Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Di Xizmetê de Hûnerên Xwe bi Pêş Bixe – Nameyên Baş Binivîse

Di Xizmetê de Hûnerên Xwe bi Pêş Bixe – Nameyên Baş Binivîse

ÇIMA MUHÎM E? Nameya 1. Korîntî yek ji 14 nameyan e, yên ku Pawlos şandin xwişk û birayan. Li nameyekê, nivîskar dikare peyvên xwe rind hilbijêre, û kesê ku nameyê distîne dikare vê nameyê gelek caran bixwîne. Bi nameyan, em dikarin ji heval û merivên xwe re behsa mizgînê bikin. Wekî din, eger em nikarin rû bi rû bigihîjin kesekî, em dikarin nameyekê binivîsin. Mesela, dibe ku yekî dixwest li ser Kitêba Pîroz melûmatê bistîne, lê paşê, her ku em diçin mala wî, ew ne li malê ye. An jî, belkî em nikarin bigihîjin hin kesan ji ber ku ew li cihên dûr dimînin. Gava em nameyan dinivîsin – bi taybetî gava em ji kesên ku em nas nakin re dinivîsin – wê baş be ku em çi bînin bîra xwe?

GEREK TU ÇI BIKÎ?

  • Wekî ku teyê rû bi rû çi bigota, wêya binivîse. Li destpêka nameyê, xwe bide nas kirin û behsa armanca xwe bike. Mesela, tu dikarî pirsekê bipirsî û behsa malpera me ya înternetê bikî. Paşê, kursa Kitêba Pîroz teklîf bike an behsa weşanên me bike. Tevî nameyê, tu dikarî karta JW.ORG, dawetiye an belavokekê bişînî.

  • Bi kurtasî binivîse. Ji bo ku mirov aciz nebe, bila name bi zêdeyî dirêj nebe (li nameya emsal a li rûpela 8an binêre).

  • Nameya xwe kontrol bike. Şaşiyan û cimleyên ku rind nayên fehm kirin, serrast bike. Bi awayekî germ, nazik û pozîtîf binivîse.