Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Rêyî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Haziriyê Bikin

Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Rêyî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Haziriyê Bikin

ÇIMA MUHÎM E? Xwendekarên Kitêba Pîroz ên ku ji bo kursa Kitêba Pîroz haziriyê dikin, tiştên ku em ji wan re dielimînin hê rind fehm dikin û di bîra xwe de xwedî dikin. Bi saya vê, ewê zûtir bi pêş ve herin. Piştî ku ew hatine bin av kirin jî, gerek ew ji bo civînan û ji bo xizmetê haziriyê bikin, da ku “hişyar bimînin” (Mt 25:13). Loma jî, eger ew bizanin ku çawa lêkolîn bikin û çawa ji bo lêkolînê plan bikin, ewê di hemû emrê xwe de feyde bibînin. Ji destpêke ve, gerek em alî xwendekarên xwe bikin ku ew hînî haziriyê bibin.

GEREK TU ÇI BIKÎ?

  • Ji xwendekarê xwe re bibe emsal (Rm 2:21). Ji bo her rûniştinê li gor hewcedariyên xwendekar haziriyê bike (km-RDU 15/11 3). Bila xwendekar bibîne ku te weşana xwe xêz kiriye.

  • Wî teşwîq bike ku ew haziriyê bike. Gava kurs rind rûniştiye, ji xwendekar re bibêje ku hazirî ji bo kursê muhîm e, û behsa feydeyên hazirîkirinê bike. Rêyî wî bide ku ew çawa dikare ji bo hazirîkirinê wext peyde bike. Hin mamoste îzin didin ku xwendekar di temamiya rûniştinekê de weşanên wan ên xêzkirî bi kar bîne ku ew feydeyên hazirîkirinê bibîne. Wexta ku xwendekar haziriyê dike, pesnê wî bide.

  • Rêyî wî bide ku ew çawa dikare haziriyê bike. Gava kurs hê nû dest pê kiriye, mamoste dikare di temamiya rûniştinekê de rêyî xwendekar bike ku ew çawa dikare haziriyê bike.