Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Dostên Xwe bi Hîkmet Hilbijêre

Dostên Xwe bi Hîkmet Hilbijêre

Şaşiya ku Îsraêliyan li deşta Moabê kir, derseke muhîm rêyî me dide (1Kr 10:6, 8, 11). Îsraêliyan bi jinên Moabî re hevaltî kir û di netîceyê de wan jî wek xelkê Moabê bêexlaqî û pûtperestî kir. Ji ber vê yekê, Yehowa li wan pir hêrs ket (4Mû 25:9). Li derdora me, însanên ku ji Yehowa re îbadetê nakin, pir in, mesela hevalders, hevalkar, cîran, merivên me û kesên din. Gelo ev serpêhatiya Kitêba Pîroz li ser talûkeyên hevaltiya nêzik bi kesên ku ji Yehowa re îbadetê nakin re, çi rêyî me dide?

LI PAREKE VÎDEOYA SERPÊHATIYÊN KU ME HIŞYAR DIKIN TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Zîmrî û yên din ji Yamîn re çi got? Nêrîna wan çima nerast bû?

  • Pînehas çawa alî Yamîn kir?

  • Em çawa dikarin li kesên nebawermend qenciyê bikin bêyî ku em bi wan re dostiyê bikin?

  • Gerek em dostên xwe çima bi dîqat hilbijêrin, heta di civatê de jî?

  • Wê çima baş be ku em nekevin komên medyaya civakî yên mirovên ku em nas nakin?