WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Nekeve ber Bayê Kesên Nedilsoz
Gava Qorax, Datan û Abîram li hemberî qerara Yehowa serî hilda, wan bi vê yekê nedilsoziya xwe eyan kir. Yehowa ew û hemû kesên ku piştgiriya wan dikir, helak kirin (4Mû 16:26, 27, 31-33). Gelo dilsoziya me çawa dikare bê ceribandin? Kîjan serpêhatiyên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em nekevin ber bayê kesên nedilsoz?
LI VÎDEOYA NEKEVE BER BAYÊ NEDILSOZAN TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Nadya rastî çi tengasiyê hat û kîjan serpêhatî alî wê kir ku ew dilsoz bimîne?
-
Birayek çima xemgîn bû, û kîjan serpêhatî alî wî kir ku ew dilsoz bimîne?
-
Terrance rastî çi tengasiyê hat, û kîjan serpêhatî alî wî kir ku ew dilsoz bimîne?
-
Birayek li mektebê rastî çi tengasiyê hat, û kîjan serpêhatî alî wî kir ku ew dilsoz bimîne?