Here Naverokê

Here naverokê

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | METTA 25

“Hişyar Bimînin”

“Hişyar Bimînin”

25:1-12

Mesela deh keçikan her çi qas ji bo şagirtên Îsa yên meshkirî hatiye dayîn jî, hemû şagirtên wî dikarin jê ders bistînin (w15-RDU 1/3 12-16). “Loma hişyar bimînin, çimkî hûn ne wê rojê û ne jî wê saetê dizanin” (Mt 25:13). Maneya vê meselê çi ye?

  • Zava (ayet 1): Îsa

  • Keçikên şehreza (ayet 2): Şagirtên meshkirî yên ku hazir in ku şixulê xwe bi dilsozî bînin cih û heta dawiyê ronahiyê bidin (Flp 2:15)

  • Îlana “Va ye zava tê!” (ayet 6): Îşareta hazirbûna Îsa

  • Keçikên bêaqil (ayet 8): Şagirtên meshkirî yên ku derdikevin ku rastî zavê bibin, lê heta dawiyê hişyar namînin û dilsozî û rastiya xwe berdewam nakin

  • Keçikên şehreza dohnê xwe nadin (ayet 9): Piştî mora dawîn, meshkiriyên dilsoz êdî nikarin alîkariyê bidin meshkiriyên ku ji rê derketine

  • “Zava hat” (ayet 10): Nêzikî dawiya tengahiya mezin, Îsa tê ji bo ku hikum bide

  • Keçikên şehreza bi zavê re dikevin şahiya dawetê û derî tê girtin (ayet 10): Îsa meshkiriyên dilsoz li ezmanan top dike, lê belê yên ku ne dilsoz in xelata xwe winda dikin