Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Ezê Kê Dawet Bikim?

Ezê Kê Dawet Bikim?

Her sal em xîret dikin ku mirovan dawetî Bîranînê bikin. Piraniya wan, kesên nenas in. Lê belê, em kesên ku em rind nas dikin jî dawet dikin. Eger mirov dawetiyeyê ji heval yan merivê xwe bistîne, îhtimala ku ewê bên Bîranînê wê hê mezintir bibe (yb08-E 11 par. 3; 14 par. 1). Gelo tu dikarî van kesan dawet bikî?

  • Merivên xwe

  • Hevalkar yan hevaldersên xwe

  • Cîranên xwe

  • Kesên eleqedar û xwendekarên Kitêba Pîroz yên berê û yên nû

Wekî din, kalên civatê gerek kesên ku neçalak bûne dawet bikin. Eger hin nasiyên te li herêma te najîn, wê baş be ku tu saet û cihê Bîranînê li cihekî nêzikî wan bibînî. Li ser malpera jw.org here DER HEQÊ ME DE > BÎRANÎN. Îsal, gava tu ji bo Bîranînê haziriyê bikî, bifikire ka tu dikarî kê dawet bikî.