Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Xwendekarên Xwe bi Alîkariya Vîdeoyan Hîn Bike

Xwendekarên Xwe bi Alîkariya Vîdeoyan Hîn Bike

Tiştên ku bi çav tên dîtin dikarin bala mirovan bikişînin û alî wan bikin ku ew tiştekî fehm bikin û ji bîr nekin. Yehowa jî ji bo hînkirinê tiştên ku tên dîtin bi kar dianîn (1Mû 15:5; Yêr 18:1-6). Mamosteyê Mezin Îsa jî wisa dikir (Mt 18:2-6; 22:19-21). Mesela, vîdeo haceteke pir bifeyde ye. Gelo tu vîdeoyan bi kar tînî gava tu xwendekarên xwe hîn dikî?

Ji bo hînkirina dersên broşûra Mizgîna Xwedê, 10 vîdeo hene. Navên van vîdeoyan, bi sernivîsên dersên broşûrê ve girêdayî ne. Di versiyona elektronîk a vê broşûrê de, lînkên vîdeoyan hene. Ji bo Hacetên Elimandinê gelek vîdeoyên din jî hene.

Gelo tiştek heye ku xwendekarê te zor fehm dike? An jî, gelo ew rastî tengahiyekê hatiye? Li malpera jw.org® û li JW Broadcasting® li vîdeoyan bigere, yên ku dikarin alî xwendekarê te bikin. Hûn dikarin bi hev re li vîdeoyekê temaşe bikin û paşê li ser vîdeoyê sohbet bikin.

Her meh, vîdeoyên nû derdikevin. Wexta ku tu li wan temaşe dikî, bifikire ku tu çawa dikarî van vîdeoyan di hînkirinê de bi kar bînî.