beşan xelas bikin. Bala xwe bide ku serpêhatî çawa, kengê û li ku derê derbas bû. Teferûatan analîz bike. Xerîteyan û ayetên girêdayî bi kar bîne. Qet nebe li ser nuqteyeke ku tu fehm nakî, lêkolîn bike. Eger mumkin be, ji bo xwendinê çi qas wext derbas dibe, ew qas wext jî ji bo fikirîna kûr xerc bike.