Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Di Xizmetê de Hunerên Xwe Bi Pêş Bixe – Mizgînê Bide Kesên Kor

Di Xizmetê de Hunerên Xwe Bi Pêş Bixe – Mizgînê Bide Kesên Kor

ÇIMA? Gelek kesên kor naxwazin bi kesên nenas re sohbetê bikin. Loma pir xîret lazim e ku em mizgînê bidin wan. Em dizanin ku Yehowa xema kesên kor dixwe (3Mû 19:14). Loma, wê baş be ku em jî ji aliyê ruhî ve alî kesên kor bikin.

ÇAWA?

  • Li kesên kor bigere. (Mt 10:11) Gelo tu kesekî nas dikî, yê ku merivekî wî yê kor heye? Gelo li herêma te mekteb, stargeh yan cihên din hene, yên ku wê ji weşanên ji bo koran kêfê bistînin?

  • Ji dil eleqedar bibe. Bi saya nezaket û eleqeya te, kesên kor wê xwe rihet hîs bikin. Bi mijareke rojane dest bi sohbetê bike.

  • Alîkariya ruhî bide. Teşkîlatê ji bo kesên kor û kesên ku rind nabînin cure cure weşan hazir kirine. Bipirse ka kesê eleqedar bi alîkariya kîjan weşanê dixwaze hîn bibe. Nazirê xizmetê gerek kontrol bike ka birayê ku ji weşanan mesûl e ji bo van kesan weşanên bi formata rast sparîş kirine.