XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE | DI XIZMETÊ DE DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKE
Pirsan Bipirse
Yehowa, yê ku “Xwedayê bextewar” e, dixwaze ku em ji xizmetê kêfê bistînin (1Tîm 1:11, NWT). Her ku hunerên me zêde dibin, dilxweşiya me jî zêde dibe. Bi destê pirsan, em dikarin bala mirovan bikişînin û dest bi sohbetan bikin. Wekî din, pirs dikarin alî mirovan bikin ku ew bifikirin û muhakeme bikin (Mt 22:41-45). Gava em ji mirovan pirsan dipirsin û paşê guh didin wan, em nîşan didin ku em qîmetê didin wan (Aq 1:19). Cewabên mirovan dikarin alî me bikin ku em bi awayekî baştir sohbetê bikin.
LI VÎDEOYA ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; FERESETÊN XWEDA PÊŞDA HERE; PIRSA BIDE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Jiyanayê kîjan sifatên baş eyan kir?
-
Nîtayê çawa bi alîkariya pirsan eleqeya xwe eyan kir?
-
Nîtayê çawa bi saya pirsan bala Jiyanayê kişand ser mizgînê?
-
Nîtayê çawa bi destê pirsan alî Jiyanayê kir ku ew bifikire û muhakeme bike?